Keremê Anqosî: Ez serê xwe qurban bikim bo azaya welatê xwe…

Weşana Keremê Anqosî ya nû “Welato”

Guhdarên delal, çendek pêşda li paytextê Gurcistanê – bajarê Tbîlîsîyê berevoka ŞÊR Û KURTEÇ’ÎRONGAN ya bi nave “W E L A T O” ya şaîr û rohilatnas, karmendê civakî yê naskirî, nivîskar, hevkarê radyoya Ronkayî ya Gurcistanê mamosta Keremê Anqosî ronayî dît. Di wê berevokê de helbestên welathiziyê û lîrîkîyê cî girtine. Danher wisa jî di kurteçîrongên xwe da derheqa pirsgirêkên heyî di warê parastina dîn-bawarîya ezdîyatiyê li nava civaka kurdên ezîdî da behs dike û her wiha wergerên wî yên helbestvan û nivîskarê gurc yên navdar jî li wê pirtûkê da cîwar bûne. Bawerîya min heye pirtûka “WELATO” wê bala xwendevanan bikişîne.

Keremê Anqosî, di 10ê cotmeha 1937an de li Tbîlîsîyê, di malbateke ji împeratoriya Osmanî koçkirî çêbûye. Dê û bavê wî weke hemû niştecihên kurdên êzîdî yên li Gurcistanê, ji ber komkujiyê ji Kurdistanê koçî sînorê Rûsan bûne û li Qafqasê belav bûne.

Keremê Anqosî pisporê rojhilatnasiyê û zimanê Kurdî ye. Xudanê gelek pirtûk û gotarên li ser dîrok, êtnografya, wêje, ziman, folklora Kurdan û dînê Ezdîyatiyê ye. Karmendekî êgin yê çandî û civakî ye. Di temamya jiyana xwe de ew weke nivîskar, rojnameger, mamoste, rêvebebir û serokê civata Kurdan gelek kar kiriye. Hîmdarê Radyoya Kurdî ya Gurcistanê ye, di 1978an vir ve karên weşana Kurdî di radyoyê hê jî li wir weke editor dixebite. Ew ji salên 1970î de serkêşê gelek çalakiyên civakî, polîtîk, çandî û perwerdehî ji bo hînbûna zimanê Kurdî, parastin û qebûlkirina mafên Kurdan weke netewên kêmjimar de xebitiye. Bi dehan broşûr, gotar û pirtûkên wî li ser erf-edet, rabûn-rûniştin, lêkolînên zanyarîyê, folklora kurdî hatine çap kirin. Di gelek rojname û pirtûkên kurdî de editorî û weşangerî kiriye.Vê demê mamosta Keremê Anqosî di gel malbeta xwe li bajarê Tbîlîsîyê dijî û kar dike.

Çawa Keremê Anqosî li pêşgotina pirtûkê de dide kivşê, ewî berhema xwe ya nû diyarî 75 saliya roja ji dêbûyîna xwe dike. Em mamosta Kerem bi weşana nû va bi dil û can bimbarek û pîroz dikin, serkeftinên mezin û temenê dirêj ji wî ra dixzwezin.

Cend helbest ji pirtûka Keremê Anqosî “Welato”.

WELATO
Welato, tu p’ir’ dûrî,
Dengê min nagîje te,
Xerîbiyê mam bê lûrî,
Derdê min k’ê bêje te.
Tu dûrî, ax, zor dûrî,
Sînor kirine ort’a me,
Dijmina r’ê ji me birî,
K’urdistan ma sonda me.
Ez digirîm, digirîm, digirîm,
Ji dûrbûna welatê xwe,
Serê xwe qurban bikim,
Azaya welatê xwe.
Xerîbiyê da p’adşa bim,
Çî min r’a ne ev diniya,
Welatê xwe şanebim,
Venexwim avên kaniya.
Welatê me K’urdistan,
Ciyê şêran û xweşmêran,
Îro maye bin destan,
K’af-k’ûn biye û wêran.
Ez digirîm, digirîm, digirîm,
Ji dûrbûna welatê xwe,
Serê xwe qurban bikim,
Azaya welatê xwe.
P’er-baskên min şikestîne,
Mame bê cî û mêrge,
H’eyîfa me wê hiltîne
Gerîle û pêşmerge.
Ji dûrî te ez sergêjim,
Xem bûne xelatên min,
Şev û r’oj her dibêjim:
„K’urdistan welatê min!“
Ez digirîm, digirîm, digirîm,
Ji dûrbûna welatê xwe,
Serê xwe qurban bikim,
Azaya welatê xwe.
T’bîlîsî, s. 2007.
HERNE PÊŞ
Herne pêş,
Bibine yek,
Mil bidine
Milê hev,
Sonda me K’urdistan,
Welatê aza.
Jor Xudê,
Jêr jî em
Pêşmergên k’urdan,
Her bijî, her bijî
Art’êşa k’urdan.
Canfîdên welêtin
Pêşmergên k’urdan,
Zêndûne Şehîdên
Azaya k’urdan.
Hêyî, k’urdino,
Xêrxwezno,
H’emû bibine yek,
Çi Kurmanc û Zaza,
Lorî û Soran.
R’ênga me
Her ewe
Azaya k’urdan,
Welat em xilaz kin
Ji destên dijminan.
Herne pêş,
Bibine yek,
Mil bidine
Milê hev,
Sonda me K’urdistan,
Welatê aza.
T’bîlîsî, s. 1980.
N E W R O Z
Sala t’ezeye îro,
Newroze, hayî newroze,
Sala t’ezeye îro,
E’yîda k’urdayî pîroze.
Newroze, hayî newroze,
Newroze, xweş newroze,
Newroze, hayî newroze,
Cejna k’urdayî pîroze.
Alava şoûrêşê
Bû agirê Newroze,
Gerîlên K’urdistanê
Şer dikin şêv û roje.
Newroz tîne baharê,
Ç’iya-baniya gul vedane,
Newrozê xweş te dengê
Azaya me k’urdane.
Newroze serê salê,
Şêmîka ber baharê,
Azaya K’urdistanê
Ji destê me tê dîharê.
Newroze, hayî newroze,
Newroze, xweş newroze,
Newroze, hayî newroze,
Cejna k’urdayî pîroze.

T’bîlîsî, Gurcistan. 1997

“RONKAYA” ME BAHARÎNE
(Diyarî bo berpirsiyara p’irsalî ya bernama radiyobelakirinê
bi zimanê k’urdî “Ronkayî” Bahara (Bêla) Sitûrkî).
Baqên gulên Baharîne,
Seda teye xweş şîrîne,
Bûne moriyên guharîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Weşanan xweş dibarîne,
“Ronkayî” tê her malîne,
Gel pê dibe omidîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Ser zarê te Baharîne,
Diniya biye maşoqîne,
Çendik wê bûn aşoqîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Dengê sura Baharîne,
Wek e’zmana h’evtrengîne,
Guhdar şagul h’eyîranîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Ew avaza Baharîne,
Ça bangîna berbangîne,
Bê şirîk û bê yarîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Saya dengê Baharîne,
Naz – nazika qudretîne,
“Ronkayî” bû e’yanîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Dîlên zarê Baharîne,
Guhdar dibên: “Hey canîne!”
Welêtin yan xerîbîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Ji levzê devê Baharîne,
Guhdar mane h’eyîranîne,
Serxumar û dilevîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Bengza teye Baharîne,
Ç’e’vên qaşe e’rebîne,
Ziman xweşik bilbilîne.
Her h’izreta dilêmîne.
Şivêta wê baharîne,
Ç’e’vên kilî cot zerîne,
Nazka bax’ê t’orkirîne.
Her h’izreta dilêmîne.
“Ronkaya” me Baharîne,
Xeber xweşin her k’urdîne,
Guhdar dibin jê razîne.
Her h’izreta dilêmîne.

T’bîlîsî. 03.01. 2011

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev