Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Occo Mahabad – Helbestên dînik

Radyoguhdarên delal, guhdarîya bernameya Radyoya Ria taza “Ji rupêlên edebiyetê” bikin. Vê bernameyê em dîyarî evîndarê ziman û helbestên kurdî dikin û herwiha emê nasîya we bidin hest û hizrên helbestvanê kurd yê ciwan yê walet. Fermo, em çend deqeyan niqoyî li nav dinya hest û hizrên kûr, xeberên xweş û sazbendîya bedew bibin. Vê carê emê nasîya we bidin wergêr, helbestvan û nivîskarekî kurd ji Bakûrê Kurdistanê Occo Mahabad û çend berheman ji pirtûka wî ya bi navê “”Helbestên Dînik”

Occo Mahabad di sala 1977’an de li Wanê hatiye dinê.

Piştî qedandina zanîngeha Stenbolê dest bi nivîsandinê dike.

Her weha di kovarên wekî Çîrûsk, Asiva, Pengav de nivîs û helbestên wî hatine weşandin, dîsa pir malperan de nivîskariyê dike û nivîsên wî hatine weşandin û belavkirin.
Pirtûka wî ya yekemîn “Helbestên dînik” e.  Pirtûk ji Weşanxaneya AVA’yê derketiye.
Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîsan amede dike. Pir fîlmên biyanî ji aliyê Occo Mahabad ve hatine kurdîkirin. Herwiha, Occo Mahabad bi xebatên xwe yên teknîkî ve jî tê nasîn. Heta niha gellek bernameyên kompîturê ji aliyê wî ve hatiye Kurdîkirin. Ji bo standartîzebûna zimanê teknîkî bi salan e xebatan çêdike. Ji bo fêmkirina jiyana teknîkî e-pirtûkek jî amade kiriye. Pirtûk bi navê Nivîsên Teknîkî li ser malperan tê belavkirin.
Occo Mahabad bi helbest, werger, nivîs û gotarên xwe yên cur bi cur jiyana me ya Kurdewarî bi xebatên xwe yên domdar ronî dike.
Pirtûka wî “Helbestên Dînik” ji aliyê weşanxaneya AVA’yê hat weşandin. Helbestên Dînik ji 80 rûpelan pêk tê, di nav de 69 helbest hene. Occo Mahabad di vê pirtûka xwe de xwestiye ku qalib û qlîşeyên zimanê helbestên Kurdî bişkêne. Lewma em zimanê Occo Mahabad de şop û dengên Melayê Cîzîrî û Ehmedê Xanî dibînin. Di helbestan de şêweya modern û yên dengbêjî bi hev re hatine bikaranîn. Mijara helbestan bi giştî li ser evîn, eşq û pevşabûnan e. Occo Mahabad di nava helbestên xwe de 12 cure, şêwe û terz bi kar aniye. Her cure tehmeke cuda di dilê me de dihêle. Lê rastiyek heye ku helbestên Occo Mahabad pir erotîk tên dîtin. Di helbestên wî de mijara erotîzm cihê xwe yê sereke diparêze. Lewma ew helbestên erotîk pir tên rexnekirin. Lê li gorî Bawer Ronî erotîzm parçeya jiyana kurdan e ji Ehmedê Xanî bigire heta gelek stranên dengbêjî de jî cihekî girîng digire. Ew dibêje ku di her stran de meriv dikare şopa erotîzmê bibîne. Ew, vê yekê pir normal dibîne, ji ber ku erotîzm her roj tê jiyîn, her şev mevanê mirovan e, lewre divê
Fermo, cend berhemên helbestvan Occo Mahabad ji pirtûka wî “Helbestên dînik” hûn dikarin di bernameya me de guhdarî bikin.
Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev