Lîstika turkî ya nû… û doza kurdî?

Lîstika turkî ya nû… û doza kurdî?
Yek ji danasînên siyasetê “hunera çespandina girîngiyane”. Wisa tê xuyakirin ku danerên siyaseta turkî ya niha di çespandina girîngiyan da wirya û şahreza ne; û di anîna tiştên girîngtir pêş tiştên girîng da û di anîna tiştên girîng pêş tiştên radeya duwem da jî hişyarin. Heger merc li ser hespekî girtibin û dibînin ku ew hesp lawaze, di her demekê da mercgirtina xwe diguhêrin.
Helbet, siyasetmedarên Turkan hespên girîng amade kiribûn ku vê mercgirtinê qezenc bikin û siwarê Turk (Erdogan) lê siwar bibe û bigihîne bajarê Şamê. Li wir – di pişt perdeyê da – her tiştî têxe destê xwe, û ji wir da zor û pestanê bibe ser Qahîreyê daku Misirê dîsa vegerîne pença hevpeymanên xwe Birayên Misilman, û heger Misir jî kete berîk û girîfana wî, ewê bibe serwerê (welatê Ereban), helbet ji bilî Îraqê ku wê bibe para Îranê, wek ku niha çêbûye.
Hespên mercgirtinê yê Turkiyayê Dewleta Îslamî (DAIŞ), Eniya Al Nusre û Dijberiya Sûrî Baath-Îslamî bûn. Dewleta Turkiyê ji bo van hespên xwe piştgiriya logîstîk di asteka gelek bilind da (çek, dirav, hotêlên pêncstêrkî, holên konferansan, piştgiriya siyasî, ragihandinî û hwd.) dida.  Arezûya Erdogan di pileya pêşîn da ew bû ku bakurê Sûriyayê têxe bin desthilata xwe, û ji wir xwe bigihîne qesra serokatiyê li Şamê; wek ku çawa di dema xwe da sultan Selîmê Yekem wisa kir, dema ku di şerê (Mêrg Dabiq) da li deşta Ezazê di sala 1516-an da dijî memalîkên Çerkezan biserket, û wisa rêya Helebê vebû û di pey ra ya Şamê jî heya ku giha Misirê, Cezîra Erebî û welatên bakurê Afrîka.
Lê belê hespên mercgirtinê yê Turkiyayê vê carê di nîvê rê da westiyan û nema dikarin pêşbirkê qezenc bikin. Tiştê ku bihna Turkiyê pir teng dike ewe ku têkçûna hespên wê bi sedema peydabûna hêzeka kurdî şervan û serborî bû li ser sînorê wê yî başûr, û hevpeymana Amerîka ya aşkere bi wê hêzê ra ye. Hên bi ser kul û derdên Turkiyê da vê hêza kurdî Rêveberiya Xweser jî li herêma Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye, û pêkhateka siyasî nerm bi navê Neteweya Demokrat aniye meydanê. Bi vî awayî hemû pêkhateyên neteweyî yên din jî li vê herêmê di nava vê rêveberiyê da civandine. Danerên siyaseta turkî ev tişt qet bawer nedikirin û hesab jêra nekiribûn.
Ji lew ra, niha Turkiyê bi vê guhartina şopa siyaseta xwe dostên xwe pêş dijminên xwe veciniqandin. Bi lez çûn peywendiyên xwe li gel Îsraîl û Rûsiyayê ji nû va sererast kirin wek gava pêşîn ji bo sererastkirina peywendiyan li gel Misir û Sûriyayê. Wek adeta wan, Erdogan û koma siyasî ya li dor wî, wê dest ji xêza sor (ku cihê Beşar El Esed di paşeroja Sûriyayê da nîne) berdin. Bi rêya Rûsiyayê û razîbûna Amerîka, û bi piştgiriya Saûdî Erebistan û Qeterê wê li gel Beşar El Esed dan û standinê bikin, û li hêla din li gel Îranê jî daku bigihînin peymaneka hevbeş di navbera Rêjîma Sûriya û Dijberiya Baath-Îslamî da. Ewê bi pisporî derhêneka tiyatroyî durist bikin ku herdu alî wek qezencdar derkevin, û di pey ra desthilatdarî û samanê li hev parvekin.
Bi her awayî li pêşiya Dijberiya Baath-Îslamî rêyeka din nîne ku ewê tenha tiştê Erdogan û koma wî li ser biryar didin, bipejirîne. Ew li gor Turkiyayê tenha destekin û ewê ji nû va lidarxistina peywendiyan di navbera Sûriya û Turkiyayê da pîroz bikin; wek ku çawa rêveberên Hemasê jî li Xezayê wisa kirin, dema ku Turkiyê peywendiyên xwe bi Îsraîl ra sererast kirin.
Dosyaya here pêşîn ku Turkiya wê bi sazûmana sûrî ya nû ra veke wê dosyaya kurdî be. Bi taybetî jî dosyaya Rêveberiya Xweser û (Hêzên Sûriya Demokratîk). Ewê hewl bide ku (peymana Adana) ku bi Sûriyayê ra sala 1998-an îmze kiribû ji nû va vejîne, û ewê hin bend û xalên din yên tûj li dijî Kurdan bi ser va zêde bike.
Çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan rizgar bibe!

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev