Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

JI DÎTIN Û PÊNÛSÊN ŞAHIDAN – 3

JI DÎTIN Û PÊNÛSÊN ŞAHIDAN – 3
Xwendevanên delal, me berî çend rojan 2 beşên pêşin yên gotara lêkolîner, êzdîzan Kemal Tolan ya ji 3 beşan raberî we kiribû, ku ji jîyana Êzîdîyên Bakurê Kurdistanê da ne. Fermo, niha jî beşa 3an, a dawî bixwînin.
Di dû sebeqên “Qewlê Şêx Adî û Mêra” de weha tê gotin:
Kemal Tolan

Şêx Adî xudanê keremê
dahir bû li erebe li ecemê
*********************
dahir bû li beyit fare
qesid kir hate hekare (Çavk.:28:101-102)
 *****************
Di Zargotinên Êzîdiyan de tê gotin:
Hekarî Şêx Adî hate harî
Çî bi şîrî û çî bi mertalî
*********************
Em dizanin ku gelek kesên ji van eşîrên li jorê hatine birêzkirin, ji ber zilma siltanên dewleta Osmanî, paşweruyên kurd û dewleta tirkan reviyane çûne nava dewltên Soviyetê ( Ermenîstan, Gurcîstan û. w.d.) û ew eşîran heta îro hêjî tev Êzîdîn e. Min li ser vî babetî çend nimûnên dinê jî di pirtuka xwe “Hebûn û tûnebûna Êzîdiyan tev romanên zindîne” de diyar kiriye . Eşkere ye ku „Piraniya kurdên Soviyetê ji Tirkyê; Beyazîd, Bitlîs, Mûş, Diyarbekir, Êrzûrûm, Qers, Îxdîr, Mardîn, Wanê û gundên dorberê wan hatine. Piraniya kurdên li Ermenîstan û Gurcîstanê kurdên Êzîdîne. (16:34)”

Eger Diroknas dikaribin rastiyê bibêjin, dê xweya be ku berî Êzîdî ji welatê xwe derkevin, ewan di welatê xwe de gelekî bimêranî û bitenê li dijî “Roma reş” berxwedane.

Birêne li gazî û hêviyên di “ Kilama Bavê Usiv, Kilama Cangir Axa I û II, Kilama Evdil Mecîd û Kilama Bereka Girî Daxê de“ 19: 90-101 û.w.d.

Êzîdiyên ku di wê demê de nikarîbune ji ber zilm û zora leşkerên Romê û Musilmaniyê bi birevin ew qulibîne. Ji vê demê şûnde, êdî Êzîdî li derûdora Mîrgehan Hekkarî, li ser ol û axa bav û kalan nemane. Kesên ji Êzîdiyên bakurê Kurdîstanê ku dikaribe îro agehdariyan li ser Êzîdiyên Mîrgehan Hekkarî raste rast bide nemane. Kesên dixwazin li ser Êzîdiyên Mîrgehan Hekkarî agehdar bive, bila ji kerema xwe re çavkanî 21 û 17 buxwîne.

14. Gazî û hêviyên Êzîdiyên herema Basa

Di zargitinê Êzîdiyên herema Basa de tê gotin, ku Êzîdîyên mirîdên Pîr Xetîp (çavk.:23) heta berî fermanê 14.5.1916 jî li gelek gundên Bota diman. Di wexta vî fermanî de 350 heta 400 evdên Êzîdiyên Basa hatine kuştin, gelek jî reviyane çune nav Mîrgehan Şêxan(îraqê) û heta îro jî çend malên wan li gundê Kelebedrê dimînin.

15. Gava Kemal û hevalên xwe di dema 1916 heta 1918 de hatine Kurdîstanê, ka ewan hingê çewa kurd bere hevûdinê dane? Werin em birênin, Evdekî ji kurdên Musilman ku hingê di nesîhat namên xwe de weha gotiye:

„Ez di sala 1916 de-17 de, di herema xwe de Şêxekî gelek bi nav û dengbûm. Di vê demê de Dewleta Osmanî ji welatên Ereban direviya derdiket. Siltan Reşat ji min re name şand û ji min dixwast kû ez biçime cem eşîrên Kurd û Ereban, ji Şêxên wan re bibêjim, bila ew dev ji şerê xweyî li dijî Osmaniyan berdin. Li ser vê daxwaziya wî, min lêda ez çûme Nisêbînê welatê xwe. Ji wirê jî çûme cem şêxên li Sincarê û yên li çiyayê Abdulazîzê. Min ji wan re weziyet got. Ewan jî gote min:“Me bi van cinayetan nizanî bû. Belê, emê êdî ji van tiştan re bibine manîh.“Min rabû 12 şêxên bi nav û deng bi xwere anîn, em çûne cem komandarê Nisêybînê bûne mêvan.Wexta ez sibê zû rabûm, min dît ew her 12 de evd jî îdam kirine. Ez bi dilekî gelek şikestî vegeriyame Bitlîsê. 24:20-21„

Di van salan û piştî van salan de jî gelek rojname, kovar, erdkolojî û lêkolînênvanên Ewrûpî û çend biyaniyên dinê jî li ser rewşa Êzîdîtiyê nivîsandine. Çend navnîşanên wan jî evin:
Hugo Makas -Kurdische Texte –Kurmanjî Dialekte, aus der Gegend von Mardin.

Petersburg- Leningrad 1897-1918-1924- Mark Lidzbarski _Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft Band.51 ._Ein Exposè der Jesiden- Leipzig 1897

C. Brockelmann -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft Band.55. s.:388-390 -Das Neujahsfest der Jezidis- 1901. Leibzig.

Fischer, Miszellen -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft Band.58. s.:876-567 -Ein Gesetz der Jeziditen_ 1904. Leibzig.

Dr.Georg Jacob (von Dr. Rudolf Frank)-Türkische Bibliothek (Scheich Adî, der grosse Heilige der Jezidîs)- Berlin. 1911

Maximilian Bittner -Denkschriften der Kaiserlichen Akademie der Wiessenschaft in Wien Band:55 _Die Heiligen Bücher der Eziden oder Te…..anbeter- Wien. 1913

Dr.Theodor Menzel ( Odessa) -Ein Beitrag zur Kenntnis der Jeziden. Die Teu.anbeter von Mustafa Nuri Paşa.( Aus Türkisch Übersetzt)- Leipzig 1930

Carl Brockelmann -Geschichte der Arabischen Litteratur- Erste Band. Leiden 1943

16. Di derheqê çend serpêkhatî û gaziyên Êzîdiyên li derûdora Mêrdîn û Cizîrê de, weha tê gotin: „ Mîrê Botan (di sala 1845 k.t.) li dijî daxwaziya Baciniyan bi darê zorê di navenda gund de, li ser tahtên raserî Bêndera Şêx-Ehmed û di neqeba herdo tarên gunde mizgeftek da ava kirin. Wî herwiha ji bo misilmankirina gundiyan mellayek jî tayînî Bacinê kir û xwest bahweriya Baciniyan ya bi ola Tawis-î-Melek bişkîne. Tê gotin, nû malbatên Qasê Heyno bi vê bêhuzuriya Mîrê Botan anîbu gund rû bi rû man, wan xwe neçar dîtin û çûn xwe avêtin bextê nas û dostên xwe yên Omerî. Gundiyên din jî di heman demê de bi leşker û bi mellê Mîrê Botan re di nav şerekî mezin de bun. Wan di wî wextî de zordestiya Îslamê li ser ol û bîr û bahweriya xwe qebûl nekir. Eger çiqas leşkeran gundî bi darê zorê biribuna mizgeftê jî, ti kesî berê xwe nedida mellê û bi ya wî nedikirin. Tê gotin, yekî dîn di wê demê de di gund de hebu. Ev kes radorî mellê û kurê mellê ketibu. Wî ya xwe bi mellê û kurê mellê kir û wî ew rezîl kirin, heta êdî ew ji gund reviyan. Lê, carek din Mîrê Botan bella xwe ji Êzdiyên Bacinê venekir. Vê carê, mellayekî nas ji Êstillê hat gund. Wî û Baciniyan qewlê xwe wiha bi hev kir: Hunê li ser ol û diyaneta xwe ya Êzdî bin û ez jî nahêlim kesek bella xwe li we êxe. Bi vî rengî serhildana Baciniyan ya li dijî Îslamê serkeftî bu. Dûvre, mellê Êstillî jî ji gund derket û di mizgefta Mîrê Botan de wexta danê nîvro ker, hesp û dewarê gavanên Baciniyan lê mexeldibun. Belê, ji wê demê heta îroj mizgeft ne mizgeftbu, ew bes kox bu. Binê wê bi rêxa terş û dewêr hatiye rayêxistin. Çawa mellê Êstillî ji gund derket, malbatên Qasê jî piştî heft salan li surgunê vegerihan nav xwedî û gundiyên xwe. Ji wê dema heta îroj ne hedê ti mêrê misilman bu zilm û zorê li Êzdiyên Bacinê bike. (25)“

Wekî dinê jî gava em li buyerên di strana Hesinê Hewêrî û strana Mîrzayê Hacî-1845 (çavk.19: 86-89) birênin, em dibînin ku gelek hêvî û serpêkhatiyên Êzîdiyên vê heremê di wan de xwanê dikin. Ji xeynî van dîsa xweya ye, ku di salên 1924 /25 an de şerekî dijwar û giran di navbera Êzîdî (bi taybetî ji êla Hevêrka), Mesîhî, Musilman û leşkerên Osmaniyan de dest pê kiriye. Birêne (çavk.19: 86-86) li strana şerê Bagokê û şerê Bawerdê.

17. Ji xeynî vanan jî, dîsa bi sedan serpêkhatî û hêviyên Êzîdiya yê van salên dawiyê, di gelek malperên Înternet, pirtûk, rojname, kovar, nêrînen erdkolojî û lêkolînvanên Ewrûpî, Kurd, Tirk û biyaniyan de hatine nivîsandin û ez ji xwe nikarim navnîşanên wan tevan divirde diyarbikim. Navnîşanên hineka jê wehane:

Günther Deschner, -Saladins Söhne: Die Kurden-des betrogene Volk/1983 München-
J.C.B.Mohr ( Paul Siebeck)- In Geschichte und gegenwart Handwörterbuch für Theologie und Religionswissenschaft.(Jeziden) -1959 Tübingen

Johannes Düchting / Nuh Ateş „Stirb der Engel Pfau ?“ Edition KOMKAR
Kraus Reptin – Nendeln- Geschichte der Philosophie in einzeldarstellungen Band 4.1924
(L.Das Jezidentum) Liechtenstein 1973

Mîr Celadet Bedirxan – Ronahî, hejmar 1-28 . (1942-1945). Jina nû .1985
Prof.Dr.Carl Brockelmann – Geschichte der Arabischen Litteratur.- Zweite S.band. Leiden 1938

D.Hans Haas -Bilderatlas zu Religionsgeschichte- Leipzig 1930

„Celawa Şêx Derweş“-Duha û Drozê Êzdîya -1992 Bonn

B.Murat Öztemir -Yezidiler ve Süryaniler, Röportaj-inceleme Mayis 1988. Ekin Yayınları
Bingeha Êzîdiya li Derveyî Welat. Hannover Kovara Roj hemû hêjmarê derketî.
Burhan Oğuz -Türkiye halkının kültürKökenleri -Teknikleri, Müessesleri, inaç ve Adetleri-Cilt .I: Giriş, Beslenme ve Teknikleri. Istanbul 1976 .Istanbul Mattasi

Burhan Oğuz -Türkiye halkının kültürKökenleri -Teknikleri, Müessesleri, inaç ve Adetleri – Cilt .II:Tarım, Hayvancılık, Meteoroloji- Istanbul 1976 Istanbul Mattasi
Cemşid Bender -Kürt Mitolojisi – 1 Berfin Yayinevi.

Cîgerxîn -Tarîixa Kurdîstan Cîld.:1 Stockholm 1985

Yekîtiya Êzdiyan Almanya-Kovara Laliş hemû hêjmarê derketî

Dr.Cemşid Bender -Kürt Tarihi ve Uygarliği çap.1. 1991 Kaynak yayinlari

Ekrem Cemîl Paşa -Dîroka Kurdistan bi kurtebirî. -Çile 1995 Bruksel.
Ethem Xemgîn -Kürdistan Tarihi cilt-3. 1991- Kürdistan Tarihi cilt-1 1982. Agri Verlag

Hayri Başbuğ -Yezidilik inancı, Türk Dünyası Araştırmaları Vakfı Yayını: 39.

Istanbul 1987. Baysan Basım ve yayın sanayı A.Ş.

Komela Çande û Dînê Êzîdî ya Oldenburgê -Dengê Êzîdiyan hemû hêjmarê derketî.

Torî -Yezidilik ve Yezidiler- Istanbul. Berfin yayinlari Mart.2000.

Xidir Pîr Silêman -Êzîdiyatî ( Wane bo qutabîyêt êzidya) 1996 Dihok.

Pîr Xidir Silêman -Laliş Kovera rewşenbîrî Demdemiye Bingehî. Dihok hemû hêjmarê derketî .

Ereb Şemo -Şivanê Kurd -Tebax 1990. Köln.

Bazil Nikitin -Kürtler – Deng Yayınları .1991 Istanbul

18. Çend buyerên ku di van salên dawî de bûne û min di çavkanî:19 de nivîsandine jî evin: Kilama Hesinê Mihemed”1956”, Kilama Gundiyên Çinêriya “1963”, Strana Birahîmê Rizgo “1964” û wekî dinê hêjî bi sedan hêvî, gazî û buyerên Êzîdiya ye ku ne hatine nivîsandin hene.

Ew Êzîdiyên kû koçeberî welatên Qafqasiyan û Erebîstanê bûne, ewan di wan welatan de Êzîdiyatî û çanda xwe bi zahmetê giran parastine. Lê Êzîdiyên kû di nava sînorên Cumhuriyeta Tirkan de mabûn; Êzîdiyên Xaltiyan, Amedê, Hekkarî-Serhedê, Botan (Basa), Çêlka (Tur-Abidin), Meletê û Ruha yê-Wêranşehîrê ev bi piranî hatine qirkirin û helandin. Di wan herêman de, îro çend malên Êzîdiyan bitenê li devera Xaltiyan û li herêma Wêranşehrê de mane. Belê eger meriv îro wanê mayî tevan bîne li ser hev, dev de weke gundekî piçûk jî tûne ne. Şovenîstên Tirkan bi alîkariya olperestên Kurd, welatên cînar û menfêatçiyên Ewropayiyan gelê Kurdîstanê yê herî kevn di nava xwe de helandin.Ji bo ew dikaribin cî û warên Kurdan, ne xazim yên kurdên Êzîdî li hev parebikin û şopa hebûna Êzîdiyan tam wenda bikin, ewan êdî di sala 1934 de qanûnên guhartina navên gund û paşnavên evdên Kurd derxistiye.Wana bi vê siyaseta xwe ye şovenîst û ne demokratik, çiqas mulkê Êzîdiya yê heta wan salan hebû, tev ji destên Êzîdiyan derxistin, tapû û qoçanên wan yê heyî jî çirandin û bi sedan gundên Êzîdiyan parevekirin. Vêga jî, di destên gelek Ezîdiyan de Tapû (qoçanên) yên erd û gundan hene û herkes jî dizane kû ev gund û êrd yên Êzîdiyane, lê ji ber ku xwînxwaran navên di qeydiyan de guhastine, êdî Êzîdî hewkarin daxwaz û bahsa van milk û talanên xwe bikin. Şixwe ji ber vê zilm û zora ku Dewletê û olperestên musilmanin Kurd, li Êzîdiyan kiriye, tû evdek ji Êzîdî û ji ecnebiyan nikare di derheqê hêjmara Êzîdiyan de agehdariyeke rast bide. Agehdariyên di derheqê hejmara Êzîdiyan de hatî û tê gotin, tenê gumanin evdane.

Bila tu kes çewt fahm neke, ez nabêjim van nivîskar û geryokên ku min bahsa lêkolin û berhemên wan kiriye tenê rastiya rewşa gelên Kurdîstanê diyarkirine. Eşkere ye ku geleka ji wan, ji bo armanc û berjewendiyên xwe û dewletên xwe, bi zanistî çewtîtî û neyertî xistine nava gelek netew û olên (Musilman, Xirîstiyan, Êzîdî, Elevî û.w.d.) ku li Mezopotamiya yê hene.

Her weha hêvîdarim ku hinek ji dîroknas û lêkolînerên dîrokê, dê karibin zêde li ser van babetan rawestin, ewê wan zaniyarên ku destê min ne gehîştiyê kombikin û ji me re pêşkêşbikin. Dîsa ezê gelekî dilxweşbim gava ku em ji vaqas buyerên buyî, wekî çewa V.O.Klyûçewskî gotiye:“Em gereke demên derbazbûyî fêr bibin, ne ji bo wê ku ew îdî derbaz bûne, lê herwaha bona wê, ku ew dema derbazbûyî nikaribûye paşmayînên xwe bide paqijkirinê.(9)“ fahm bikin.

Dema em birastî berhevbikevin, emê hingê jî bi serbikevin.

ÇAVKANÎ:
 Şerefxanê Bedlêsê-ŞEREFNAME –Tarîxa Kurdîstanê ya kevn 1579-, Wergera kurmanci:ya ji aliyê Zîya Avci ve di sala 1998 de çapa yekem a Kurmanci ji Weşanxaneya Apecê, weşan Nr.: 129 hatiye weşandin.
 Garo Sasunî-Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt ilişkileri, Stockholm-1986.
 Alfert Dapper, -Reich des Großen Mogols, Persien, Georgien und Mengrelien- 1682.
 Johan Heinrich Zedler- Grosses Unjversal Lexicon Band.XIV (Jezides)Leipzig 1735.
 Karsten Niebuhr, – Reisebeschreibung nach Arabien und anderen umliegenden Ländern 1774 bis 1778 in Kopenhagen-Zürich 1766
 Bergk, Johann Adam -Natolien, Georgien, Armenien, Kurdistan, Irak und Al Dschesira (in historische, geographische ..) Heinsius in Gera, 1799. Mit zwei Karten.
James Claudius Rich, – Narrrative of a Residence in Koordistanya -Duncan, 1836. S.:66-130.-
 Avêryanov, Osmanli-Rus ve Iran savaşlarinda Kürtler 1801-1900. Ankara 1995 . Osmanlicadan Tercüme eden: Muhammed (Hoko) Varli(Xanî)
 M.S.Lazarev – Pirsa Kurdan (1891-1917)- Weşanên Roja Nû: 49. Stockholm 1999. Wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl.
10. Helmut v. Moltke-Unter dem Halbmond 1835-1839. Seite:258-265.
11. Dr.P.Müller Simonis, Durch Armenien, Kurdistan und Mesopotmien.Meinz 1897.
 Austin Henry Layard, -Nineveh und Babylon (Nebst Beschreibung seiner Reisen in Armenien, Kurdistan und der Wüste.- Leipzig 1855
 Karl May, Durchs wilde Kurdîstan 1885
 Nolde Baron Eduard -Reise nach Inner Arabien, Kurdîstan und Armenien 1892 – Braunschweig 1895, Vieweg 1895.
 Robert Koldewey, – Heitere und ernste Briefe- Berlin 1925 rûpel.:166-
 Dr. Celîlê Celîl, Jiyana Rewşenbîrî û siyasi ya Kurdan (Di Dawiya Sedsala 19`a û Destpêka sedsala 20 ´a de)- Çapxana Jîna Nû . Çirya Dawî 1985 Uppsala.
 Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl- Zargotina Kurda Para I û II. Moskva 1978.
 Günther Deschner, Saladins Söhne: Die Kurden- des betrogene Volk/ 1983 München-
 Kemal Tolan, Hebûn û tûnebuna Êzîdiyan tav romanên zindîne. Oldenburg 2000. Weşanên Mala Êzîdiyên Oldenburgê.
 Dr.Theodor Menzel(Odessa). Ein Beitrag zur Kenntnis der Jeziden. Leipzig 1930. Rûp.:CXVI. de .
 Heciyê Cindî- Hewarî-, Weşanên Roja Nû. Çileyê Paşin, 1999.
 Etem Xemgin – Kürdistan da Dini inaçlar ve etkiler. Köln 1996. Rûpel:58.
 Pîr Xetîp, Ev Mişêwra di sala 1270 de bi destnîşana gelek Xasên Êzîdiyan hatiye tomarkirin . Mamoste Pîr Xidir Suleyman ev ji min re xwand û jê derek jê da min.
 Osman Aytar-Hamidiye Alaylarından Köy Koruculuğuna-Agustos. 1992.
 Malpera; Îzedîn Bacini http://home.dencity.com/bacin/,
 Malpera; http://www.milliyet.com.tr/1998/01/10/ykemal.html,
 Malpera ; http://members.nbci.com/avrasya/depo1/yazma.htm, : Yazma Van Tarihi’nden Notlar: VAN’DA YEZİDİLERLE KANLI SAVAŞLAR
 Pîr Xidirê Silêman & Xelil ê Cindî.-Êzîdiyatî (li ber ronaya hindek tekstên ol Êzîdiyan). 1995. Ararat.
 Major Frederick Millingen, Kürtler arasında doğal yaşam- Çevîren: Nuray Mestci
 http://www.folklorkurumu.org/folklora/yoreler/van/asiretler.htm,
 Yaşar Kemal, Fırat Suyu Kan Akıyor Baksana – Bir Ada Hikayesi I- Ocak 1998 Îstanbul.
 Ekrem Cemîl Paşa, Dîroka Kurdîstan bi kurtebirî-Enstituya Kurdî ya Brukselê 1995.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev