Çima hemû rêyên siyaseta turkî digihên Kurdistanê?

Çima hemû rêyên siyaseta turkî digihên Kurdistanê?
 Em dibêjin (hemû rêyên siyaseta turkî digihên Kurdistanê) li gor gotina kevin ku (hemû rê digihên Romayê), ji ber ku di serdema emperatoriya Romî da biryara li ser pir gelên Ewropa, Asiya û Afrîka li Roma dihate dayîn, û wisa ev gotina dîrokî peyda bû.
Li gor Kurdistanê û siyasetên Turkiyayê jî em dikarin bêjin ku here dereng ji dema sultanê osmanî Mehmûdê Duwem da (ji 1808 heya 1839 desthilatdarî kiriye) û heya niha hemû şopên siyaseta turkî ji Kurdistanê da destpêdikin û dîsa digihên Kurdistanê; (Wek ku em Kurd dibêjin: Hemû stranên hurcê li ser hungivin- wergêr).
Bi gotineka din: Rêveberên Turkiya Osmanî, Turkiya Ataturkî û Turkiya Islamî ya niha jî, ji berê da û hên jî siyaseta xwe ya strategî li ser vê bingeha jêrîn datînin: Emê çawa bikin ku Kurd herdem bindestên me bin? Û çawa emê rê nedin wan ku ticar nikaribin dewleta Kurdistan avabikin?.
Gelo çima biryardarên siyaseta turkî her li ser vê şopê diçin?
Eger û sedema sereke ewe ku dewleta Turkiyayê di bingehê da li ser hesabê Kurdistanê ye. Heger ne ji erdnîgariya Kurdistanê bûya, heger ne ji berhemên aborî yên Kurdianê bûya, heger ne ji şervanên Kurd bûye, ne ji rewşenbîrên Kurd bûya (feqeh, şêxên sofiyan, bîrdar) û heger ne ji kesên gêj, hetle, bêvac, debeng, gêl û gewc bûya, heger ne ji nandozên Kurd bûya (yê dawî kurê Elî Yêldirim), hîngê dewletek bi navê Turkiya wê tinebûya. Kî li dîroka Selcoqiyan, Osmaniyan û Turkiya nû vegere wê gelek daweran di vê derbarê da bibîne.
Belê, tam di wê rojê da, dema dewleta Kurdistan avabibe û bibe endama Neteweyên Yekbûyî, hîngê wê Turkiya – heger ma – nikaribe pesna xwe bide û bêje ku rûbera erdê wê (783562 km²) û ku hejmara gelha wê 78 milyon mirove, û ku ew xwediya ewqas şiyanên aborî û leşkerî gewre ye; ewê di endametiya NATO da nemîne û ne jî kelîja wê ya herêmî wê bimîne. Pirojeya wê ya îslamî (Osmaniya Nû) jî wê hilweşe. Rûbera dewleta Kurdistan wê ji wê mezintir be, gelha wê jî bêhtir be, berhemên wê jî dewlemendtir bin û di qada herêmî û navneteweyî da jî girîngtir be.
Heger me ev hemû rastî dan ber çavan, hîngê emê bêhtir bikaribin fêhmbikin çima siyaseta Turkiya ya niha bi 180 radeyê li gel Rûsiya û Îsraîl tê guhartin û ji pêra bi Misir û Sûriyayê ra jî; li gor pilana ku niha serokwezîrê Turkiyayê Bin Alî Yildirim diyar kiriye. Hîngê emê bêhtir fêhmbikin çima serokkomarê Turkiyayê Erdogan gavan paşva diavêje, piştî ku gef û guř ji devê wî kêm nedibûn; emê bêhtir fêhmbikin ku çima ji wan xêzên sor, ku her demekê qala wan dikir, paşva vedigere.
Eger û sedem doza Kurdistanê ye ku dihêle Erdoganê har niha di axaftinên xwe da bibe pepûk û nameyekê ji serokê Rûsiya Putîn ra bişîne, têda doza bexşandin û lêborînê derbarê bûyera êxistina balafira rûsî bike. Dîsa sedem ev bi xwe ye ku serokwezîrê Turkiyayê Bin Elî Yildirim bêje: Siyaseta me ewe ku em dijminên Turkiyayê kêm bikin û dostên wê bêhtir bikin.
Ka em vê mijarê hên bêhtir şîrove û avêne bikin.
Li hêlekê Herêma Başûrê Kurdistanê bûye rastiyeka geo-siyasî ku nema ji holê tê rakirin, û va ye hin rêveberên wê ji demekê heya demekê daxuyaniyan didin ku ewê serbixweyiya herêmê ji Îraqê diyar bikin. Heger hat û tiştekî wisa kirin, hîngê motika Kurdistana gewre tê avakirin. Helbet Turkiyê pir xema vê yekê dixwe. Ew baştir dibîne ku li tenişta wê herêma kurdî lawaz be, partiyên wê li dij hev bin, di nav dijberî û nakokiyan da bifetisin; ew herêm di warê aborî da ser bi Turkiyayê da be; titiştî li ba xwe durist nekin, her tiştî ji Turkiyayê bikirin û hwd. Lê ku ev herêm bibe motik ji Kurdistana gewre ra, helbet ev metirsiyeka mezin li ser dewleta Turkiyayê ye.
Ji bilî xema Turkiyê ku dewleteka kurdî li rojhilatê wê avabibe û ji bilî rawestana tund ya berxwedana kurdî ya leşkerî û siyasî li herêma bakurê Kurdistanê, û nekarîna Turkiyê ku bi dirêjahiya 40 salî zora Partiya Karkerên Kurdistan bibe, hên bi ser da hêzeka kurdî leşkerî û siyasî li Herêma Rojavayê Kurdistanê jî derketiye; ku hên Turkiya ji hemiyan bêhtir xema wê dixwe. Hger hat û rewş li Sûriyayê hên têkçû, hîngê Herêma Rojavayê Kurdistanê jî wek pêkhateka siyasî li ser Turkiyayê ji aliyê başûr va tê ferzkirin. Ev tişt jî qet ne di hesabê Turkiyayê da bû. Serdarên Turkiyê wê ne bextewar bin ku bibînin dewleta wan ji rojhilat û başûr da ji hêla Kurdan da hatiye çemberkirin.
Û ne tenha ev, gelo helwesta Turkiyayê wê çawa be heger elawetek peyda bû, Kurdan dev ji serhişkiya xwe berda, rêveberên herdu herêman li gel hev xebitîn û li ser hevtemamkirina aborî, leşkerî û çandî peymanek li gel hev danîn. Û heger hên elaweteka ji wê mestir pêkhat û ev hevtemamkirin bû yekîtiyek di navbera herdu herêman da, û hên heger rêveberên Kurdan rêyek dîtin û di Rojavayê Kurdistanê ra derwazeyek li ser Derya Sipî vekirin, wê hîngê wê çi bibe?
Avakerên siyaseta turkî pisporên strategî pir jêhatî ne. Wan ev serborî bi dirêjahiya 8 sedsalan ji talankirin û vegirtina welatan û çewsandina gelan wergirtine. Ew baş metirsiya van pêşketinên Kurdan li ser duwaroja dewleta xwe dizanin. Ji lew ra jî, ji nişkan va  berê siyaseta xwe diguhêrin, bi armanca ku rewşa herêmî û navnetweyî têxin xizmeta berjewendiyên xwe. Berjewendiya wan ya here gewre ewe ku dewleta Kurdistan peyda nebe.
Ji lew ra niha Erdogan di axaftinên xwe da herçar tiliyên xwe radike û dibêje: “Tek millet, tek dewlet, tek veten, tek peyrak” yanê (yek gel, yek dewlet, yek welat, yek ala).
Wisa em dibînin ku hemû rêyên siyaseta turkî ji Kurdistanê destpêdikin û digihên Kurdistanê.
Çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan rizgar bibe!

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev