Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Keftelefta herêmî li ser Sûriyayê .. û doza kurdî

Keftelefta herêmî li ser Sûriyayê .. û doza kurdî
Pirsa kurdî ji bo Turkiyayê jana here girane. Ji destpêka kefteleftê da li ser Sûriyayê di navbera sunniyan (alîgirên Erebistana Saûdî) û Elewiyan (alîgirên Îranê) da Turkiya bi lez beziya ku beşek ji şîraniya Sûriyayê bibe para wê. Lê belê, pirsgirêk ew bû ku ji Turkiyê ra ji nişkan va hêzeka siysî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê derket. Êdî Turkiya ne tenha ji hêla rojhilat da bi hêzeka kurdî şervan hate çemberkirin, lê belê vê carê ji başûr va jî hate çemberkirin. Ji lew ra, êş û jana wê pir bilind bû, ev êş û jan bû kerb û hêrs û dema çare lê nedît, êdî ev hêrs bû siyaset.
Ev guhartina siyasî turkî ya ji nişkan va armanca xwe di pileya yekem da ewe ku kelîja wê di duwaroja Sûriyayê da hebe; helbet bi rêya dîtina çareyeka lihevkirinê di navbera rêjîma sûrî û dijberiyê da (yanê navbera Saûdiyê û Îranê da), daku rê li ber peydabûna pêkhateka kurdî li Rojavayê Kurdistanê bigire; pêkhateka wisa ku sînorê (hemwelatiya sûrî) û sînorê rêveberiyeka herêmî derbas neke.
Niha pirs eve: Gelo heya kengê Turkiya dikare vê armanca xwe ya sereke bi cih bîne? Ji bo bersiva li ser vê pirsê ka em nasnameya van lîstikvanên din di vê keftelefta li ser Sûriyayê da dahûrînin û şîrove bikin. Ev lîstikvan di asta herêmî da Îran, Saûdiye, Îsraîl û Misirê ne û di asta navneteweyî da Rûsiya Amerîka ne. Di vê gotarê da emê nasnameya lîstikvanên herêmî gengeşe bikin û paşê emê nasnameya lîstikvanên navneteweyî şîrove bikin.
1 – Îran: Ev dewlet xwediya pirojeyeka berfirehkirina kelîja xwe ye, û ji derva da bi rengê Îslama Şî’î hatiye boyaxkirin. Lê di rastiyê da ev piroje pirojeyeka bi dil û can farisî ye; arezû û armanca wê ewe ku ji xwe ra rêyeka erdnîgarî strategî bibîne ku di nav axa Îraq û Sûriyayê ra xwe bigihîne Derya Sipî. Erê, ew di bingehê da bi Turkiyayê ra hevpeymane ku rê nedin peydabûna pêkhateka kurdî li Rojavayê Kurdistanê. Lê belê, Îran wê rê nede ku Sûriya bi giştî têkeve pença hevpeymana sunnî. Ji lew ra, dibe ku ji berjewendiyên wê be Kurd bibin hêzeka siyasî li Sûriyayê; lê bi mercê ku ne di rewşekê da bin û bikaribin alîkariyê bidin têkoşîna Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê, û şêweyekî hevpeymanê di navbera Kurd, Elewî û Dirûzan da hebe.
2 – Erebistana Saûdî: Damezrînerê Padîşahiya Erebistana Saûdî (padîşah Ebdulezîz Al Saûd) pend li zarokên xwe kir ku bala xwe bidin Sûriyayê, daku nekeve destê aliyekî ji dijminên Saûdiyeyê. Piştî peydabûna pirojeya îranî-şî’î, Sûriya êdî ji Saûdiyeyê ra bû hêmanekî pir girîng. Armanca wê ewe ku aliyê sunnî desthilatdarê rastîn li Sûriyaya duwarojê be. Û ji berjewendiyên wê ye ku bi ti awayî pêkhateka kurdî li Sûriyayê peyda nebe ku li ber pirojeya wan bibe bend û kelem.
Niha pirs?: Gelo gengaz û mimkine ku di navbera Îran û Saûdiyeyê da lihevhatinek li ser Sûriyayê pêkwere? Belê, mimkine, lê di sînorekî pir teng da. Helbet Turkiya wê di rewşeka wisa da hêza xwe têxe dewrê. Dibe ku Saûdiye bazarê bike û ji ber Sûriyayê va Bahrayn û Yemenê li xwe helal bike. Mebest ewe ku Îran dest ji piştgiriya Şî’îyan li Yemen û Bahrayn berde, û ji ber va Saûdiye ji Îranê ra dest ji Sûriyayê berde. Ji ber ku Yemen û Bahrayn di sînorê Saûdiyeyê da ne, lê Sûriya hinekê jê dûre. Divêt neyê jibîrkirin ku piştgiriya Îranê ji alîgirên xwe ra li Yemenê bi sedema piştgiriya mezin ya Saûdiyeyê ji dijberiya sûrî sunnî ra bû. Em dikarin büjin ku helwesta Saûdiyeyê ji Kurdan wê herdem virda-wêda be û heya ku ew hevpeymana Turkiyayê ye, wê helwesta wê beramber Kurdan li baku û rojavayê Kurdistanê ne erênî be, tevî ku ewê di wê demê bixwe da bihêz ji bo Kurdên başûr û rojhilat piştgir be. Ew jî bi armanca lawazkirina kelîja dijmina xwe Îran.
3 – Îsraîl: Ji berjewendiyên Îsraîlê ye ku Sûriya nekeve pença Îrana şî’î û ne jî ya Turkiya sunnî. Ew ji Saûdiyeyê natirse; armanca wê ewe ku Sûriya beşkirî û lawaz bimîne. Ji lew ra ewê li dijî peydabûna pêkhateka kurdî federalî li Sûruiyayê raneweste. Çiqas ew bi Turkiyayê ra di warên saloxgerî (îstîxbaratî), leşkerî û siyasî da hevkariyê bike jî, ev hevkarî wê negihîne asta dehsalên 90-î dema ku bi dek û dubare birêz Ebdella Ocalan destgîr kirin. Ji ber ku Turkiya roj ji rojê hên îslamîtir dibe, û ev jî ne ji berjewendiyên Îsraîl yê strategî ye.
4 – Misir: Raste ku Misir bi arîşeyên xwe yên hundirîn û keftelefta xwe li gel komên îslamî xerîke, lê belê çavê wê li ser Sûriyayê vekirî ye. Ewê rê nede ku Sûriya têkeve pença Turkiya îslamî (hevpeymana rêxistina Birayên Misilman). Di rastiyê da serok Sîsî bi awayekî neyekser alîkariyeka strategî ji Kurdan ra pêşkêş kir, dema ku Misir ji destê Birayên Misilman stand. Heger kelîja Turkiyayê li ser Sûriyayê çêbibe, gengaze ku Misir destekê bide Kurdan çi li bakur û çi li rojava. Yan jî heger hat û bi navbeynkariyeka rûsî û saûdî di navbera Misir û Turkiyayê da lihevhatinek çûbû, hîngê ew rewşeka dine. Lê belê heyanî ku AKP li Turkiyayê li ser texte ev gengazî pir dûre.
(Dumahîka vê mijara me heye…)
Çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan rizgar bibe!

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev