Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

GOVEND Û JÎYIN

GOVEND Û JÎYIN

Torinê Torinî, lêkolîner

Cîyê reng – awazê êzdîtîyê di govenda keskesora kurdîtîyê da ye

Her cara, gava yêra dewatê bi wereq – awazêd siruştê va dikimkime, dixemile, gava kom – qelfêd mêran, kevanîyên malan, bûkan, keç û xortan, zaran – her kes bi xemil – timtêl, bi beşer, bi ”nivîsara li enîya” xweye xwexwetîyê va li cî – tangên anegor ên govendê da notila perêd kulîlkê li dora navendê – li dora def û zurnê dibin govek, gava defvan (defçî ) bi kubar, lê hinekî jî bi babax nêzîkî ewê çirpîyê dibe, şabaşa kîjanê dane, û tevî bilindbûna gopal – çomaxê defê dengê wî yê zîz di nava hewê da li ser serê çirpîyê dibe kevan: ”Malî ava, şabaş, hey şabaş”, ez difikirim: olecaxe, dibek pêlêd jîyinê yên gefe – gur te bavêjne ne ku li sergovendîyê, lê lap li poçikê. Dibe qe kesek jî şabaşa te nede. Lê eger tu bi nazik û bi çapik bixingirî, destmala xwe ya bi gul – gulî wek perîyên Lalişê, wek ”al – dezmala şerefê dîna yê Madî”, wek bazinbarê nava hewê da kubar – kubar ba bikî, bimilmilînî, hema bingovendîyê – poçikê da jî dikarî bibî gula govendê. Lê heta te tê usa bike, ku govendê da bê heyam ne jor kevî, ne jî jêr kevî. Xwera li wî cîyî bibijêre, wê çirpîyê da bireqise, ku temamîya huner – hereketê xweyî bedew bidî kivşê.

Her cara, gava çokên govendê bi harmonîkî hevra ditewin – ”dişkên”, gava qilîçkên destan bi tifaq hevda dibin xeleq û govenda kerr, lê xweyî pir gotin ya bi teqla hindur va ragirtî bi hemdî xwe, bi şitaf – qutam nerm pêşda dikişe, pêl dide, ez difikirim: tu car mînanî wî merivî nebe, yê ku hela çend pîya jî govendê da pev naguhêze, dişewişe, bi peşmurde – şerpeze dinikise, êdî venahule li ser xwe, ji govendê der dimîne. Ne jî mînanî wî merivî be, yê ku cîyê xwe nedîtîye û haj ji qeyde tune govendê da hertim li ser milêd hevalan kirr – kaş dibe.

Her cara, gava ava li tasa li ser serê govendîvan lal dibe, naheje, gava zurnevan bin awazê ”Zîlo” – da xwe bîrkirî pêra nagihîne zîpikên xûdana enîya xwe paqiş bike, gava demekê def û zurne dertên, ku bûka li ber perdê, cînarên dilşkestî, bûkên salê teglîfî govendê bikin, ez difikirim: heger cotên dengbêjan, ku bi deng govendê digerînin, nişkêva şaş bibin, tu car bin nota ên qelp da xwe bi kêlek – kêlek neşkêne, daxûl nebe. Taqet bike, bi culet bikeve li sergovendîyê, pê reqasa xwe ya hewaskar û çapik – çeleng rîtma eşqê bike qidûmê reqasvanan, qûrtîn – helan dayîna xweva guman – mikanê bike dilêd wana.

Her cara, gava fitil pey fitilê govend wek sipîral qat bi qat dizvire – digere, diwekile û giran dibe, bengzê wê hê vedibe û bûka bi rû bi xêlî jî bi ricafeke şîrin destê govendê digire, xêlî a rengîn bi heyteholî li ser rûyê gul – gulî yê bûkê tê hilînê û şabaş a bûkê tê dayînê, ez difikirim: bi hewas, bi agir – alav û bi rewşeke nuh va bireqise. Nexş – nîgareke nuh bide govendê û fitla xwe bi kubar xitim bike, ku yên di poçikê da bên bi nitirandineke nuh ya kûr va ewê dubare bikin – biweklînin, dûmayî bikin.

…Her cara, gava dewatê da govend bi nexş – awazêd bedew va dikimkime, giran dibe, ez difikirim: jîyin jî govend e – govenda bi heytehol. Û eger têyî govendê, gotî ese zivir – gerekê bireqisî, xwe bihejînî, yanê na qulç da, bi mêzekirina dûrva zeynet, bedewî, rewş û lezeta govendê texmîn nakî.

Û awa her cara bengz – dîndara govendê minra dibe cêrbandin bo xwe hesandina hisreta ber bi govenda jîyinê û bengîbûna li ser wê…

Rojnama ”Rya teze” N76, s. 1987

NIVÎSARNASÎ:

Govend û Ro
Yên ji deverên dereke hatî bo ku li kilam û reqasên binecî jî xweyî derkevin şirovekirinên pêkenîyê yên derbarê nav lê kirin û ramanên evan kilam û reqasan da ji ber xwe derdixin…
Koçber bi koç – koçêva ji welatekî koç dikin, bar dikin, diçin welatekî dinê. Lê koçer havînê hildigerine zozanên xwe û zivistanê jî dîsa paşda dadgerine arana li gundên xwe. Her êzdîk ne ku murîd (têrmîna erebîye), lê koçekê/a micêwrî (mag – mac) ê xwe ye. Awa, peyvên ”koçek” ”koç”, ”koçber”, ”koçer”, ”koçerî” (reqasa koçeran bi dîharkirina rîtûalên koçerîyê va) bi xurû yên kurdî ne. ”Govend”, ”govek” û gele peyvên dinê jî zimanê kurdî da kinêzên hev in. Çawa ”Toqa Êzdîd ê Sor – Yazad (Yazata) ê Mêr – xwedawendê ronahîyê (peyva ”Sor” xweber ”ronahî”, ”agir” dîhar dike), çawa reqasa ”Sema”, çawa xeleqên parêzgeha Xerabreşkê ya 12000 salî usa jî gera govendê li cem kurda (k – RO –d) parêzîya ber bi goveka Royê va girêdaîye. Merivên kevnare li ”Welatê Royê” (sûmeran Kurdistana kevnare hema bi awa nav kirine) bi kom ”li dora royê” bûne govek, geryane – dua kirine. Rast gerandina govendê mînanî sivastîka (xaçê kêrr) a rast sîmvol – nîşana jîyinê ye, lê çep gerandina govendê mînanî sivastîka a çep sîmvol – nîşana mirinê ye. Govenda kurmancî (govenda kurdên mandî, ango kurdên Xwedayê Ma(n)d parêz yên ji kûr – Manda û Ma(n)dya) li cem êzdîyan şahîyan da tu car bi çep nazvire, nagere. Peyvên ”sivastîka”, ”sive” navê Mêrê sivê yê ûrartûyan – Sîvînî (li cem hindên arî – Şîva) bi hev va girêdayîne. Şabaşa kesekî/ê yan komekê li sergovendîyê yanê jî li çirpîkê da, mîna fitila Royê ya rojekê, tenê zivrekê didome. Gava zivir tam dibe, pê selawekî zurnê navbirînek tê pêk anîn. Û bi qeyde – awazê berê yan jî bi yekî nuh, bi şabaş – malîavîneke nuh va govend dîsa pêşda dilive, dimeşe. Awa mînanî her nedîrdayîneke Royê ya Welêt, mînanî her zivreke govendê, êzdîtî ya ne hewcê pêxemberan, bi rê – rizmên xweva siruştî ye, her nuh e, her bîna li ber kurdîtîyê ye… Li cem kurda gele – gele têrmîn, gotinên govendê va girêdayî kar dikin. Ew bal gelên cînar peyda nabin. Bal wana heta edetê destmal (temezî) a rengîn girtin û bakirin – hejandina wê jî tunebûye. Ew parên ewan gelan, yên ku nav kurda da jîyan nekirine, haj ji reqasên govendê tunebûne. Ew reqasana bona wana nenas bûne. Lema jî ronakbîrên wana ji vir 150 sal berê, gava derbarê govenda kurda da nivîsîne, ew himberî hema ”xorovod” a rûsa kirine…

Reqasên tekkesîyê
Hine hunermendên kurd nivîsîne, ku li cem kurda giva tenê reqasa govendê heye (Mêzeke: ”Rya teze” N 8, s. 2001). Lê bi rastîyê li cem kurda xên ji govendê usa jî reqasên serbest, tekkesîyê jî hene. Awa berî hatina îdêologîya ereban ya îslamê û qedexekirina def û zurnê, li pir deveran kal – bavên kurda mînanî keç û xort û dê – bavên êzdî yên îroyîn çepilên xwe bilind kirine û li ber zavê û Dara wî reqisîne. Ber bûkê jî demên siwarkirin û peyakirina wê reqasa yekmerî tê pêkanînê. (Îro jî demên dilşayê û dilxemîyê kesê/a kurd, wek dayîkên dema tragêdîyayên Şengalê û Kobanîyê, milên xwe ber bi eteka Xwedê û Royê bilind dike û dua dike…). Reqasa yekmerî usa jî kinêzên dilxem bi kerr, bi bê deng, bi paşopê bin dengê nivatinê da pêşîya darebestên xortên dest bi hina, yên mirazqurçimî pêk anîne. Û ala li ber derê mala mirî hilbirî û alên komên hewarîyan dûrva nava hewê da li ser darebestê û evê reqasa şînê da bi rêzdarî mêl bûne… Bextê min çê bûye. Ez li rex hunermendê gewre, serwêrê şanoya pantomîmaya Ermenîstanê – Arsênê Reşîd Polatov rûniştime, bi hijmekarî dîna xwe daye lîstika lîstikvanên koma wî û biranînên min ez birime gundê me. Reqasa raberkirina şînê ya bi paşopê, bi kerr û lal ya kinêzên xemgîn, ku min li gundê Mara (yên ji Marastanê) li ber çevên xwe dîtîye, bona min dîharbûna pantomîmayê a here zor – hêz bûye. Ewê ji lîstika evan artîstên profêsîonal danedxwar… Reqasên tekkesîyê dema reqasên xebat – kar kirinê, nêçîrê, ceng – şêr û rê – rizmên dinê jî hatine pêk anînê.

Dara zavê
Dara zavê dîharbûneke Dara Miraza, Dara Herherê (Heyheyê), Dara Kosmîkîyê ye. Parêzîya evê Dara Jîyanê, xwezma, li cem ûrartûyan pir bi xurt û gurr bûye. Û ji gelên cînar jî tenê êzdî Dara zavê digerînin. Li cem êzdîyan usa jî ”Mala Dara Miraza” kar dike. Berî destpêka dewatê bin awazê def û zurnê yê anegor da zevê dibine ber evê Malê. ”Perê zavatîyê” ber kolozê wî va dikin. Pey dewatê ra ”Perê zavatîyê” ê pîroz dîsa paşda vedgerînine ”Mala Miraza”. Micêwirîyên evê Mal – Ocaxê cidê xwe va Şemsanî ne. ”Cid” ne ku ”bo bav û kalan tê bi kar anîn”, çawa ku zanyar a me – Xana Omerxalî raber kirîye, lê pevgirêdana navbera Mêr – xwedawendê evê yanê jî ewê ronkaya erşê ezmîn û xizmetkar – micêwirîyên li ber zîyaret – parêzgeha wîda/wêda raber dikin û kastên hindî yên sosalîyê va jî girêdayî nînin. Awa micêwirî yên Şemsanî cidê xwe va digihîjne Şê Şems ê Mêrê Royê, micêwirî yên Şêsina cidê xwe va digihîjne Şê Sin ê Mêrê hîvê û hwd.

Gava gilî tê ser micêwirîyên Mala Dara Miraza, derbê ra mag – mac ên Ûrartû (Oro – reto) yên ku wêneyan da li rex Dara Miraza sekinîne, têne li ber çevên min…
Sê sêvên bûkê

Derbarê sê sêvên bûkê da şirovekirinên cuda – cuda li cem êzdîyan kar dikin. Yek ji wana rojnamevan Têmûrê Xelîl raber kirîye: ”…kurdên êzdî heta niha jî sêvan li serê bûkê dixin. Ango, bi wî awayî heyfa xwe ji şaşîya Hewayê hiltînin, ku ew bûye sebebê wê, ku buhuşt li wir îdî nemaye. Bi gotineke din, ji ber ku bi bawerîya êzdîyan her bûkeke êzdîyan jî peyhatîya Hewayê ye, ango, ji zureta wê ye, ji ber wê jî gerekê ji bo kirina Hewayê bûk û jinên êzdîyan derba wî awayî bixun”. Lê lêkolînên bi her alî û kûr tiştekî dinê yê veşartî û bîrkirî dîhar dikin:

Dema gerandina Dara zavê bi berfireh sêv têne bi kar anînê. Destpêka dewatê da her du birazava bi sêvanva Dara Zavê (dara ku berê xwe daye) dixemlînin. (Bona xemlandinê usa jî şîrnayî, hevtrengek tên bi kar anîn). Dar bin awazê def û zurnê yê gerandina Dara Zavê da bi koma reqesvanan va mal bi mal li gund tê gerandinê. Û hewşa her malekê da bavê zavê deng dike ”Şayîke awa li ber derê we be jî” û ji tûrikê xwe sêvekê derdixe, dîyarî malxwê malê dike. Bi ewê yekê wîra û malbeta wîra jîyan, bextewarîyê daxwaz dike û wana teglîf – dewetî dewatê dike. Hema ji vira jî gotina kurda ya ”Xwe min sêva sor neşandîye li pey te” tê. Keç û bûkên malê jî çepilên xwe bilind dikin, li ber zavê û Dara wî direqisin û wana ber bi maleke dinê verê dikin. Hilbet birazava jî ”bîr nakin”, êmîşê dîyarkirî ji destê kevanîya malê digirin – hiltînin. Dema bûk li ber şêmîka xanîyê (li zozanan li ber konê) bavê zavê tê peyakirinê, zava sê sêvan ji Darê hildide, dîyarî bûkê dike. Sêvên dinê birazava li xwendîyan, dewatvanîyan bela dikin. Zava bi sê sêv dîyar kirinê jîyan, adanî, berdayîn, bextewarîyê, xêr – xweşîyê ji bûkê ra daxwaz dike. Ev sêv SÊ SÊVÊN MÎR MIH in (yê ku bibû mêvanê Çelxa Felekê û ji xasbaxçê wê sê sêvên nemirinê – zêndî mayînê hildabû û paşda vegeryabû…). Gava ev rê – rizma li cem kal – bavên kurda kar dikir û sêv tevî tirîyên mêwa, genim hela tenê li Kurdistanê hêşîn dibû, lêgênd – efsana derbarê Adem û Hewa da hela nehatibû sêwrandinê. Gotinek a kurda ya dinê jî sêvê va girêdayî heye: ”Hemû kurd sêvên darekêne”. Gorî qewl – beytên êzdîtîyê adebî dilşa bûne, gava edewî hatine Lalişa Nûranî. Ango, adebî zûda li vira diman. Bi rastî jî dawîya sedsala 4an da destpêkirî (berî Îsa pêxember) dewleta Adîabênê hebû (Bi makkirina zanyar Çerkezê Reş navlêkirina adebîyan ji navê Adîabênê tê). Heger em diha kûr da herin, gorî mîfologîya sûmeran adebî ji meriva û xwedawenda çê bûne. Êzdî jî bawerin, ku ew jî ji meriv û horîyê peyda bûne (Peyvên ”Adeb” û ”Adem” tenê bi sewtekê ji hev cuda dibin). Lê merivên pêşin: lûlû (lolo – roro – oro) xwedawenda arîyan – Arûrû (Ororo) ya berî sûmeran ji axê çê kiribû… Heger sêvên Mîr Mih yên nemirinê ne, lê fekîyên Hewayê (yên ku kes nizane ji çi darê bûne) yên ji buhuştê avîtin – raqetandinê û mirin anînê ne. Piştî bê destûr xwarina fêkîyên buhuşta li navbera Dicle û Ferat da Adem û Hewa ji buhuştê hatine avîtinê û bona wana ferwar – biryar a mirinê derketîye. (Gilgamêş ê sûmerîra jî li hev nehat hêşnaya nemirinê ji Kurdistanê derxe, bive…). (T. Torinî, ”Sêva sor sîmvola jîyanêye”, rojnama ”Rya teze”, N1, sala 2007)

Zanyar Z. Kosîdovskî, Sozdar Mîdî û gelekên dinê prototîp yên Adem û Hewa di afsanên sûmera û horî – mîtanîyan da dibînin. Cihû, yên ku tevî Îbrahîm pêxember yê hîvparêz, ji kurda cihê bûne – çûne, gele erf – edet, bîr – bawerî, lêgênd ji Mêzopotamîyayê xwera birine, bi anegor guhastine, bi kar anîne. Ji wana yek jî sîmvola makrokosmosê ya steyra şeş baskê ye, ku sedsala 12 – 14 da cihûyan xwera kirine sîmvola netewî (Mêzeke: ”Miletê Taûs – navlêkirina 5000 salî” http://www.bahzani.net/kurdi/show.php?aid=2936 ). ”Şedetîya dîn” da, bi raberkirina hine lêkolînvanan, ne ku peyva ”sunî”, lê ya ”sinî” tê bi lêv kirinê: ” Sinî me, sinî me, silavkêşê Kanîya Sipî me”. Awa dibek navlêkirina ”De – sinî” ne ku ji gotina zeredeştîyê ya ”daêvayasna” (ku bona hindên arî hatîye bi kar anînê), lê hema ji Sîn (hîv) parêzîya deverên Dihok û Haranê ya dema Îbrahîm pêxember tê. Dibek navlêkirina êla ”He – sinî” jî ji şûn û navê Şê Sin (Sûên, Sîn) yê hine deverên, li ku li rex parêzîya royê (Sorê Sora, Ahûra, Sûrya) usa jî hîvparêzî şîrin bûye, ya dewrana berî peydabûna he – sin tê. Sîmvolên hîvê yên hine helêlên quvên parêzgehên êzdîtîyê jî hema ji evan dewrên buhurî tên. (Parêzîya Sîn li Ûrartûyê bi navê Sêlardî – ”sêla agirî” pêk hatîye).

Perîyên zîyaretên êzdîtîyê û awazên zîkûratên kevnare
Awazên sor – sipî ji rengan sîmvola Sorê Soraye (Li cem kûtîyan – ”Assûr” – ”A (ê) Sor”) (”Benkên Sor – sipî yên Sorê Sora” demên sivê zû, tevî nedîr dayîna royê sond xwarinê, Mar a bûk û zavê birînê têne bi kar anînê). Lê em bîr nekin, ku Pantêona êzdîtîyê bi pirendame. Tê texmîn kirinê, ku Perî yên wek spêktorên keskesorê pirawazî, ku li parêzgehên êzdîtîyê têne siwarkirin, parêz kirin û bi wana va helêlên quvên parêzgehan têne xemlandinê, nîşan – sîmvolên reng – awazên Hevt Mêrên ronkayên Galaktîka Royê ne. Bi ewan awazan qatên zîkûrat – zîyaretên hevt qatê (gorî hejmara royê, hîvê û pênc dorgerên dor royê) yên kûtîyan, kasîtan, êlamîyan, sûmeran hatine xemlandinê. Bi awazê şîn yê herî jor yê nîşan – sîmvola ezman ê Mala Xwedê tenê tepên banên quvên zîkûratan li fêza hemû renga da hatine reng kirinê. Ev berbirîbûn li cem êzdîyan hê didome. Êzdî bi deqên şîn netikên xwe deq dikin. Morîyên şîn kumên zaran va dikin, ku ew ji çevlêdan, nexweşîyan bêne parastinê. Demê da pêşîyên êzdîyan rengê şîn wek awazê herî pîroz tenê xemla serî da bi kar anîne. Lema jî êzdîyan bawermendên biyanî ne ku, em bêjin, ”kumşîn”, lê hema ”delingşîn” navkirine. Gava şerrek derketîye, jinan (yên ku civaka kurd da xweyê qedir – qîmeta hêja ne) temezî li serê xwe vekirine, avîtine li ber pêyên mêran. Şer derbê ra betilîye, vêsyaye. Şer rawestîaye çimkî kofî – kitan alîkîva sitarkira kezîyên sîmvolên bext – mirazên xweyî – xudanên jinê ya serekanîya jîyanê ye, alîyê dinê va nava xemla kofîyê da hevt awazên pîroz, xazma yê şîn, hebûne. Û dengbêjê êzdî jî distirê: ”Destmala min şolkê şîn e”. Civaka mandêyan jî mînanî êzdîyan reng – awazê şîn awazê ezman dibîne. Belê, çawa Kemal Tolan dinvîse : ”Heta êzdîyatî neyê şirove û naskirinê, dîroka ol û miletên li Mêzopotamîyayê jî zelal nabe”. Al a ma(n)dên ronahîparêz, sûrên li dora paytextê wana yê Êkbatanê jî bi awazên rengîn va hatine xemlandinê. (Gotarên min yên derbarê kemal, ramanên reng – awazan da di êzdîtîyê da û li cem sûmeran rojnamên ”Rya teze”, ”Mêzopotamîa”, ..Զագրոս”, ”Կումայրի” da hatine weşandinê).

Mîratên çanda hemmerivayê
Dagirkeran heta rizma şerr rawestandinê ya temezîya jina kurd – jina here azad li Rohilatê, jî talan kirin. Xelqê heta Newroz (Çarsema Sersalê ) a ma, ya ku hela dewleta Aratta (Oro – etto) da bin navê heytehola Dûmûzî – Taûs da hatîye pîrozkirinê, li ser navên xwe li UNESKO dane qeyd kirinê. Erê, çanda bêxweyî xurê guraye. Çevên biyanîyan yên şêlandinê li ser ax û çanda me ne. Lê hine rêxistin, partîyên me bi haj xwe tunebûyî xeyal, îdêologiyayên ûtopîk va gîro ne, wek kosmopolîtan ”bo hemwelatîbûna dinyayê û kosmosê rê – rizm, dîrok, çanda netewî, axa welêt, mafên netewî, netew – dewletê nimiz dibînin, ret dikin, didine hildanê”. Hine rêxistin, partîyên dinê jî bi dûxana ummeta arabava deminî û sewdeser bûyî birayên xwe yên ji xwînekê dikin xwera kirîv, lê musulmanên dagirkerên welatê xwe dikin xwera bira, xwe diha zû misilman dibînin ne ku kurd, îslamê usa jî nakine kirasê berjewendîyên netewa xwe, serbara ser da jî Al û Sirûda netewî nas nakin, çand û nanê destên kal – bavên xwe (heta hêkên mirîşkên wana jî) bi korbûyî heram dibînin, pişta xwe didine Kurdistanê û diçin xubara qûmistana Meke û Medîne yên bêdwînan li ser serê xwe wer dikin, hestên xwe yên here nazik bi ziman, mêlodî û cejn yên xelqê dîhar dikin… Êzdîtîyê da, çawa ku yahûdîyê da ne, xênji Xwedê û bawermend usa jî êtnos heye bi dîrok, çand, ziman, dinêzanebûna xwe va. Ezdîtî bi hezaran salan wek mûma maşîyaye û tîn, şemal daye êtnos a kurd û kurdîtîyê. Gelo kê wê xîret bike defa hewarê û hişyarbûnê lêxe, xwedî li kurdîtîyê derkeve, goveka wê da piştgirîyê li êzdîyan jî bike, ku şengalî vegerine Şengalê, ku axa pîroz ya Kurdistanê ji êzdîyan (kurdên here êtnîk û bi ewê jî bi dubare kelemên çevên dagirkeran û koleyên wan) xalî nebe?. Gelo kê wê SÊ SÊVÊN BÛKÊ, DARA ZAVÊ, REQASÊN GOVENDÊ, SELEWÊ SÎWARAN (CIRÎD), DIROZA ÊZDÎTÎYÊ û gelekên dinê yên xurû êzdîtîyê – kurdîtîyê wek mîratên çanda hemmerivayê berê pêşin dilên kurdan da, paşê jî li UNESKO bide qeydkiriinê û bi evê yekê melhemekê bide li ser birînek ji hezaran birînên Kurdistanê? (Bi hezaran fermanên li ser êzdîtîyê dîrok û pirosêsa enfalkirin, xezakirin, serjêkirin, şewtandin, şêlandin, talankirin, dînguhartin, bişavtin, bê şerefkirin, bê rûmetkirin, daxwaza bi kokê va tunekirina netewa kurd e…). Diroza êzdîtîyê dîharbûna xwedênasîyê, xofê, şermê (adabê), wijdanê û hûmanîzmê ya here bilind e. Wêda destnîşankirina 72 miletan, berovajî kosmopolîtîzma jorgotî, piştgirîya ne ku hildan, lê parastina milet û çandên cuda – cuda yên pirdengî û pirrengî ye. Diroza êzdîtîyê wek cînarperwerî, mêvanperwerî, dirustî, xweybextî, xweysozî, dîn neguhartina kesekî biyanî û nirxên dinê yên êzdîyan ji arîbûn, ango, ji ronahîparêzîya êzdîyan ya servekirî tê. (”Şems serda şede ye”). Diroza êzdîtîyê dide kivşê, ku êzdî yên bi cejn, rê – rizmên xweva bi ax û siruşta Welatê xweva pir kîp girêdayî, ji Xwedê wijdantir, rehmtir – dilovantir in…

 

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev