Evdirehîm Rehmî Hekarî” ya Ferhad Pîrbal ji weşanên Lîsê derket

Evdirehîm Rehmî Hekarî” ya Ferhad Pîrbal ji weşanên Lîsê derket
Romannus  û lêkolînerê hêja Ferhad Pîrbal di vê berhema xwe de berê xwe daye helbestkar, şanonamenûs û pexşanûsê pirhêl Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958), endamê çalak ê gelek rêxistinên Kurdî (weke Komeleya Xwendekarên Kurd bi navê Hêvî, her wiha endamê damezirîner ê Komeleya Tealî ya Kurd), bi bandora nivîsa Ewropayê cara yekê di dîroka edebîyata Kurdî de, form û awaye kîn û yêhunerî anîye nava edebîyata Kurdî û bi Kurdan daye naskirin ku ew jî şanoname ye û formeke edebîyata rojavayî ye.

Nivîskar ji çend çavkanîyên olî av vexwariye, ji bo çareserîya pirsgirêka neteweyî xwedîyê fikreke Îslamî bûye: Hewl daye têgihîştina olî û perspektîfa îslamîstan di poteya bîra welatperwerîya Kurdî de bihelîne; yanî xwestiye ol û nîjadê bi hev ve bikelijîne. Ev taybetmendîyeke perspektîfa Hekarî ye.

Evdirehîm Rehmî Hekarî yekemîn helbestkarê hevçerx ê Kurd e ku berhemên xwe di kovareke Kurdî de weşandiye; her wiha kovar kiriye wasiteyek ji bo pêkanîna projeyeke nûkirina helbestê. Wî di helbestê de kêşeya pençeyê di helbesta Kurdî de bi kar anîye; bi vî awayî ew di vî warî de bûye rêber:
Ez mame sêwî bê da û bab im
Xanîyê mi sotin, ez malxirab im
Babê mi kuştin bêdîn kuffaran
Muhtac im îro destê neyaran
Evdirehîm Rehmî Hekarî (Nûjenkirina Helbesta Kurdî û Avakirina Şanonameyê Di Edebîyata Kurdî De), Ferhad Pîrbal, Lêkolîn, 161rûpel, Weşanên Lîs 2016, Amed
ISBN:  978-605-9014-83-0

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev