RÊZ Û RÛMETA JINÊ ÇIQAS HEYE?!

RÊZ Û RÛMETA JINÊ ÇIQAS HEYE?!
Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner

Bi rastî hin lêkolînên pir hêsan hene eger meriv bike, bi wan rastiya naveroka gelek tiştên nixumandî derdikeve holê. Yek ji wan jî ev e, ka zilam çiqas rêz û rûmetê didin jinan.
Li gor lêkolîneke min, derketiye holê ku li piraniya welatên bisilmanan rêz û rûmeta jinê li ba mêran di radeya tunebûnê de ye.

Ji 57 welatên Cîhana Îslamî ku Tirkiye dewleta herî “demokrat” tê hesibandin, rêz û rûmeta jinê li ba mêran di radeya ji %10-15yan de ye.

Li Kurdistana dabeşkirî jî, rêz û rûmeta jinê li ba mêrên Kurd ji hev cuda ye. Sedemê wê jî ji ber tîna çanda Ereb, Faris û Tirkan e.

Bi kurtî dê li ser Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ku çend mînakên balkêş bidim, weha ev in li jêrê:

(BIBORIN)

– Di Kultura Kurdan de jin gelek pîroz û bi rûmet e, li her deverê rêz jê re tê nîşandan, lêdan û sixêf bi jinan nayên kirin. Lê belê di Sedsala Bîstî de kultura Kemalîzmê li Bakûrê Kurdistanê ew rûmet û rêzgirtina ji bo jina Kurd, daxistiye pileya herî kêm.

Lê îro kîjan mêr ji kê zêvir bibe, pêşî dê dijûn bi jina wî, yan bi dê û xwşîka wî de. Ew jin, ew dê û ew xwîşk ageh ji çu tiştî nînin jî, lê dijûn bi wan têne kirin. Ev hawe jî hin caran dibe sedemê malwêraniyeke mezin.

(BIBORIN)

– Li Tirkiyê ev rewş zêdetir berbat e, hema kî ji kê zêvir dibe, dev bi dijûnan dike û dibêje: “avradini s….. oruspu çocugu…” (Hewceyê tercûmeyê nake). Yan jî dibêjin: “Anasini avradini s… ibnesi…” Û dêbîjin: “Gutverenin tekî….” Ji van dijûnan girantir jî hene, lê ez zêde nanivîsim.

Bêguman ew jin an dêya ku ev dijûn bi wan tê kirin, dibe ku di wê demê de li ser nivêjê bin jî, yan bi rojî bin jî.

– Kultura dijûnan li welatên pêşketî:

Li gelek welatên pêşketî, xasma li welatên Ewrûpayê jî kultura dijûnan heye, lê ne bi tofana dijûnên li welatên Cîhana Îslamî ye. Dijûnên wan weha ne: Dema mêrek ji mêrekî dî zêvir dibe, jê re dibeje: Bêaqil, hirço, nerastgo û peyvên wisa…

Lê çu car mêr dijûn bi jin, dê û xwîşkên hevûdu nakin.

ÇEND PIRS:

– Gelo sedem çi ye dema ku mêr ji hev dixeyidin, pêşî dijûn bi jin, dê û xwîşkên hevûdu dikin?

– Gelo terbiye û kultuta ol û ayînan herweha ya nijadî van dijûnan bi mêrên bisilman dane hoykirin?

Lê dema xeberdan tê ser xeberdanê, em dibêjin EM BISILMAN IN, EW GAWIR IN.

Divê mamoste li xwendegehan, mela û seyda li mizgeftan, rîspiyên Kurd li civat û şewbêrkan hertim li ser axaftina xirab ku çiqas xisar dide civata me bipeyivin û xasma jî nivşên nûhatî fêrê uslûba axaftina xweş û delal bikin.

Xwedayê mezin me tevan bike xwediyê axaftineke bi rêk û pêk û çêr û dijûnên bi jinan neke rûnê devê kesên Kurd.

 

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev