APÊ KALIK ÇEND GUR DÎTIN?

APÊ KALIK ÇEND GUR DÎTIN?
Şemoyê Memê

Apê Kalik rojekê wexta dereng ji Erdehanê tê gund. Pirr derengî ketîye, lema hespê xwe çarnelkî dajo. Berbi roava xwe digihîne Xasê. Li rîya kin, xwe zevîya dixe, çeman re derbas dibe hêdî hêdî şevereş dikeve erde. Apê Kalik derengê êvarê xwe digihine gund.
Wexta kû diçe mal, hinekî westa xwe hildide, xwarinê jê re amade dikin, xwarina xwe dixwe, paşê diçe dikanê. Mêrê gund li dikanê ne.
– Selamûn eleykîm cimaet.
“Eleykîmê selam Apê Kalik, keremke rûne.” Tevaya cimaetê bi hev ra got.
Apê Kalik diçe li ser sewkîyê rûdinê lingê (ningê) xwe li ser hevdu re daveje. Tutûnê dipêçe, kixazê lêva xwe dide şil dike û vêdixe datîne ser lêvên xwe. Merivekî zirav û dirêj bû. Ewqasî tutûn dikişand, ku simbêlên wî zer bûbûn.
– Kuro xortno hûn zanin îro çi hat serê min, ez bêjim jî hûn bawer nakin.
Hemû çev berbi Apê Kalik zivirîn û bi meraqdarî lê nihêrîn. Hemû gundî Apê Kalik hez dikirin. Merivekî xweşsohbet, henekdar bû. Emrê wî nezikî pêncî salî hebû. Bi hikyatên xwe va dihate nasîn. Wexta Apê Kalik destbi hikyatekê bikira, hemû kes li dorê dicivîyan. Qehremanên hemû hikyatên wî bixwe bû, yên dinê jî bi piranî rehmetî bûn.
Belê Apê Kalik nedixwast pey xwe şede bihêle. Kes nikaribû rastîya van hikyatan hînbûya, jixwe kes jî pey rastîya wan hikyatan nediket. Heta roja îroyîn kî çûbû ji mirîya tiştek pirsî bû! Dîsa jî rastîyek hebû ez dixwazim eşkere bikim; ev hikyatên Apê Kalik sedî nod derew bûn.
– Kulo xoltno! (Apê Kalîk wusa xeberdida, nikarî bû bi hêsanî tîpa ‘r’ yê bilêvbikira) ez êvarê dereng Erdahan’ê dihatim, li Xasê derbasbûm, li Dûzê rastî dused gurî hatim.
Cimaeta li dikane rûyê xwe tirş kirin, çavê Apê Kalik dinihê rîn. Qey digotin “Apê Kalik, meriv ew qasî jî nikare derewan bîke, ev çito vir in. Xêra mirî û zindîyên xwe hinekî dakeve jêr.”
Gundi xwuyê Apê Kalik zanin. Gotinên Apê Kalik diçe xweşa wan, ewana jî henekê xwe Apê Kalik dikin. Apê Kalik ji wan re meşqaleyeke, bi xeberdana wî wextê wan xwaş derbas dibe.
Raste, Apê Kalik virek kiribû, virekekî pirr mezin. Du sed gur pir bû. Ger ji vê hejmarê hinekî berjêr daketa…
Camerekî got “ -pîîî Apê Kalik qet dused gur tevhev digerin, ma kû hatîye dîtinê tiştekî wûsa! Usa nabe, te çewt jimirîye. De ji me re hejmara rast beje.”
“Kulo lawo bila dused nîn be, sed pêncî be. Wellehî sed pêncî gur rastî min hatin. Dîsa jî Apê we netirsiya. Min hespê xwe li nav van xist û hatim.”
Li alikî dikanê hinek xort kap dilîstin. Niha lîstika xwe nîvcî da hîştibûn û teve vî suhbetê bûbûn. Hemû kesên li dikanê da dora Apê Kalik civîyabûn. Xeberdana wî xwaş bû. Li gund wexta herî xwaş meselên Apê Kalik bûn. Yên lê guhdar bikirana û gotinên wî zarokên xwe re bigotana. Rojekê meseleyên Apê Kalik yên der û dorê belav bûyana.
Camerekî dîn disa bi ecêbmayî Apê Kalik mêze kir û jê re got: “Apê Kalik, mexeyîde, lê belê dîsa ne bû. Ya kû ez dizanim sed û pêncî gur jî tev hev nagerin. Qet tiştekî wusa nehatîye dîtinê. Belê, em carekê qebûl bikin sed û pêncî heb bûn, de îja, ezê te bipirsim: wexta wana nêçîrek girt wê çawa pare vekin. Tu jî dibîni ev qas gur tevhev nagerin. Bi kerema xwe hinek dîsa berjêr dakeve.”
Apê Kalik qet forsa xwe neguhêrî, lê belê hinekî ketibû tengasiyê. Dîsa jî li ser gotina xwe bû. Lê belê gundî jê bawer nedikir. Şixulê wî hinekî çetin bû.
– Kulo lawno min we re got hûne min bawer nekin. De bila be, bila gotina we be. Ezê hejmara guran hinekî dîsa berjêr daxim, dibe kû min xelet jimirîye. Bila sed û pêncî nîbe, bila sed be. Belê, min li Dûzê sed gur ditin, hemû birçî bûn. Ger min bigirtana wê min bixwarana. Ez usa reviyam, usa reviyam, qet yekî xwe negîhande min. Li nava van da yekî reş hebû, hinek mabû dikira xwe bigihanda min, ez xwar bûm, min ji erdê kevirek hilda û serê wî xist, pêra sê gur ketin erdê. Ez ji gelekî wana dûr ketim. Min xwe zor avît gund.
Xortekî berxwe da got: ”Apo ka tu sîyarî bû yî, hespê te kuda çû, te hesp bîra kir gelo?”
Apê Kalik çi hate serê wi nizanî bû û hinekî hêrs bû. “ Kulo tixa ji te maye hespê min çi bû. Em bêjin hespê min wexta gur dît ûkirmîş bû rabû ser şeka, min li ser xwe re avît erdê û revîya çû. Ez ji hema rabûme serpê, çi bibînim sed gur devê xwe vekirine li ser min da tên. Min hema li wir tifinga xwe derxist, tê de tenê fîşengek hebû. Min fîşeng avêt deh gur ketine erdê. Gurê din li ser min da dihatin min li tiving girt serê van xist, bîst heb jî wusa ketine erdê. Lê belê yekî xwe tevê ningê min kir şalê min qelişand. Min pîhnek lêxist, ew gura jî çû gurekî dinê ket tev hev holbûne çem. Li tirsana gurên dîn jî revîyan çûn. Dîsa hun bawer nakin, li şalê min binêrin, qeleştek vaye.
– Apo tu eyb diki, helbet em te bawer dikin. “ digot camêrekî din, lê belê hinek tişt hene meriv nikare wana bawer bike. Apê min de tu destê xwe bide li ser wijdana xwe rast bêje, te fîşengekî çava deh gur kuşt!? Belê sed gurî qebûl bikim ji bo xatirê te hespê te ye reviyayî ji qebûl bikim, lê belê ezê vîya çava qebûl bikim, de bêje Apo.
Li dikanê hemu kes bêdeng bibûn û benda bersiva Apê Kalik bûn. Ya rastî nedixwastin Apê Kalik pirr eciz bikin, lê belê wî ve carê heddê xwe derbû.
Apê we lê (rê) da tenê dihat, rastê pencî gurî hat. Evan gurana kerek avîtibûn erdê li ser lêşê wî kombûbûn. Derengê êvarê bû, şevereş dîkete erdê. Min zanibû kû van guran yê min bixwin, lema min eşhedê xwe anî got ; “kulo Celal bi navê xwede ewan gurana yê te bixwin.“ Paşê min xwe herqa aşê Êlî da veşart. Min dit gur serê xwe li ser laşê kerê bilind kirin gihiştine hevdu. Li zeviyê toz û dûman rabibû, çav çava nedidit. Yê li saxleme li mala xwe derneketiye. Min xwe re got “Kulo Celal ev firsendeke ketîye destê te hêjî li ser gura toz û dûman heye rîya xwe biqetîne û xwe bigihîne gund.” Li ser vîya min qet na-na nekîr û min xwe herqê avîte derva. Ser û kincên min li nava avê da gelekî şilbûbûn. Hewa sar bû, ger ez biqefilîyama de tu were tirsekî mezin li ser min e, qet meriv dikare sermayê bihese. Min wekî pela heka dikir dizikava teliyayî jêra gura re ber bi gund ketim. Dengê dilê min dihat guhê min. Li tirsana pilte pilta dilê min her diçû zêde dibû. Li navbera gura û min de ez bêjim sed hûn bêjin du sed mêtro rê hebû. Paşê nizanim çawa bû gura pilte pilta dilê min bihîstin û pê re dane pey min. Min got: “ningo ez qurbana we bim de birevin, min xilaskin.” Gur hêdî hêdî digihîştin min. Gund nêzik bû, navbera me da hinek mabû. Ez bêjim sed mêtro hûn bêjin du sed mêtro. Lê belê bûyereke ecêb hate serê min. Ez çi qasî nêzî gund dihatim, gund ewqasî dûra min diket. Ev çi ecêb bû nizanim. Min bala xwe dayê gur digîhijin min, min hespê xwe qamçî kir. Hespê min hespekî pirr baş bû. Li Xoçvanê qet hespek tune mîna hespê min. Qurbana hespê xwe bim, feqirê pirr xûda bû. Min li Erdehanê hespê xwe ne’l kiribû. Wexta gura da pey min, min hespê xwe çarnelkî ajot, hûn bawer bikin hespê min ewqasi çarnel revîya hemû ne’lên xwe avîtin. Li dîsa gurên har pey min dihatin. Hespê min ê şînboz êdî toyş neda, li ber revê hespê feqîr teqîya. Min dît çara revê tune; dora xwe mêzekir, li erdê agirek dît. Min hinekî yabanî (Xijik, kemre, sergîn) kom kir, agirekî mezin dada, hesinekî dirêj hilda kire nava êgir, hesin rind sor bû. Êdî gur jî nêzî min hatibûn û dora min civîyabûn. Kurekura gura guhê min dibirçû. Dîsa jî apê we netirsîya. Gur êgir ditirsîyan lema nêzî êgir nedihatin. Min hesinê sor dora xwe dizivirand û agir pirr gurr bûbû. Alafên êgir hemû der ronî dikir. Agirekî wusa sor û gurr bû ji ber wîya pûrtê gura kizirî. Bîhna pûrtê şewitî, li erdê bilind bû. Ez serê we neêşînim, paşê gur nikarîbûn êdî li ber wî agirê bisekinin, pûrtê wan ji dişewitî, mina gurîya kişîyan çûn. Xazan şewat gihiştibû çermê wan lema gelek gur revî revî xwe davetîn çem.
Apê Kalik dîsa şalê xwe yê deling qeliştî berbî wan dikir. “ kulo lawno lê vajî vire, lê binhêrin gurekî boz bû, diranê xwe avêt li vir, aha tam li vir . Xwedê min parast, diranê xwe negîhande goştê min, ger bigîhanda yê ningê min biqetanda.
Qet kesek gotinên Apê Kalik nedibirî. Xeberdana wî, her çiqasî vir be jî, xweş bû. Meselê baş li ser hevdu da dihanî. Lê belê dîsa jî hevalên wî nedixwastin pêncî gurî jî qebûl bikin. Ji ber kû êdî wan rojan hemû derên Xoçvanê pêncî gur nedihatin dîtinê.
“Belê Apê Kalik hurmeta min ji bo te geleke. Ez naxwazim te derewçî derxînim an jî ez nabêjim tu li hev tînî. Lê belê, Apê min gotin eyb nîbe, min dîsa bawer nekir. Ya kû ez zanim li van deran pêncî gur jî tunin. Tu jî dizanî gur her roj li van deran kêm dibin. Apê minê delal de tu we re qebûl bike li van deran pênce gur jî tunin.”
Êdî Apê Kalik gelekî hêrs bibû. “ Kulo kulê dêlikê! Tu çi zanî li van deran pêncî gur hene an tunin. Apê te dîtiye qet derewa nake. Ji bo xatirê hevalan ez du sed gurî daketim pencî gurî, de bila be, ji bo xatirê te ezê dakevim sî gurî. Belê min sî gur li Dûzê dîtin.”
Ez li Erdehan’ê dihatim û ewqasî derengî ketibûm min qet wesayîtek jî nedît. Paşê rê da kamyonek rîya Xasê da diçû, min destê xwe bilinkir, xwedê mêrik razî be, mala wî ava be; sekinî ez lê sîyar bûm. Roava em gihîştin Xasê. Şofêr got “xalo derenge tu nikarî herî gundê xwe were îşev bibe mevanê min, tu ê sibê bi ronkayî herî gundê xwe.“ Camêr pirr ber min gerîya lê belê min qebûl nekir. Belê, ez rêketim. Çemê Xasê derbasbûm. Bi kese dihatime gund. Wexta gîhîştime Dûzê, hê ji herqa Aşê Êlî derbas bûbûm, çi bibînim sî gur li ser mêrga mala Şalo mexel hatine. Agiro kî pifkire te. Ev çi bû gelo vana sêr bûn an na. Berê sifte hinekî tirsîyam, lê belê zû hatim serxwe, min got “ Kulo Celal tu mêr î, xwayê zar u zeça yî, tirs ji tera eyb e. Zu were serxwe.” Li ser wîya tu dibêjî qet tiştek nebûye, ez ketim riya xwe. Tiştekî ecêbmayî; qet gurekî tiştek nedikir. Qet yek cîhe xwe nedilivîyan. Usa xûya bû hemû ketibûne xewê.
Cînarê Apê Kalik pirsa wî birî û got “ Apo tu dibêjî hê ji ro çûye ava, li ser da jî dibêjî sî gur ji raketine, ev çawa dibe (ev çito şixul) ma gur wusa zû radikevin. Ger nava van da yek jî nobedariye bike, te hemûyan baş nihêrî, ger yek serpê be.”
Apê Kalik pirr hêrs bû “De îja ez çi zanim çima usa zû raketine. Dixwazî here wan bipirse, gelo çima hûn usa zû radikevin. Gur zû radikevin, dereng radikevin, çi ji te re kuro tule! Bi destûra te ez çîroka xwe bidomînim.”
Ez çi serê wê biêşînim, li ser vî halê ez şaş metel mam. Min biryar da herime nava gura. Usa xûya bû kû van gurana raneketine. Tiştek li nav vî şixulê hebû. Ez ûmîşa şêytîn bûm. Ningê min, min şunda dibirçûn, dilê min, min pêşta dibirçû. Ez çûm li nava gura. Ez çi vîra bikim pirr jî ditirsîyam. Ez çûm li nava gura. Li wî wextê birq weda û ewr kire gurinî. Bi dengê ewra re gur hemû rabûne serpê. Ez mehrûmê xwedê li nava gura da mam. Min destê xwe avîte erdê qamçî hilda. Qamçî kî pirr dirêj bû. Ez bêjim kunûtê wî pênc mêtro hûn bêjin deh mêtro. Wexta min qamçî bilindkir, erdê xist, gur hinekî tirsiyan. Min dixwast çavê wan bidim tirsandine û wana xwe dur bigrêm. Hîveron hebû. Hemû der baş dihate xanê. Min nihêrî çend mêtro dûrê min koxek heye. Ger min xwe biavîta wir. Lê belê gura dora min girtibûn, mecal nedidane min. Min xwast rêyekî vekim û lê derkevim. Şilî (baran) pirr dibarî erd bûbû herî. Pê ra ningê min şiqitî û ez ketime çelekî (bîrekî). Çel pirr kûr û tarî bû. Qet tiştek nedihate dîtinê. Paşê ningê min tiştekî ket. Tiştekî mîna hesina bû. Ez xwar bûm, destê xwe erdê gerand û ew tişta hat destê min. Çi bibînim. Ev çaxme ye. Min pêla nimra vêxistinê kir. Çaxme vêket. Hemû der ronî bû. Ez gelekî şabûn û gelekî jî birçî bûbûm. Ez ê bêjim lê belê hûnê bawêr nekin, tasek hewle li binê çelê hebû. Min şabûna nizanî bû çi bikira. Hewle hê ji germ bû. Xwedê re şukur, min zikê xwe jî têr kir. Paşê min got “Kulo Celal ziko têro, milo şêro, de milê xwe hilde li vî çelê derkeve.” Min dêna xwe da kindirek li çelê re daketiye min xwe li kindir girt û derketim serê çelê. Rîya min pirr dirêj bû, milên min bûbûn wekî dar; disa jî min kindir berneda. Ez bêjim seetekî hûn bêjin sê seeta. Dawîyê da derketim ser çelê. Min gurên har birakiribû lê belê ew dîsa benda min bûn. Min nare avît (carê qerîyam) bi tirsana hemû li meydanê revîyan û paşê min xwe gihande gund.
Li dikanê qet dengek dernediket. Her kesî devê xwe vekiribû, Apê Kalik guhdarî dikir. Ev çawa mesele ye. Ev çawa lihevanîn. Apê Kalik hemû kes mest kiribû. De tu were gundî dîsa jî ji ber xwe de digotin, é Apo sî gur jî pirin. Hinekî dîsa dakeve. Vê carê jî ji bo xatirê Mihemed, Îsa.
Wext dereng bû. Wexta rabûnê bû. Êdî Apê Kalik dawîya çîroka xwe anî û dikanê bi hêrs derket û çû.
” Kulo lawno kî ku bîst gura berjêr dakeve kurê bavê xwe nîne.”

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev