Felsefe, Dîn û Îdeolojî

Felsefe, Dîn û Îdeolojî
Ali Gurdilî, lêkolîner

Di destpêkê de ez dixwazim ku hinekî li ser pênaseya her sê têgehan rawestim û piştre jî, dakevim nav mijara xwe ya resenî. Bi rastî jî, dema meriv bala xwe dide van sê têgehan, meriv dibîne ku têkiliyeke xurt di navbera van sê têgehan de heye û bandûrê li hevdu kirine û hêjî dikin. Di dîroka ramanê de wekî tê zanîn ramana mîtolojîk, wekî ramana sîstematîk ya ewil tê zanîn û pejirandin. Ramana dînî jî, ji dilê ramana mîtolojîk derketiye û xwe bêtir sîstematîze kiriye. Yanî meriv dikare bibêje ku ramana dînî, li gor ramana mîtolojîk, bêtir sîstematîk e. Ramana felsefî jî (ramana sîstematîk ya felsefî) bi rexnekirina ramana dînî dest pê kiriye û bi demê re bûye mîna ramaneke sîstematîk û hêzdar.

Ramana zanistî jî, (zanista gelemperî û teorîk, ne ya pratîkî) ji ramana felsefî der çûye û bi wî hawî, xwe sîstematîze kiriye. Belam, di hemû dewr û dewranana de, hemû cure zanayiyan bandûrê li hev kirine û ji hevdu ketumet bûne. Mesela dema meriv li felsefeya Serdama Navîn mêze dike, meriv dikare bibêje ku felsefeya navborî, rengeke xwe a dînî(olî) hebûye û felsevanên wê demê jî, pirranî merivên oldar bûne.

Ol, felsefe û îdeolojî, sê rahişmendiyên mirovî û hilberên ramana mirovî ne ku bi demê re, xwe sîstematîze kirine û kirasekî civakî li xwe kirine. Armanca her sê rahişmendiyan jî (di vê xalê de jiber ku dîn (ol) xwe di civakê de organîze kiriye, di heman demê de bûye saziyeke civakî jî. Ango, saziyeke nedîtbar ya civakî; yên wekî siyaset, ehlaq, zewac, hevberdan û hwd.) xwedêgiravî ber bi <ya baş> ve dahfdana mirovan û ji bo xwegihandina bersivan, alîkariya mirova ye.

Ê baş e, gelo bi rastî rewş ev e yan na?Yanî, bi rastî jî armanca her sê rahişmendiyan jî, alikariya mirova ye yan na û em dê çawa têbihêjine wê ferqa ku di navbera wan de heye? Ji bo zelalkirina vê pirsê, pêdivî bi destnîşankirina çavkaniya ramana olî, felsefî û îdeolojîk heye, û wê demê em ê çêtir bikaribin bersiva xwe bidin.

<Fikirîn yek ji wan xebat û nîrxên mirovî ê hêja ye û bi vê yekê re mirov, ji heywanên cur be cur cihê dibin. Çimku bi tenê mirov dikare bi hêza xwe ya ramanê hemû gerdûnê, dinyayê, xwezayê û ta civakê jî biguherîne. Heke fikirîna mirovî tunebûya, niha ne pêkan bû ku mirov behsa şaristaniya mirovî jî bike. Çimku fikirîn, weke hêza dahfdanê ye, wek motora pêşveçûnê ye. Bi saya fikirînê meriv li ser wateya objeyan difikire, wan dike lod, ji wan hindek wateyên nû derdixe û di encamê de fikirîn, dibe makîne, firoke, pirtûk û hwd. Ji ber vê çendê jî, mirov tu carê ji hinekên din re nikare bibêje <nefikire!> An jî <wek min bifikire!> Ev gotin an qedexekirin, dawiya jiyana mirovî ye. Mirov çawa ku xwarinê dixwin, avê vedixwin, radibin û rûdinên, wisa jî difikirin. Ev bûyer çawa tiştên xwazî bin, fikirîn jî ramanên cihêreng jî xwazî ne û heta meriv bi hêsanî dikare bibêje ku, tiştekî herî mirovî ye jî.

Dema ku mirov bi alîkariya bikaranîna dest û lingên xwe, bi hebûna xwe hesiya, wê demê pêdivî bi watedarkirina jiyanê kir. Ev ê pêdiviyê (hewcedariyê) wiha kir ku mirov, li wateya jiyana xwe bigerin. Ez kî me?, çî me? di xwezayê de hebûna min bi kêrî çî tê? û hwd. Helbet mirov dikare bibêje ku di her heyamê de (serdemê de) bersivên mirovan jî cihêreng bûne. Lê dema ku mirovên pêşîn ê ku hê nû nû bi hebûna xwe û bi hêza fikirînê hisiyabû, li hindek bûyerên xwezayî rast hat û hêza wî negihijte şirovekirina wan bûyeran; wê demê rabû û li heyîneke bihêztir geriya ku, wê heyînê xwe li hemû hawirdora wî rapêçabû. Avê wî dixeniqand, agir wî dişewitand û bayê jî wî dikişkişand…

Li hember vê yekê mirovê pêşîn wiha fikirî ku heyînekî ji wî rasertir heye û xwe li hemû warên jiyanê rapêçaye û gerdûnê bi rê ve dibe. Mirovîne pêşîn wiha fikirî ku ew jî perçeyekê wê heyînê ye û ger ew tunebe, ew jî bi serê xwe tenê nikare jiyana xwe bidomîne. Ev ramana mirovî, di civakê de demekê dirêj berdewam kir û rojekê gihêjte radeyeke wiha ku bûne delk û zagonên civakî. Bûne perçeyeke jiyana mirovî, perestgehên yekemîn hatin avakirin, oldarên yekemîn di perestgehan de xwe bi cîh kirin û hêdî hêdî ol bû serdetsê hemû jiyana mirovî. Perestgehên wê demê jî, bûn banqeyên toxim û zadê, bûn saziyên alîkariyê, bûn xwarinxana feqîran hwd. Heta dawiya Serdema Navîn jî, vê rewşê kêm zêde wiha berdewam kir. Li ser navê bêolîtiyê an jî bi tawanbarkirina jirêderketinê, bi milyonan mirov di agirên sor de hatin şewitandin, yan jî hatin sêdarekirin. Sedem çî bû? Sedem ew bû ku cuda difikirin û destdirêjiya ramana pîroz dikin. >

Hemû olên dinyayê, wuha diparêz in ku ramanên wan yên pîroz (ayet, gotin, kitêb, rê û rêzikên olî û hwd.) heqîqet in û armanca ola wan jî, xizmeta mirova ye. Ji bo vê armancê jî, hem li vê dinyayê jiyana mirovan ya takeksî û komelî dikargerînin û hem jî, wan ji bo dinyaya din (axretê) amade dikin. Di dawiyê de mirovên bawermend, bi awayekî hişkebawer ji wan zanayiyan bawer dikin û wusa difikirin ku ew raman, di hemû dewr û dewranan de ramanên rast in û nikarin werin guhêrandin yan jî desttêdan. Di vê xalê de ramana olî, êdî ne tenê rahişmendiyeke mirovî ye, di heman demê de rê û rêbazeke jiyana takekesî û komelî ye jî, ku dixwaze hemû jiyana bawermendên xwe verast bike. Ev yek jî, dibe sebebê dogmatîzm û hişkebaweriya olî û mirovan ber bi tevgerên xirab ve diajo.

Herçuqas hemû ol, xwe mîna riya bextewarî û dilşadiya vê cîhanê û ya din bibînin jî, di rastiyê de wuha nabe û dîn (ol),di destê hinek bawermendan de dibe avaleke zordestî û xirabiyê. Herçuqas çavkaniyên ramana olî, mirov bi xwe bin jî piştre, ev raman vediguhere ramaneke pîroz û rexnekirina wê jî, qedexe dibe. Wekî ku di gelek metnên dîrokî û felsefî de jî hatiye destnîşandkirin ku bingeha ramana olî, mirov bi xwe ne û bi demê re, ev raman veguheriyaye ramanake pîroz yan olî. Mînakeke balkêş, fikr û ramanên Sokrates in ku beriya destpêka olên yekxwedayî, fikra <yekê> destnîşan kiriye û tiliya xwe ber bi asîmanan ve liba kiriye. Ramana <yekê> ya Sokrates, li cem Platon vediguher <îda’yê> û li cem Arîstotales jî dibe <Forma Zelal>. Dîsa dema meriv li ramanên Plotînosî mêze dike, meriv dibîne ku gelek feylesofên îslamê jê ketumet bûne û piştre, ramana Wahdetî Vucudê (Yekîtiya Heyînê) parastine.

Ji bo têgihiştineke çak ya mijara ramana felsefî û ramana olî, pêdivî bi zanîna wesfên wan heye, ku dê mijarê zelaltir bikin. Di destpêkê de meriv dikare bibêje ku herdu zanayî jî, zanayiyên kirdewar in û ne teqez in. Lê angaşta ramana olî ew e ku xwe weke ramaneke naguhêr û teqez (misoger, qutebir) dibîne. Wekî çend mînakan, dixwazim çend wesfên wan li jêr aresteyî we bikim:

Zanayiya Olî: Di vê zanayiyê de, gurza têkiliya kirde û heyberê, afiraner (Xwedê) yan jî, pîrozî ye. Weke tê zanîn, ol sîstemeke baweriyê ye û di vê sîstemê de, fermanên Xwedê bi navcîtiya pêxemberan têne hinartin/şandin. Zanayiya olî, xwe disperê pirtûkên pîroz û wehiyê û jiber yekê jî, naguher e û nikare were rexnekirin. Ev yek jî, nîşan dide ku zanayiya olî, zanayiyeke hişkebawer (dogmatîk) e. Bingeha zanayiya olî herçiqas girêdayê baweriyê be jî, zanayiya olî zor dide mirovên nebawer û dixwaze ku ew jî, baweriya xwe pê bînin. Mesela, heke li gorî zanayiyeke olî; Xwedê di heft(7) rojan de dinyayê afirandibe, pênebawerî nabe û ev zanayî, nikare were rexnekirin. Ev yek, taybetmendiya zanayiya olî ya dogmatîk e. Lewra ev zanayî ji layê Xwedayê afiraner ve hatiye şandin û nabe ku mirovî pê baweriya xwe neynin, yan jî jê fikaran bikin. Erka zanayiya olî ew e ku hem li vê dinyayê, hem jî li dinyaya din; verastkirina jiyana giyanî ye. Xwedayê afiraner bi rêya wehiyê, hem jî vê dinyayê û hem jî ji bo axretê, hindek delk û zagon bi rê kirine û divê hemû mirov, li gor van delk û zagonan tevbigerin. Bi vê yekê re jî, ji aliyekî ve jiyana mirovan tê verastkirin û li aliyê din jî, di babetên wekî afirandin, axret, mirin, tevgera ehlaqî û hwd. de ku babetên derê ezmûna zanistî ne, hinek zanayî têne vegotin. Zanayiya olî, ji ber ku nabe babeta ezmûn û çavdêriyê, weke zanayiyeke kirdewar (subjektîv) tê pejirandin.

Zanayiya Felsefî: Zanayiya felsefî, di encama têkiliya fîlozof û nesneya wî/wê de dertê holê. Fîlozof berê her tiştî dixwaze ku pê (bi heyberê, bi nesneyê) bizanibe û bi vê helwestê, xwe nêzîkê babeta xwe dike. Zanayî jî, wê di dawiya vê têkiliyê de bi helwest û awireke rexnekar, dê weke hilberekê derbikeve holê.

1- Zanayiya felsefî rasyonel (mantiqî) e: Zanayiya felsefî, mantiqî ye. Nivîsareka felsefî, beriya her tiştî divê li gor mantiqê be û mantiqî be. Di naveroka xwe de, divê tu nakokiyan nehewîne.

2- Zanayiya felsefî, bi rêkûpêk (bi sîstem) e: Zanayiya felsefî, ji hêla mantiqê ve dişibe karê honandinê. Fîlozof, ramanên xwe bi awayekî hûr û kûr; ji tevayiyê dest pê dike û bi awayê pêşniyaran pêşkêş dike. Ji van pêşniyaran jî, xwe digihîne encaman. Encama ku ji layê fîlozof ve hatiye bidestxistin, ji bo têgînîkirinê yan jî ji bo fikreka din; vediguhere pêşniyareka serdestpêk û heta ku digihêje pêşniyara dawî, bi vî awayî berdewam dike.

3- Zanayiya felsefî, zanayiyek hevgirtî ye: Zanayiya felsefî, ji ber avahiya xwe ya mantiqî û rêkûpêk, divê hevgirtî be jî. Ramanên ku tênê pêşkêşkirin, divê hevdu çewt dernexin û bikaribin hevdu temam jî bikin. Ramanên bi hevdu re ne girêdayî, yên derheqê heyînê de; ji bilî felsefeyê, mirov dikare bibêje ku wê ew encax di asta ceribandinê de bimînin.

4- Zanayiya felsefî, zanayiyek tevdeyî ye: Zanayiya felsefî, derheqê tekaneyan (yekhejmar-tekîl) de fikrên xwe nabêje. Ango, ji bo felsefeyê yeko yeko wesfên daran, di rêza duyemîn de ye. Ji bo felsefeyê ew wesfên ku hemû daran dikin dar, girîng in. Lewma jî felsefe, ji me re yeko yeko behsa taybetmendiyên her darekê nake. Lê, di derheqê hemû daran de bi nêzîkayîtêdanek tevdeyî, dikare hindek zanayiyan bide me.

5- Zanayiya felsefî, zanayiyek nedîtbat/razber e: Zanayiya felsefî, di nav hewl dana bi awayekî gelemper de, bi awayê razberkirinê dertê holê. Pirsa felsefeyê < Çî? > ye. Ango ji bo felsefeyê ne dar, lê daristan girîng e. Felsefe dibêje; <Çawa dibe ku em ji vê nesneyê re dibêjin dar?> Ji bo felsefeyê, ya girîng ev e. Piştî vê yekê, ew taybetmendiyên ku daran dikin dar, ew êdî ne taybetmendiyên yek dareke ne; ew vediguherine taybetmendiyên hemû daran. Ev yek jî, taybetmendiya zanayiya felsefî ya <razberîtiyê> ye.

6- Zanayiya felsefî, ji bo fikrên din jî dibin bingeh: Di dema hilberandina zanayiya felsefî de, fîlozof bala xwe didinê ku fikrên wan, ji bo fikrên din jî, bikaribin bibin bingeh û spartek.

7- Zanayiya felsefî, zanayiyek kirdewar e û ne misoger e: Zanayiya felsefî weke misogeriya zanistan, ne xwediyê misogeriyekê ye. Felsefe, ti caran nakeve lêkolîna misogeriyê û helwesteka wê ya wiha jî tune. Felsefe, di tu mijaran de, gotina xwe ya dawî nabêje û derdekî wê ya bi vî rengî jî tune. Zanayiya felsefî ji ber ku ji layê fîlozofan ve tê hilberandin û ramanên her fîlozofekî ji yê din cihêwaz e, ji misogeriyê dûr e û zanayiyek kirdewar e.

8- Zanayiya felsefî, tiştên ku divê pêk werin dibêje: Ev yek, taybetmendiyeka girîng ya zanayiya felsefî ye. Zanayiya felsefî, herdem ne tiştên ku hene, lê tiştên (zanayiyên) ku divê hebin dibêje.

9- Zanayiya felsefî, têgînî (kavramsal e) ye: Fîlozof, têgînan (têgehan) hildiberîne û li hawirdora wî, têgîn herdem ne amade ne. Fîlozof bi awayekî cihêreng xwe nêzîkê têgehekî dike ku, ev helwesta wî wiha dike ku ew têgeh, ji nav loda têgehên ji rêzê derdikeve. Mesela têgeha <hilik> a Arîstoteles, <îdeaya> Platon, <cogitoya> Descartesî û <geîsta-rih,giyana> Hegelî, bi vî awayî ne.

10- Zanayiya felsefî, şopên dema xwe dihewîne: Di ramanên her fîlozofekê de, şopên dema wî hene. Lewra fîlozof jî di civakeke de dijî, bandorê li civaka xwe dike û dikare di bin bandora civaka xwe de jî bimîne.

11- Zanayiya felsefî, li ser hev dicive: Zanayiya felsefî, weke zanayiya zanistî bi pêş ve naçe, encax dikare li ser hevdu bicive. Weke mînak: Zanyarek, dema ku li ser kêşanê ezmûnekî pêk tîne; ranabe hemû zagonên kêşanê ji nû ve îcad nake (naceribîne); ew weke zagon ji xwe hene û zanyar, bi tenê wan bikar tîne. Lêbelê fîlozof, ji bo ku bikaribe berhemek xweser biafirîne û awira xwe nîşan bide; divê ew serî li hemû zanayiyên ku bi mijara wî re têkildar in bide û bi vî awayî, dîtina xwe pêşkêş bike. Dubarekirina hindek zanayiyan jî, ti kesî nake fîlozof.

12- Zanayiya felsefî, bi pirsên xwe gerdûnî ye: Zanayiya felsefî bi pirsên xwe yên ku li benda bersivdanê ne re, dibe zanayiyek gerdûnî. Her fîlozofek li gor awira xwe pirsekî peyda kiriye û li bersiva wê pirsê geriyaye. Helbet, bersiv jî girîng in. Lê pirsên fîlozofan, ji dema xwe derbas bûne û bûne weke pirsên ji bo hemû dewr û dewranan. Mesela di felsefeya Kantî de, pirsa <zêhna mirovî, gelo dikare bi çi bizanibe?> giirîng e û mirov dikare bibêje ku girîngiya vê pirsê, hê jî berdewam e.

Îdeolojî jî, dazanînên siyasî û civakî ne, ku di mijarên siyasî, felsefî, hiqûqî, zanistî, olî û ehlaqî de xwediyê yekîtiyekê ne û tevgerên hiqûmet, partiyên siyasî û çînên civakî, berhêlî dikin. Ango kes, kom, komik, hiqûmet, endamên partiyên siyasî, karkir, bazirgan û hwd. di bin bandûra îdeolojiyan de dimînin. Heke meriv çend mînakan bide, meriv dikare behsa îdeolojiya marksîst, îdeolojiya îslamî yan jî îdeolojiya kapîtalîst yan jî sosyalîst bike.

Herçuqasî îdeolojî jî ramanên bi rê û pêk bin jî, ew jî mîna ramanên naguhêr têne pejirandin. Mesela îdeolojiya Marksîst, li gor wesfên hilberandinê, civakan disenifîne û wuha diparêze ku rewşa civakan ya siberojê jî dikare were zanîn. Lêbelê, em baş dizanin ku îdeolojî ne zanistek e û ne pêkan e ku em bikaribin bi kirû û bûyerên siborojê, ji a niha ve bizanibin.

Çimku gelek faktorên ku rê li ber evrîma civakî û xwezayî digrin hene û bi tu hawî, meriv nikare bi wan guhêrbaran (değişken, faktor) bizanibe. Lewma jî, angaşta wan çi dibe bila be, di rewşa ramanên utopîk û hişkebawer de dimînin û nikarin hemû pirsên me bibersivînin.

Li gor bîr û baweriya min rahişmendiya herî mirovî, felsefe bi xwe ye. Felsefe, tu carî ya <herî baş> destnîşan nake, lê rêya lêgerîna vê yekê dide pêşiya mirovan. Yanî meriv bi aqilê xwe li ya <baş> digerin û di dema lêgerînê de jî, xwe naspêrin tu pîroziyan.
Lêbelê ol û îdeolojî, bi demê re dibin (vediguherine) ramanên qalibgirtî û lêpêwîstker. Lewma jî, raman û angaştên ku didin pêşiya mirovan jî, pirî caran wekî ramanên dogmatîk têne dîtin û di dawiyê de jî, zererê didine mirovan. Çimku ne ol û ne jî îdeolojî, wekî ramanan namînin û di civakan de vediguherine sepandinên berbiçav û lêpêwîstker. Guman têde nîne ku ev yek jî, rê li ber afirandêriya mirovî, digre û ta radeyekê heta dibe asteng jî.
Jêderên giştî
1- http://www.felsefevan.org/raman-pirozi-u-ol-3.html
2- Destpêka Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Soran. 2015
3- Di Sed Pirsan de Felsefe. Ali Gurdilî. Xebateke Çapnebûyî.
4- Antolojiya Feylesofan. Ali Gurdilî. Weşanên Soran. 2015
Felsefevan.org

 

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev