Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

EM MÎR CELADET BEDIRXAN JI BÎRA NEKIN…

EM MÎR CELADET BEDIRXAN JI BÎRA NEKIN…
Îbrahîm Guclu, sîyasetmedar
Mîr Celadet Bedirxan, siyasetvan, rewşenbîr, edebiyadzane, zimanzane helbestvan bû. Dema ku ji Mîr Celadet û birayên wî qal bê kir, çanda kurdî, zimanê kurdî, edebiyada kurdî, dîroka serîhildan milî ya kurdî ya di bin serokatiya Mîr Bedirxan de hatiye meşandin, tê bîra her kurdekî û mirovekî û dinyayê.
Mîr Celadet Bedirxan, rewşenbîrekî navneteweyî bû.Wî heşt ziman baş dizanî bû. Wî bi wan zimanan dixwend û dinivîsand. Loma jî di heman dem de şexsiyetekî bi navûden deng bû û navneteweyî bû.
Ji bona mafên miletê kurd jî, bi gelek berpirsiyarên cîhanê û Ewrupayê re rûniştin kiriye.
Mîr Celadet Bedirxan, di sala 1893-an de li Stenbolê li surgunê tê dinyayê. Ew kûrê Emîr Elî Bedirxan e. Bavê wî jî rewşenbîrekî kurdan yê bi navûdeng bû. Ji bona ku ji wan re qedexe bû ku ew vegerin Kurdistanê û Cizîra Botan, bavê wan, dengbêj û çîrokbêjên li Kurdistanê dianîn Stenbolê. Mîr Celadet Bedirxan û birayên wî, ew dengbêj û çîrokbêj guhdar dikirin. Loma jî ew bi dengê kurdî û çanda kurdî mezin bûn.
Wî, dibistana destpêk û navîn li Stenbolê qedand. Ew xwendevanekî gelek zîrek û jêhatî û xebatkar bû. Di wan salan de jî bala mamosteyên xwe dikşîne. Mamosteyên wî, tên wê qenaetê ku ji Mîr Celadet şaxsiyetekî gelek bi navûdeng dê çê bibe. Jiyana wî jî, mamosteyên xwe rast derxistin.
SMXLL

Piştî dibistana navîn, wî Xerbiya Osmaniyan xwend û qedand. Di Şerê Cîhanî yê Yekemîn de wek serekleşker li Kafkasyayê beşdarî şer bû. Dema ku li Stenbolê bû, bav û apên wî, di destpêka sedsala 20-an de gelek rêxistinên kurd ava kirin. Mîr Celadet jî, ji wan rêxistinan re bû endam û alîkar.
Ew di heman dem de beşdarî avabûna gelek komeleleyên kurd bû.
Piştî ku împaratoriya Osmanî belav bû û hemû milet ji împaratoriya Osmanî veqetiyan, wî jî xwest ku yekîtiya kurdan ava bike. Lewra piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn ji bona kurdan jî derfet derket kû bibin dewletek serbixwe.
Di sala 1920-an de jî Peymana Sewrê hat li darxistin. Di Peymana Sewrê de biryar hatibû girtin ku Dewleta Kurdistanê jî ava bibe. Hezar mixabin Mîr Celadet Bedirxan di karê yerkîtiya kurdan de bi serneket.
Beriya Peymana Lozanê ku vê peymana Kurdistan kir çar parçe: Ew û birayê xwe Mîr Kamûran Bedirxan çûn Elmanyayê. Li Elmanyayê perwerdiya xwe domandin.
Ew, di sala 1925-an de derbasî Misirê bajarê Kahîreyê bû. Wê salê serîhildana mezin ya 1925-an li Bakûrê Kurdistanê dest pê kir. Wan xwest ku beşdarî serîhildanê bibin. Lê serîhildan zû bi qetlîama kurdan qediya.
Pişt re jî çû Sûriyeyê. Wê demê Sûriye di bin bandor û mandetariya fransızan de bû.
Mîr Celadet Bedirxan, li Suriyeyê jî xebatên xwe yên siyasî û edebî domandin.
Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nafîz Zaza, Qedrî Can, Osman Sebrî, Haco Axa, Qedrî û Ekrem Cemîl Paşa û siyasetmedarên rewşenmbîr yên kurd, serokeşîran re rêxistina Xoybûnê ava kirin. Ew bû serokê Xoybûnê. Ji bona ku beşdarî Serîhildana Agriyê bibin, tev geriyan. Hezar mixabin beriya bigihîjin Agriyê serîhldana milî ya Kurd bi komkûjiyê dawî hat.
Piştî salên 1930yî giranî da xebatên çandî, edebî û zimanê kurdî. Di 15ê Gulan a 1932-an de dest bi weşana HAWARê kir. Hem bû berpirsiyarê HAWEARê û him jî bû nivîskarekî girîng yê kovarê.
Di HAWARê de him elfebeya erebî û him jî elfebaya latînî bi kar anî. 23 Hejmarên Kovara HAWARê bi tîpên erebî û latînî hatin weşandin. Piştî hejmara 24-an, bi tevayî bir tîpên latînî hat weşandin.
Di kovara HAWARê de bi piranî nivîsên kurmancî, bi awayekî bi berdewan Soranî û dem dem jî zazakî nivîs hatin weşandin.
Di wê demê de ew helwestek gelek baş û Kurdistanî bû. Lewre wê demê di navbeyna hemû beşên Kurdistanê de û bi taybetî jî di navbeyna sê beşên Kurdistanê (Bakûr, Başûr, Rojava) de, dûrbûnek çê nebibû. Rewşenbîrên Kurd her sê zaravê kurdî diaxivîn û dixwendin û dinivîsandin.
Di Kovara HAWARê de nivîsên erebî û tirkî nedihatin weşandin. Lê nivîsên bi fransizî dihat weşandin. An jî nivîsên kurdî dihatin weregerandina fransizî.
Di sedsala 21-an de hîn kovareke ku bi sê zaravên kurdî tên weşandin tune ne.
Di vê qonaxê de jî, di kurdiya latînî de elfebaya Kovara HAWARê tê bi kar anîn.
Kovara HAWARê, him ji bona ku zimanê kurdî standardîze bibe û him jî ji bona ku qedroyekî nivîskar yên kurdî perwerde bibe, rolekî dîrokî û çandî û kurperwerî lêhîst.
Di HAWARê de ji derveyî Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qadrî Can, Nureddîn Zaza, Reşîde Kurd û gelek kesên din nivîs dinivîsandin.
Kovara HAWARê piştî hejmara 57-an di sala 1943-an de jiyana xwe dawî anî.
Jiyana Kovara HAWARê 11 salan domand.
Mîr Celadet Bedirxan, di sala 1942-an de li cem Kovara HAWARê, Kovara RONAHİ weşand. Di destpêkê de wek beşekî Kovara HAWARê RONAHÎ ket jiyanê. Piştî ku Kovara HAWARê jiyana xwe dawî anî, bû kovarek serbixwe.
Kovara RONAHÎ bes kurmancî nivîs weşandin û bi elfebeya latînî jiyana xwe domand. RONAHÎ, piştî 28 hejmaran di sala 1945-an de jiyana xwe dawî anî.
Nivîskarên HAWARê di heman dem de nivîskarên Kovara RONAHÎyê bûn.

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev