Çapa duyem ya “Bişirîna Şermînî ” a Dilawer Zeraq ji Weşanên Lîsê derket

Çapa duyem ya “Bişirîna Şermînî ” a Dilawer Zeraq ji Weşanên Lîsê derket
Bişirîna Şermînî, pirtûka duyem a çîrokan a Dilawer Zeraq e.

Dilawer Zeraq, di vê pirtûkê de, bala xwe biriye ser êş û pirsgirêk û awayê jiyana jinên Kurd ku di seqa û kawdaneke şerî û têkoşînê de dijîn. Û bi vê re jî, bi awirekî hûrger û bi çavekî dîtir li ser sedem û hebûna van êş û pirsgirêkan sekiniye.

Dilawer Zeraq, çîrokên di vê pirtûkê de, bi zimanekî sade û rewan honaye. Û çîrokên di vê pirtûkê de, ji çîrokên di nav hev de û bi awayekî hevdemî hatine honandin û vegotin, pêk tê.

Bişirîna Şermînî, Dilawer Zeraq,çîrok, 76 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed
ISBN:978-605-9014-77-9

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev