Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ROSTEMIYA NIVÎSKARÊN KURD

ROSTEMIYA NIVÎSKARÊN KURD
Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner

Her nivîskarekî Kurd, Rostemek e ji bo Çanda Kurdî. Lê belê ne nirxê wî heye û ne jî alîkariya wan tê kirin.
Bêguman di nava her neteweyekî de kesên ku çand, ziman, tore û tewrên nijadî yên civata xwe diparêzin, rewşenbîrên wî neteweyî ne. Ev hawe ne tenê ji bo Kurdan, lê li hemû welatên diyayê her ew tişt sufte ye.
Amaca nivîskariyê ji bo her kesî devereke pîroz e û gelek jî giranbiha ye. Bêguman nivîskar her tiştê xwe bigorî çand û zimanê neteweyê xwe dike. Lê dibe ku nivîskar di jiyana xwe de serkeftin bi dest nexe û negîje wê hedefa ku ji xwe re nîşan kiribû, pir normal e.

Tiştê girîngtir û pêdivî ev e ku nivîskar di dawiya temenê xwe de wê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih anîbe. Eger ne wisan be, mêjû lêborîna xwe li nivîskarî nahêvişîne û wê rûpeleke reş bo wî/wê veke.
Nivîskarî pîşeyeke wisan xurt û hunerdar e ku çu car xwediyê xwe naxe topavêtinê.

Cudatiya di navbera nivîskar (reşenbîr) û van çînên dî de ev e:

Destûr û bernameya rewşenbîrî tenê suxrevantiya çanda neteweyê xwe ye. Lê destûr û bernameya siyasetmedarî, salane tê guhertin. Ya bazirganî qezenca dirav, ya cotarî debara ji axê, ya xwedîsewalî derfetên ji pez û dewaran e. Dema ew çîn wê qezenca ku dipên bi dest nexin, pêre pêre pîşeya xwe diguherin. Lê nivîskar qezeb bike jî û neke jî, nikare pîşeya xwe biguherîne.

Binerin ji salên 1960î heta niha, bi hezaran Kurdên siyasî, siyaseta xwe guhertine, lê nivîskarekî tenê jî siyaseta xwe neguheriye. Ji ber hindê, dibêjim ku her nivîskarekî Kurd, mînaye Rostemê Zal. Ew Rostem, hemû fedekariyan tenê ji bo pîşeya xwe kirine û dikin.

Binerin Baba Tahir Hemedanî, Elî Herîrî, Ebdulsemed Babek, hetanî wan sedsalên nêr, nivîskarên wek Melayê Cizîrî, Feqiyê teyran û Ehmedê Xanî ger berpirsyariya xwe bi cih neanîbûna, îro ev berhemên li ber destên me nebûn. Lê siyasetmedarên me ji ber ku berpirsyariya xwe bi cih neanîne, ha halê me jî ev wêranî û malxirabî ye.

Îcar jixwe dijminên axa Kurdistanê naxwazin ku rêzeke tenê jî nivîseke kurdî hebe. Ew kesên ku bi xirabî ji nivîskarên Kurd dipeyivin jî, eger bi henek û qirf be jî, ew toyê miyên Zimanê Kurdî datînin ser nanê wan dijminên Neteweyê Kurd.

Xwedayê mezin her alîkar û pawanvanê we be…

 

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev