Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Kefîyên Cihêreng” a Mahir Bagok ji Weşanên “Lîs”ê derket

“Kefîyên Cihêreng” a Mahir Bagok ji Weşanên “Lîs”ê derket
Li Gabarê, li erdnîgarîya ku Egîd gîyanê xwe lê alandîye; du fedakar û şervanên azadîya welatê xwe, Rênas û Gulsîdaya destgirtîyên hev, dixwazin bigihîjin hev. A rast Gulsîda dixwaze xwe bigihîne dildarê xwe. Ji werza havînê dest bi meşê dikin; payîz, zivistan û biharê li dû xwe dihêlin, lê di werza Botanê de nêzîkî hevdu dibin. Şer û pevçûnên jibo çîyageran kêlîyên jênagerên jîyanê ne, li dawîya rê dibe benda gihîştina wan û Gulsîdaya çavbihêsir li gel hevrêyên wê bi tenê dihêle. Gihîştina cem Rênas weke xeyalekê di nava kefîyêya şîn û lênûskawî de dimîne.

Mahir Bagok ê di zindanê de pênûsa xwe jibo çîroknûsîya Kurdîyê bi hêminî xebitandîye, di romana Kefîyên Cihêreng de evîna du kesan û evîna welatekî bindest li ser şelîda heman filîmî nîşekiriye û dilê xwîneran fena balindeyên nava esmên her bi firîn êxistiye. Ji ber peroşîyê heta hevoka dawî jî, ev dil lê dide. Û dê jibo çîyagerên mayî jî lê bide…

Kefîyên Cihêreng, Mahir Bagok, roman, 283 rûpel, Weşanên Lîs,2016, Amed
ISBN:  978-605-9014-67-0

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev