JI DÎTIN Û PÊNÛSÊN ŞAHIDAN – 2

Xwendevanên delal, me berî çend rojan beşa pêşin a gotara lêkolîner, êzdîzan Kemal Tolan ya ji 3 beşan raberî we kiribû, ku derheqa jîyana Êzîdîyên Bakurê Kurdistanê da ne. Fermo, niha jî beşa duduyan bixwînin.

JI DÎTIN Û PÊNÛSÊN ŞAHIDAN – 2

Gazî û hêviyên di strana Mihemed Keya yê Êzîdî de:

Kemal Tolan

 “Neahmê bandike dibêje:
lê lê Xoxê û Rewşê rebenê
lê lê rebenê dayê, nemayê !
hûnê rabên emê kaxezekê reş û şîn bikin
emê dîleka jina û mêran lê bixin
eger dîleka jina û mêran ser nagre !
emê lêpakên zarokan lê bixin
emê bidine destê şehîdê Osê,
ew şekirê Pêşîmam Silo,
û qewalê me Êzîdiya,
bila ew kuçuk baylozê Musilê bi xwe re rakin,
bila ew berê xwe bidine seraya Stenbolê
emê ling li ser lingkin û dest li ser destkin
emê bêjine Şewkêlin (lo Sultano) !
mala te ava be û şûrê te dirêj be
ew dewleta ta ye bilind be
de eva serê sê salên temame
te welatê Xaltaniyê kiriye halê reziliyê û yemane “ Berdewama vê Stranê di çavk.19 rûpel:75.
Hinek ji serpêkhatî, gazî û hêviyên Êzîdiya ye dinê jî evin:
Strana Binemala Zoro (Bişar û Kolos……..?). (19rûp.: 52 )
Strana Feqîrên Dela 1830 (strana ku bi navê şerê Mîrze axa, Keşîş Polo û Miçoyê Îsa ev jî li ser şerê Dela ye), li şerê Mîzikê Zaza (Mîrze Axa). (19rûp.: 56, 57 )
Strana şerê Êrenzê 1832 (19rûp.: 45 )
Strana şerê Nemirê Mîrza I`-Mala Çelikê 1856- (19rûp.: 61 )
Strana şerê Nemirê Mîrza II – Mala Çelikê nêzî sala 189..- (19rûp.: 62)
Strana şerê Keleşê Çelo:
“ Mistê dibê dayê bavê min kanî
Dê dibêjê lawo:
Tu birêne li serê neqeba Têlanê
Bavê te çuye gaziya şerê li çemê Xumaro ye
Gule tênê weke tavanê baranê, rimê tênê bi gurzane
ewê buye hefadê bîst û pênc siwarê hesp betiliyane” berdewama vê stranê hêjî gelek heye !û. w.d. yên ne xwanê ne ?. “
 Di vê demê de çend şadên ku li ser buyerên Kurdên Êzîdî nivîsindine ev in:
 1. Di wexta van şer û gaziya de generalê Alman Helmut von Moltke, weke şîretkar û
rêzan bi leşkerên Osmaniyan (bi Hafiz Paşa re –1838 k.t.) re digeriya û ewî jî di bîranînên xwe de weha dibêje: „Di şerekî sala 1838.meha 6 de li Çiyayê Harzanê de 600 Kurdî (Êzîdiyên li herêma Xerzane k.t.?) xwe li pişt girerkî de veşartibûn. Ewan heta nefesa xwe ye dawî şerê xwe kirin. 50 jinan ji bo kû hêsîr nekevine destê Osmaniyan, xwe di zinara de avîtin û di nav avan de xeniqîn. Bi hezaran jî, Jin û Zarok bi xencerên serên tivingên wan bi xedarî birîndar bûbûn.(10:60-61)„
„Dîsa di dema berxwedana Harzanê de, gava Êzîdiyan li hemberî leşkerên me şer dikirin, ez çûme cem Hafiz Paşa, ewî di binê şer de, xwe dabû serê girekî û li şer mêzedikir. Leşkerê wî gelek kesê jin, mêr û evdên bi hemû emran de dil girtibûn. Leşkerên kû serî û guhên jêkirî dianîn 50 heta 100 kuruş bexşîş zêde didane wan………… Ew hawar, qîrîn û giriyên jinên kurdan dîmenên gelekî dilşewat bûn 10:264”
“Gelek ji eşîrên li derûdora Cezîrê (Bota) diman, heta sala 639 z. kû hêja Îslamî qebul nekiribû ne, ew tev Êzîdî bûne. Li derûdora Çiyayê Cûdî de heft eşîrên mezin hebûne, sisê ji wan eşîran: Niwidkawun, Şoreş û Hîwdil ev eşîrên Êzîdiyan bûn. 1:156 –184 „
Wekî ku di çavkanî 10:237 de zelal têye xwanêkirin, dêmek hinga Reşît Paşa di salên 1834-1839 an de li dijî Kurdan şerkiriye, hingê jî gelek Êzîdî di nava bajarê Cizîrê de diman. Helmut von Moltke weha dibêje: “Dema Reşît Paşa di pey gelek êrîşên xwe yên bi mehan domkirî ra bajêrê Cizîrê kire bin bandora xwe, hingê piraniya mêrên bineciyên Cizîrê ku Êzîdî an jî evdên ku ji „melekê nebaş k.t.“ bawer dikirin kuştibun, zarok û jinên wan jî hêsîr girtibun.10:237“
 2. Li gorî saloxdanên hinek nivîskaran, tenê dema Sultan Mehemedê II ya ferman daye serleşkerê xwe Reşîd paşa û ewî avîtiye ser Êzîdiyên Xaltiyan hingê:“, ewî 40 000 evdên Êzîdî kuştine. 11:292“
 3. Demek piştî fermanên Êzîdiyan Austin Henry Layard; zaneyar, nasê rojhilata navîn, erdkolojîvan, nivîskar û dostê Êzîdiyan yê di wê demê de herî mezin, cara yekê di ala 1846de tê başûrê mezin û cara duduyan jî di sala 1849 de tê bakurê Kurdîstanê. Wexta cara duduyan tê, ew hingê li gelek gund û camêrên Êzîdiyên Xaltiyan dibe mêvan. Ew di kitêba xwe “Nineveh und Babylon„ de saloxên rêwîtiya xwe di nava Êzîdiyên Xaltiyan de bi hûrgilî dinivîse û li ser wan zor-zahmetiyên ku wê demê li ser civata Êzîdiya hebuye disekine.
Nimûneyek:
“ Dû sal beriya vêga (di 1847 de K.T) Begekî Kurd sê Qewalên Êzîdiyan yên ku merivên qewal Usiv bune, li nêzî bajarê Betlîsê, bi torpîlê kuştine û Şerif Begê (waliyê dewletê) jî dest daniye ser dokument, çiqas xêr û xêrata ku Qewalan ji nava eşîrên Êzîdiyên li çiya û li bakurê Ermenîstanê diman dabune hevûdin. Kolixên dewletê bi bêqanûnî zar û zêçên Êzîdiyan difirotine hevûdin 12:28)“
Wekî di kitêbê de tê xwanê, di wê demê de heweskariya dewleta Îngilîzstanê bi ber Êzîdiyan ve pir hebuye. Ji ber vê yekê ye ku zane û Lêkolînvanê navdar wek Austin Henry Layard du cara dişînine nava Êzîdiyan. Dema ew tê Stenbolê, Qewal Usiv û çend nandarên Êzîdiyan diçine Stenbolê pêşiyê wî. Ew hêja li Stenbolê tevlî Qewal Usiv û wan çend nandarên Êzîdiyan diçe cem sultan Mehemed II ya û dixwaze ji bo pirsgirêkên di navbêna Êzîdiyan û dewleta Osmanî de alîkarî bike. Êzîdiyan jî gelek hêvî bi wî ra girê didan. Dema ew tê nava Êzîdiyên Xaltiya, ew jî gelekî bi hurmet wî qebûl dikin û qedrekî mezin didinê.
Ez naxwazim tevaya nêrîn û pesindariya Austin Henry Layard, di virde pêşkêş bikim. Lê eger yekî li ser vî babetî agehdarî bixwaze, ew dikre birêne li çavk. 19 rûp.: 28-34 an.
Tiştekî balkêş e ku Austin Henry Layard ne tenê li ba Êzîdiyan bi qedir û qîmetbu ye. Ew bêtir jî li ba Ewrupayî yan bi qedir buye. Ev babeta bi serêxe hêjaye û meriv dikare gelekî li ser remanên Austin Henry Layard bibêje .
 4. Xweya ye hinga Karl May kitêba xwe “ Durchs wilde Kurdîstan” di salên 1885 (Çavk.13) de nivîsandiye, ewî hingê li gorî tarîf û agehdariyên di herdû kitêbên Austin Henry Layard de, ev kitêba xwe ye bi navûdeng nivîsandiye. De ji wê demê û hetanî îro hêjî bi milîyonan evdên Ewrûpayî bi xêra vê kitabê Kurd û Êzîdiyan nasdikin. Kesên ku Karl May nasnekin, dê bêjin “qey bila raste ku ev nivîskar gav bi gav li Kurdîstanê geriya ye û ewî hemû ol û gelên Kurdîstanê baş nasdikirin”.
 5. Ji ber piştgirtiya Êzîdiya ye bi Kurda re, dewleta Osmanî û paşweruyên Kurdan bi sedan Êzîdî fermalûkirine û bi hezaran jî kuştine. Gava Yezdanşêr di sala 1854 de li dijî Tirka şer destpê kiriye, hingê Êzîdiyên ku di herema şerde bûne, dîsa gelekî alîkarî dane vî şerê barxwedana Kurdan. Lewma jî, “Kuştin û talankirina Êzîdiyan, ji Tirk û kurdên Musilman re bûbu erkekî muqades.8.144”
6. Fermanekî dinê dîsa „ Di sala 1856 de, kurdên Êzîdî yên li Reşkotiya, li wîlayeta Diyarbekrê û kurdên li Dersimê serhildan çêkirin. (10:32)„
Belê di van salan de jî gelek rojname, kovar, erdkolojî û lêkolînênvanên Ewrûpî û çend biyaniyên dinê jî li ser rewşa Êzîdîtiyê nivîsandine. Çend navnîşan û nimûnên wan jî weha ne:
Socin, Albert – Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft 1881. Band.:35. Seite: 237-269 und 218- 227. – Zur Georgraphie des Tur-Abdin-
Dr. O. Blau -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft 1854. Band.:12. Seite:584-597. _ Die Stämme des nordöstlichen Kurdistan-.
Heinrich Petermann – Reisen im Orient 1852-1855 ( Aufenthalt in Mosel Seite:325 –351)
7. Ji bo dewleta Osmanî dikaribe dûbendîtî û bêtifaqiya di navbera Kurdan de zêde mestir bike, gelek şêwirmendên Ewrûpî anîne alîkariya xwe û bi xêra tecrûbên wan xerîban serî li hemû haweyên hovîtî daye.
Nimûne:
Gava nivîskar û serbaz (subay)ê Ingîlîz Fredirick Millingen, di sala 1870 de wek şêwirmend û berpirsyarê serleşkerê dewleta Osmaniyê hatiye Kurdîstanê, li Wanê û derdora Wanê leşkeriya xwe kiriye, ka hingê ewî û “roma reş” çewa zordestî û neheqî li Kurdan kirine û ka ewan di wî çaxî de çewa dujminantiya di nava Êzîdî, Musulman, Elevî û Xirîstiyana de xurtirkirine ?. Ew bi devê xwe bersiva van pirsan, di kitêba(çavk.29) xwe de dide.
Ji bo Osamanî dikaribin bac û xeraca xwe, bi rehetî ji nava Kurdan bidine hevûdin, Siltan Abdullhemîd di sala 1880 de dijminantiya olî (wek ya tevgera Neqişbendiyan) dixe nava gelên Kurdîstanê. Osmaniya ji bo armancên xwe timî ola Musilmanetiyê daye pêş. Evê polîtika S.Abdullhemîd II a ya dînî, emrê Imparatorê gelekî dirêj kiriye.
Dîsa ji bo Siltan Abdullhemîd II a karibe Kurdan çêtir bi hevûdin bide kuştin, ewî di 15.4. 1891 an de, ji hinek Xayîn û Feodalên Kurdan „Alayên Hemîdiyê“ dayedamezirandin.Bi wî haweyî„ hukumeta Tirkiyê dest pêkir bi serekên kurda ra leyist, nonerên serekên kurda bi rutba, nîşana, pera vadihatine xelatkirinê. Dîwanê gazî gelek torinên kurda dikir, ku di hukumetê da bixebitin.
Di sala 1892 a li Îstenbolê û Bexdayê „dibistanên qebîla“ hatine vekirinê bona zarên serekên kurda û ereba, yên ku gerekê usa bihatana terbetkirinê, ku sultan wek serekê xwe yê herî mezin bidîtina.“ Dîsa „ Sultan bi xwe, – weşangerê bîranînên wî dibêje; Ebdul Hemîd gotiye: “Berî her tiştî em gerekê li wêderê (Asiya Biçûk.-M.L.) kurda bihelînin“ (9)
8. Dîrokê de eyane, ku serleşkerên Osmaniyan ji tirsa nikaribûne bixwe herine li heremên Kurdan, bi kêfa dilê xwe bigerin. Dema lêkolînvan Baron Eduard Nolde, di sala 1892 de tê bakurê Kurdîstanê, li nava gelek bajarên Kurdîstanê digere, ewî hingê li ser zahmetên qolixên dewleta Osmanî weha nivîsandiye:”Kurda bi gotina Qaymeqam û 50 leşkerên di bin destên wî de ne dikirin û Qaymaqam nikaribu di vê heremê de daxwaziyên Dewletê pêkbîne.14:256”
9. Robert Koldewey 1898 . Ev erdkolojê Alman di sala 1898 de tê Kurdîstanê û di çavkanî: 15 de dibêje“ rêya min di nav herêma Êzîdiyan de derbas dibû“ û ewî bahsa rewş û zahmetên erdkolojiya xwe dike. „Lêkolînvanên Alman di sala 1898 de li Kela Şîn ya ku di nava Uşnu û Rewandizê de lewheyeke binivîsandin dibînin. Ev lewhe bi zimanê Kaldî û Asurî hatiye nivîsandin. Ev destana bahsa diyaloga di nava kiralê Kalda Işpunî û Xwedê de buyî dike. 22:58“
10. “Wexta dewleta Osmanî di sala 1877-1878 an de bi dewleta Russ re şerdikir, hingê kurdên Êzîdî ne dibirine leşkeriyê. Lê di dewsa nekirina leşkeriyê de gelek pere û baceke zêde ji kurdên Êzîdî distandin 8:99. Êzîdiyan di vê sala 1878 de alîkarî bi serhildana Huseyîn Bedirxan re jî dikirin. 8:122 ”
11. “Di pey vaqas salan de, dîsa dema dewleta Osmanî di sala 1892 de Mîrê Êzîdîxanê Elî Begê II dildigrin û wî tînine Sêwasê, ew pê derdixin ku Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê hejî tev û bi taybetî jî, Êzîdiyên Xaltiyan hêjî bi tifaq li pişta Mîrê xwe ne û eger qezeyek bê serê Mîrê Êzîdîxanê Elî Begê II, wê ew bawermendên ola Êzîdî tevê ji dewletê re bibin dijmin. Ji bo wê tirsê jî berpirsyarên Dewletê nikarin tiştekî bi Mîrê Êzîdiyan bikin, ew mecbûr dibin di sala 1899 de Mîrê Êzîdîxanê Elî Begê II a cardin tînin teslîmî Êzîdiyên Xaltiyan dikin. Wî çaxî de, Êzîdiyên Xaltiyan ji bo xatirê Mîrê hêja; Mîr Elî Begê II a gelek stran gotine. Di stranekê de weha tê gotin:
„Êlî Begê yeke yeke
Ew beranê qer beleke
Ji Êzîdiyên Xaltiyan re geleke“
Paşê ku Êzîdiyên di bakurê Kurdîstanê de qedrekî hêja bi Mîrê Êzîdîxanê Elî Begê II ya re dikin, wî li nava hemû êl û Eşîrên xwe digerînin, Êzîdiyên Xaltiyan bi şayiyên mezin û bi serekên mezin Mîrê xwe dibine welatê Şêx li Lalişa nûranî cem malbeta wî.(19)“
Xweya ye ku di van salan de jî gelek rojname, kovar, erdkolojî û lêkolînênvanên Ewrûpî û çend biyaniyên dinê jî li ser rewşa Êzîdîtiyê nivîsandine. Çend navnîşan û nimûnên wan jî weha ne:
Dr.Z.E.Browski -Das AUSLAND Wochenschrift für Länder und Völkerkunder Nr: 39 -Die Jeziden und ihre Religion-.Stuttgart 28.9.1886.
Ed. Sachau -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft – Band.34. s.:564-567 Reisebericht. 1888. Leibzig.
Grafen Helmut von Moltke.-Vermischte Schriften des General Feldmarschalls- 2. Band. Seite:288 (Das Land und Volk der Kurden). Berlin 1892
Hugo Makas -Kurdische Studien (Jezidengebete)- Heidelberg 1900
Ji vê demê û şûnde, êdî Êzîdiyan hew karîbune heremên di bin bandora xwe de, weke demên berê bi serê xwe tenê biparêzin. Ewan êdî alîkariya xwe daye begên Mesîhî û Musilmanan, yên ku dixwastin tevgera Cantirkan bixên tengasiyê. Nimûneyek; gelek kes dizanin ku Êzîdiyên Xaltiyan di sala 1908 de tevî quwetên Bişarê Çeto li dijî Cantirkan şerkirine.
12. Balkêşe û meriv dibîne piraniyan serhildanên Kurda heta van salên dawî jî, li heremên ku piraniya wan Êzîdî lê diman destpêkirine. Nimûne, „di 31 ê Tîrmeha sala 1912 an de Konsolosê Rusa yê Bitlîsê Çîrkov, wiha nivîsiye:“Kurd dixwazin di Bitlîsê û bajarên din de xwe ji bin desthilatdaran xelas bikin. Ji bo wê jî dixwazin di navçên; bajarê Sêrtê; Xerzan, Botan, bajarê Bitlîsê; Hîzan, Motkî, bajarê Diyarbekrê; Mêrdîn, Niseybîn, Midyat, Cizîrê, Sîlwan, bajarê Musilê; Zaxo û piştre ji Silêmanî û Kerkuk, di dawiyê de ji, bajarê Wanê; Başqale, Dicbilin û Gurcan de serî hildin û dest deynin ser dezge, …(16:154)“
13. „Dema dewleta Osmanî zilma xwe li ser tevaya Êzîdiyan û bi taybetî jî li ser Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê; yên di herema Qersê de diman zêdekirine, hingê Êzîdî ji hev belabûne. Qismekî Êzîdiyan xwe daye nava dewletê û geleka jî koçî nava dewleta Rus, Ereb û Fariziyan bûne.“ 20.:LXXXXV
Êzîdiyên li derûdora Mîrgehan Hekkarî, di heremên xwe de, di nava Dewleta Osmaniyan de, çiqas ji aliyên leşkerê Osmaniyan û paşweruyên Qomendanên Alayên Hemidiya ve hatine perçiqandin, çiqas cûdetî ketiye navbêna malbent û ola wan jî, ewan serxwebuna çand û olê xwe heta 1914 salên berî fermanê Xaçparêzan, bi hêzeke mezin û gelekî zêde zexim parastine.
Gava Cantirka di 1914 heta 1918 de, li derûdora Mîrgehan Hekkarî de gelê Ermenî qetil û fermalû kirine, hingê ewan Êzîdî û Ermanî ji hev cûde nekirine. Di vê demê de Êzîdî û Êrmenî direvine Rusya yê.
Em dizanin, di qewl û duayên me de hêjî xweya ye ku Mîrgeha Hekariya, ji berê ve ciyê sed û hedên Êzîdiyan e û bi taybetî jî zêde ciyê Êzîdiyên ku heribîne çune Soviyetê (Êrmenîstan û Gurcîstan) ye.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev