Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 48

We dizanibû…? – 48

Berevkar: Têmûrê Xelîl

S. V. Têr-Manvêlyan, erkdarê olî yê ermenî yê destpêka dewra XX derheqa êzdîyan da ha gotîye:

…“… kurmancên êzdî di xewn û xiyalên ola pêşîyên xwe yên xwezayîperest da bi zorekê xwe ji tevkujîyên xwînrêj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên xrîstîyanan, p’arastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol hatine pejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman netewê va jî, yên ku ketine hemêza muhemmedîyê. Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin…”

(ՍիոնՎարդապետ Տէր-Մանուէլեան, «Եզիդի կուրմանժ», Ախալցխա,1910/Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmanjên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910, rûpel 5 – 6, bi zimanê ermenî).

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev