Serhildêr û rêberekî kurd ê navdar Simkoyê Şikak

Guhdarên delal! Iro ezê beşeke bernameya ji rûpelên dîroka serhildan û şoreşa kurdan raberî we bikim. Di dîroka kesayetiya kurdan de Serokê serhildanan wek: Şêx Seîdê Pîran, Pêşewa Qazî Mihemed, Simkoyê Şikak, Seyîd Rizayê Dêrsimê, Şêx Mehmûdê Berzincî, Mistefa Barzanî û hemû qehremanên ku bingeha siyaseta xebata Kurdan damezirandine, rêçeke geş û girîng hîştine di dîroka tekoşîna kurdan ya azadîxwezîyê û serxwebûna Kurdistanê de.

 Di bernameya îroyîn de ezê çend xalên girîng derheqa malbet, kesayetî û şoreşa Simkoyê Şikak (1887-1930) we re biaxivim. Smayîl Axayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava ‎kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê ‎Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê ‎meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora ‎hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema fêodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin ‎nîrê axatiyê de bû, pêkhat.
Di bernamayê melûmetyên giring ji nivîsara birêz Kakşar Oremar bi navê “72 saliya şehîdbûna lîderê Kurd, Simkoyê Şikak” hatîye deyn kirin. Dixwezim spasîya taybet bidim rêzdarê hêja Kakşar Oremar ji bo agahîyên têr û tije û balkêş derbarê malbet, kesayetî û şoreşa Rêberê kurda yê lêgêndar Simkoyê Şikak.

Di wê bernamayê de herwiha hûnê kilameke nû pêşkêşî mêrxasê kurda yê bi nav û deng Simkoyê Şikak bibhên. Mûzîka û gotinên kilamê hunurmend Şeyram Dostan sêwirandîye. Kek Şeyram Dostan bi xwe xelqê Rojhilata Kurdistanê, ji bajarê Urmîyê ye. Bêtirî 20 salan e bi malbeta xwe ve li Kanadayê dijî. Hêjayî gotinê ye, guhdarên ezîz, kek Şeyram Dostan ji eşîreta Simkoyê Şikak ji qebîla Evdoyî ye, ji bera Nemetîyê. Bapîrê wî Miho li bajarê Tewrêzê di gel Cewar axa şehîd bû.

Kilam cara yekem tê weşandin. Di stranê de behsa jîyan û şehîdbûna Simkoyê Şikak ji destê leşkerê dewleta Îranê tê kirin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev