“Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd Cild  I-II”

“Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd Cild  I-II”
“Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd Cild I-II” a  Dr. Kemal Mezher Ehmed ku lêanîna wê ya Kurmancîyê ji hêla Zîya Avci ve hatiye kirin û çapa wê ya yekem di sala 1991’ê de li Stockholmê hatiye weşandin, bi çapeke nû û sererastkirî ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve tê weşandin.

SLXLM
 
Lêkolîner û dîroknasê Kurd Kemal Mezher, gelek milên veşartî û nenas ên dîroka gelê Kurd a ji mêj ve û heta piştî Şerê Cîhanê yê Duyem dinivîse. Mijarên pirtûkê yên celebceleb, ji rola Kurdan a di şaristanîtîyê de dest pê dike û digihêje beşdarîya Kurdên Başûrê Kurdistanê di Şoreşa Bîstan û Serîhildana Sala 1948’an a Iraqê de.

Kemal Mezher agahîyine berfireh der barê gelê Kurd de dide. Berhemên rojhilatnasê Sovyetê Gordlevskî, Şerefname li ba Kurdnasên Sovyetê, Serîhildana Mezin a sala 1925’an a Bakurê Kurdistanê, behsa Kurdan a di Neteweyên Yekbûyî de, yekem çapxaneya Kurdî ya li Silêmanîyê, Şoreşa Şêx Mehmûdê Berzencî ya li dijî Îngilîzan, rewşa aborî ya Başûrê Kurdistanê li jêr sîya dagirkerîya Îngilistanê, Pirtûkxaneya Matenadaranê û gelek milên din ên dîroka me ya jibîrbûyî vedikole û dinirxîne.

Der barê Serîhildana Şêx Seîd (1925) de, nivîskar nêrînên rojhilatnasên Sovyetê yên şaş ên lekekirî bi propagandaya Kemalîstên Tirkîyeyê radixe ber çavan û di behsa Rojnameya Kurdistanê de, ew gelek daneyên girîng û baldar ên der barê rojnameya yekem a Kurdî de pêşkêş dike.

Lêkolîna ku ji çend gotarên curbicur pêk hatiye û nivîskarê wê xwe daye pala gelek çavkanîyên cihê yên akademîk û pêbawer,  xwedî asteke bilind a zanistî ye ku divê em jê nemînin!

Cilda Duyem jî ji Şerê Şueybîyeyê dest pê dike û mijarên dewlemend û dirêj heta Serîhildana Araratê pê de tê. Bi belge û delîl carinan henek û yarîyên mirov dikenînin, carinan trajedîyên mirov digirînin. Dîroka Kurdan bi awayekî mayînde dixe hişê xwîneran.

Der barê çar parçeyên Kurdistanê de name, belge û berhem bi çavekî balkêş rêz dike, vedikole û dinirxîne. Di dawîya Cilda Duyem de beşekî girîng ji Dîroka Wêjeya Kurdî re jî veqetandiye û çêjeke cuda daye berhemê.

“Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd Cild  I-I, Kemal Mezher Ehmed, Dîrok, 699 rûpel,

Weşanên Lîs 2016, Amed

ISBN: 978-605-9295-34-5

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev