Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 10

Slav û Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz!

Ji bernameya “Civak û seyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim. Çawa me pêşda we agahdar kiribû, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî wê bibin mêvanê bernameyê, yên ku weke 35 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Mijara bernameya me îro derbarê bûyarên herî dawî yên li Tirkîyê piştî têkçûna hewildana derbeya leşkerî li dijî desthilata Receb Tayib Erdogan da ye. Wê hewildanê heta kîjan astê guhartin di Tirkyayê di seyaseta wê ye navxweyî. navnetewayî, herêmî çê kir? Gelo rewşa Tirkîyê wê bikeve di bin bandora wê derbeyê û wê derbazî qonaxeke nû bibe? Rewşa kurdan, pêwendiyên partîyên sîyasî yê Bakûrê Kurdistanê desthileta Turkîyê re wê çawa be? Herwiha ser mijara bidarxistina rêfêrêndûma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê û rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê. Ji bo şirovekirina wan pirsan û mijarên din yên rojane me seysatzan û nivîskarekî kurd birêz Îbrahîm Osman teglîifî bernameyê kir. 

Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameya „Civak û sîyaset“ ya 11 an birêz Îbrahîm Osman. Îbrahîm Osman di sala 1964 an de li gundê Îşxanê biçûk ku girêdayî navça Wêranşara Ruhayê ye, hatiye dinê. Bi nasnameya xwe kurd e. Bi ola xwe Êzdî ye û ji eşîra qopana ye. Di sala 1978 de di temenê ciwaniya xwe de çû parzemîna Ewrûpayê. Bi qasî 14 salan li Ewrûpa jiya. Li wê derê xwe, gelê xwe û nasnameya xwe ya netewî naskir. Di nav tevgera azadiya Kurdistanê de cih girt. Gelek xebatên çandî û dîplomatîk da meşandin. Di kovar û rojnameyan de gotar nivîsîn. Ji sedema karên xwe yên sîyasî du salan li Almanyayê di hepsê de ma. Di sala 1992 da derbasî Kurdistanê bû. Hetanî sala 2005 an li çiyayên Kurdistanê li dijî artêşa Romê şerkir. Li her çar beşê Kurdistanê gerîya, di nav gel de xebata netewî meşand. Piştî rûxandina rejîma Saddam ê dîktator, derbasî Şengalê bû. Di nav êzdiyan de kar û xebat kir. Li wir bi navê Birahîmê Sor tê naskirin. Bername û destûrnameya TEVDA amadekir ü pêşengî ji bo avakirin TEVDA kir. Komela êzdiyan a çandî û zanistî li Mûsilê avakir û rêvebiriya wê kir. Edîtoriya Rojnama Kahniya Sipî kir. Pişt re navê vê rojnamê wek “Dicle” hat guhartin. Li ser wêje û zimanê kurdî xebat û lêkolînên berfireh kirin. Sê romanên wî bi navê “Evîna mêrxasekî” li ser jiyan û mêrxasiya Dewrêşê Evdî ye, “Siya Şevê” û “Ava Sor” ku ji hêla weşanxaneya LİS ê ve hatine çapkirin û weşandin hene. Ji bo TV yên kurd pirr wergerên kurdî û tirkî çêkirine. Niha serbixwe kar dike û li Swîssre bajarê Zürich dijî.

Birêz Îbrahîm Osman re ji studyo radyoya Ria taza ji bajarê Züricha Swîssrê re, em bi radyotêlêfonê hatin girêdan.
Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên lekolîner, seyasetzan û nivîskar birêz Îbrahîm Osman bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev