LI ÎRANA TEOKRATÎK ZÛLIM Û ZORDARÎ Û ÎDAM DOM DİKIN…

Îbrahîm GUÇLU
Li pişt Dewleta Îranê ya Nîjadperest, împeratoriyek  heye. Ev împeratoriya, împeratoriya Farisî bû. Împeratoriya Farisî tu wext koloniyên girêdayî xwe wenda nekiriye.
Kurdistan, dema di sala 1639an de bi Peymana Qesrî Şîrînê bû du parçe, parçeya Rojhelata Kurdistanê ket bin bandoriyaa Împeratoriya Farisî.
Miletê Kurd, ji bona ku ji bin desthilatdariya Împeratoriya Farisî azad û rizgar bide, serîhildan kir û têkoşînek bêhempa da. Lê Hezar mixabin nikarî ku welatê xwe Kurdistanê, azad û rizgar bike; dewleta xwe ya serbixwe ava bike.
Piştî İmperatoriya Farisî jî, miletê kurd, her dem ji bona ku azad û rizgar bibe, dewleta xwe ava bike têkoşîn domand. Di sala 1946-an de dewleta xwe ya serbixwe ya ku bi Mehabadê dihat bi nav kirin, ava kir.
Hezar mixabin temenê dewleta Kurdistanê dirêj nebû. Serokatiya Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Serokkomarê Kurdistanê Qadi Mihemed, ji aliyê dewleta kolonyalîst ya Îranê ve hatin darve kirin û îdam kirin.
Lê têkoşîn û xebata miletê me li wî parçeyê nesekinî domand. Di dema Dîktatoriya Şah de jî, di sala 1968an de li Herêma Serdeştê serîhildaneke milî û şoreşger pêk hat. Hezar mixabin ew serîhildana jî neçû serî û bi serneket. Serokên serîhildanê jî, bi awayekî trajedîk hatin kûştin.
Di sala 1979-an de dema ku Dîktatoriya Şah Pehlewî hat rûxandin, ji bona ku li Îranê demokrasî û li Kurdistanê otonomî ava bibe derfetek  derket holê. Lewra kurdan û mûxalefeta Îranî bi hev re desthilatdariya Şah rûxandibûn. Loma jî kurd li Kurdistanê de facto û fiîlî, bi rêya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komaleyê û Şêx Îzeddîn Hûseynî bûn desthilatdar.
Lê piştî ku hikûmeta merkezî ya îslamî rewşa xwe xûrt kir û sîstema xwe pêk anî, wek Kemalîstên Tirk, diyar kir ku desthilatdariya kurdan û otonomiya Kurdistanê napejirîne.
Loma jî di Îlona 1979an de êrişek leşkerî ya mezin bir ser miletê me û Kurdistanê.
Partiyên Kurdistanê û hemû kurdperwerên Kurdistanê jî, ji bona parastina xwe ya rewa û ji bona ku Kurdistanê biparêzin, dest bi şerê çekdarî kirin.
Hezar mixabin ev şerê çekdarî jî piştî demekê şikest xwar.
Ev zûlma li Îranê wê demê zêdetir bû. Roj hebû ku Li Kurdistanê û li Îranê 35 Kurdperweer û şoreşger dihatin îdam kirin. Bi awayekî kêyfî  kûştinên kîtlewî pêk dihatin.
Di van salên dawî de encama porovokasyona PKKê jî gelek kurdperwer û cîwanên Kurdistanê hatin îdam kirin.
Di vê qonaxê de jî zûlm û zordariya Rejîma Îslamî ya Teokratîk dom dike. Kurdperwer û şoreşgerên Îranê tên îdam kirin.
Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê (PSK), ji bona parêzvanekÎ mafparêz duho (11ê Hezıran 2016) qempanya ya îmzayê, di saet 15.00an de li Qolana Hûnerê li Amedê dest pê kir.
Ew karekî baş e. Ez, PSKê  pîroz dikim.
Ez û Zahît Bozarslan û Mûhîddîn Batmanî jî, em bi hev re, ji Mekteba (Buroya) PDK Bakûr rabûn çûn ku beşdarî qempanyaya îmzaya PSKê bibin.
Dema ku em çûn, Serokê Giştî yê PSKê Xidir Tek û çend hevalên PSKê  û Tahsîn Sever li wir bûn.
Me jî îmza avêt teksta hatibû amade kirin.
Piştî îmzayê di navbeyna me de axevtinek îronîk pêk hat.
Min îmzaya xwe di hemandem de li hemberı tevayî zûlm û zordarî û îdamên li Îranê jî  avêt.
Ez, zûlm û zordariya Dewleta Kolonyalîst ya Îranê şermezar û lanet dikim.
Ez piştgiriya xwe ji bona miletê me yê Rojhelata Kurdistanê nîşan didim. Serkeftina partî û pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê dixwazim.
Ez dîsa daxwaz dikim ku PKKê destê xwe ji nav Rojhelata Kurdistanê  bikşîne. Baş tê zanîn ku beriya vê demekê, dema ku pêşmergeyên PDK a Îranê xwestin biçin li hemberî Dewleta Kolonyalîst ya Îranê çalakiyan pêk bînin, PKKê pêşiya wan birî û bi wan re şer kir. Pêşmergeyên PDK a Îranê kûşt.

 

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev