Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 47

We dizanibû…? – 47

Berevkar: Têmûrê Xelîl

Ka mêzekin kurdzanê mezin Olêg Vîlçêvskî ser êzdîyan çi gotîye:

-Profêsorê şîrhelal herwiha bi pirsa xuliqandin û pêşdaçûyîna dînê êzdîyan va jî gîro bûye. Ew jî ser bawerîya N. Mar bû, ku dînê êzdîyan dînê perçekî kurdan e, ku kurdan berî îslamê qebûl kirine. Ewî armanc da ber xwe mînanîhevbûn û cudabûna di navbera dînê êzdîyan û dînê îslamê da bide ber hev. Bi wê têmayê ewî sala 1935an di Înstîtûta Moskow ya zimên ya Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanyarî da bi têmayên ”Varîanta nû ya duakirina êzdîyan”, ”Bawerîyên derheqa xuliqandina êzdîyan da” doklad xwendin. Bi bawerîya wî, di navbera êzdîyan û tevaya cihana din da ferqeke mezin heye. Ewên, ku dînên din dihebînin, êzdîyan bi vî awahî qebûl dikin: ”Eger dînê wana ji dînê tevaya merivaya cihanê tê cudakirinê, eger xudayê wan ne xudayê cînarên wan e, tê wê maneyê, ku ew xudan şeytan e û êzdî jî xulam û terefdarên wî ne”. Hilbet, ev gotin ji nezanîyê tê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev