WÊNEKÊŞÊN KURDİSTANÊ Lİ ERMENÎSTANÊ NE

WÊNEKÊŞÊN KURDİSTANÊ Lİ ERMENÎSTANÊ NE
Mirazê Cemal

Nava dîroka kurdên Ermenîstanê da cara yekemîn e ku temaşegeha wênekêşên Kurdistanê li Ermenîstanê tê nîşandayîn. Kurdên Ermenîstanê bi sal û zemanan di hisreta xerîbîya mawêran da her dem benda dîtina çanda welatê xweyî kal-bava bûye. Îro milet bo vê bûyarê gelek kêfxwaşîya xwe dîyar dike.

Hevt wênekêşên Kurdistanê bi serokatîya wênekêşê kurdî xudîşuret Hewkar Bo Hawkarian hatine Ermenîstanê. Li navenda bajarê Yêrêvanê, mala Yekîtîya Wênekêşên Ermenîstanê da temaşegeha wêneyên kurdî hatîye vekirin bi têma KURDİSTAN WÊNEYAN DA.
Temaşegehê da bilî berhemên Hawkar Bo Hawkarian, wisa jî efrandinên 15 wênekêşên ji her çar parçên Kurdistanê hatine danîn. Temaşegehê ji 18-19-ê vê mehê derê xwe ber temaşevanan veke.

Em xwîşk û birayên xwe yên kurdên Ermenîstanê teglîfî dîtina temaşegehê dikin. Em bawer in, ku dostên me yên ermenî û milatên din yên komarê jî wê bi hunura kurdî ya wênekêşîyê va heyr û hijmekar bimînin.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev