Ji çend helbestên helbestvana me Xaylaza Reşîd

Ji çend helbestên helbestvana me Xaylaza Reşîd
WERE WERE LO GEDE
Di navbera min û te de, çil û çiya ne, lo gede
Min te re got, destê min bigre, êdî êdî bernede
Evîntî ew gula sore, wê roj bi roj gul vede
Dil min bahare, buhuşte, min bawerbe terk nede.
Carna ewrim giran dibim, hêsirê min dibin baran
Carna dibim rojek sayî, şa dikim deşt û zozan
Dixingirin berbi kaniyê, şivan û gavan, bêrîvan
Dibim eşqa dilê xortan, û wan dikim bilûrvan.
Dibime şîrê qasika destê kevaniyê jîre û jêhatî
Dibim şekir dibim kişmîş, ava nemir av heyatî
Dibim cewik û dikişim wek tîremer dev geliya
Mîna qamçiyê pêxembera dihûnim kezî û guliya.
Xêliya Zînê xwe wer dikim, dibim nîşana evîniyê
Û cêrê leylê hiltînim, ku Mecnûn bivînim xerîbiyê
Xatê Xana Evdilrehmanim, dibim nîşana azadîyê
Kevaniya mala giranim malbatê re ez dara şiyê.
Di navbera min û te de, çil û çiya ne, lo gede
Min te re got, destê min bigre, êdî êdî bernede
Evîntî ew gula sore, wê roj bi roj gul vede
Dil min bahare, buhuşte, min bawerbe terk nede.
BI BAQE GUL
Usa dixwazim
Wekî tu bêyî bi baqe gul,
Usa dixwazim
Dilê minda maye ev kul…
Bi beşerek
Xweş temene bî tu ber min,
Sereberjêr bî
Û tu ramûsî herdu destê min…
Usa dirtisim
Bawer nekim ez van çevê xwe,
Û xwe undakim
Û naz nekim ez delalê xwe…
Dibek şabûna
Per hêşîn bibin li ser milê min,
Û ez bifirim
Li vir bimînin xem û xiyalê min…
DIL DIGIRYA
Dil digirya
Kolan kolan
Ew digeriya,
Ketibû
Çol û baniya,
Li ber deriya
Ew digeriya
Û her digot
Axxx,
Tu çi bêbextî
Dinya…
ROLAND…
Roland, Roland
Kê dara te
Reş xemiland
Kê, kê
Ka
Bêje kê ?.
Ew kîjan berbûbû
Ku ber dara mirazê te
Nereqisî
Û
Hena te negerand.
Rolaaand…
Qehremanê min
Şêrê min
Mêrxasê min
Çargurçikê min
Te dîsa îro
Birînê Şengalê
Anîne ber çevê min.
Navê dayîka teye
Şemê
Xwedê lê bê rehmê
Xwedê lê bide
Tab û sebrê
Xwedê tijîke
Dewsa kul û xemê.
Ev çend roje
Dilbirînim
Li bajarê Tilbîsê
Çeva digerînim
Sed heyf
Mixabin
Xortê bermiraz
Bîst yek salî nabînim.
Hewaaar
Dê û bavê te
Bûne gurê har
Dîsa li civaka ezdiya
Tê zare zar…
Roland
Ka bêje
Kê dara te
Reş xemiland
Rolaaand…

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev