GUNDÊ VEGUHASTÎ

GUNDÊ VEGUHASTÎ
Ev serpêhatîya nivîskarê kurdan yê binavûdeng Nadoyê Xudo Maxmûdov derheqa gundên kurdan yên derdora çiyayê Elegezê û ronakbîrekî me yê di salên damezirandina qeydên Sovêtîyê li Ermenîstanê Xudoyê Miho da ne, ku bavê akademîkê navdar Şekroyê Xudoyê Mihoyî ye.

Têmûrê Xelîl ew ji ermenî wergerandîye kurdî û raberî we dike.
GUNDÊ VEGUHASTÎ

Nado Maxmûdov

Tîrmeha sala 1979an bû. 50 salîya sazkirina kolxozan temam dibû. Wê rojê berbangê, dema êdî ro derketibû û pencên xwe li her deran bela kiribû, lê ji taqeta wê royê der bû bûza serê çiyayê Elegezê qe na hinekî bihelîne. Ez ji Rewanê derketim û piştî riya weke sietekê ber min dîdema bedew ya çiyayê Elegezê xuya bû. Em ranêzîkayî gundê Camûşvana mezin (Elegezê) dikin. Gund teze ji xewa şîrin şîyar bûbû, û her yek bi karê xwe va mijûl bû, gavan miqatî li dewaran dikirin, şivan pezê xwe diçêrandin, berxvan jî berê berxan didane çol û bestan. Kêlendîkêş kêlendîyên xwe dabûne milê xwe, karê gîhadirûnê dikirin. Kolxoza gund da kar dikelîya.

Em nêzîkî mala hogirê xwe yê kevin Xudoyê Miho bûn. Ez dibêjim dostê minî kevin, çimkî dema berî gelek salan – sala 1928an ez çûm di gundê wan da kar bikim, mala pêşin, ku ez wê ra bûme nas, mala sedirê şêwra gund Xudoyê Miho bû. Ji wê rojê da bingehê dostanîya me hate danînê. Li hewşê tu kes tunebû, tenê seyê gampir ji dest nobedarîya şevê westîyabû û ketibû xewa hingorê. Me xewa wî teqisand. Ew ji dengê erebeya me veciniqî, ji cî hilqoşîya û hazir bû bibeze me, lê baş bû, Xudo ji mal derket. Ewî ser se kire qêrîn, se di ciyê xwe da ket. Ez ji erebê derketim, me hevdu hemêz kir. Ew di emir da mezin bû, lê ser xwe bû, çapik-çeleng karê xwe dikir û herdem ken li ber dêv bû.

Em bêjin, ku Xudo merivekî hezkirî û qedirbilind bû ne tenê gundê xwe da, lê li tevaya navçeyê. Û ev text-bext nîbû. Ji destpêka bingehdanîna qeydê Sovêtîyê ewî xwe bi temamî da karê pêşketina wê sazûmanê û qewînkirina wê, bi xurtî derkete dijî neyarên sibifî-çînî. Ew xwesma di dema daçêkirina gund ya bi cûrê sosîalîstîyê, herwiha bi şerê dijî wan kesan, ku derdikevin dijî riya ku Lênîn kivş kiribû û wisa jî di salên Şerê Wetenîyêyî Mezin da, dema lazim bû alîkarîya pêşenîya şêr bikin.

Pir e keda Xudo di karê şênkirina gund, pêşxistina kolxozê, hilanîna nexwendîtîyê û fêrkirina zaran di dibistanan da. Xwesma keçan, ji ber ku dê û bavên wan di salên pêşin yên qeydê Sovêtîyê da hewil didan keçên xwe neşînine dibistanê. Partîyê çi kar jî bisparta wî, wek serwêrê şêwra gund an sedirê kolxozê, an jî sêkrêtarê partîyê, ew bi êgintîya hinkûfî komûnîstan her karên xwe serketî dikir. Lema jî Xudo hilbijartin wek endamê komîtêya Navbendî ya Komara Fêdêratîv a Pişkavkazê. Belê, ew bi xebata xwe ya bêhempa ji alîyê hemûyan da dihate hezkirin û hurmeta wî pir hebû.

Mala Xudo yek ji malên gund yên mêvanhez bû. Derê wî herdem jî vekirîbû him bona nasan, him jî bona nenasan.

Bona dîrokê pêncî sal wek baûşkekê ye. Lê ew guhartinên ku li wî gundî qewimîbûn, meriv qet nikaribû di xewnan da jî bidîta. Gund him bi bengzê xwe va, him bi kar û barê xwe va ewqas guhêrîbû, ku nedihate naskirin. Ji malên ji herîyê çêkirî yên mînanî holikan tenê çend heb mabûn û wek ku Xudo got, ew jî bona bîranînê hîştine. Em bêjin, ku berê li vî gundî du otax hebûn, yek ya Xudo bû, yek jî ya Evdal bû.

Lê niha? Niha her malek di xanîyê ji kevirê tûfê çêkirî, bi banên bedew, bi demûdezgên navmalê yên nûjan da dijî.

Di gund da dibistana dehsale, nexweşxane, dermanxane, pirtûkxane, baxçê zara, karxaneya penêr, ku çiqlekî wezîreta senayê ye, postexaneya wezîreta pevgirêdanê, dikana tezeçêkirî û yên din hene.

Berî pêncî salan di gund da merivên bi xwendina bilind pir kêm bûn. Heta kesên bi xwendina orte jî ne zêda bûn. Lê îro tenê ji gundê Elegezê ji 80 kesî zêdetir kesên bi xwendina bilind derketine.

Xudo û Meyaneya jina wî dikarin kubar bin, ku bo welêt ewledên hêja dane. Pey firavînê ra em bi malxwê malê ra derketine nava gund. Me sohbet dikir, rojên buhurî bîr dianî û em derketine ser riya ku ji Rewanê ber bi Kîrovakanê diçe, ber pirê sekinîn.

-Belê, bi vê pirê ra him rojên xweş têne bîra merivan, him jî rojên reş,- Xudo got.

-Çawa,- bi ecêbmayî jê pirsî.

-Meha duduyan a buhara sala 1918an bû. Tirkên barbar Alêksandropol zevt kiribûn û bi şûr û mertal, bi cerd û talanan hatin gihîştine me. Çi zordestî, destdirêjayî, talan hebû wana anî serê milet. Me şeveke bi tirs û xof derbaz kir. Lê berbangê, di bin vê pirê me ecêbeke mezin dît: jin û keçên kezî hatibûn şuhurandin, meytê mêran perçe-perçe kiribûn… Lê ser û beratê wan xuya nedikir. Wana berê xwe dabû Rewanê, mînanî wehşan di rê da çi biketa ber destê wan, qir dikirin. Eger ermenîyên cînar û koma Cangîr axa nehatina hewara me, ez nizanim wê çi bihata serê me. Belê, meha duduyan ya bahara sala 1918an bû sala zulmê, qirê, talanê, lê meha dawî ya payîza sala 1920î bû meha şahîyê û bextewarîyê. Leşkerên taxbûra Ordîya Sor a 11an ji gêdûka Spîtakê berbi Rewanê dimeşîyan, bona herine hewara miletê ku rabûbû bona azadîya xwe biparêze. Û ber vê pirê milet leşkerên Sovyet bi nan û xwê, bi def û zurne pêşwazî kir. Me jî heta Aparanê ew verê kirin. Lema jî me navê Pira Şahîyê lê kirîye.

Ez û sohbetvanê xwe çûne çend gundan. Min ji çavên xwe bawer ne dikir dema di van gundên kurdan da ew veguhastinên mezin dîtin, ku berê di nava nexwendîtîyê, paşketinê û tarîyê da bûn. Rewşa gundîyên kolxozvan a aborî bi carekê va xweş bûye, gelek ronakbîrên bi xwendina orte û ya bilind peyda bûne. Dawî me seredana gundê Saxkahovîtê (berê navê gund Hecîxelîl bû) kir, ku navenda navçeyê ye. Li vira ji gundê berê tu tiştek nemaye. Niha bi kolanên xwe yên bi daran va xemilî, qîrkirî, bi xanîyên pirqatê, bi dibistanên navîn û ya sazbendîyê va ew bûye bajarokek, ku berpala çiyayê Elegezê pervedaye. Dema ez li gund digerîyam, lingên min bê hemdî min ez birime wê malikê, ku ez berî 53 salan lê mame. Ez ecêb mam, ku ew malik hetanî niha jî heye. Ew odeyeke weke 18 mêtrên çargoşe, bi pencereya biçûk, bi ban û erdê ji xwelîyê bû. Em bi pênc hevalan va li wir diman: sêkrêtarê komîtêya komsomolan ya navçeyê Srap Kosyan, ku berê paleyê dêpoya Lênînakanê bû, sedirê komîtêya batrakan ya navçeyê Nado Mxîtaryan, ku bi esilê xwe va ji Sasûnê bû, sêkrêtarê rêvebirîya navçeyê Sûrên Asatryan, serwêrê dibistana heftsale Zavên Grîgoryan.
Tevaya demûdezgên malê du karolya, maseyek, 3 kursî û sobeya hesinî bû. Bona ser karolya razên, dor hebû, yên din li erdê radizan. Wan salan di vê navenda navçeyê da ne xwerinxane hebû, ne jî firneya nên, me bi xwe xwerin çê dikir, xwerina me jî hêk, şîr, mast, penîr û kartol bû. Me gorî normayê ar distend, dida nanpêjan, ji me ra lêdixistin. Halê me ne tu hal bû. Lê em bextewar bûn, em şa bûn ku karê gulvedana jîyana nû dikin û bi hêvîya rojên pêş me va dijît.

Dawî li gera me hat. Ez û Xudo vegerîyane gundê wî. Ji mala wî hinekî dûr dewat hebû. Jin û keç bi wergirtina miletîyê, bi kincên rengoreng va ketibûne govendê. Em nêzîkî wan bûn. Min di zû da dewateke wisa xweş ne dîtibû.

-Şahî û şîn bi hev ra ketine vê malê,- Xudo got.

-Çima?- min dîsa zendegirtî jê pirsî.

-Ev dewat gerekê payîzê bûbûya. Lê malxwêyê malê piştî ku kurê xwe nîşan kir, nexweş ket. Halê wî roj ser rojê xirabtir dibû. Pêşî ew birine nexweşxaneya Aparanê. Piştî demekê ew birine Rewanê. Li wêderê gotibûn, ku nexweşîya wî nayê qenckirinê û paşda şandibûn. Niha bêtaqet di nav nivînan da ne. Bav texmîn kirîye, ku mirina wî nêzîk e, xwestibû di saxîya xwe da dengê def û zurneya dewata kurê xwe bibihê. ”Ez naxwezim bona mirina min dewat paşda bê êxistin”,- wî gotîye. Çiqas di ber da hatine, tu tişt derneketîye. Mecbûr daxweza wî pêk anîne.

Me dixwest bizanibûya rewşa nexweş çawan e. Em çûne malê. Li rex nexweş jina wî rûniştibû û bêdeng digirîya. Di hêsirên wê da şahî û derd tevlihev bûbûn. Jina wî dema çav li me ket, ji cî rabû.

Xudo nêzîkî nivînên wî bû û dey lê kir. Nexweş bi aweyekî ecêbmayî lê nihêrî, lê deng jê derneket. Xuya ye nas ne kir. Dîsa çavên wî hatine hev.

Wê demê dengê def û zurnê hate birînê.

-Çima dengê defê nayê?- nexweş weke ku ji wê dinyayê bi dengekî nimiz pirsî.

Te digot qey dengê def û zurnê hêz didane wî bona ber nexweşîyê ber xwe bide.

Li vê dewata han da bi rastî jî derd-kul û şahî tevlihev bûbûn. Wextê jihevdûrketinê min gotinên dilxweşkirinê gotin bona mêvanhizîyê û min berê xwe da bajêr. Qet di fikira min ra derbaz nedibû, ku ezê du salan şûnda behsa derheqa mirina Xudo da bibihêm û ezê dîsa herime Elegezê. Ev meseleya cimaeta kurdan çi xweş dibêje: ”Şêr dimire, çerm dimîne, mêr dimire, nav dimîne”.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev