Wergera ne ji orîgînalê gunehkarî ye

Wergera ne ji orîgînalê gunehkarî ye
Têmûrê Xelîl
Nivîskar Mistefa Aydogan di pêşgotina romana kurdî a pêşin a Erebê Şemo ”Şivanê kurmanca” da (wî ew pirtûk ji kurdîya latînî a kurdên Sovyet kirîye kurdîya latînî a Celadet Bedirxan û pêşgotineke berfireh û bêhempa jê ra nivîsîye) dinivîse: ”Erebê Şemo bi navê ”Şivanê kurmanca” bi kurdî romanek nivîsîye, dû ra wergerandîye rûsî, Bazîl Nîkîtîn jî ew ji rûsî wergerandîye fransî û Nûreddîn Zaza jî ew ji fransî wergerandîye kurmancî. Ango wergera wergera wergera wergerê ye”.
Ango, ew kesên, ku heta niha “Şivanê kurd“ ya kurmancî çapbûyî wek ya Erebê Şemo xwendine, bira haya wan hebe, ku wextê xwe ser xwendina wê pirtûkê belesebab xerc kirine, ji ber ku orîgînala wê piştî sala 1935an, ku Erebê Şemo nivîsîye û li Ermenîstanê bi tîpên kurdîya latînî ya kurdên Sovyeta berê çap kirîye, hîç caran û hîç cîyan careke din çap nebûye. Û ew herdu, ango “Şivanê kurmanca“ û “Şivanê kurd“, ewqasî ji hev dûr in (di dema wergerê da heta navê pirtûkê jî hatîye guhastin: “Şivanê kurmanca“ bûye “Şivanê kurd“), ku meriv dikare bêje du berhemên ji hev cuda û du nivîskarên cihê ne.
Baş e, ku bi saya xemxurî û welatparêzîya Mustefa Aydogan orîgînala pirtûka “Şivanê kurmanca“ berî çend salan ji alîyê weşanxaneya “Lîs“ê da bi latînîya kurdên Sovyet û ya Celadet Bedirxan ronahî dît, van dawîyan jî çapa wê ya duduyan çap bû.
Her kes zane, ku gelek miletan bi saya serê wergerên baş edebiyata xwe pêşva birine. Ango, werger hevdu dewlemendkirina edebîyatan e. Ew pêşketin tenê wî çaxî bi ser dikeve, gava werger ji orîgînalê û bêqusûr tê kirin. Werger – ew berhemeke bi zimanê biyanî ye, ku gerekê bi zimanê me bi gelê me ra “bipeyîve”. Merivekî zane ser vê meselê fikireke aqilmend gotîye: “Eger sêveke te hebe û sêveke min hebe, ez ya xwe bidime te, tu ya xwe bidî min, dîsa bal me her yekî sêvek dimîne. Lê eger fikreke te ya baş hebe û fikreke min ya baş hebe, ez ya xwe bidime te û tu jî ya xwe bidî min, îdî vê carê li bal me her yekî dibe du fikir“. Bi bawerîya min, wergera ji wergerê, ango wergera ne ji orîgînalê, gunehkarî ye di hindava edebîyeta me da.
Xweşî û başîya wergerê ew e, ku xwendevan ji bîra bike, ku wergerê dixwîne. Eger usa nebe, gotin wê kurdî bin, lê fikir wê yên biyanî bin. Gerekê werger usa bikeve di nav “kirasê” kurdî, ku pê va bê hûnanê û tam rewş û xemila kurmancî wergire, gerekê fikra her gotinekê bikeve qalibê kurmancî, bikemile û paşê bidine xwendevanan. An na gelek caran an xwêya wergerê kêm dibe, an jî şor dibe.
Hevalekî di civîneke mezin da yekî gunehkar dikir, ku ewî berhema xwe ji nivîskarekî mezin ber girtîye (kopî kirîye), an jî bi gotina wî, ew herdu berhem dişibine hev. Îcar ya ecêb ew e, ku nivîskarê mezin bi rûsî nivîsîye, yê rexnegir jî wergera wê ya erebî xwendîye, yê wergervan jî eger dizî be jî, ji wergera wê ya ji swêdî wergerandîye û dema wergerê jî bi tirkî fikirîye û bi kurdî weşandîye. Îcar, wek dibêjin, “heynese, bû helîse“.
Wek em zanin, gelek berhemên Dostoyêvskî, Çêxov, Gogol, Pûşkîn bi kurdî hatine wergerandin, çapkirin, lê ne ji orîgînalê. Piranî jî ji tirkî hatine wergerandin. Çiqasî ez zanim, wergervan heta xwe nagirin jî wergera xwe bidine nivîskarekî kurd, ku rûsî rind zane, ku wergera wî kontrol bike. Heta navê ”Çêxov” jî wek ”Çêhov” dinivîsin. Ji ber ku di zimanê tirkî da herfa ”x” tune, ji xwe di alfabeya rûsî da jî herfa ”h” tune.
Wergerên bal me – li Ermenîstanê dihatine kirinê, di bin destê 4-5 kesên zaneyê wergeran ra derbaz dibûn, paşê çap dibûn, hinek ji wana jî, ku wergera wan nivîşkan û bi kil û kêmanî bûna, ne dihîştin ku çap bibin. Ango, kontrola li ser edebîyetê ne dihîşt, ku her yek bi serî xwe pirtûkê wergerîne û çap bike, paşê jî di dest wê da him bi xwe bikeve belayê, him jî xwendevanan bike belayê.
Di vî karî da sûcê weşanxaneyan jî heye. Weşanxane gerekê nivîsan û wergeran sansûr nekin, lê gerekê kontrol bikin. Eger weşanxaneyek pirtûkeke xirab diweşîne, navê wê weşanxeneyê di nav milet da dikeve. Îcar ew nikare xwe bi wê yekê va efû bike, ku pirtûk ya filankesî ye û eleqê wî pê tune. Belê, pirtûk ya filankesî ye, ango ewî filankesî berhemên xwe mor kirîye, lê di pirtûkê da mora weşanxaneyê jî heye, ango weşanxane qîmet daye wan nivîsên ku nivîskar navê berheman lê kirîye. Belkî çapkirina wê pirtûkê ji weşanxaneyê ra pereyekî baş tîne, lê navê weşanxaneyê gerekê ji pereyan buhatir be.
Ji bo ev fikir zêde bê ronahîkirin û giringîya wergera ji orîgînalê rind bê fêmkirin, ez ê îzbatîyekê bînim. Berhemên Pûşkîn, Lênîn, Çêrnîşêvskî, Tolstoy û h.w.d bi almanî, îngilîsî û zimanên din hene jî (ew ji orîgînalê hatine wergerandin), lê gelek alman, îngilîs û miletên din bes tenê ji bo wê yekê çûne bi taybetî çend salan li dayîreyên Rûsîyayê yên xwendinê da zimanê rûsî xwendine, fêr bûne, da ku bikaribin berhemên wan ji orîgînalê bixûnin.
Di nav me kurdan da problêmeke din jî heye. Di nav her miletekî da qîmetê berhemeke edebî milet dide. Eger berhem baş be, pirtûk baş tê firotan, xwendevanên wê her diçin pirtir dibin. Îcar di nav kurdan da ne wisan e. Berhem baş be jî, ne baş be jî, nayê firotan, an jî kêm tê firotan. Hela di ser da, berhemên sist û bêkêr zêde têne firotan, ji ber ku piranîya milet ji wan berheman fêm dike, lê ji yên dagirtî fêm nake. Firotan gelek caran bi aktîvîya nivîskar va, lê ne bi kalîteya berhemê va girêdaye.
Dawî ezê nimûneyeke din bînim: rojekê ronakbîrekî ji Ermenîstanê (ku heta îro jî wek kurdekî zane tê zanîn) berhemeke Pûşkîn ji rûsî wergerandibû kurdî û anîbû rojnameya “Rya teze“, ku çap bike. Di redaksyonê da me biryar kir wê wergerê neweşînin, ji ber ku Pûşkîn di helbesta xwe da behsa behrê û kenarên wê dike û ronakbîrê me jî wek behr û kenar fêm kiribû. Lê dema Pûşkîn dibêje “behr“, qesta wî welatê wî ye, û gava dibêje “kenar“, qesta wî sînorên welatê wî ye.
Berhemên gelekî baş bi sedsalan dimînin, yên baş bi deha salan dimînin û yên xirab jî berî weşandinê îdî mirîne.
Dawîgotin:
Em zanin, ku heta niha gelek kurdzanên cihanê (piranî yên ne kurd) berhemên ser dîrok, ziman, edebîyet, folklor, êtnografîya kurdan bi zimanên biyanî çap kirine. Beşek mezin ji wan jî bi rûsî ne. Ew berhemên zanyarî gerekê bi destî wergera bi kurdî bikevine destê gelê me. Min gelek ji wana ji rûsî û ermenî wergerandine kurdî. Gelo heta niha çend heb hatine wergerandin? Ya ez zanim, ji sedî bîst jî nehatine wergerandin û çapkirin, an jî hatine wergerandin, lê çap nebûne.
Weşanger û ronakbîrekî zane rojekê ji min ra got:
“Têmûr can, wergerên te yên ji rûsî ji bo kurdî pir bi dilê min in. Lê xwezî te bikaribûya ji rûsî wergeranda tirkî! Wê demê wê him pirtûk baş bihatana firotan, him xwendevan wê pir bûna, him jî meyê bikaribûya heqê keda te bida!“
Em îro di vê rojê da nin. Piştî çend salan, belkî jî çend dehsalan, qîmeta wergerên bi kurdî wê pir zêde bibin. Lema jî ez wergerandina pirtûkan ji rûsî û ermenî li ser kurdî berdewam dikim, bi hêvîya ku ewê ji bo nivşên nû û ji bo Kurdistana paşerojê kêrhatî bin.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev