Jinên kurd – xanimên Rojê (lêkolîn) -2

Jinên kurd – xanimên Rojê (lêkolîn) -2
Mizgîn Hesko
* Jina kurd û huner

Hîna ji mêj ve, piraniya jinên kurd û bi awayekî hunerî ciwan tayişik û kulav çêdkirin. Hirî bi teşiyê ve dikirin û rîs dirêsandin, ji wî rîsî gore, kenze û kumên zarokan saz dikirin. Tentene, rûyên livînan û neqşên ciwan li ser dineqişandin mîna kulîlkan, belgên daran, û hin motîvên xuro kurdî mîna Şahmaran û Gulfiroş.

Ji tevnê cilkên nimêjê û merşik çêdikirin. Ewan xaniman morîkên rengorengo bi çarikan ve dikirin, cil û bergên bûkan ku piraniya wan ji karê destî bû amade dikirin. Berîk saz dikirin û ew bi dîwaran ve dikirin û di wan berîkan de, derman, ta û derzî û hûremûrên malê diparastin.

Hin jin jî hebûn ku bi hunermendiyeke pir bilind ji çuqliyên daran hêlanên bedew û dergûş û landikên zarokan di`afirandin, herweha wan jinên şox û şeng zembîl û selik dixemilandin.
Hêjayî gotinê ye ku heman jinên kurd di dema mijûlbûna xwe bi hunerê ve, bi karên destan ve, helbest, dîlok, heyranok û lawik diristin.
* Jina kurd û hunera stranê
Bê guman em nifşê nûhatî bi şîrê berê wan dayikan firşik bûne, ew dayik û jinên ku di dema pêkanîna hemû karên xwe yê malê distrandin, bê westan di ber xwe de bi zimanekî kurdî sade û şêrîn dinehwirandin, bi peyv û beytên resen her gav em di himbêzên xwe de dilorandin.

Belê dûbare dibêjim: tiştek ji ber xwe ve nehatiye…!?

Belê rast e ku ew heyranok, lawijok, destanên evînê bi dengê mêran hatiye bihîstin, lê ez bi xwe wê yekê napejirînim ku ew rist ne ristên jinan bin.

Eger em bi kûrbînî bala xwe bidinê, em ê li rasta wê rastiyê bên, civaka kurdî dagirtî evîn bû, di dîlan û zemawendan de, keç û xortan, jin û mêran bi destê hev digirtin û govend û dîlan dihejandin, ango civaka kurdî qet ne mîna civakên liderdora miletê kurd bûn, ji ereban, ji farisan û ji tirkan ku bi xwe ew dagîrkerên kurdan bûn.

Di demsalên çinînê de, jin û mêran peyîzok û sirûdên tov bi hev re digotin, yan jî li hev vedgerandin, keç û kurên kurd û li piraniya gundan bi hev re dilîstin, diçûn û dihatin.

Bi wateyeke din civaka kurdî civakeke têkildar û vekirî bû, jinan helbest diristin û mêran ew rist bi awaz dikirin û stran digotin, dibe ji ber sedemên şermkirinê ku jina kurd hinekî şermok e, ew ê ji ber wan stran û dîlokên hişkere, sade û bedew fedî dikir.

Li ba kurdan û di stranan de pir bejna jinê, bedewiya can û cesedê wê tê vegotin, sîngên mîna pirteqalên yafayê, sîng û berên mîna mircan û sedefan, bejna rîhanî û sêvên meletiyayî û hwd.

Jina kurd sipehîtî û bedewiya laşê xwe bi hemû cureyên mêweyan lihevtanî û badida. Li vir em carcarna li rasta evîneke qedexe û pîroz tên, li rasta fantaziyê û xeyalan jî dibin, ev fantazî carna jî dîmeneke ne erênî ye, dê pir xweştir bana ku wê pesnê jîrbûn û aqilmendiya xwe bidana, dema ku em keçên ciwan û nûhatî bûn, me car carna ji wan ristan şerm dikir, çimkî ew pir vekirî û bê sansor bûn, pêde diçû ta radeya ku carna jî nerîneke nêgatîv nîgar dikir.

Xirabo, Xelîlê Xazî, Besna Xelîl, Zembîlfiroş, Lawikê Metînî, Bavê Seyro xweş mînak in.
Pir balkêş e, eger em bala xwe bidinê, em ê bibînin ku di piraniya wan stran û lawijok û heyranokan de xaleke hevbeş heye, ew jî ku piraniya jinên kurd û eger miradê wan bi evîndarê dilan nebû, êdî mirinê dipejirînin, yan jî ewên mêran li xwe heram bikin…!

Pir seyr û balkêş e, di hemû destanên evînîniyê de, mîna Memê Alan, Mem û Zînê, Ferhad û Şêrîn û hwd. evîneke bi şewat, diltezîn hebû.
Erê bala xwe bidinê û ez vê yekê tekez dikin, pêdivî bi lêkolînê nîne, strana şînê ku dayikên me bi barîna hêsiran re digotin, ji incam û afrandina jinê ye.

Her kes dizane ku ji sincên mêrên kurd e, ku nabe ew bigrî û di şînan de binehwirîne û bavêje ser kesê wexerkirî, ta ku ew kes kezeba wî be. Li vir em neçar dibin ku mukur bên û vê rastiyê bipejirînin, jinên kurd bi hostayetî kezeba xwe di şînan de hînik dikirin û ne ku çi dihat ber devên wan digotin, belê bi zanebûn, ji kedera dilî re diristin, bi kêş û rêzbend hevokên xwe dihûnandin.

Hin jin hebûn ku bi dengê xwe yê nerm û zelal naskirî bûn û hin bi lihevanîna ristên xwe ya hunerî navdar bûn.
Jinên kurd û hin riweşt û adet
Piraniya kurdan îro bawermendên ola Islamê ne, lê piraniya dayikên me bi kurdî nimêj dikirin û rojî digirtin, wan jinan pir rêz didan çarşemba reş, di wê rojê de cil ne dişoştin, ne jî serê zarokên xwe, tu karên giran nedikirin. Çarşem li ba wan pir bi saw bû, lê wan dîroka wê rojê nedizanîbûn ku ew bi xwe girêdayî ola êzîdiyan bû, dibêjin di wê çarşemê de Xwedan yan jî Êzdan avakirina kewnê bi dawî anîbû, piştî ku Adem û Hewa dan afirandin, ji lewra li ba êzdiyên kurd çarşemba pêşî ji meha nîsanê roja cejna sersalê ye, nabe mirov tê de karan bike.
Dayikên me û nemaze yên rojavayî Kurdistanê herêma Cezîrê, gelek car bi Qur` anê, bi Încîlê, bi Tewratê û bi Tawisî Melek sûnd dixwarin. Ev sûnd di heman demê de, yan jî sûnda bi Muhemed, bi Issa û Mûsa, min ev yek li ba dayîka xwe jî dîtibû.
Jinen kurd ji çavan ditirsan ku bi zarokên wan ve bidin, yan ji hasûdiyê ku mala wan berbi xwe ve bibe, ji lewra wan nifişt li ba şêx û mellan didan çêkirin da ku zarok û malên wan biparêzin.
Çavşînik û şînok bi landik û malan ve dikirin.
Herweha wan baweriya xwe bi cinan tanîn, li fêlbazan û remilzanan guhdarî dikirin, dixwestin ku paşerojê binasin, aya dê çi bibe.
Li ba me, û ez vê yekê tekez dikim, guneh bû ku jin cilên reş li bejna xwe kin, çimkî ew nîşana ne xêrê bû, ji lewra piraniya dayikên me kiras û xiftanên rengîn li xwe dikirin û piraniya caran wan dayîkan xwe bi cilên xwe yên buha paye dikirin.
Berî bîst salan, kiras û xiftanên dayikên me dagirtî kulîlkên rengo rengo bûn, herweha livînên malê jî, evê yekê geşbînî û dilxweşî li derdorê çêdikir.
Di sala 2010an de, yekem car bû ku min serdana welatê xwe kir, êdî cilên wan dayikan bêhtir reş bûn, wan digotin ku reş hem kubar e, hem jî sezayî temenê wanî mezin e.
Mixabin rêjeya keçên kurd, yên ku Hicab li xwe kiribûn jî pir bilind bû, wan keçan mixabin lasyî keçên ereb dikirin. Bi dîtina min cil û bergên me kurdan ne pir vekirî ne, eger kurd bixwazin xwe ji ber sedemên olî biparêzin, bila ew cilên dayikên xwe li bejna xwe kin, ev bi rûmettir e.
Her kes dizane ku ji moralê jina kurd bû, her çendîn zîrek bana jî, ku gotina malê ya dawî ya mêr bû, jina kurd hevjînê xwe kêm nedikir, rê didayê ku biryara dawî, axaftina dawî a wî be.
Jinê her timî xwe bi bavê xwe yê navdar, yan bi birayê xwe yê dilpak û zana, bi kurê xwe yê xwendevan didît, xwe bi wan paye dikir. Lew em dizanin ku ne rast e jî, lê wê xwe amade didît ku serê kurê xwe li ber xalê wî deyne.
Ango, jina kurd û bi mebest li hember mêr tevdigeriya mîna ku ew mîrê mîran be. Min ev yek di malbata xwe de dîtibû û di piraniya malbatên herêma Cezîrê de. Lê wekî ku min li jor anîye ziman, ev ê tevgerê ciyê jinê kêm nedikir, belê ew di çavê civaka li derdorê bêhtir mezin û birûmet dibû.
Jina kurd li hemberî civakê dengê xwe bilind nedikir, eger keniya ba, bi hêdî û hêminî dikenîya. Gelek caran dayikan di civakê de pêsîrê xwe derdixistin û şîr didane zarokên xwe, lê van salên dawî, êdî ev adet kêm bû û bi min weha baştir bû.
Dayikên me ji paqijiya malê hez dikirin û jina paqij û mala wê pak, ciyê dilxweşiyê bû….her roj wan xaniman…mala xwe didan hev, karê îro nedispartin roja din. Piraniya rojan, yan jî her roj diviya bû ku firavîneke gerim bê çêkirin, û wan kotilk, pel ûaprax, şamborek, şorba nîsik, savar, goştê berxan, yê elokan û dîkan amade dikirin û ji sincên xanimên kurd ku pir dilovan bûn û xwarin didan belengazên nêzîkî xwe.
Herweha ji xwarinên ku wan amade dikirin – simid, petatê qelandî yan kelandî, şorba şîr, hemû cureyên tirşikê ji ya petata, fasoliya, bamiya û hwd.
* Di derbarê Jina kurd de hin nêrîn
Krîstîna Allîson (kurdzan)
Ew li ser rewşa jinê di`axife û dibêje:
Ji ber ku piraniya caran mêr di zîndanê de ye, yan jî pêşmerge ye, yan jî şehîd û pakrewan e, jina kurd xwedan roleke balkêş e, di gel ragihandina teybetmendiya nerîna xwe ji xelkê re û herweha di gel vejandina hestê netewî li ba nifşên nûhatî.
Xanim Allîson weha jî dibêje:
Li ba kurdan, helbesta gelêrî ji afrandina mêr û jinê ye, mirov dikare hin jinan bibîne ku ew afrêner in, romannivîs in û destanbêj in mîna Kelha Dimdimê, Mem û Zîn û Zembîlfiroş. Belê di hin civakan de cudahî heye di navbera deqê mêr û jinê, lê ev yek di çanda kurdî de nîne.
Basil Nikitin
Di pirtûka xwe ya bi navê Tîpînî li ser kurdan de dibêje:
Mêrê kurd meyldarê anîna jineke bi tenê ye, jina wî di hundirê malê de xwedan hêz û rol e. Dema ku mêr ne li mal be, jin bi xêrhatina mêvanan dike û bi azadî bi wan re dide û distîne.
Ew ne mîna misilmanên din in, bê hicab in, zewac piştî evînê tê û piştî ku herdu alî hev baş nasbikin.
Micer Sone:
Rêzdar Son tîne ziman ku gelek caran jina kurd bi xêrhatina wî kiriye, ew bi nan û xwarin kiriye, bi min re di`axifî, tevî ku mêr ne li mal bû.
Vladimîr Mînorskî, mamosteyê Zankoya Londonê:
Jinên kurd bê hicab in, di civatê de cî digrin, ji xwe bawer û bê şerm guftugoyê bi mêran re dikin.
Bi herhalî, me hinekî xwest em nerîna biyaniyan di debarê jinê de binasin, tekez pir agahiyên din hene, lê me divê ku ji her hêlekê ve, hinekî wê bişopînin.
Em dikarin bibêjin ku nerîna biyaniyan di derbarê jina kurd de, nerînek pozîtîv û erênî ye, ev ciyê dilxeweşî û hêviyê ye. Ez vê yekê dibêjim ne ku jineke kurd im, na, lê ev nîşaneke pîroz e, dide diyarkirin ku jin dikare xwe bide pêş û eger derfet di destê wê de hebin û dergeh bên vekirin, ew amade ye ku birêvebiriya siyasî bike. Ma çima na…?
Jina ku bikaribe çek û rextan hilgire û di çiyayên bilind de şerê neyaran bike, heman jin dikare bibe serok û birêvebir, dikare di ciyê biryardanê de xwedan rol û biryar be. Divê jin rê nede mêran ku wê mîna perwazeke pûç û vala bixebitînin û bi hebûna wê li hin cihan, rûyê mêr û partiyên siyasî bixemilîne.
*Ji jinên kurd yên navdar
Adila Xanim Helebçayî.
Adila… jina paşayê êla Caf e, di sala 1909- an de ew bû seroka êlê, du malên mezin li Helebçayê mîna yê aristokratên Parîsê dan avakirin, herweha ew ê baxçe çandin û xemilandin, bazar da çêkirin, Jihû anîn da ku mufayê bidin wan û Helebçayê geş û xweş bikin. Adila Xanim ji tirkan hez nedikir, ji lewra ew ê zimanê tirkî qedexekir û li şûn rê da farisî.
Belê hêjayî gotinê ye ku Xanim Adile ji ber birêvebiriya xwe ya zîrek ji Îngilîzan mêdalya wergirt.
Xensa Îbrahîm Paşa Millî
Xwîşka serokê êla Xelcana ye, yê bi nasnavê birayê Zerka tête nasîn. Ew ê piştî mirina hevjînê xwe sala 1908 serokatiya êla mezin ya Mellan kiriye û ji sultan Ebdul Hamîd tîtûla paşatiyê wergirt.
Hikmet Xan Zada Sultan
Li Herîr û Soranê, 10000 pêşmergeyên wê yên peya û bi tifing hebûn û herweha 10000 din yên siwar bi tîr û kevan hebûn.
Hikmet Xan di dema şer de cilên reş yên mêran li xwe dikirin û şerê Îranê dikir. Hikmet xan pir keleh dan avakirin û ta îro kelha Xanzada Soran naskirî ye.
Mayan xatûn
Dema ku hevjînê wê mir, kurê wê 13 salî bû, ji lewra ew bû serok, da ku êzdiyan biparêze, peyman bi Osmaniyan û paşê bi Îngilîzan re dan îmzekirin.
Hefsa xan Neqîb
Yekemîn jina kurd e ku têkilî bi hin komelyên cîhanê re çêkirin û sala 1930, yadestnameyek ji komîta Miletên Yekbûyî re rêkir û tê de doza mafên kurdan kir.
Ew jina şêx Abdul Qadir e, birayê şêx Mehmûdê Hefîd, mala xwe li Suleymaniyê xiste dibistan da ku jinên kurd tê de perwerde bibin.
Mestûre Erdelanî yan jî Mah Şeref xanim Kurdistanî
Jina mîr Xisro xan bû, ku zû çû ber dilovaniya xwedan, ev yek dilê Mestûre pir hejand, rabû helbest li ser hezkiriyê xwe yê bê mirad Xisro xan nivîsîn.
Tê gotin ku 3000 malikên wê bi kurdî, goranî hene û 20 000 malik bi farisî jî hene.
Ew yekemîn jin bû ku di rojhilata navîn de dîrok nivîsandiye… Dîroka Erdelanê.
*Ji astengên ku jina kurd li rastî wan dibe
1. Nebûna derfetên xwendinê, nemaze yên xwendina zanîngehan ku rê bêtir li ber mêrên kurd vekiriye, ji sedemên vê yekê alûziya rewşa aborî yan malbatan, herwiha hişê paşketî ku keç kêmî kur tê dîtin.
2. Zewaca bi darê zorê ku hîn li hin deverên Kurdistanê keçên kurd li rastî tên.
3. Adetên hin malbet û êlan ji heyrandinê û berdêlî ku jin bê vîn û daxwaza xwe dibe qurbana wan adetên tund dibe.
4. Zewaca zû, ku piraniya caran keç kêmî 18 dibe gepa devê mêrê nezan û temen mezin.
5. Sunetkirina keçan ku mixabin hîn li ba hin êlan bi dilsarî li dijî jinan tê kirin.
6. Destdirêjî ku bi dawî nabe û hin keç bi temenê herî piçûk li rasta wê tên.
7. Karê zarokan, ku ji ber rewşa malbatê zarokên ciwan tên xebitandin, îro li mêtropolên hin welatên rojhilat, keçên kurd jî ji bo debara nan û dermanê bav yan dê dikin.
8. Bikaranîna madeyên hişbir ku bi mebest hêdî, hêdî dijmin wan derbasî nav keç û kurên kurd dike.
9. Xwekuştin, ku mixabin her sal li seranserî her çar parçeyên Kurdistanê dibe, keçên kurd ji ber evînê yan ji ber hin astengiyan jiyana xwe bi destê xwe dibin. carna jî xwe disohtînin.
10. Kuştina bi navê namûsê ku qaşo li ba me kurdan jin namûsa mêr e, çi ew mêr bav be, yan bira be, yan pismam be yan hevjîn be. Eger jin ne namûsa xwe be û xwe naparêze, dêmek wê gavê ew namûsa kesekî nîn e..!
11. Zewaca bêhtirî ji jinekê; li hin deveran mêr çar jinan tînin, li vir mufayê ji zagonên olî dikin, da ku ew diyarde rawest e, pêdivî bi yasa û zagonên şaristanî û bilindkirina hişê civakê heye.
Mixabin li vir ez ê vê lêkolînê bi dawî bikim, dilê min bi lêkolîneke zanistî berfereh û kûr hebû, lê mixabin nebûna jêderan ez bê bask kirim.
Nebûna dewletê, nebûna jêderan e.
Têbînî:
* Ji jinên navdar min hema çend nav anîn, eger em li dîrokê vegerin em ê bibînin ku pir jinên din yên navdar hene.
*Mixabin ez bi tenê 18 salan li welat jiya me, lê bi herhalî min dikarîbû li bîreweriya xwe vegerim û jê hin agahiyan werbigrim û li vir binvîsim.
(beşa pêşin a vê gotarê li vir bixwînin: http://www.riataza.kz/#!Jinên-kurd-–-xanimên-Rojê-lêkolîn-1/dkjsc/577aac7b0cf23a71a161b7d4 )

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev