Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

AMADEKARÎYA JI BO CAREKE DIN PERÇEKIRINA KURDISTANÊ -4

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”AMADEKARÎYA JI BO CAREKE DIN PERÇEKIRINA KURDISTANÊ -4”. Ev beşa 4an a dawî ya bi vê sernavê ye.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.
Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 48

“Armanca ku Fransîyayê û Brîtanîya Mezin dabûne ber xwe…- wê da dihate gotinê,- ew e, ku gelên bi sala-zemana ji dest zulm û zora tirka hatine zêrandinê, bi carekê va û tam aza bin, û hukumet û serokatîyên xwe yên miletîyê damezirînin û di wî karî da her tişt gerekê bi dil û daxaza gel be. Bona serketina wan daxaza, Fransîya û Brîtanîya Mezin bi hev ra qayîl bûn, ku piştgirîya damezirandina hukumet û serokatîyên wî awahî li Sûrîyê û Mesopotamîyayê bikin, ku îdî ji alîyê hevalbenda da hatibûne rizgarkirinê û herwiha li ser wan erda jî, ku wana dil heye niha azad bikin; Fransîya û Brîtanîya wê wî çaxî wan hukumeta nas bikin, gava ew îdî bêne damezirandinê. Fransîya û Brîtanîya, ku qet di fikra wan da jî tunebû, ku daxaza xwe li situyê gelên wan navça bialînin, lê her tenê dixwestin bi piştgirî û alîkarîya xwe va alî xebata hukumeta û dayîrên ji alîyê gel da hilbijartî bikin, ku ew bi awakî normal bixebitin, bi aborî alî wan bikin, ku “li ser pîya bisekinin”, di alîyê perwerdekarîyê da pêş bikevin, herwiha terka dijîhevtîyên di nav hev da bidin, ku di nava demeke xurt da ji alîyê tirka da dihatine bikaranînê seba meşandina sîyastea xwe,- a vî awahî ye ew rola, ku herdu hukumet hildidine ser xwe bona rizgarkirina wan axa”(66).

Ev dokûmênt dikaribû bihata hesibandinê wek nimûneke dêmagogîya xebervala, ku ancax bikaribûya daxazên amadekarên wê yên agresîv û dagîrkarîyê “binperde” bikira (veşarta). Xwesma xala derheqa wan axa da kenê merîya tîne, ku hevalbend “hazir dibûn niha rizgar bikin”. Û ev yek hevtêkê piştî bi destî zorê teslîmkirina Tirkîyê tê gotinê! Berî roja eşkerekirina dêklarasyonê îdî hemû navçeyên Împêratorîya Osmanîyê yên bi binecîyên ne tirk va hatibûne “azakirinê”, bilî Ermenîstanê û Kurdistana Tirkîyê. “Kula dilê” amadekarên dêklarasyonê û armancên rasteqîn yên alîkarîya bona “axên rizgarkirî”, ku qet kesî jî hêvî ji wan ne kiribû, ber çava ye”.

Lê, wek dibêjin, eva qîmetdayîna wê dokûmêntê ya ser ra-ber ra ye. Armancên dêklarasyona 7ê çirîya paşin sala 1918a yên konkrêt hebûn, yên ku bi piranî bona berjewendîyên Îngilîs bûn. Derheqa vê yekê da Lloyd Corc di halekî rehet da got, ku îdî dest ji serokatîyê kişandibû.

Ev dêklarasîyon, bi gotina wî, di pressa erebî ya cî da hate weşandinê, “bona ereba milahîm bikin”, girêdayî wan hevraxeberdanên surî di pressa Sovyetî da çapbûyî, ango bona xapandina ereba û gelên Rohilata Nêzîk yên mayîn bû, ku daxazên wan yên rast dernekevine ser avê. Bilî “rûreşkirina bolşêvîka”, Lloyd Corc gotina xwe berdewam kir, “peymana Sayks-Pîko bi sebebên mayîn va jî hate rexnekirinê. Dîwana Îngilîs ser wê bawerîyê bû, ku wê peymanê da bi kêmanî gerekê du xal bêne guhartinê. Ji wana yek derheqa derxistina Mûsilê bû ji teşkîla Mesopotamîyayê: ku genim û nefta Mûsilê ji dest Îraqê biçûya, ewê di hêla fînansî û aborî da gelekî zirarê keta. Gorî xala duda jî, Felestîn gerekê ser sê perça bihata parevekirinê û her perçek gerekê bin serkarîkirineke taybetî da bûya”(67). A hema xût ev herdu xal yên sereke ne. Dêklarasyona 7ê çirîya paşin sala 1918a wek ya Îngilîs-Fransîyayê dihate hesabkirin jî, lê, wek dibêjin, diha zef av berî aşê îngilîsa dida, ji ber ku ew dikaribû bihate wê manê, ku dest ji wê peymana ji Îngilîs ra destnedayî tê kişandinê. Ne dûr e, ku ew yek ji alîyê dîplomatîya Brîtanîyayê hatibû kirinê.

Bi vî awahî, ber şêmîka dawîya emelêm eskerîyê di hemû pêşanîyên şerê cihanê da û di destpêka amadekarîya bona hevraxeberdanên aşîtîyê, dîplomatîya Îngilîs tabîya xwe raber kir hindava peymana Sayks-Pîko da, ku bi fikra wî kevin bûbû û hindava wilayeta Mûsilê ya bi stratêjî û aborî giring da, ku perçekî Kurdistana Îraqê jî dikete navê. Ew tabî di hêlekê da ya agrêsîv û dagîrkarîyê bû, di hêlekê da jî ya yekalî û dijî Fransîyayê bû. Hîç şikberîya daxaza Îngilîs, ku temamîya Mesopotamîya dîrokî, di nav wê da navça Mûsilê jî, bike bin destê xwe, tunebû. Bi gotina lêkolînvanê Amêrîkayê Hovard, Îngilîs dixwest “yekîtîya ereba ya serbest, an jî konfêdêrasyona mentîqa” saz bike û hukumê xwe “bi rezadilîya (daxaza) binecîya” li ser Kurdistana Başûr bide belakirinê, “ya ku dikare bibe komara avtonom, lê ne hemû eşîretên kurda gerekê bikevine navê”(68). Lê pêşeroja qeydê dewletê li ser axên zevtkirî-ew îdî karê desta ye, ku rasttîya planên Londonê yên dagîrkarîyê li Îraqê kêmtir nake, lê bîr anîna navê Kurdistana Başûr tiştekî balkêş e, ew jî wê demê, ku Hovard, wek xuya ye, texmîn ne dikir, ku sînorên wê gerekê ji ku hetanî kîderê bin.

Di çarçova wê lîstika dîplomatîyê da, ku London di dawîya sala 1917a û destpêka sala 1918a dora perçekirina para Asîyayê ya “mîrata Tirkîyê” tevrakiribû, pirsa kurda destpê kir rola sereke lîst. Û gilî derheqa wê yekê da nîne, ku gotinên “pirsa kurda” û “Kurdistan” di dîplomatîya Brîtanîyayê ya wê demê da kêm dihate karanînê, {paşdemê da Lloyd Corc ji prêzîdent Wîlson ra got, ku terma “Kurdistan” bona wê yekê di nav pêşnîyarên Brîtanîyayê da ne dihate bikaranînê, ji ber ku dikete nava terma “Mesopotamîyayê”(69)}. Lê ya diha giring ew e, ku komên Brîtanîyayê yên serkarîkir bêy testîqkirina kontrola xwe li ser Kurdistanê (bi awakî eşkere, an jî bin va), texmîn ne dikirin, ku “safîkirina pirsa aşîtîyê” li Rohilata Nêzîk wê çi awahî be(70). Bi vê yekê va jî dêlêgasyona Brîtanîyayê hate kongreya aşîtîyê ya li Parîsê.

“Zexîra Rohilatê” ya dêlêgasyona Fransîyayê jartir bû. Rastîyê keve, bin destê fransiza da tiştekî berbiçav tunebû, ku bikaribûya daxazên xwe ser xista, bilî alayên eskerî yên sembolîk, ku dema raqetandina tirka ji Sûrîyê û Libnanê dihatine bikaranînê. Wana dikaribû tenê daxaz bikira wan welata bistînin û ew jî belkî bi ser ne keta. Wek ku ji têksta peymana Mudrosê xuya dibe, Fransîya gerekê dest ji Mûsilê bikişanda. Ev hemû bûne sebebê zêdebûna dijîhevtîyên Îngilîs-Fransîyayê yên li Rohilata Nêzîk(71). “Lihevkirina bi tirka ra cara tek-tenê bû sebebê nerazîbûnên di navbera min û Klemanso da”,- Lloyd Corc bi bîr anî. “Tiştekî bê şik e,- ewî paşê nivîsîye,- ku gelekî bi kumreşî berbirî wê tabîyê dibûn, ku me li Misrê, Felestînê û Mesopotamîyayê xwe lê girtibû, û ji ber wê jî wana dixwest hemû hevraxeberdanên zûtirekê li Balkana yên tevî Tirkîyê destê xwe da biparastana. Di hêleke din jî, tirka diha zef dixwest karê wan bi me ra hebe”(72).

Em bêjin, ku ew hucet ne demdirêj û ciddî bû. Klemansonê fikirrast derc dikir, ku Fransîya di pirsa Mûsilê da zû an dereng gerekê xwe vekişîne. Ewê para xwe ji nefta Mûsilê distend û ji Kîlîkîyayê jî diha zef tişt dixwest, ne ku bi peymana Sayks-Pîkoyê para wî ketibû. Gava Klemanso dawîya sala 1918a bi seredan çû Londonê, wî û Lloyd Corc derheqa wê yekê da bi zarkî (devkî) li hev kirin. Bi gotina Lloyd Corc, Klemanso “bêy tu gotinekê razî bû, ku Mûsil derbazî bin hukumê Îraqê bibe, lê Felestîn-ji Danayê hetanî Beerşebê-bikeve bin hukumê Brîtanîyayê”(73).

Destjêkişandina Fransîyayê ya mecbûrbûyî ji Mûsilê (lê wê ra tevayî jî, hela hê ne ya dawî) hîç ne dihate wê manê, ku komên Fransîyayê yên serkarîkir îdî hew hindava axa bi binecîyên kurda va li Rohilata Nêzîk hewaskarî nîşan didan. Berî her tiştî, Parîs wilayetên Sûrîyê yên Împêratorîya Osmanîyê, ku perçeke Kurdistana Başûr-Roavayê jî dikete navê, wek para xwe didît. Ya duda, Fransîya wek berê dixwest hukumê xwe yê aborî û sîyasî li bakûr û rohilata Sûrîyê testîq bike, ew jî dema ku hêgêmonîya îngilîs li ser van erda hebû. Hêvîya mezin li ser binecîyên xaçparêz bûn (herwiha ermenîya jî), ku Fransîya berê da piştovanê wan e (ew jî wê demê, ku wî çaxî kilîsa katolîkî li Fransîyayê ji dewletê hatibû qetandinê). Derheqa wê yekê da, ku bingeha wan hêvîya hebû, ew elametîya Kerzon ya li civîna kabîneta împêrîyê ya 20ê çirîya paşin sala 1918a hatibû kirinê, îzbatîyek e.

“Binecîyên Ermenîstanê hêvî dikin, ku Fransîya, an jî Amêrîka wana biparêze”(74). Eger em kurt bêjin, Parîs hîç ne dixwest bi hêsanî tabîyên xwe yên li Rohilata Nêzîk ji destê xwe bike.

Derheqa wê yekê da, ku dêlêgasyona Fransîyayê li kongreya Parîsê ya aşîtîyê da hema ji destpêkê da dixwest bernama xwe ya derheqa pirsa Rohilatê da bi ser xe, alîkar û şêwrdarê Klemanso li hevraxeberdana-A. Tardiyê îzbatîya tîne, yê ku di destpêka meha çileya paşin sala 1919a ev plan amade kiribû.

Pirsên Rohilatê.

a) Rizgarkirina wan miletan, ku bin destê Împêratorîya Ottomanîyê yê berê da bûn.

Ermenîstan;

Sûrîye û Kîlîkîya;

Dewletên ereba;

Felestîn.

b) Rêjîma Konstantînopolê, ku pirseke gelekî giring e.

c) Kivşkirina sînorên dewleta Ottomanîyê.

Parastina hukumê Tirkîyê nahêle, ku ew binecî şermezar bibin, ku li roava û navbenda parên nîvada Asîya Biçûk da piranîya wan tirk bûn; ev binecîyên vira dixwezin hukumeta miletê wî serokatîyê li wan bike, û prînsîpên hevalbenda mecbûr dike, ku wê daxazê bidine ber çava”(75).

Ji vê planê bi kêmanî xuya dibe, ku Fransîya ji alîkî va dixwest hemû axa ku ne ya tirka ye, herwiha Kurdistan jî, ji Tirkîyê biqetîne, lê alîyê mayîn da pirsa ku pêşerojê da statuya wan dewleta wê çawa be, nesafîkirî dihîşt, ango ew gerekê bê gilî û gotin bûbûyana aletên bona daxazîyên împêrîyalîstîyê, nav wan da Fransîyayê jî.

Di dawîya şerê hemcihanê yê yekê Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî jî ketine nava kar û barê serkarîkirina Rohilata Nêzîk. Çevê emirkana zûda li ser wê navçeyê hebû û piranî jî ji bo berjewendîyên aborî bûn. Hela di sala 1909a bazirganê emirkan Kolbî Chester karê çêkirina riya hesin ya gelekî dirêj da ber xwe, ku gerekê li ser piranîya erdê Kurdistana Bakûr, Roava û Başûr ra derbaz bûbûya (hatibû plankirinê rêyên hesin çê bikin ji Sivasê heta Suleymanîyê bi xetên Xarpût-Dîyarbekir-Mûsil-Kêrkûk û Sivas-Yumurtalik-Îskenderun, Sivas-Bîtlîs-Wan). Bona kefîlkirina sitendina fînansa, koma Chester destûr sitend di goveka çêkirina rêyên hesin da binerdê dewlemend bi kar bîne, nav wê da binerdê neftê va dewlemend bi kar bînin.

Bi rastî ew karekî ji bo kapîtala Amêrîkayê yê bi çapeke gelekî ejdeha bû, ku li wê demê bi ser ne ket rûyê dijderketina Almanîyayê da, ku hukumê wî wê demê li Portoyê pirtir bû(76). Axa hilbijartî jî gelekî balkêş bû, ku ne tenê di hêla aborî da, lê di hêla stratêjîk da hewaskar bû. Binketina bernama Chester nîşanî emirkana da, ku kîsê sitûr (perê pir) bêy hukumê sîyasî û eskerî, bona serketinê têrê nake.

Usa xuya ye, ku dîwana W. Wîlson ji wê zirarê ders hilda bûn, gava projeya aşîtîyê, di nav wê da ya di navça Rohilata Nêzîk da jî, raber kir.

Armanca rast ya dêklarasyonên sîyaseta der ya prezîdent Wudro Wîlson, ku wan dema geleka jê ra “mîrê aştîxwez” digotin (herwiha ew kes jî, ku bi sidqê qenc xalifî bûn), bêlî ne. Derheqa vê yekê da îdî hatîye gotinê. Ev pirs di nivîsara da hatîye ronîkirin. Emê vira tenê wan dereca destnîşan bikin, yên ku dikevine nava goveka têma em li ser disekinin.

Hêza DAY li Rohilata Nêzîk di dema em li ser disekinin da, di hêlekê va xurt bû, di hêlekê da jî sist bû. Xurtbûna wê aborîya împêrîyalîzma Amêrîkayê û hurmeta wê ya gelekî bilind bû di çavê binecîyên navçê da, yên ku emirkana nas dikirin tenê wek mîsyoner, rêwî, mirovhiz û yên mayîn, lê ne ku wek dagîrkar; ya duda, emirkan di alîyê eskerî û xwesma sîyasî da li erafê Rohilata Nêzîk sisttir bûn, rê û dirbên bikaranîna sîyaseta xwe rind texmîn ne dikirin, ku bikaribûna erdê Împêratorîya Osmanîyê ya felişî “hûfî xwe bikin”. Alîyên wê yên bi hêz dikaribûn pêşdemê da ser biketana, lê sistî jî piranî rûyê wê da bû, ku gelekî dûrî Rohilata Nêzîk bûn. Pirsdanîna sereke ya prezîdent Wîlson û der-dorê wî dema safîkirina pirsa Rohilata Nêzîk(77) di wê yekê da bû, ku bi karanîna firsendên dîpilomatî û propogandayê, bi destî zordayînê newekehevtîya hêza bidne hilanînê, ku ji wan ra dest ne dida.

Di nîsana sala 1917a DAY ji alîyê Antantayê kete nava şêr. Lê di oktobira wê salê da di serê Wîlson da bernama safîkirina “pirsa Tukrîyê” rehê xwe berdan. Ew dijderketina hindava biryarkirina qedera “mîrata Osmanîyê” bû, ya bi cûrê Îngilîs-Fransîyayê. 13ê oktobir sala 1917a alîkar û şêwrdarê prezîdent di alîyê pirsên sîyaseta der da Eduard Hauz nivîsîye: “Bi bawerîya wî (Wîlson.- M. L.) Tirkîya gerekê wek dewlet ji holê bê rakirinê û biryarkirina qedera wê gerekê daynine li ser kongreya aşîtîyê. Min ser da zêde kir, ku pêwîst e bêjin, ku axa Tirkîyê gerekê di nav tevgelên şêr da neyê parevekirinê, lê gerekê di ser erdê wê dewletên avtonom yên wan gela bêne damezirandinê, ku li wir dijîn û axa wan dera jî ya wan e. Ew bi vê fikrê ra qayîl bû”.

1ê çileya pêşin sala 1918a Wîlson namek ji Hauz ra şand, ku wê demê li Awropayê bû, li ku ew fikir bi awakî deverû (paşopê, berevajî) hatibû raberkirinê û ew zûtirekê hate naskirinê wek xala 12a, ku me îdî derheqa wê da gotîye. Tiştekî balkêş: Wîlson dixwest, ku ew xal diha eşkere bê ber çava, lê dinivîsî, ku “gelo Ermenîstan, Mesopotamîya, Sûrîye û perçên mayîn dikarin bi navê xwe bên naskirin?”. Hauz dij derket û her tişt wek berê ma(78). Ew nexwestina dîplomatê pircêribandî Hauz gelek tişt dibêje. Mafê gelên Împêratorîya Osmanîyê, ku bi xwe biryara qedera xwe bidin, bi femdarîya wî gerekê bûbûya aletê lîstika dîplomatîyê, û konkrêtkirina wê wê ziyan û zirar bida.

Bi awakî fermî şirovekirina “xala 14a”, ku di meha oktobirê sala 1918a bi serokatîya Hauz hatibû amadekirinê, kêm tişt di nav tabîya emirkana da guhartinê, lê zelal kir, ku bext û qedera tirka, ereba, kurda, ermenîya û gelên mayîn yên Tirkîya Asîyayê, ku Mala Sipî bona wana kivş kiribû, gerekê çawa be. Xala 6a jî bi vî awahî dihate şirovekirinê: “Usa xuya ye, ku Kavkaz gerekê wek pareke problêma Împêratorîya Osmanîyê bê lênihêrandinê”. Lê derheqa xala 12a da ha tê gotinê: “Vira, wek ku di pirsa Austrîya-Hûngarîyayê da, dijwarî serî hildide girêdayî terma “avtonomîya”yê va… Anatolîya gerekê bin destê Tirkîyê da be… Ermenîstan gerekê bibe îskeleke li derya Navwelatîyê bin hukumê dewletekê da. Dibe ew Fransîya be, lê ermenî dixwezin, ku ew dewlet Îngilîs be.

Sûrîya îdî bi razîbûna Fransîyayê ketîye bin destê Brîtanîya Mezin. Tiştekî ber çava ye, ku şansê Îngilîs ji gişka pirtir e di hêla xwedîlêderketina erdên Felestînê, Mesopotamîyayê û Erebistanê.

Gerekê di peymana aşîtîyê da xalên kefîltîyê (garant) bêne zêdekirinê û ew ji alîyê hemû dewletên, ku çav berdane mal û milkên Asîya Biçûk, bêne qedandinê. Ew gerekê hemû mafên gelên kêmjimar kefîl bike. Rêyên hesin jî gerekê bibin yên înternasyonal”(79).

Ji van nivîsara tê ber çava, ku emirkana planên perçekirina Împêratorîya Osmanîyê bi planên dijîsovyetê va dabûne hûnandinê, ya duda jî, wana pirsa derheqa avtonomîya gelên kêmjimar da bi awakî ne safî raber dikirin û hema bêje derdiketine dijî serxwebûna wan, ya sisîya, hemû axên Împêratorîya Osmanîyê, yên ne tirka, herwiha yên kurda jî, didane Îngilîs û Fransîyayê wek hebûna wan ya dagîrkirî, û ya çara, wana bin navê raberkirina “prînsîpa dergên vekirî” û înternasyonalkirina rêyên hesin dixwestin xwe ra bingehekê çê bikin, ku bikaribin bi hêsanî Rohilata Nêzîk di hêla aborîyê da bikine bin hukumê xwe. Vira kurd û Kurdistan eşkere nehatibûne binavkirinê, lê ew ji bintêksta xuya dibe. Em bêjin, ku derheqa wê yekê da di nivîsarên li departamenta dewletê yên bona kongreya aşîtîyê da têne bîranînê, ku 20ê adarê sala 1918a hatine amadekirinê û têne binavkirinê “Hesabdayîna derheqa lênihêrandina da: sînor û metodên wê”-“Ermenîstan”:

1. “Kivşkirina sînorên axa ermenîya, hînbûna navçeyên, ku kurd û gelên mayîn de`wa wan dikin”

“Nestorîyan

1. “Kurd”(80).

Bi vî awahî, zelal dibe, ku DAY qe jî ne dijî planên împêrîyalîstîyê yên di hindava perça Împêratorîya Osmanîyê ya Asîyayê bûn, ku di nav peymana Sayks-Pîko da ferih hatîye eşkerekirin. Tenê cûrê perçekirinê, parevekirina axa zevtkirî û tevnebûna DAY di nav wan da ne bi dilê Waşîngtonê bû. Emirkana herwiha pêşnîyar kirin, ku cûrên dagîrkirinê yên nû bêne rikinkirinê (“sîstema mandatîyê”-bona hevalbenda, “dergên vekirî” û “firsendên wekehev”-ew jî bona wana). DAY dikarin daynine rex daxazkarên împêrîyalîstîyê, yên ku çav berdabûne axa Împêratorîya Osmanîyê û Kurdistanê.

Bi vî awahî, dema vekirina kongreya aşîtîyê li Parîsê (nîveka meha çileya paşin sala 1919a) daxazên hemû dewletên Antantayê di pirsa qedera “mîrata Tirkîyê” da eşkere bû. Armancên altindaran (serketîyan), bê şik, yên zevtkarîyê, dagîrkarîyê bûn. Xeter li ser axa kurda jî hebû, ku bin nîrê Tirkîyê da bû (herwiha li ser Kurdistana Îranê jî). Namzadê sereke Îngilîs bû, ku hevalbenda xwe-Fransîyayê ji Kurdistanê dûr xistibû. Daxazên împêrîyalîstên Amêrîkayê jî hindava kurda da pir bûn. Şerê dîplomatîyê yê berk û sext wê paşê bûbûya, ji ber ku tu alîyek ne dixwest bi rezadilî, bêy şer dest ji daxazkarîyên xwe yên hindava axa kurda û gelên mayîn bikşîne, ji ber ku li wir kara aborî û stratêjî ya pir hebû.

Çavkanî:

66. Lloyd Corc D. Rastî derheqa peymanên aştîyê da, cild II, rûpel 225-226.

67. Dîsa li wir, rûpel 226.

68. Howard Harry N. The Kîng-Crane Comîssîon. An Amerîcan Înquîre în the Mîddle East. Beîrut, 1963, rûpel 17.

69. Dîsa li wir, rûpel 21.

70. Gerekê bidne ber hesêb, ku çarçoveyên geografî yên gotinên “Kurdistan” û “pirsa kurda” di wê demê gelekî ne zelal bûn û kivş nîbûn û ew piranî li Mesopotamîyayê, Ermenîstanê û Sûrîyê dihatine xebitandinê.

71. Bi hûrgilî li vir hatîye nivîsar: Lazarev M. S. Hilweşîna hukumdarîya Tirkîyê li ser rewşa Rohilata Erebîyê, rûpel 200-202.

72. Lloyd Corc D. Bîranînên eskerîyê. Cild V, rûpel 165, 167.

73. Lloyd Corc D. Rastî derheqa peymanên aştîyê da, cild II, rûpel 227; Hofman Karl. Sîyaseta neftê û împêrîyalîzma Îngilîs-Saksonîyayê. L., rûpel 87.

74. Lloyd Corc D. Rastî derheqa peymanên aştîyê da, cild I, rûpel 111.

75. Tardye A. Aşîtî. Moskva, 1943, rûpel 80.

76. Şpîlkova V. Î. Sîyaseta DAY împêrîyalîstîyê hindava Tirkîyê da (1914-1920), Moskva, 1960, rûpel 36-38.

77. Eger em di çarçova fire da li pirsa Rohilata Nêzîk binihêrin, ew temamîya Asîya Başûr-Roavayê, ku ji alîyê Împêratorîya Osmanî ya hilweşîyayî da hatibû zevtkirinê, û Îran hildigirte nav xwe, ku ji alîyê hevalbenda da hatibû dagîrkirinê (ji dawîya sala 1917a-ew tenê bin destê Îngilîs da bû). Afxanistana ku di wê demê şerê ji bo serxwebûnê dikir, pirtir bi ser Hindistana Brîtanîyayê dihesibandin, ne ku ser wê herêmê. Lê ew pirs bi xwe bi çend pirsên bi serî xwe û yên mezin û giring va girêdayî bû. Ji wana: 1) “pirsa Tirkîyê”, ango qedera sîyasî ya Nîvada Asîya Biçûk û Frakîya Rohilatê, ku piranîya binecîyên wan tirk bûn; 2) pirsa fariza; 3) pirsa ereba (ku di teorîyê da hebû û di peymana Sayks-Pîko da jî hebû, li ku îngilîsa û fransiza soz dabûn alî wan bikin, ku li ser axa Tirkîya Asîyayê dewleta ereba saz bikin, lê piştî hilweşîna Împêratorîya Osmanî ra îdî pirsa li ser erdê wê çêkirina çend dewletên ereba hate meydanê); 4) pirsa felestîna, ku xwesma piştî îlankirina deklarasîyona Balfûrê ya 2ê çirîya paşin sala 1917a ya derheqa li ser axa Felestînê sazkirina ocaxa cihûya ya miletîyê, ji pirsa ereba dihate cudakirinê; 5) pirsa ermenîya; 6) pirsa kurda. Gerekê bê kivşkirinê, ku ev hemû pirs bi hevdu ra girêdayî ne, û nabe ku ji hev cihê li wana binihêrin. Bilî wê, problêmên herêmên mayîn jî li ser wan da zêde dibûn, ji bo nimûnê, “pirsa Kavkazê” an jî “pirsa Misrê”. Li ser gotina xwe em dikarin zêde bikin, ku ev hemû pirsên ku me li jor dane rêzê, bi hêz û giringîya xwe ya navnetewî va ne wekehev in. Hinek ji wana li civînên navnetewî da bi her alî hatine lênihêrandinê (pirsên tirka, ereba, ermenîya, kurda), hinekên mayîn jî (pirsa fariza, statuya xantîya Nîvada Erebistanê) Îngilîs bi tena xwe hildabû ser milên xwe. Lê bi wê ra tevayî jî, hemû dewletên Antantayê di hêlekê da yek bûn-ew gişk jî bi çavekî împêrîyalîstî, dagîrkarinê berbirî wan hemû prolêmên Rohilata Nêzîk dibûn.

Em dikarin bêjin, ku piranîya pirsên jorgotî li nivîsarên Sovyetî û welatên dereke da rind hatine lênihêrandinê. Pirsa kurda di wê derecê da ji wan cuda ye. Ji ber wê jî li vira û dû wê ra me tenê ew moment destnîşan kirine, ku xût derheqa kurda bi xwe da nin, û armanca me ya bingehîn jî ji xwe ew bûye.

78. Arşîva serhing Hauz. Profesorê dîrokê li Unîversîteya Îeylê Garlz Seymûr ew ji bo weşandinê amade kirîye. Cild III. Moskva, 1939, rûpel 227, 233.

79. Dîsa li wir. Cild IV, Moskva, 1944, rûpel 156-157.

80. PRFR. 1919. The Parîs Peace Conference. Vol. I. Wash., 1942, rûpel 69.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev