Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

JI DÎTIN Û PÊNÛSÊN ŞAHIDAN – 1

JI DÎTIN Û PÊNÛSÊN ŞAHIDAN – 1
Xwendevanên delal, emê ji îro destpêkirî gotareke lêkolîner, êzdîzan Kemal Tolan ya ji 3 beşan raberî we bikin, ku ji jîyana Êzîdîyên Bakurê Kurdistanê ye. Fermo, beşa pêşin bixwînin.

HINEK SERPÊKHATÎ, HÊVÎ Û JIYANA ÊZÎDIYÊN BAKURÊ KURDISTANÊ

Kemal Tolan

Gelek dîroknas dizanin, di Kurdîstanê de jiyana me Êzîdiyan ji jiyana gel û olên dinê pir cûda bû. Me ji ber destê zilm û zora padîşah, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, cendirme û berpirsyarên hemû baylozxanên dewletên dagirker nikarîbû xwe di nav welatê bav û kalan de azad bide nasandin an jî bi der û dora xwe re bikevine nava pêywendiyên fireh. Heta ji wan dijminên ol û netewa me hatiye, ewan ne hîştiye tû evd li ser kiryarên wan binivisînin û ewan gelek caran şopa zilma xwe wenda kirine. Jixwe, ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de, gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava me Kurd û Êzîdiyan. Her weha hêjî di hinek berhem û rojnaman de, nêrîn anjî agehdariyên ne rast li ser kevneşopên dînê Kurda yê herî kevn ku Êzîdiyatiye têne belakirin.
Di dîtina min de, heger çend ilimdar, dîroknas, rojnamevan û misyonerên Kurd û biyaniyan, di hinek nûçe, rapor, kovar, pirtûk û lêkolînên xwe de bahsa rewşa dînê Êzîdî û jiyana Êzîdiyan kiribin jî, dîsa ewan nikarîbûye xwe bi temamî berdine ser riknên baweriya Êzîdiyatiya rast. Ji ber kû ew bi xwe ne Êzîdî ne, axlebên nûçe û berhemên wan ji aliyên ilmên Êzîdiyatiyê ve jî gelekî qelsin û eşkere dibe ku ewan hemû agehdariyên xwe ji ber devên hinek Êzîdiyên belengaz û nezan, menfêatçiyên gelên cînar û kurdên Musilman bi rişwetê standin e. Li ser wan nivîser û nûçên biyaniyan Lazarev weha dibêje: „Ew nivîsên, ku ji xebatkarên baylozxana ketine ber destê balyoza, hinek ji wana hatine guhêrandinê. Li Tirkiyê û Îranê balyozên usa jî hebûn, ku înformasiyonên rast carna berevajî dikirin. Carna wana îzbatî usa nîşan didan, ku zirar negihîje qulixa wan, an jî bi wê yekê dixwastin di karê xwe da hîn pêş bikevin. Hinek cara jî wana gelên kêmjimar yên li wan welata da bi awakî dijminatî nîşan didan. Hineka jî qestbende înformasiyonên usa berev dikirin, ku kurda wek qaçax nîşan bidin. Bi wê yekê va wana piştgiriya zordest û dagirkara dikirin.(9)“.
Elbet, gava meriv baş bala xwe bide dîroka Kurdîtiyê, meriv dibîne ku çend ilimdar, dîroknas, rojnamevanên Kurd û misyonerên biyaniyan jî, bi rastî hinek nûçe, kovar û pirtûk li ser rewşa Êzîdiyatiyê nivîsandine û hebûna miletê Ézîdî weke koka Kurdan ya herî kevn qebûl dikin. Heta hinek dokument, lêkolînên dîroka kevn û baweriyên Êzîdiyan didine xwanê û eşkere dikin, ku Êzîdî ji berê ve di nava Kurdîstanê de xwedî civatek û roleke mezin bûne. Ew deverên ku Êzîdî lê diman heta van salên dawî (1995) jî, zêdetir ji ol û netewa xwe ye Kurdî re xwedî derketine. Ji ber ku Êzîdî bi vê baweriya xwe ye paqij, bêtir ji berxwedan û çande xwe re xwedî derdiketin, lewma jî melîk, qiral, sultanên Osmanî, serleşkerên “roma reş” û hemu olperestên nezan, ne hîştine şer û agir ji nava heremên Êzîdiyan bitemire.
Ez dixwazim, îro di vir de bahsa wan berhem û lêkolînên ku bi Almanî, Tirkî û Kurdî li ser rewşa Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê nivîsandine bikim. Her wusa hinek serpêkhatî, hêvî û gaziyên Êzîdiyan yên ku heta vêga kêm hatine xwanê kirin ji bo agehdarî û zanîna xêrxwazên Êzîdiyatiyê diyar bikim.
Belê eger emrê min dirêj be, ezê bixêr rojekê bi berfire qala dîroka Êzîdîtiyê ye ya berî dema Împaratoriya Osmanhemên û zayîna Îsa pêxember jî bikim. Lê dîsa jî îro tenê dû nimûnan bidim:
“Murtaza paşa yê Wan ê, di sala 1127 de hûcûmî ser kela Hoşab ê dike, lê eşîrên Êzîdiya ye li Hoşabê û li derdora Hoşabê bi tevlî çar hezar siwariyên xwe li dijî çarsed û pêncî leşkerên Murtaza paşa derdikevin û cengeke mezin di navbêna gundê Canika û Bedehşanê de çêdibe. Di vî şerî de her 4000 siwariyên Êzîdiyan û 400 siwariyên leşkerê paşê têne kuştin. Di sala 1128 de Ballı Mehmed dibe paşayê Wan ê û ew dixwaze tola xwe ji eşîrên Êzîdiyan hilîne û ew tevlî hefthezar leşkerê xwe ve hûcûmî ser Êzîdiyên di herêma Abaxa dike. Leşker kîjan Êzîdiyên digrin dikujin û hemû malên wan dişewitînin. Demsal zivistan û herder berfbû. Gelek Êzîdiyên xwe di nava çiyande veşartibun, di bin berfê de ji sermare dimirin. Di nava sîh rojan de hemû gund û bajarên Êzîdiyan dagirkirin. Di peyre Ballı Mehmed paşa weha digot: Armanca min ew bû ku ez koka Êzîdiyan xelazkim, lê ewan em birine ser kozikên xelet. Em ne di ser Bargiri de birine ser Êzîdiyan, hinan di bin re bi dizî xeber dabune Êzîdiyan û gelek Êzîdî reviyan. Lê ezê wan di biharê de xelazbikim.“(27)
Dema meriv li mişêwra Pîr Xetîp, ya ku di sala 1270 de bi destnîşana gelek xasên Êzîdiyan hatiye tomarkirin dirêne, meriv dibîne ew bahsa gelek xas, beg û serek eşîrên Êzîdiyan dike û bi taybetî jî navên gelek eşîrên mirîdên xwe yên li herêma Xaltiyan bi rêzdike. (23)
Xweya ye hinga kû Osmanî hatine (1300-1920) û bi şûrê zorê Kurdîstan dagir kirine, ewan hingê bêtifaqî û neyartiya di nava mîrekên gelên li Kurdîstanê û gelên cînarên Kurdan de dijwartir kirine. Ewan bizanistî hinek heremên Kurdîstanê dane destên çend begên kurdên Musilman û Xiristiyan. Wan mîr û begên olperestî nezan jî, gelek êrîşên dijwar birine ser heremên mîrekên kurdên Êzîdî û ewan bi hezaran evdên Êzîdî di nav mîrgehên xwe de qetil û koçber kirine.
Nivîskar û roman nivîsê di vê sedsala me de yê herî navdar Yaşar Kemal, di romana xwe (çavk.:31) de weha cîh dide çend ferman û qetlîamên bi serê Êzîdiyan ve hatine:
“Qismek ji xelqê Kurd, Ereb û Tirkan rahîştibûne çekan û derketibune nêvçîra kuştina Êzîdiyan. Poyraz û tevî qeflê leşkerê xwe jî ketne nava wan çetan û teva bihevre di avîtine ser gundên Êzîdiyan. Ewan heçî evdên Êzîdî ku emrê wan heft heta heftêyî bu didane ber singoyên tivingan û dikuştin. Çiqas pere, mal, pez, dewar, hesp, ker, zad, zêr û zîvê Êzîdiya hebû ji xwe re dibirin. Ne dihîştin kesekî Êzîdî ji ber destên wan xelazbibe.
 Di sibeyekê de, wexta çemê Firatê derbaskirin, ew dîsa rastî êlke Êzîdiyên ku koçdikirin dihatin. Kerwanê Êzîdiyan tevlî hesp, ker, dewar, pez û peyan diçûne derkevine serê çiyan. Serî û binê êlê ne xwanêbu. Ew kesên Êzîdî ku çekên wan hebun, xwe dabune pêşiya kerwan. Siwariyên kurd, ereb û tirkan li wan hespên ku di dema avîtibûne ser gundên Êzîdiyan û bi darê zorê standibun siwarbun û tevlî evdên ji ber leşkeriyê reviyane bûn. Tabura (koma k.t.) wan kete nava heremên Êzîdiyan û bi çend siwariyên Êzîdiya re dû şev û dû rojan şerkirin. Hemû şervanên Êzîdiyan kuştin û laşên wan avîtine nav ava çemê Dîclê. Dûre vegeriyane ser Êzîdiyên bê çek, pêşîn çiqas mêr û xortên mayî li ber çavên jin û qîzan tazî kirin, ew jî tev kuştin û laşên wan jî birin avîtine nav ava çemê Dîclê. Di pey re hemû jin û qiz çiqas zêr, zîv, pere û malê wan hebû di bin darekê de komkirin û li hevûdinê parevekirin. Di wexta qirkirin û talankirina Êzîdiyan de, çemê Firat û Dîclê ji xwînê diherikîn û nava wan bi roj û mehan ji cesedên însanên mirî ye tijebûn.

Çend delîl û şadên ku li ser fermanên Êzîdiyan mane weha ne:

Ji ber ku siltanên dewleta Osmanî, paşweruyên kurd û dewleta tirkan di her demê de Êzîdî qirkirine, ew qet naxwazin meriv li tu deveran de bi rastî bahsa Êzîdiyan bikin. Lê dema ewan lêkolîn û dokument li ser dîrok û çanda Wan ê nivîsandine, ew mecbur bune bahsa Êzîdiyan bikin.

Ew îro jî weha dinivisînin: “ Di dema berî sala 1591 de 18 eşîrên mezin li Wanê û derdora wanê hebun, lê belê îro ne mumkune ku meriv rastî navên wan hemuyan bê.
Hinek çavkaniyan eşîrên li derdora Wanê weha birêzkirine:
MAHMUDIYAN, Êzîdiyên li derdora Hoşabê,
DUMBLIYÊN BOHTÎ, Êzîdiyên li deşta Sekmenê, Hekarî
MAM REŞAN, li Hoşabê
BAZUKI, li Ercîşê
BRADOST, Tirgeverê
RUJIKÎ, li her deverî…..…
Eşîra ŞÎKAN: (Reşi, Baravî, Mendekî, Bele, Kurtî… ev tev Êzîdîne.), (Şikak, Dakurî, Şevlî, Ademî, Şemsikî, Mukrî, Livî, Sî çarikî…)
Eşîra ERTUŞÎ (Hertoşî) = (Weke Gevdan, Giravî, Zirkî, …. )
Eşîra DUNBLΠ(ZAZA) = (Çarik, Hormik, Lolan-haltî, Hatî…)
Eşîra HAYDARAN, SPİKÎ(Hatî), CÎBRANÎ, HASENIYAN(Halidî)(30)”
Dîrokzan dibêjin: “Xaltî di sala 1500 B.M da li Araratê û Kurdistana navîn de ferweraniya Xaltî serrast kir. Ferweraniya Xaltî jêhatî, tûwana, hişdar û cengawer bu. Tospa- (Wan) paytextê Xaltiyan bu. Paş ku Xaltî li Araratan û li Kurdistana navîn bi cî bûn, pir ne çû baş xurt bûn, erdê xwe fireh kir, gihiştin Antî Torosan û milekî wan xwe gihande deryayê Reş. Îro bixwe li Kurdistanê, li gelek ciyan bermayên Xaltiyan hene.(32:55-57)”
Em dibînin gava „ Xan Ahmedî Xan(1624), Qere Hesen û Xalid Beg şand ser Şeqlawa û Şengalê û beşek ji welatê Amêdê xist bin fermana Osman Beg, piştre êrîş bir ser eşîretên Xaltî û Dasanî yên Êzîdî, ew gelek bi mêranî li dijî wî rabûn. Di şer de herdu mil jî gelek zerar û ziyan dîtin. Di netîceyê de Xan Ehmed Xan zora wan bir, ew girtin û dan destê merivên xwe (1:486).“
 Ji ber wan fermanên xunrêj, gelek Êzîdiyên li herêma Xaltîyan ji ciyên xwe koçber bûne û lewma jî ew îro hêjî li gelek welatê cînar û herêmên Kurdîstanê hene.
 Di salên nêzîkî 1638 de, ku xelqên Êzîdî û Ermenî bi berxwedanên xwe yên li dijî Osmaniyan bi ser neketin û ne gihîştine armancên xwe, êdî zilm û zora dewleta Osmanî û Musilmana li ser wan zêdetir dibe. Nivîskar Garo Sasuni li ser van zordaran weha dibêje: “ Ji vê demê şûn de kurdên Êzîdî kû li heremên Musul, Siirt û Sancar (Şengal k.t.) ê diman ketine bin rejîma Osmaniyan. (2:29)„
Ji destpêka sedsala şanzda û pêde, êdî gelek rêwengî û lêkolînvanên Ewrûpî jî hatine nav Kurdîstanê geriyane, hinekan ji wan raste rast û hinekan jî ji dûrve alîkariya Împaratoriya Osmaniyê kirine. Heta geleka ji wan bahsa heremên mîrên kurdên Musilman û Êzîdiyan yên ku bi quweta xwe tenê xwe diparastin kirine û di nêrînên wan de jî tê xwanê ku, heta Êzîdî li serhevûdinê bûne ewan timî cî û warên xwe ji xêrnexwaz û dijminan diparastin.
Min navên gelek rojname, kovar, pirtûk û lêkolînênvanên biyaniyan yên ku li ser rewşa Êzîdîtiyê nivîsandine tespîtkir û berhemên wan xwandin. Ji bo her evd karibe ji van berhemên ku min bi salan ve civandine fêdebikin, ez navnîşan û çend nêrînên wan pêşkêşî we hêjayan dikim:
Alfert Dapper, lêkolînvan û Doxtorê Holandayî, di kitêba xwe (Çavk.:3) ye ku di sala 1682 de nivîsandiye li ser welat û gelên Meda dibêje: “Kurdên îro û yên sibê jî dê zerar nedine dewlemendiya Tirkan”.
Johan Heinrich Zedler- di sala 1735 de di kitêba xwe (Çavk.:4) de, bi ne başî bahsa Êzîdiyan dike.
Karsten Niebuhr; nivîskar, zaneyar û nasê rojhilata navîn di salên 1761 heta 1767 hatiye li Kurdîstanê geriya ye. Di Kitêba xwe de dibêje: “Dewleta Tirkan, ji ber ku kitaba ola Êzîdiyan ya muqadese weke ya ola Musulman, Xaçparêz û Cuhu ya tune ye, dinê Êzîdî qebul nake. Êzîdî jî mecburbun sed û hedên xwe bi dizî bimeşînin û ji ber neheqiya Dewletê mecbur dibên xwe li gorî oleke wê herêma ku têde dijîn, yan Musulman, Xaçparêz û yan jî Cuhu bidin nasandin” 5: 683-687. Dîsa dibêje: ”Eşîrên Kurdan yên ku di çiyan de diman waliyên dewleta Tirkan nasnakin û ew tenê li pey Mîrên(begên) xwe diçin. Ji ber ku Beg û Mîrên wan ji eşiran têne kufşkirin, desthilatdariya wan jî gelekî dom nake” 18: 50.
Gazî û hêviyên di strana şerê Derwêşê Evdî de: Dema em li desthilatdariya Temir Paşayê Milî, ku di sala 1780 de buye serokê eşîrên Kîkan, Milan û eşîrên Êzîdiyên li Beriya Wêranşehîrê, hingê ewî nav û dengê mêrxasiya Derwêşê Evdî bihîstiye û lewma jî ewî şandiye pey Derwêşê Evdî aniye, li cem xwe kiriye serleşker. Dewleta Osmanî û eşîrên Êreban ji vê desthilatdariya Kurdî, ya di bin bandora Temir Paşayê Milî û Derwêşê Evdî de tirsiyane. Ji bo Êreb û Tirk karibin dawiyê wê desthilatdarya Kurda bînin, di sala1790 de tevî hinek eşîrên kurdê Musilman davêjine ser wan. Destana mêrxasiya Derwêşê Evdî gelekî dûr û dirêje û bi gelek şaxan tê gotin…… Birêne li çavk. 19: 78
Avyarov dibêje: “ Wexta Sultan Ahmed di sala 1790 de ferman li Êzîdiyan rakiriye, hingê gelek Êzîdî heribîne, hatine kuştine û gelek jî bidarê zorê Musilman kirine 8:98”
Bergk, Johann Adam – di kitêba xwe (Çavk.:6) ya di sala 1799 de weşandiye bahsa gelên Georgistan, Ermenistan, Kurdistan, Irak û Al Dschesira dike.
James Claudius Rich; nivîskar, zaneyar û nasê rojhilata navîn di salên 1820 de hatiye li Kurdîstanê geriya ye. Kitêba xwe (Çavk.:7) de gelekî dirêj bahs dike û eşkere dibêje:” Merivên di rojhilata navînde yê herî merd û baş Kurdin”
Gazî û hêviyên di strana şerê Şêx Mîrza yê: Dema di sala 1820de hinek netewan bi alîkariya Îngilîzan, xwe ji Îpararatoriya Osmanî veqetandine û dewletên xwe avakirine, hingê Şêx Mîrza yê Anqosî jî, di sala 1820 de li dijî Kurdên musilmanî nezan û Sultanên Osmayniyê derdikeve û alîkariyê ji hukumeta Rus dixwaze, lê dewleta Rus piştgiriya xwe nade Şêx Mîrza yê û Şêx Mîrza yê bi êla xwe ve fermalû dibe. Em hêjî nizanin ka qweta Şêx Mîrza ye hingê (1700 konbu?) çiqas mezin buye. Lê her Êzîdiyek dizane, kû Şêx Mîrzayê bi tevlî eşîra xwe li herema Xerza (di nava Qurtelan û Sêêrtê de) dima. Birêne (19: 66 ) li strana şerê Şêx Mîrza yê.
M.S.Lazarev dibêje: „Gava Tirkiya bi padşê Misrê ra li hev hat (peymana Kutaxiyê, ya 9ê gulanê sala 1833 a) û 8ê hezîranê sala 1833a ji bi Rûsiya yê ra peyman girêda, vê carê sultan Mehmûdê II vegeriya li ser kurda. Sala 1834 a ordiya tirka ya 20 hezarê bi serokatiya Mehmed Reşid paşa“bi şûr û agir“ temamiya Kurdîstanê ra derbaz bû. Ew dihatte wê manê, ku cara duda welat hate zevtkirinê. Paşayên kurda jî ji text hatine avîtinê, Kurdîstan ser demekê kete rewşeke giran (9)“.
Austen Henry Layard – Meissner: Austin Henry L., Niniveh und seine Überreste (auf der Suche nach Ninive- Achte Kapitel- Bei der Jezidi oder T..anbeter) Leipzig 1850.
Di vê demê de Mîrê Êzîdîxanê, Elî begê Mezin I jî di sala 1832 de, bi destê Mîrê Kora (Mîr Muhammed ê Rewandizî) têye kuştin û li gelek heremên Kurdîstanê de fermanên li ser Êzîdiyan berdewam kirine. Dema em li wan Stran û Serpêkhatiyên ku min ji pirtûk, zargotin û stranbêjan girtine baş birênin, em dibînin ku şerên berxwedanên Êzîdiyan ji sala1828 heta sala 1840 li dijî Hafiz Paşa û Reşîd Paşa li pey hev û dinê ber dewam kirine.
Weke hinek şade û pênûs didine xwanê û meriv dibîne, dema maqul û begên Êzîdiyan li dijî hovîtiya “roma reş” şerên berxwedanê bi her hawayî ve didin, ewan hingê hêviya alîkariyê ji hemû gelên cînar kiriye, lê tû evd û dewlet bi gaziya Êzîdiya ve ne hatiye.

Nimûne: Gazî û hêviyên di namên Mîrza Axa

“Name: 5
Petros Gezarof ev daxwaznivîsin(dilekçe) di 17.12.1830 (1829 raste ?.k.t.) daye Graf Paskeviç

„Dema Mîrza Axa yê serokê mîletê Êzîdî bihîst, ku hûnê di…… 1829 de werine Erzurumê, ew dû merivên xwe bi tevlî hinek nivîsan dişîne Beyazîdê û dixwaze kû ew herin general Pankretyov bivînin. Hinga Mîrza Axa bihîst ku ev herdû merivên vî şandî, di rê de ji aliyê tirka ve hatine kuştin, ew carekedin merivekî ermenî ku bi navê Giregomiarigilov dişîne. Evê ermenî bi tevlî nivîsên ku Mîrza Axa şandî ve hate cem min. Mîrza Axa dîsa di cara sisiyan de dixwaze ku Giregomiarigilov were we li Erzuromê bivîne dişîne. Dema em herdû hatine Erzuromê, me bihîst ku hûn derbasî Gurcîstanê bûne. Haya Mîrza Axa ji lihevhatina bi tirkiyê re tinebû. Ji ber vê lihevhatinê, me jî nikarîbû êdî vegerin biçine cem Mîrza Axa. Wexta em hatine Tiflîsê, hûn vegeriyabûne Rusyayê û me nikarîbû hevûdinê bivînin. Di vê navê de hevaalê min Giregomiarigilov bi nexweşiya kolerayê dikeve û dimire. Malbata vî hevalê min di rewşeke gelekî perîşan, neçar û belengaz dimîne. Mîrza Axa, di nama xwe de ji hêvî dikir ku hûn dermanekî tedaviya çavan ji bo kurê wî ji re bişînin. Ez li benda bersiva we ye ku hûn ji Mîrza Axa re bişînin im. ( Mîrza Axa serokê gelê Ridva-Renvan-ê ye) „
“Name: 6
Ev name Mîrza Axa di 22.5. 1830 de ji bo Graf Paskeviç nivîsandiye
Ez evdê xwelamê Xwedê Mîrza Axa ji Rindvaniski (Ridwan k.t.) ê me, Îhtiram ji bo evd û şervanê Îsa Pêxemberî herî mezin Paskeviç, hêvîdarim ev nama min di wextekî we yî xweş de bigihîje destên we.

Ez Êzîdî me. Serokê xelqekî piçûk im. Di bin emrê min de hezar û pêncsed evdê suwarî û pênc hezar peyade heye. Wexta min bihîst ku hûn tê ne Patnosê, min name û merivekî xwe şande cem we. Lê belê min heta vêga jî tû bersiv negirtiye. Gava leşkerên Rusan ketine Patnosê, ez û xelqê Êzîdî tevlî hemû Xirîstiyana ve gelekî dilxweş bûn. Ev cara sisiya ye ku ez meriv û namên xwe dişînim. Merivên min cara yeke mîn şandibûn, di rê de ji aliyê Tirka ve hatine kuştin. Min cara duduyan yekî Ermenî bi navê Giregomiarigilov şand. Vê cara dawiyê de jî vî dişînim. Dema Giregomiarigilov hatiye Beyazîdê, ew bi tevlî qeflê leşkeran ve diçe Qersê û ji wir jî hatiye Erzurumê. Giregomiarigilov bersiva ku we nivîsandî, mohr û îmze kiribû ji min re anî. Ez pê gelekî dilxweşbum. Min Keşe anî ewî nikarîbû bixwîne. Min tû tişt ji namê fahm nekir. Ev cara sisiya û dawiyê ye, dû merivên Xirîstiyan, yek jê Giregomiarigilov û yê dinê jî Petros e dişînim. Ez çiqas xwediyê qewmekî piçûk bim jî, di nezera Tirka de mezin tême xwanê. Bi saya Xwedê sed leşkerê min, dikarine bi sêsed siwariyên wan. Ji ber vê mêrxasiyê, Tirk min ji xwere dujmin dihesibînin. Dema ku ez bibihîzim hûnê werine Baleşê (Betlîsê), ezê çiqas memnûn bivim nizanim çewa bibêjim. Bi alîkariya Xwedê, ji bo we ez û hemû xelqê xwe emê jiyana xwe fedabikin. Vê gavê ev qas. Bi xatirê we!

Ez ji we hêvîdikim, hûnê dermanekî baş ji bo çavên kurê min bi vî zilamê min şandî re bişînin.

(Di 28.2.1831 de, ji bo Mîrza Axa ebayek “kurkek” î ji qumaşê sor, bîstûpênc zêr û dermanê çavê lawikê wî teslîmî “raspartî” Petros Gezar buye.) “ Ev herdû namên li jor ji ber çavk. 8: rûpel:175 û 176 hatine wergirandin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev