Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

KILAMÊ GOVENDA -3

KILAMÊ GOVENDA -3
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema çilûheftan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa 3an a “Kilamê govenda” raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 47
HOY GULÊ
Hoy, Gulê, Gulê, Gulê,
Min Gul dîbû nava baxa,
Sûret sor dewsa daxa.
Min Gul dîbû nava reza,
Sûret sor dewsa geza.
Min Gul dîbû nava tepika,
Gul dayê nav refika,
Gul nêçîra van kurika.
GULÊ HOYNAR
Gulê hoynar, xwe meşo,
Serê min dêşe.
Gulê Sîpanê gaz bi gazê,
Binîda Alcewazê,
Lê diçêre berx û pezê,
Gulê meşo, serê min dêşe.
Ber çem, ber çem diçûme,
Benîştê xwe dicûme,
Gulê serê xwe meşo,
Kêfa min tunîne.
Got: Hovhannês Avêtîsyan, 40 salî, niha li gundê Quyturêda dimîne, li ser nehya Aştarakê.
GULA ZER
Gula zer, hay Gula zer!
Gula zer, gerdena zer.
Gula zer, hûr-hûrî,
Çi bikim, tu ji min dûrî.
Gula zer, hay Gula zer!
Gula zer, gerdena zer.
Êvara tava hîvê,
Zerî meşîya li ava şîvê,
Xulama kember zîvê.
Gula zer, hay Gula zer!
Gula zer, gerdena zer.
Êvare, ro çû esrê,
Sî xaz bû li dora qesrê,
Te nadim malê Misrê.
Gula zer, hay Gula zer!
Gula zer, gerdena zer.
Êvare, êvar nabî,
Avî gola sar nabî,
Xort û qîz bê yar nabî.
Gula zer, hay Gula zer!
Gula zer, gerdena zer.
Êvare, êvar xêrê,
Av kişyan here jêrê,
Sibeye, oxir xêrê.
Gula zer, hay Gula zer!
Gula zer, gerdena zer.
Êvarê, ga unda bû,
Gundî, malî bela bû,
Çarpê bû, çar bela bû,
Qismet bû, xwedê dabû.
Gula zer, hay Gula zer!
Gula zer, gerdena zer.
Gula zer hûr-hûrî,
Werdeka gola kûrî,
Çi bikim, tu ji min dûrî.
Gula zer, hay Gula zer!
Gula zer, gerdena zer.
Hatime, te bibînim,
Nîşanê te datînim,
Dê nade, te dixapînim,
Bav nade, te direvînim.
Gula zer, hay Gula zer!
Gula zer, gerdena zer.
Revînim, ji xwera bînim,
Dora dinê gerînim,
Tirsim bimrim, nebînim.
Gula zer, hay Gula zer!
Gula zer, gerdena zer.
Gula zer, heye, heye,
Aşiqê bejina teye,
Aşiqê çevê teye.
Gula zer, hay Gula zer!
Gula zer, gerdena zer.
Got: Gênco Grîgoryan, ji nehya Aştarakê, gundê Qerecelerê.
TAX Û FELEKÊ YEMAN
Tax û felekê yeman,
Çerx û felekê yeman,
Ketime kêleka yeman,
Kêf û henekê yeman.
Tasînga mila sore yeman,
Bişkoşkê helxa dore yeman,
Xweyê taxî çî zore yeman,
Tax û belekê yeman.
Taxîngê mila reşe yeman,
Bişkoşkê sed û şeşe yeman,
Xweyê taxê keleşe, yeman.
Got: Mkrtîç Vardanyan, ji gundê Qerecelerê.
YEMAN QEŞENGÊ
Yeman, yeman Qeşengê,
Qeşeng mala berjêr çû,
Delal mala berjêr çû.
Yeman, yeman Qeşengê,
Dawika dilme bela çû,
Herçê siyarî hat, peya çû.
Derê mala kor Heze,
Pişta mala kor Heze,
Yeman, yeman Qeşengê.
Yeman, yeman Qeşengê,
Çapik, çûpik Qeşengê,
Yeman, yeman Qeşengê.
ÇILÛRÎ
Çilûrî têye Axçê,
Li min lo, lo, li min lo,
Şelik daket ser qarcê,
Li min lo, lo, li min lo.
Bav diçe, kurr li dû tê.
Li min lo, lo, li min lo,
Dê diçe, qîz li dû tê,
Li min lo, lo çilûrî.
HEMZE ÇÛK
Hemze çûk, em cotin,
Dost Hemze çûk, em cotin,
Dewsa çiçika, dewsa memika
Em cotin,
Çolbîyê gunda em sotin.
Dost Hemze çûk, em çarin,
Can Hemze çûk, em çarin,
Dewsa çiçika, dewsa memika
Em çarin,
Çolbîyê gunda em xarin.
Hey Hemze çûk, em şeşin,
Can Hemze çûk, em şeşin,
Dewsa çiçika, dewsa memika
Em şeşin,
Hafêd mala zebeşin.
ŞAM HEMZE
Şam Hemze çûk, Hemze çûk,
Hespê bozî gêdûke,
Lêdaye berfa pûke,
Birîna Selbî ji neynûke.
Hespê bozî li tewlêye,
Ez jênakim çilêye,
Pêşkêşî qîza malêye.
Şam Hemze çûk, em cotin,
Çol Hemze çûk, em cotin,
Meydanê melkemotin.
QAZÊ LÊ
Qazê lê, Nazê lê,
Me li hafa Qersêyo,
Serkar hatîye ser xwêyo,
Xwedê xaîke ji germêyo.
Me li hafa Têmûrda,
Werdeka gola kûrda,
Radmûsim, çiqa nûrda.
LÊ BARANÊ
Lê baranê, lê baranê!
Lê baran, baran, baranê,
La şewitîyê, la wêranê.
Vê baranê çi kir, çi kir,
Înîyê barî, şemîyê vekir,
Xêlya bûkê bê feyde kir.
Çi barane, ser bihara,
Hewê daye gulîyê dara,
Xew xweş bûne paşilê yara.
Çi barane, ser paîzê,
Hewê daye gulîyê gûzê,
Xew xweş bûne paşila qîzê.
Îşev şeva baranê,
Govend gerya eywanê,
Ketime destê Seyranê.
Îşev şeva pûkêye,
Şevka şeva pûkêye,
Ketime destê bûkêye.
Got: Teyoyê Mamo, şivanê gundê Heko, li ser nehya Talînê.
BARAN
Hey baranê, baranê,
Tu gijnîjê baranê.
Hey barana van biharan,
Şilkiribû belgê daran.
Hey barana van paîzan,
Şilkiribû belgê gûzan.
Hey baranê, hey baranê,
Tu gijnîjê baranê.
DE ÇAÇANO
De Çaçano, de Çaçano,
Vî Çaçanî çaçanî kir,
Şera serê min morî kir.
Şera serê min geveze,
Xewa min merûmê nayê nav postê peze.
Şera serê min qîçike,
Qolê zêra çar niçike,
Xewa min nayê nava pezê hêrike.
KELEŞO
Keleşo, eba tetî,
Ser çevê minra hatî,
Te ez kirim kewa petî,
Berdame vî Feratî.
Keleşo, eba dezî,
Ser çevê minra bezî,
Te ez kirime merê tevizî.
Keleşo, pirê çêke,
Qaş bi qaş mermer lêke.
Derenge, min verêke.
Keleşo, hişme, hişme,
Cenûnga ser bi rişme,
De tu bajo, qonax piş me.
HA WERDÊ
Ha Werdê, Werdê, Werdê,
Êvare, berxa berdê,
Hêşînga kon serdê.
ÎGIRMÎ YARO
Îgirmî, îgirmî yaro!
Ha rêye, ha rêye, rêye,
Rênga binya kelêye,
Peyakî rêda têye,
Bala xwe da peyêye,
Notla weşa gewrêye.
MEYRÊ
Meyrê, Meyremê, Meyremê, Meyrê,
Meyrê, Meyrema ha bi şaîka nor xanê.
Te kirasî ala Meyrem, Meyremê,
Geftanî ala Meyremê, Meyrê.
Xercî li bale Meyremê, Meyrê,
Meyrê delale, Meyrê, Meyremê.
Te kirasê sore Meyrê, Meyremê,
Qeftanê sore Meyremê, Meyrê.
Xercî li dore Meyremê, Meyrê,
Meyrê çuxsore, Meyrê, Meyremê.
Te kiras kirasa Meyrê, Meyremê,
Xercî xîasa Meyremê, Meyrê.
Meyrê nor harse Meyremê, Meyrê,
Meyrê nor harse, Meyrê, Meyremê.
Te kiras sipîye, Meyrê, Meyremê,
Meyrê cindîye, Meyremê, Meyrê.
Got: Gênco Grîgoryan.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev