Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Wergera ji wergerê ji neçarîyê ye

Wergera ji wergerê ji neçarîyê ye
Berî çendekê ser rûpelên malpera me gotara Têmûrê Xelîl çap bû bi sernavê ”Wergera ne ji orîgînalê gunehkarî ye”. Xwendevanê malpera me Murad Celalî ser vê gotarê bîr û bawerîyên xwe dibêje. Fermo, gotara wî li jêr e.
Murad Celalî

Seba mirov bikaribe kar û barê xwe birêve bibe, bijî û bi civakên din re têkilîyê dayne, mecbûr e ziman bi kar bîne. Heke ev kes û yan civak li gundekî û yan herêmekê be û gelê wê jî tenê bi zimanekî biaxive, wê hingê di têkilîyê de ji ber zimên tu pirsgirêk dernakeve holê û pêdivîya kesî bi wergerê tuneye. Lêbelê dema ku civak ji neteweyên cihê cihê pêk were, di navbera wan de cudahîya ziman hebe, wê çaxê bêgav hewcedarî bi werger û wergêr heye. Ev rewş ji bo jiyana rojane wiha ye, lê gava meriv bala xwe dide cîhana wêje, zanist, sînema û perwerdeyê, jixwe pêwîstî û girîngiya wergerê derdikeve holê. Êdî lazim nake mirov ji bo peydakirina delîl û îsbatê xwe biwestîne.
Lê îro ji ber pêşveçûna teknolojiyê, piçûkbûna dinyayê, zêdebûna derfetên xwegîhandin û naskirina hemû deverên li ser rûyê erdê, di nav mirovahîyê de hewcedariya bi wergerê gelekî zêde bûye. Herwiha cihana wêje, raman, çandan gelekî berfireh û tevlihev e. Bi qasî jimara gel û civakan, raman û nêrînên ji hevdu cihê hene. Her weha bi qasî wan cihêtîyan, sînor û navbir jî di navbera wan raman û bawerîyan de hene. Belkî ji van asteng û navbiran ya herî bi bandor cihêtîya zimên e. Lêbelê karê wergêr hildide stûyê xwe da ku vê astenga mezin ji holê rake, pir girîng û yekane ye.
Seba jiholêrakirina vê navbira mezin, werger karekî pir pêwîst e. Lewma seba millet, civak û çandên cihê, ji hevdu fêm bikin û têkilîyê daynin, herdem navgîna wergêr û wergerê hatiye bikaranîn. Ji ber vê, di vî karî de armanca wergerê ew e ku ew berhema ku ji zimanekî xerîb hatîye nivîsîn, bi alîkarîya wergêr bi zimanekî din were wergerandin, bi vî awayî bigihêje ber destê civakeke mayî. Bi vî tehrî ew civak û milletê zimanê wê berhemê yê resen nizane, bi wesîleya wergerê dikare ji wê berhem û çanda biyanî/xerîb karê keve.
Lêbelê çawa ku di hemû kar û kirinên mirov de kêmasî û xeletî pêk tên, her wisa di warê wergerê de jî ev cure çewtî rûdidin. Ji ber vê li ser rêbaz, bingeh û pîvanên werger û wergêrîyê de gelek nîqaş pêk hatine. Helbet armanca van nîqaş û nirxandinan çakbûn û têkûzîya vî karê girîng e.
Ez jî dixwazim di derbarê pirsgirêkeke wergerê de; ango wergera ji wergerê de çend tiştan bêjim. Bi min wergera herî baş û dilê mirov pê xweş dibe ew e ku werger ji berhema eslî, bi zimanê wê yê pêşîn were wergerandin. Bi vî tehrî berhemê ji serkanîya wê were wergerandin û loma dê zelal û xweş be. Tiştekî melûm e herdem ava doxkanîyê ji ya serkanîyê şêlîtir û bi xilt e. A wergera ji wergerê jî mîna vê ye. Di dema wergerê de him di wateyê de û him jî di aheng û wêjeya berhemê de lawazî pêk tê. Hetta hinek werger bi vî tehrî dibine ”guraxwarî”. Ji ber van kêmasî û çewtîyan ya herî qenc ew e ku werger ji eslê wê were wergerandin da ku çewtîyên mîna şaşfêmkirin, jibîrkirin û serragavkirinê kêm bin.
Ligel van kêmasî û neyînîyan gelek caran wergera ji wergerê ji ber neçarîyê pêk tê. Wekî tê zanîn ji ber ku jimara kesên kurdî dixwînin kêm e, lewma karê weşangerîya kurdî pêş neketîye û dezgehên vî şixûlî dikin hindik in û yên dikin jî seba wergerandina berhemên biyanî tu plan û xebatên wanê taybet tunene. Heke jimara kesên bi kurdî dixwînin zêde be û weşanxane jî ji xwe re bernameyên wergerê çêbikin û ji bo vî karî jî pisporê wan zimanên ku dê jê berhem werine wergerandin bêne girtin û berhem ji eslê wan werine wergerandin, helbet wê hingê pirsgirêka wergera ji wergerê jî dernekeve holê û yan jî qet nebe dê kêm bibe. Lê mixabin rewşa me ya îro berevajî vê ye û piranîya wergêran li gor tercîha xwe ya şexsî û hezkirina xwe berheman hildijbêrin û werdigerînine kurdî. Paşê bi hezar tika û ricayê didine çapkirin. Ango vî karî ne ji bo qezenckirina peran, lê ji bo xizmeta ziman û wêjeya kurdî dikin. Helbet ji van wergeran beşek jî ji zimanên duyem û sêyem tên kirin. Heke mirov rabe vê weke gunehkarî bibîne, evê bibe neheqîyeke mezin. Lewra ev ji neçarîyê pêk tê. Kesên ku zimanê wan berheman yê orjînal dizanin xwe bi wergerê nawestînin û pê gîro nabin û hinek kesên dinê ku dilê wan bi kurdî dişewite û dixwazin pirtûkxaneya kurdî dewlemend be, bi vê mebestê ji zimanên dizanin wergera bo kurdî dikin. Heke meriv jî rabe hê serde wanê bi dilekî sax radibin wergerê dikin, dixebitin ku tawanbar bike evê şewqa wan bişkêne. Tiştê divê were kirin ew e ku mirov dezgehan saz bikin, kesên karê wergerê dikin berhev bikin û wana bidine xebatê û wergeran ji eslê wan bidine kirin. Lê heke ev ne mimkûn be, heya ku derfet çêbin divê rexnegir ji bo serrastkirina wan wergerên ji wergeran tên kirin, rexna bikin û rêberîya wan bikin.

 

Derheqa nivîskar da

Murad Celalî

Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Îdirê qedandiye. Di sala 2003yan de ji beşa Dîrokê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye. Ji beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê mezûn bûye.

Qeydên dişibine hev