Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

DÊRSIM: welatê zef tê bihîstin û kêm tê nasîn

DÊRSIM: welatê zef tê bihîstin û kêm tê nasîn
Andranîk bi ermenî nivîsî, Têmûrê Xelîl wergerande kurmancî, Roşan Lezgîn ji kurmancî wergerande dimilî
Murad Celalî

Hinek mijar hene ku di derheqê wê de nivîsandin ji bo mirov pir bi zehmet e. Dêrsim jî yek ji wan mijaran e. Lewra heya nika li ser Dêrsimê, dîrok û niştecihên wê, bîr û bawerîyên gelê wê, serhildan û cudahiyên wê -yên ku li tu derên dinê peyda nabin- pir hatiye nivîsîn. Lêbelê him gelekî zêde qala wê hatîye kirin, tê kirin û him jî bi qasî wê kêm û xelet tê nasîn. Loma nivîsîna li ser Dêrsimê zehmet e, lê lazim e.

Dêrsim di erdnîgarîya Kurdistanê de herêmeke pir girîng e. Lewra him bi çîya û çemên xwe, bi gelî û newalên xwe ve, him bi bîr û bawerîya xwe ve û him jî bi zaravayê xwe Kirmanckî ve ji wan herêmên dinê yên Kurdistanê vediqete. Herweha bi berxwedan û serhildanên xwe ve herdem di dilê hêzên dagirker de bûye kuleke xedar, hê jî şopa wê kulê tê xuyanê.

Di vê nivîsê de emê qala van tiştan nekin. Egera ku bû baîs ev nivîsa were nivîsîn pirtûka Andranîkê Ermenî ye ku piştî ku ev camêr di sala 1888an de li Dêrsimê gerîyaye, ketiye nav gelê Kurd, li çîya û banîyên wê gerîyaye, di derheqê bîr û bawerî, edet, jîyan û çanda mirovên heremê de agahî berhev kiriye û ev agahîyên bi dest xistine nivîsîne û li Tiflîsê di sala 1900an de di nav Yekîtîya Weşanxaneyên Ermenîyan de bi navê “Dêrsim, Çanaparbordûtyûn Yêv Aşxarhagrûtyûn” wekî pirtûk daye çapkirin.

SMLXL

Bi qasî ku em ji pêşgotina pirtûkê jî fêm dikin, ev berhem bi Ermenîkîya kevn hatîye nivîsîn û du caran hatîye çapkirin. Di sala 2010an de Mamoste Malmisanîj ev bi alîkarîya camêrekî bi navê Serdar Uçar bi dest xistîye û daye Têmûrê Xelîl. Pêşîyên Têmûrê Xelîl Kurdên ji herêma Serhedê ne û wî di derbarê zimanê Kurdî de gelek xebatên hêja kirine û hê jî van xebatên xwe berdewam dike. A Têmûrê Xelîl ev berhema ji Ermenîkîya kevn wergerandîye Kurmancî. Ev wergera wî di nav Weşanên Dengê de derçûye.[1] Hêjayî gotinê ye, ku piştî wergera wî kesên binavûdeng wek Kemal Burkay û Malmîsanij redaktorî li wergerê kirine.

Piştî wê Roşan Lezgîn ew pirtûk ji Kurmancî wergerandîye Kirmanckî û Weşanxaneya Vateyê çap kiriye.[2] Bi rastî Roşan Lezgîn bi xebatên xwe yên di warê ziman de xwedî kedeke gelekî mezin e. Li ser înternetê bi malpera xwe www.zazakî.net ê ve karekî pir kêrhatî dike. Herweha tenê bi qada sanal nasekine, bi kovara Şewçila ku du mehan carekê derdikeve û rojnameya panzdeh rojan carekê derdikeve Newepelê ve jî valahîyeke mezin dadigire. Bi saya van weşanan gelê Kurd bi wêjeya bi vî zaravayî jî dihese. Bi rastî ez bi saya van weşanan hînî Kirmanckî bûm û hê jî hîn dibim. A ev wergera em qala wê dikin jî beşek ji van xebatan e.

Pirtûka bi navê Dêrsimê hatîye weşandin ji 160 rûpelan pêk tê. Wergêr beşa naverok û îndeksa navan li pirtûkê zêde kiriye. Evna di çapa Kurmancî de tunene. Herweha navên taybetê bi Kurdî û Ermenîkî yê bajar, war, çîya û çeman bi îtalîk hatine nivîsîn. Ev ji bo muqayesa navên îro û wê demê gelekî kêrhatî ye. Herweha hinek peyvên Tirkî yên wekî jimaran jî bi vî qaydî hatine kifşkirin. Bi vî tehrî meriv dibîne ku wê hingê jî milet dema qala tarîx û temenê xwe dikir, jimarên Tirkî bi kar dianî. Ev edet hê îro jî di nav kalên me Kurdan de heye. Pirtûk du beş e, di beşa pêşîn de nivîskar qala gera xwe ya li Dêrsimê dike û di beşa duduyan de jî bi giştî qala Dêrsimê dike.

Ji bo mirov di derheqê rabirdûya Kurdan û cînarên wanê li herêma Dêrsimê jîyane bizanibe, ev pirtûk gelekî baş e. Lewra dema meriv vê pirtûkê dixwîne hema hema mirov bi giştî di derheqê hemû babetên jîyanê de dibe xwedî fikir. Lewra Andranîk bi rêberîya hevalên xwe, -car caran dibêje di nav van rêberan de merivên wî jî hene- çi Kurd û çi jî Ermenî dikeve nav her kesî. Ji nêz ve, bi çavê xwe dibe şahidê jîyana wan, ji devê wan bawerî û dîroka wan hîn dibe. Li ser awayê jîyan û çanda wan bi xwe tesbîtan dike û li ser wan şîroveyên xwe rêz dike. Herweha gelê wir, Kurd û Ermenîyan bi gelên herêmên din re muqayese dike. Carna tu lê dinihêrî pesnê wan dide û carna jî rexna li wan dike.

Bi rastî gava min ev pirtûk xwend -divê ez vê jî bibêjim, min ya Kirmanckî xwend- hema ez dikarim bêjim ji bo min mîna romanekê hat. Lewra di vê rêwîtîya xwe de Andranîk rastî gelek şeran hatîye, rêya wî hatîye birîn, hatîye şêlandin, wî bi xwe jî anîye ew kesên rêbir xapandine, bi vî qaydî ji destê wan filitîye. Bi rastî jî nivîskar di derheqê exlaq, perwerde, mîmarî û têkilîya gelên Dêrsimê nirxandinên girîng kirine.

Dema qala çanda Ermenîyên Dêrsimê dike, tu dibêjî hema ev Kurd in. Bo mînak dibêje ku di nav wan de bûkên nû dema teze tên sîwarkirin û tên mala mêrê xwe, ji xesî û xezûrên xwe re bûktîyê dikin, ango xebernadin. Gava min ev xwend, bi rastî ji bo min pir balkêş hat. Lewra ev edeta hê nika jî di nav Kurdên me de heye. Nika dîya min bi xwe pêncî salî ye û hê ji kalkê min re bûktîyê dike. Herweha jinapa min ji tîyê xwe, ango ji bavê min re bûktîyê dike. Ez nizanim gelo nika di nav Ermenîyan de ev edeta maye û yan nemaye. Lê hê di nav Kurdan de heye. Wekî vê hê gelek tiştên din hene.

Jixwe tiştekî asayî ye cînar têkevine ber bandora hevdu, ji edet û bawerîyên hevdu hildin. Lêbelê ez nizanim gelo kîjan miletî ev edet -ku bi min edeteke betal e- ji kê hildaye.

Herweha dema meriv vê gernameyê dixwîne, meriv dibîne ku ji alîyê bîr û bawerîyê ve jî ev herdu milet gelekî hevdu çûne. Ango li gor gotina wî Kurdên Dêrsimê dêrên Ermenîyan wekî zîyaret û cîyên pîroz dibînin. Heta hinek Kurd di dema tengasîyan de diçin xwe diavêjine wan deran. Li wir lava û dua dikin.

Tiştekî melum e Kurd û Fille bi sedsalan li gel hevdu jîyane, ev pirtûk ji bo meriv çawanîya vê têkilîyê bizanibe berhemeke baş e. Heta li gor ku nivîskar dibêje, di nav daristanekê de rastî komek Kurd hatine, ji bo wan bitirsînin xwe wekî Osmanî nîşandane, lê gava ku dîtine Kurd ji Osmanîyan hez nakin, wan wekî neyar dibînin, lewma yê xirabîyekê bi wan bikin, wê çaxê xwe bi Ermenîtîyê ji destê wan xilas kirine. Û hê gelek tiştên din, ji bo dîtina van divê mirov vê berhemê bixwîne.

 Lê bi mercekî, divê mirov ji binî ve bawerîya xwe bi xebatên bi vî rengî ji destê xerîban derketine neyne. Lewra endamên dêran, rojhilatnasên Xaçparêz, xebatkarên şirketên bazirganî û nûnerên dewletên Ewropî bi sedsalan xebatkarên xwe şandine nav gelên herêmên wekî Kurdistan, Afrîqa, Hindistan û gelek deverên din. Ev endamên wan hatine nav ketine wan gelê niştecih, li wir fêrî zimanê wan bûne, li ser bîr û bawerîyên wan lêkolîn kirine, di derheqê dewlemendî û kêmasîyên wan de bûne xwedî melumat, paşê di derbarê van xebatên xwe de gelek rapor û berhem amade kirine. Dû re jî ev xebatên xwe ji bo armanên xwe û berjewendiya rêxistin û dewletên xwe emilandine. Bi rastî ji hêla din ve saya xebatên wan gelek berhemên edebî, dîrokî, dînî û çandî ji windabûnê filitîne û di pirtûkxaneyên biyanîyan tên parastin.

Lêbelê rastiyeke din jî heye, gotî meriv haj bi wê jî hebe; gava ev xebatana hatine kirin, pirî caran ji edaletê dûr ketine, nirxandin û şîroveyên wan ji rastîyê dûr ketine. Bi helwesta orîêntalîstan bûyer nirxandine. Bi çavekî ku ew mirov û gel namzedê bişaftin û xapandinê ne li wan nihêrîne. Lewra li gor wan ev kesana hov in, -car caran di vê pirtûkê de jî em rastî vê peyvê û nêrînê tên- loma divê bên perwerdekirin. Ango dema bişibine rojavayîyan dê bibine medenî û pêşketî!

Ji ber vê gava Andranîk qala gundên Ermenîyan dike dibêje, hema hema li hemû gundên wan dêr û dibistan heye, li gundê dêr tunebe jî keşîş çend hefteyan carekê tê şîretan li wan dike. Lê gundên Kurdan him bi asta perwerdeya xwe ji wan kêm in û him jî bi pergala gund û malê xwe ve. Ji xêncî vê meriv di pirtûkê de car carna rastî nakokîyan jî tê.

Lêbelê evna hemû dîsa girîngîya vê pirtûkê kêm nakin. Lewra heke ev xerîb û rojhilatî nebûna emê ji gelek agahîyên li ser çand, welat, wêje, bawerî û zimanê gelên Dêrsimê bêpar bimana.
[1] Andranîk, Dêrsim, Rêwîtî û Erdnîgarî, Wergêr: Têmûrê Xelîl, Weşanên Deng, Diyaberkir, 2009.
[2] Andranîk, Dêrsim, Raywanî û Cografya, Çarnayox: Roşan Lezgîn, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2010.

Derheqa nivîskar da

Murad Celalî

Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Îdirê qedandiye. Di sala 2003yan de ji beşa Dîrokê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye. Ji beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê mezûn bûye.

Qeydên dişibine hev