KILAMÊ GOVENDA – 4

KILAMÊ GOVENDA – 4
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema çilûheyştan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa 4an a dawî a “Kilamê govenda” raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 48
HA BI LEYLÊ
Ha bi Leylê, Leylê Leylê,
Bejinziravê, gerden teyrê.
Ha bi Leylê, Leylê Leylê,
Keremke were seyrê.
Ha bi Leylê, Leylê hîva kêrre,
Şewqê da dor bajêre.
Ha bi Leylê, Leylê, Leylê,
Bejinziravê, gerden teyrê.
Leylê mala berjêr diçû,
Li min qar hat, peya diçû.
Leylê mala berjêr diçû,
Dawe, dilme, bela diçû.
Ha bi Leylê, ez û tune,
Vî gundîda em herdune.
Ha bi Leylê, Leylê, Leylê,
Bejinziravê, gerden teyrê.
Got: Mecîtê Mamo, 45 salî, nexwendî, ji gundê Heko, li ser nehya Talînê.
ŞÎRINÊ LEYLANÊ
Şîrinê Leylanê, bi Leylanê,
Şîrinê Leylanê, bi Leylanê.
Sorgul, sorgul, tev rihane,
Keçik dîne, tev îmane.
Keçik nade ramûsanî,
Lo xwedêyo mezin bikî.
Tu mirazê min pê bikî,
Mala qomsîa xirav bikî,
Tu derdê min derman bikî.
Ha lêxin, îşev maye,
Vê hîvê şewq vedaye.
Ez hatim alîyê weda,
Koç kerîya rê li min neda.
Berdêrî bûme qeda,
Min xastî, bavê neda.
Derdê dilê min gelekin,
Xwedê li jor qebûl neke.
Ha bi Leylê, Leylê, Leylê,
Wextê kêfan û heneka,
Çirê dayne ser pêteka.
Kawa min sibê rabe,
Notla qazekê
Bimeşe nav werdeka.
Got: Mecîtê Mamo.
GULÊ HEYNARÎ
Gulê heynarî, heynarî, heynarî,
Canê heynarî, heynarî, heynarî.
Gulê baran hûr, hûr dibarî,
Canê baran hûr, hûr dibarî.
Gulê çûn ewrê reş û tarî,
Canê çûn ewrê reş û tarî.
Gulê ez çûm, mala berjêr çûm,
Canê ez çûm, mala berjêr çûm.
Gulê ez hatim alîyê weda,
Canê ez hatim alîyê weda.
Gulê berdêrî bûme qeda,
Canê berdêrî bûme qeda.
Gulê min xwestî, bavê neda,
Canê min xwestî, bavê neda.
Gulê koç kerîya rê li min neda,
Canê koç kerîya rê li min neda.
Gulê îşev şeva şilîyê,
Canê îşev şeva şilîyê.
Gulê govend gerrîya hewlîyê,
Canê govend gerrîya hewlîyê.
Gulê ketime torra zerîyê,
Canê ketime destê zerîyê.
Gulê naçim ez ser hêwîyê,
Canê naçim ez ser hêwîyê.
Gulê derdê hêwîyê girane,
Canê derdê hêwîyê girane.
Gulê derdekî bê dermane,
Canê derdekî bê dermane.
Gulê nola qolincîya rûvîyane,
Canê nola qolincîya rûvîyane.
Gulê ez hatim alîyê weda,
Canê ez hatim alîyê weda.
Gulê koç kerîya rê li me neda,
Canê koç kerîya rê li me neda.
Gulê ez hatim, hatim, hatim,
Canê ez hatim, hatim, hatim.
Gulê ber çem, ber çem dihatim,
Canê ber çem, ber çem dihatim.
Gulê nola hespê bi retim,
Canê nola hespê bi retim.
Gulê ha nabe, nabe, nabe,
Canê ha nabe, nabe, nabe.
Gulê qotik, fîno, bela be,
Canê qotik, fîno, bela be.
Gulê dilketîye, çare pê nabe,
Canê dilketîye, çare pê nabe.
Gulê mala qomsîa xirabbe,
Canê mala qomsîa xirabbe.
Gulê ha li ser xanîa bela be,
Canê ha li ser xanîa bela be.
Got: Mecîtê Mamo.
HA RIHANÊ
Ha Rihanê, bi ha Rihanê,
Nar, nar xezala deştê.
Ha Rihanê, bi ha Rihanê,
Bînêd memika ça xweş tê.
Ha Rihanê ezim, ezim, lê,
Nar, nar, xezala deştê,
Ha Rihanê ezim, ezim, lê,
Bînêd memika ça xweş tê.
Dezmala bi sor gevezim lo,
Nar, nar, xezala deştê,
Dezmala bi sor gevezim lo,
Bînêd memika ça xweş tê.
Ha xezalê, ha bi xezalê,
Nar, nar, xezala deştê,
Ha xezalê, ha bi xezalê,
Bînêd memika ça xweş tê.
Ha xezalê bi yêrî, yêrî,
Nar, nar, xezala deştê,
Ha xezalê bi yêrî, yêrî,
Bînêd memika ça xweş tê.
Av xarî, berjêr çêrî wey,
Nar, nar, xezala deştê,
Av xarî, berjêr çêrî wey,
Bînêd memika ça xweş tê.
Ya minî, ji kê newêrî,
Nar, nar, xezala deştê,
Ya minî, ji kê newêrî,
Bînêd memika ça xweş tê.
Atroşo, xwelî li sêrî, lo,
Nar, nar, xezala deştê,
Atroşo, xwelî li sêrî, lo,
Bînêd memika ça xweş tê.
Ezê çi bikim ta bi mêrî wey,
Nar, nar, xezala deştê,
Ezê çi bikim ta bi mêrî wey,
Bînêd memika ça xweş tê.
Ha xezalê çima, çima wey,
Nar, nar, xezala deştê,
Ha xezalê çima, çima wey,
Bînêd memika ça xweş tê.
Got: Mecîtê Mamo.
LO, LO ŞIVANO
Lo, lo, lo, lo şivano,
Lo, lo, lo, lo şivano.
Lo dengbêjo, blûrvano,
Lo dengbêjo, blûrvano.
Blûr daye ser tilyano,
Blûr daye ser tilyano,
Serê yarê, lo serê dostê,
Serê yarê, lo serê dostê.
Serê dostê, lo bi qurbano,
Serê dostê, lo bi qurbano.
Vî şivanî lo hoke, hoke,
Vî wêranî lo hoke, hoke,
Tîşteke nêrîya lo tevî mîyake,
Tîşteke nêrîya lo tevî mîyake.
Serê yarê, lo serê dostê,
Serê yarê lo bi qurbake.
Lo xanîngo, lo der mezino,
Çol wêrano, der mezino.
Can, jê derket cote jino,
Can jê derket lo cote jino.
Can derdê min yanga mezino,
Can derdê min yanga mezino.
Lo xanîngo, der piçûko,
Lo wêrano, der piçûko.
Can derdê min yanga piçûko,
Can derdê min yanga piçûko.
Vî şivanî lo geze-geze,
Çol wêranî lo geze-geze.
Got: Mecîtê Mamo.
YAR ŞEMAMÊ
Yar Şemamê, Şemamê yar,
Yar Şemamê, Şemamê.
Yar Şemamê, Şemamê yar,
Qewil, qirar temamê, yar.
Bonka te çûme Şamê,
Yar Şemamê, domamê.
Yar Şemamê, te dibînim yar,
Yar domamê, domamê.
Dest gerdenê wertînim yar,
Şemamê, Şemamê, lê.
Tirsim bimrim, nebînim yar,
Şemamê, domamê.
Yar Şemamê, Şemamê, yar,
Qewil, qirar temamê.
XANÊ BIMEŞ
Xanê bimeş, bimeş, bimeş,
Dîlberê delalê, bimeş.
Dîlberê delalê, bimeş,
Mêrkê te mir, cankê min xweş.
Xanê virda, virda, virda,
Dîlberê delalê, virda.
Êlka me çûbû Gêwir dax,
Êlka me çûbû Gêwir dax.
Çi serdilka serê dilda,
Çi serdilka serê dilda.
Xanê mala berjêr diçû,
Dîlber mala berjêr diçû.
Mi qar hatibû, peya diçû,
Mi qar hatibû, peya diçû.
Xanê lêxin “Ezirgane”,
Dîlberê, delalê lêxin.
Deve çûne, kudik mane,
Deve çûne, kudik mane.
Barê deva çî girane,
Barê deva çî girane.
Hemû tije bi barxane,
Hemû tije bi eşyane.
Xanê bimeş, bimeş, bimeş,
Dîlberê, delalê bimeş.
Got: Mecîtê Mamo.
Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev