Избранные посты AMADEKARÎYA JI BO CAREKE DIN PERÇEKIRINA KURDISTANÊ -3

Berhemên kurdzanên me – 47

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”AMADEKARÎYA JI BO CAREKE DIN PERÇEKIRINA KURDISTANÊ -1”. Ev beşa bi vê sernavê ya 3an e, emê ya 4an piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

DI PÊŞENÎYA DÎPLOMATÎYÊ DA

Bona biryardarên qedera Brîtanîyayê aspêkta hundurîn ya problêma kurda, herwiha problêmên Rohilata Nêzîk yên mayîn jî, di dema em li ser disekinin da, ya here sereke nîbû. Bona wana ya sereke ew bû, ku karê wan yê dagîrkarîyê li navça Rohilata Nêzîk, herwiha li Kurdistanê û ser erdên der-dora jî, ku bi zora hêza xwe zevt kirine (ew jî ne tam û ne li her dera), bi dereca navnetewî bê naskirin û qebûlkirinê. Ango, ew îdî wî alî da gihîştibûne de-faktoyê. Lê çend mehên pêşin yên pey şêr ra London lez diket, ku milkê li Rohilata Nêzîk zevtkirî bi de-yure bê naskirin. Ew karekî hêsa nîbû. Astengên mezin dikaribûn ji alîyê Fransîyayê û Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî rû bidana. Ev herdu dewlet li Rohilata Nêzîk xwedî berjewendîyên sîyasî û aborî yên giring bûn. Bêy qayîlîya Fransîyayê, ku keda bingehîn kiribû di nav karê serketina li pêşanîya Roavayê û di alîyê eskerîyê da jî ser gişka ra bû, Îngilîs nikaribû pirsa Almanîyayê safî bikira, ku bona hemû dewleta pirsa sereke bû; gilîyê Fransîyayê di enenekirina (nirxandin) problêmên Polonîyayê û Balkana da giranbuha bû; û dawî, hêzên Fransîyayê yên li nîvada (nîvgirav) Balkana û li rohilata deryaya Navwelatîyê gerekê piş guhê xwe va nehatana avîtinê. Hêza Amêrîkayê ya aborîyê-fînansîyêye xurt mecbûr dikir bi wan ra jî hesab rûniştana; salên şêr da Îngilîs nikaribû ji bin deynê Amêrîkayê derkeve û ew yek gîhande wê, ku ew bi sîyasî hate girêdan (lê ne bi wê derecê, ku salên şerê hemcihanêyî duda hatibû serê Îngilîs).

Bi vî awahî bû hal û demên wan welata berî pevçûnên dîplomatî ji bona “mîrata Tirkîyê” û di nav wan da îngilîs serkêşî dikirin û hela hê ne dixwestin hêza xwe bi kar bînin. Kurdistan bona Împêratorîya Brîtanîyayê di nav wê parevekirinê da “xelateke” giranbuha bû, lê ne ya tek-tenê bû.

Ber dîplomatîya Brîtanîyayê du pirsdanînên bi hev ra six girêdayî sekinîbûn: berî her tiştî, hevalbendên xwe bide razîkirinê bona erdê ji alîyê wê da zevtkirî bin destê wê da bimîne û, ya duda, şertên usa bidne sazkirinê, ku rê bidine Îngilîs ew “li ser bingehê zagûnî” paşdemê da hukumê xwe li Rohilata Nêzîk û Navîn bide firekirinê. Lê bona wê yekê gerekê careke mayîn bi hûrgilî wan peymanên dema şêr yên di navbera hevalbenda da binihêrin, ku derheqa perçekirina Tirkîya Asîyayê da bûn.

Di dawîya şêr da, gava ew peyman hatine girêdanê, rewşa navnetewî ya cihanê û xwesma ya Rohilata Nêzîk himberî salên 1915-1916a gelekî hate guhastinê. Qewmandina sereke – şorişa li Rûsîyayê û derketina wê ji nav şêr – peymanên sala 1915a yên derheqa Konstantînopolê û Devtengê da kirine wek kaxezên kêrnehatî û hîç û pûç. Bi wê ra tevayî peymana Sayks-Pîko jî hêç bû, ku bi ya berê va girêdayî bû. Firsend kete destê îngilîsa ji xalên wê yên ne bi dilê wê xwe xilas bike.

Di wê peymanê da bona Îngilîs ya here qebûlnekirinê ew bû, ku gotî Îraqa Bakûr (wilayeta Mûsilê) bikine bin hukumê Fransîyayê (zona “A”). Di gelek nivîsarên derheqa pirsa Mûsilê da hergav jî hatîye destnîşankirinê, ku Mûsil tenê di hêla aborî û eskerî-stratêjîk da lazimî Îngilîs bû. Wek tê zanîn, berî şerê hemcihanê yê yekê Îngilîs dest danîbû li ser nefta Mûsilê û para Îngilîs di nav tevgelîya di kompanîya “Turkîsh petroleym” zêde bû û ji çar para sê par yê wê bûn, lê ji çar para parek jî ji almana ra dihîştin û ji derxistina nefta Mûsilê ne tenê tu tiştek ne didane Tirkîyê (ku Mûsil hê jî bin destê wê da bû) û kurda, ku ew xwedî-xudanên wê axê bûn, lê herwiha ne didane emirkana (xelqên Amêrîkayê) jî, ku ew jî ji nefta Îraqê gerekê xwedîpar bûya(51).

Derdayîna Almanîyayê û hevalbenda wê-Tirkîyê (ew jî dema girêdana peymana Sayks-Pîkoyê) ber Îngilîs riya wek “rûnê helandî” vedikir bona bibe xwedîyê nefta Mûsilê yê tek-tenê. Lê ji bo wê gerekê bikaribûya kontrola xwe ya sîyasî li ser temamîya Îraqê û destpêneketina sînorên wê, xwesma yên bakûr, biparasta. Zanyarekî îngilîs Bruks nivîsîye, ku “sazkirina qiralîyeta Îraqê bi sînorên wê yên îroyîn va bi sîyaseta der ya Brîtanîya Mezin û “sîyaseta neftê” ya kompanîya Îngilîs-Farizistanê va girêdayî ye”, û paşê jî ser da awa zêde kirîye: “…hukumê Brîtanîyayê yê li ser Mesopotamîyayê, eger navça çiyayî-Rêwandiz hilnegire nav xwe, wê kemala xwe ya stratêjî unda dike. Dewsa ku di navbera rohilata kenarê deryaya Navwelatîyê û Îranê û yên mayîn da berbendê çê bike, Îngilîs ew der ji bo dewleteke mayîn hîşt”(52) (gilî derheqa peymana Sayks-Pîko da ne).

Fikireke vî awahî berê Karl Hofmanê îngilîshiz pêşda kişandibû: “Kemala sereke ya Mesopotamîyayê-ya terîtorîal-sîyasî ye, ji ber ku ew navçe bona riya di navbera Misrê û Hindistanê da, ku hatibû plankirinê çê bikin, gelekî giring bû. Eger vira neft jî tunebûya, dîsa jî ew navçe bona sîyaseta Îngilîs wê xwedî kemaleke giring bûya; lê ji ber ku vira neft jî heye, lema kemala wê hîn bilindtir dibe… Di hêlekê da jî ji alîyê derbazkirina sîyaseta praktîk da kemala herduyan jî bêhempa ye û em nikarin serdestîyê bidne yekê ji wana”. Hofman xwedîyê vê bawerîyê bû, ji ber wê jî peymana Sayks-Pîkoyê bona Îngilîs hesab dikir wek tiştekî destnedayî:

“Eger Mûsil ji dest Mesopotamîyayê here, ewê kemala xwe ya terîtorîal-sîyasî unda bike. Eger Mesopotamîyayê da tenê ew navçe hebûya, ewê ji hêla bakûr da xwe ji destdirêjayên dijmin biparasta. Wê yekê ra tevayî Mûsil xeleqek bû bona para rohilatê ya deryaya Navwelatîyê bi Hindistanê ra bê girêdanê. Eger îngilîs guh nedine Mûsilê, riya berbi Misrê jî ber wan tê girtin. Bi gilîkî, peymana Sayks-Pîko bê şik dibû sebeb, ku riya bi Hindistanê ra tê girêdan, şerpeze bibe”. Hofman digot, ku “sîyaseta Brîtanîyayê hîç cara peymana Sayks-Pîkoyê wek faktoreke ciddî û real hesab ne kirîye”, xwesma di dawîya şêr da, û herwiha digot, ku ji dîplomatîya îngilîsa ra li hev hat serekên Fransîyayê yên sîyasî bide bawerkirinê, ku lazime careke mayîn vegerine li ser xalên peymana Sayks-Pîkoyê û ku daxaza Îngilîs ya here sereke ew e, ku “navça Mûsilê heta-hetayê ji Fransîyayê bistîne. Ji ber vê jî “pirsa Mûsilê” bû problêma Îngilîs-Fransîyayê”(53).

Ev bîr-bawerîyên me li jorê anîn, bona hevalbendên Îngilîs jî derbaz dibin. Di nav wan da gelek rastî hene, lê gişk jî derecekê da şaşîke giring berdidin, ew jî rast fêmnekirina rewşa li meydana Rohilata Nêzîk e. Mûsil ne tenê bona armancên “xweparastinê” lazimî Îngilîs bûn, ku jê ra rê vedikir seba dagîrkirina mal û milkên ji Qahîrê girtî hetanî Kalkûtayê. Îngilîs hewl dida bighîje wê yekê, ku peymana Sayks-Pîko careke din bê lênihêrandinê bona bikaribe destbi êrîşên xwe bike: Mûsil gerekê bûbûya darinde ji bo dagîrkarîya Îngilîs ya eskerîyê-sîyasîyê di alîyê roavayê û bakûr da bihata firekirinê û biçûya bigihîşta heta Pişkavkazê û derîya Reş. Bi gilîkî mayîn gotî, armanca sereke bindestkirina Kurdistana Tirkîyê, Kurdistana Îranê û Ermenîstana Tirkîyê (Roava) bûn. Bêy testîqkirina kontrola mehkem li ser van axên bi binerdê xwe va dewlemand, Îngilîs nikaribû bigota, ku ew li Rohilata Nêzîk xurt e. Ji ber wê jî hema xût pirsa kurda bona komên Brîtanîyayê yên serkarîkir bû pirsa bi kemala dereca pêşin û dîplomatîya Îngilîs destpê kir wêya bi aqilane bi kar bîne bona serneketina peymana Sayks-Pîkoyê.

Davîd Lloyd Corc di bîranînên xwe yên piştî şêr da peymana Sayks-Pîko hesab kir wek “dokûmênteke beredayî”. Kerzon di qîmetkirina xwe da ber wî danedixwer. “Gava peymana Sayks-Pîko dihate amadekirinê,- wî nivîsîye,- xudanên wê xuya ye fikirîne derheqa… dîdemeke fantastîk da û rewşeke usa danîne ber çavê xwe, ku wan dema tunebû û hema bêje pêşdemê da jî nikaribû hebûya; bi bawerîya min, ew hurmetnegirtin û bêxemîya, ku nava wê peymanê da hene yên derheqa kivşkirina sînora da, ji van yeka tê”(54).

Hilbet, hêsa bû naveroka peymana Sayks-Pîko raber bikin. Lê rewşa, ku piştî şerê hemcihanê yê yekê saz bûbû, dîplomatîya Brîtanîyayê macbûr kir bi rêk û pêk kar bike. Ew kar hela salekê berî derdayîna (binketina) dewletên Yekîtîya Çara dest pê bûbû.

Projeke pêşin ya careke mayîn lênihêrandina peymanên di navbera hevalbendan yên derheqa perçekirina Tirkîya Asîyayê da, ku piranî ji bo dijderketina Fransîyayê bû, di destpêka meha oktobir sala 1917a hate meydanê. Wek ku baylozê Îngilîs li Fransîyayê mîrlaw F. L. Bertî 2ê oktobir sala 1917a di devtera xwe da nivîsî ye, endamê parlemenê serdar Obrey Herbert, ku mêla tirka dikişand, pêşnîyar dikir Asîya Biçûk ji tirka ra bihêlin, “nîvserbestîya taybetî” bidine Ermenîstanê û “bona Mesopotamîyayê û Erebistanê rêjîma xusûsî testîq bikin ya bin hukumê Tirkîyê û Brîtanîyayê da”. Ji vê projeyê xuya dibe, ku axa kurda ji bin goveka hukumê Fransîyayê tê derxistinê. Bertî şikberîya xwe ya hîmkirî anî zimên, ku Fransîya û Îtalîya wê ji daxazên xwe yên li Asîya Biçûk paşda vekişin(55).

Ber şêmîka sala 1917a cara pêşin îdeya bi awakî dewletî-sîyasî ji hev cihêkirina kurdên Împêratorîya Osmanîyê pêşda hat û ew hema xût li Îngilîs û bi saya karkirina dîplomatîya Brîtanîyayê xuliqî. 18ê çileya pêşin dîplomatê Îngilîs F. H. Kerr (paşdemê da-mîrlaw Lotîan) bi serekê dayîrên perwerdekarîyê yên Misrê H. Parodî ra qise kir, yê ku bîr-bawerîyên terefdarên Antantayê, yên di hukumeta Tirkîyê da, derheqa şertên aşîtîyê da raber kir. Di nav wê sohbetê da ev perça han gelekî balkêş e: “c) Ermenîstan. Koma Antantahiz ya Komîteyê(56) derheqa serneketina hukumê Tirkîyê li Ermenîstanê, xwe mukur tê. Kuştin û hovîtîyên tirka li Ermenîstanê wan meriva dikine nava halekî şermîyê, û ewana dixwezin pirsa safîkirina qedera Ermenîstanê raberî dewletên Awropayê bikin, da ku ew biryara helkirinê bidin. Ji bo pêkhatina wê biryara xwe, ewana dixwezin kurdan ji wilayetên ermenîya derxin û bikine nava wilayeteke kurda ya cihê”(57). Brîtanîya çawa berbirî vê pirsê bû, bersîveke zelal tune, lê em bawerin, ku bi dilê wê bûye.

Hema li wan dema cara pêşin terma erdnîgarîyê-“Kurdistan” kete nava lewzê (lêksîkon) dîplomatîya Îngilîs. Di nav peymana surî ya derheqa parevekirina karê ku gerekê Rûsîyayê da bê kirinê, ku 23ê çileya pêşin sala 1917a di navbera Îngilîs û Fransîyayê da hatibû girêdanê, bi gotina wezîrê parastinê di hukumeta Lloyd Corc-Wînston Çerçîll da, hatibû nivîsarê: zona Îngilîs ji “axa kazaka, Kavkazê, Ermenîstanê, Gurcistanê û Kurdistanê” pêk dihat. Bin parastina eskerên Îngilîs yên dagîrkar “gelên Gurcistanê, Ermenîstanê û Azirbêcanê gerekê xwe tam serbest hesab bikirana, û pirsa dakutana bolşêvîka li Tirkîyê (wî çaxî ew gelekî milahîm bû), Kurdistanê, an jî Farizistanê tam ji holê radibû”(58).

Tiştekî balkêş e, ku hema xût Çerçîll, ku dikaribû berî gişka û ji gelek sîyasetzanên sedsala XXî çêtir bûyerên nû yên di nav peywandîyên navnetewî da texmîn bike (carna jî bûyer bi awakî feş raber dikir, wek nimûne, derheqa “dakutana bolşêvîka da”), navê Kurdistanê datanî ne tenê rex navê Gurcistanê û Ermenîstanê, ku wan dema bi navnetewî hatibûne naskirinê, lê herwiha datanî rex navên Tirkîyê û Farizistanê, ku îdî dewletên serbixwe bûn. Em bawerin, ku ev eşkeretîya di hêla erdnîgarîyê da ji alîyê Çerçîll da dihate kirinê, bona paşdemê da jê karê bistîne.

Lê vê yekê ra tevayî, dîplomatîya Îngilîs hazirîya xwe didît bona perçekirina Împêratorîya Osmanîyê. Hirç hela ne hatibû kuştinê, lê nêçîrvan îdî bi hev ra pev diketin, ku ne tenê cendekê wî, lê postê wî jî di nav hev da parevekin. Derketina Rûsîyayê ji nav şêr û ketina Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî di nav wî da, ku dixwest serkarîyê li cihanê bike, û her dera bi dengekî bilind derheqa berjewendîyên xwe yên li Rohilata Nêzîk da digot, rewş bi carekê va dane guhastinê û di wê rewşê da bazirganîya bona parevekirina “mîrata Osmanîyê” dihate kirinê û taktîka dîplomatîya Brîtanîyayê jî di wê pirsê da dane guhastinê.

Îngilîs û hevalbendên wê, piştî aktên pêşin yên hukumeta Sovyetî yên derheqa sîyaseta der da (“Dêkrêta derheqa aşîtîyê da” û yên mayîn) û li ser rûpelên pressa Sovyetî çapkirina têkstên peymanên Antantayê yên surî derheqa perçekirina Tirkîyê da, îdî nikaribûn di pirsa dagîrkarîyê û miletîyê da eşkere xwe li riya berê bigirtana. Ev yek berî gişka emirkana fêm kir, yên ku 8ê çileya paşin sala 1918a 14 “xalên” bi nav û deng, ku ji zarê prezîdent W. Wîlson derketibûn, her dera bela kirin, yên ku gerekê bi alîkarîya frazêologîya dêmokratîyê pêşîya daxazên aşîtîyê yên dewleta Sovyetîye nûsazbûyî bigirtana û ew xal gerekê bin menîya “wekehevtîyê” alî Dewletên Yekbûyî bikirana, ku ew bi aborîya xwe cihanê da cîyê yekemîn bigre. Xala 12a derheqa Kurdistanê da bû jî. Wê da dihate gotinê, ku wilayetên Împêratorîya Osmanîyê yên bi binecîyên ne tirk “gerekê kefîltîya jîyanê û şertên avtonomîyê bistînin bona pêşketinê”(59).

Raya hukumeta Îngilîs hindava 14 xalên Wîlson da gelekî balkêş e. Lloyd Corc nivîsîye: “Ji hevalbenda tu yek ser wê bawerîyê nîbû, ku dêklarasyona Wîlson bi pirsên sereke va dijî dêklarasyonên wan e, vê yekê ra tevayî jî tu dewleteke hevalbend hîç cara ew qebûl ne kiribûn û ew 14 xal di dereca derbazkirina sîyaseta resmî ya hevalbenda da roleke berbiçav ne lîstin”(60). Bi gilîkî mayîn: Em -“piştgirîyê dikin”, em hazirin bi demê ra bimeşin, lê dîsa jî emê pêşî berjewendîyên xwe biparêzin. Îngilîsa û hevalbendên wan yên ji Antantayê usa jî kirin.

Ji Londonê bi lez û bez basên bona zelalkirina pirsê dihatin, ku gilî ne derheqa azadîya tam da ne. Hela 5ê çileya paşin sala 1918a di nav dêklarasyona Lloyd Corc da dihate gotinê, ku “qayîlbûna gelên ku em dixwezin bînine alîyê xwe, gerekê di vî şerî da ser her pirseke mayîn ra be”(61). Lê paşê dihate gotinê, ku di dêklarasyonê da û herwiha di 14 xalên prezîdent Wîlson da, hevalbend “bilî Polonîyayê… ser wê bawerîyê nîbûn, ku gerekê serbestîya tam bidne gelên, ku ji alîyê Almanîyayê, Austrîa-Hungarîyaê, Tirkîyê da hatine zêrandinê…”(62). Lloyd Corc di gotinên xwe yên wê demê da qestbende guhdarîya sereke datanî li ser alîyên problêmê yên nêgatîv, li ser wê, ku gerekê paşeroja mentîqên Împêratorîya Osmanîyê yên bi binecîyên ne tirk va bi mij û dûmanê va nixamtî nîbe. “Di biryarên xwe da,- ewî digot,- me şertên miletîyê yên taybetî li Erebistanê, Ermenîstanê, Mesopotamîyayê, Sûrîyê û Felestînê daye ber çavên xwe. Niha ne hewce ye, ku enene bikin çika cûrên karkirina me yên hindava wan gela da wê paşdemê da çawa bin, û pêwîst e tenê elam bikin, ku dasekinandina serbestîya berê li ser axên, ku min destnîşan kirin, tiştên nebûyînê ne”(63).

Çiqas ku dawîhatina şêr nêzîk dibû, amadekarîya sîyasî û dîplomasî ya bona perçekirina “mîrata Osmanîyê”, ku hela ne hatibû parevekirinê, ji alîyê îngilîsa da bi xurtî pêşda diçû. Di adara sala 1918a da bona wê armancê di hukumeta Lloyd Corc da bi serwêrtîya endamê hukumetê C. N. Kerzon “Komîteya Rohilatê” hate sazkirinê, ya ku gerekê “sîyaseta Brîtanîyayê di navbera Yûnanistanê û Afxanistanê da” kivş bikira. Di wê demê da mîrlaw Kerzon destpê kir di derbazkirina sîyaseta Brîtanîya Mezin li Rohilata Nêzîk da rola sereke bilîze, ew jî wê demê, ku Lloyd Corc haj ji bîr-bawerîyên wî yên êkstrêmîstîyê hebû, ji ber wê jî gilîyê paşin di dest xwe da hîşt. Ji bo nimûnê, pêşnîyarên wê komîteyê bona kongreya aşîtîyê, ji alîyê dayîra eskerîyê da ne hatine pejirandinê, ji ber ku ewê ne dixwest dest-pîyên xwe bide girêdan(64).

Weke mehekê berî dawîhatina şêr dayîra eskerîyê ya Brîtanîyayê têksta peymana derheqa lihevkirina bi Tirkîyê ra qebûl kir, ku ji alîyê kongreya hevalbenda da ya 7-8ê oktobirê sala 1918a da hatibû pejirandin. Bi wê hatibû biryarkirinê, ku gerekê kontrolîya hevalbenda li ser hemû rêyên hesin yên Tirkîyê hebe, herwiha rêyên hesin yên Pişkavkazê jî, ku bin kontrola tirka da bûn, gerekê Tavrê jî bidne hevalbenda û eskerên tirka ji Îrana Bakûr-Roavayê û Pişkavkazê paşda vekişînin berbi sînorên berî şêr. Di miqala 14a da dihate gotinê: “Hemû garnîzonên tirka yên li Hîcazê, Assîrê, Yemenê, Sûrîyê, Kîlîkîyayê û Mesopotamîyayê gerekê teslîmî serekekî eskerîyê yê welatekî hevalbend, an jî teslîmî yekî bi esilê xwe va ereb bikin”(65). Ew dihate wê manê, ku Tirkîya razî ye hemû mentîqên perça Asîyayê ya Împêratorîya Osmanîyê yên binecîyên xwe va ne tirk, herwiha yên kurda jî, ji alîyê eskerên Îngilîs da bêne dagîrkirinê (bilî perçekî Erebistanê, ku îdî dabûne hevalbendê Îngilîs yê wextekê, hukumdarê Mekkayê Huseyn îbn Alî). Em bînine bîra we, ku peymana Mudrosê jî bi vî awahî hate parastin.

Bi vî awahî, ber çava ne, ku îngilîsa ne tenê dijî gelên Rohilata Nêzîk kar dikirin, lê herwiha derdiketine himberî berjewendîyên hevalbenda xwe ya sereke li Roavayê-Fransîyayê. Lê rû va Îngilîs û Fransîya xudêgiravî bi hev ra kar dikirin, xwesma çend mehên berî dawîya şêr û çend mehên pêşin yên piştî şêr, gava wê dewrana di hêla rewşa navneteweyî da tevlihev wana bi yekîtîya xwe dixwestin derkevine dijî neyarên xwe (berê gişkî DAY, pişt ra jî Yaponîyayê û Îtalîyayê, ku ew jî para xwe dixwestin) û dijî gelên dagîrkirî, ku rabûbûne şerê man-nemanê yê bona rizgarkirina erdê xwe, û Rûsîya Sovyetî jî ji wan ra bûbû wek şemdanekê, ku riya wan ronahî dikir. Nimûna hevalbendîya bi rû va-ew dêklarasyona Îngilîs-Fransîyayê ya 7ê çirîya paşin sala 1918a bû.

Çavkanî:

51. Dennî L. Şerkarî ji bo monopolîya neftê. M.-L., rûpel 43; Gêrasîmov O. Nefta Îraqê. Moskva, 1969, rûpel 9-13.

52. Brûx Maykl. Neft û sîyaseta der. Moskva, 1949, rûpel 101-102.

53. Hofman Karl. Sîyaseta neftê û împêrîyalîzma Îngilîs-Saksonîyayê. L., 1930, rûpel 71, 81, 82, 85.

54. Kerzon dida bawerkirinê, ku êxpertê Îngilîs Mark Sayx ew peyman ne pejirandîye û bi zordayîna Wezîreta Karên Der kar kirîye (Lloyd Corc D. Mafên derheqa peymanên aştîyê da. Cilde II, Moskva, 1957, rûpel 216).

55. Lord Bertî. Piş perdên Antantayê. Rojnîşa baylozê Brîtanîyayê li Parîsê. 1914-1919. M.-L., (Moskva-Lênîngrad.- N. W.) 1927, rûpel 156.

56. Qesta wê partîa “Yekîtî û pêşketin” e (Îttîhad ve Terakkî), ku di salên 1908-1918a li Tirkîyê li ser hukum bû.

57. Lloyd Corc D. Bîranînên eskerîyê. Cild V, Moskva, 1938, rûpel 52.

58. Çerçîll W. Krîza cihanî M.-L., 1932, rûpel 105, 106; Dîroka dîplomatîyê. Weşana 2a, cild III, Moskva, 1965, rûpel 72.

59. Klyûçnîkov Y. V. û Sabanîn A. V. Sîyaseta navnetewî ya nûdemê di nav peymana, nota û deklarasîyona da. Para II. Ji destpêka şerê hemcihanê hetanî ji ser Rûsîya Sovyetî hilanîna blokadayê. Moskva, 1926, hejmar 88, rûpel 109.

60. Lloyd Corc D. Bîranînên eskerîyê. Cild V, rûpel 41.

61. Lloyd Corc D. Mafên derheqa peymanên aştîyê da, cild II, rûpel 9.

62. Dîsa li wir, rûpel 10.

63. Dîsa li wir, rûpel 10-11. Çendekî berî wê di hevraxeberdanên tevî serekê Xaça Sor ya Tirkîyê Muxtar-bey ra yên derheqa aştîya yekalî da, ku sekretar Lloyd Corc Kerr û gênêral Y. H. Smêts derbaz dikirin, helwesta Îngilîs diha zelal bû. Têra hatibûne dîtinê, ku li Ermenîstanê, Sûrîyê, Mesopotamîyayê, Felestînê û Erebistanê hukumetên avtonom yên arizî an jî “serokatîyên tevlîhev yên ji karmendên cî û yên Awropayê saz bikin, ku wê bin bandûra dewletekê yan jî çend dewletên hevalbenda da bûna, wek ku li Misrê bû”. Lê rola wan hevraxeberdana mezin nîbû, ji ber ku ew bi armancên sergirtî dihatine derbazkirinê û şêlû bûn (Lloyd Corc D. Bîranînên eskerîyê. Cild V, rûpel 54; Lazarev M. S. Hilweşîna hukumdarîya Tirkîyê, rûpel 196-197).

64. Darwîn John. Brîtaîn, Egypt and the Mîddle East. Împerîal Polîcy în the Aftermath of War. 1918-1922. N. W., 1981, rûpel 162.

65. Lloyd Corc D. Bîranînên eskerîyê. Cild VI, Moskva, 1937, rûpel 140.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev