Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”

Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”
Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 49an e. Ev nimûneyên zargotinê yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Cewahirên kurdî” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 49
Zû bike, paşîya kerîyan çû
Rojekê merîk gurekî digire û dixweze wî şîret bike, ji wî ra dibêje:
-Ay gur, tu çima malê xelqê dixwî, ne xelq gune ye? Car heye tu dikevî nava kerî, diçî mîya merîkî wisa dixwî, ku ew e – ew mî ye. Yanê dikevî nav kêrî, qe pezekê naxwî, lê dixeniqînî. Axir awa nabe!
Gur te`mûl nake û jê ra dibêje:
-Heyran, zû bike, paşîya kerîyan çû…
Miqatî xwe be, ber te da nemîne
Rojekê dizek dikeve mala merîkî, diz vir da digere, wir da digere, tiştekî nabîne, ku bibe. Wî çaxî xweyê malê jî pê dihese, ku diz digere, lê tiştekî nabîne, ku bibe. Xweyê malê ji diz ra dibêje:
-Qurban, bibe, ku ber te da nemîne.
Diz caba wî dide, dibêje:
-Ez ji vira nebim, ezê ji cîkî dinê bibim, tu ya xwe bêje, ku mêrê rû-reman î, lê tiştek di mala te da tune.
Pişîk bê ûm e
Di nava cimaetê da tiştekî ha derheqa pişîkê û kûçikê da heye: dibêjin – pişîke bê ûm e, lê kûçik – na. Çimkî pişîkê gotîye:
-Xwezila xweyîkî min hebûya, ew jî kor bûya, min tişt lê bidizîya, bixwera, têr bûma.
Lê kûçikê gotîye:
-Xwezila heft kurên xweyê min hebûna, her yek wê parîyek bida min, minê têr bixwera.
Paşa û wezîr
Rojekê paşa û wezîrê xwe rê dikevin, dibên em herin nava welatê xwe bigerin, çika çi heye, çi tune. Ewana pir diçin, hindik diçin, rastî kanîke sar û xweş tên. Nanê xwe datînin, dixwin, paşa ji wezîr ra dibêje:
-Wezîr, xewa min gelekî tê, ji kerema xwe çoka xwe dayne, ez çend deqan serê xwe daynime ser çoka te, razêm, paşê emê rabin, dîsa bidine ser rê, herin.
Wextê paşa serê xwe dide ser çoka wezîr, radizê, wezîr jî xilmaş dibe. Wê demê xewnê dibîne, ku merîkî extîyar hat ber wî sekinî, gotê:
-Wezîr, tu zanî, ez feleka te me.
-Tu ser çevan ra hatî,- wezîr cabê dide.
-Ez ji îro da ji mala te dixeyîdim, diçim.
Wezîr çi lavayan, dîlekan lê dike, dibê na ku nabe, ezê herim. Wî çaxî wezîr di xewnê da hêdî-hêdî wî egle dike. Qayîşa pişta xwe derdxie, davêje situyê wî, ku bigire, nehêle here.
Di vê qalme-qalmê da, wextê ew ji xewnê banz dide ser xwe, dîna xwe didê, wê qayîşa wî di situyê padişê da, wî dixeniqîne. Xulese, paşa qayîşê ji situyê xwe derdixe û dibêje:
-Lo wezîr, Xwedê mala te xirab bike, eva çendik-çend sal e tu wezîrê min î, min rojekê-rojxûnê ji te ra negotîye ji gullê girantir, em ewqas bi hev ra heyf, hilbet neyseyî çi bû, ku te dixwest ez bixeniqandama.
Paşa çi pirsê dide, wezîr hew tenê gotinekê dibêje, ew jî gotina “çû“ ye. Her dibê “çû“.
Ew vedigerin, têne warê xwe, paşa gazî miclisa xwe dike, wezîr çi anîye serê wî, ji miclisê ra qise dike û dibêje:
-Niha hûn çi dibêjin, em çi cezayê bidine wezîr?
Hinek dibêjin, ku ewî dibe xwe winda kirîye, hinek dibêjin, bêfamî kirîye û ji padişa hîvî dikin, ku wî ji wezîrtîyê derxe, di ku da diçe, bira here. Padişa wisa jî dike.
Wezîrê te ji şerma xwe wî şeherî dihêle û diçe. Wisa sexîr û belengaz dibe, ku nanê rojê jî ji wî ra dibe hizret.
Wextek derbaz dibe, rojekê wezîr dîsa xewnê dibîne, dinihêre ew merîyê kal dîsa ber sekinî, gotê:
-Ez feleka te me, ez îro dîsa li te vegerîyam.
Mêrik ji hêbetan banz dide ser xwe û şikirîya xwe tîne. Padişa wextê sibê tê ser xebatê, wezîrê wî dikeve bîrê û xwe ji xwe ra dibêje: “Gelo ewî çima caba hemû pirsên min bi gotinekê dida, digot: “çû“. Lê min jê nepirsî. Axir çi çû? Eger di dilê wî da kuştina min hebûya, ewê kevirek bida nav çavên min, ez bikuştama, yanê jî jehrek bida min. Qet kesek jî şikber nedibû, ku ewî ez kuştime. Welle, hebe-tunebe, vira sebebek heye. Ew li ku be jî, ez gerekê wî bigirim, bînim, çika neynesîya gilîyê wî çi bû, ku hema wisa digot: “çû“.
Ew li defa hewarê dixe, ku paşa li wezîrê xwe yê berê digere. Wezîr zane, ku paşa îdî li wî digere, ew bi kincên xwe yên kevin va, belengaz, lê dide, tê cem padişê. Qewazên wî cabê didine padişê, ku merîkî belengazî kesîb hatîye, dibêje, ku padişa gazî wî kirîye.
Paşa emirî li ser qewazên xwe dike, dibê:
-Kuro, wî merivî bibin himamê, deste kincên baş lê kin, bînin cem min.
Paşa dîsa gazî miclisa xwe dike, wî çaxî wezîrê wî jî tînin. Ew dibêje:
-Gelî cimaetê, tê bîra we, wextê wezîrê min qayîşa xwe avîte situyê min, me çi pirs didayê, ewî digot: “çû“. Lê me jê nepirsî, gelo çi çû. Ez niha li hizûra we dixwezim jê pirs bikim: gelo çi çû?
Wezîr radibe ser pîyan, ber padişê temene dibe, diçe dest û rûyên wî û dibêje:
-Paşayî sax be, welle, îcar jî “hat“.
Padişa di ber xwe da hinekî fikirî, hêrsa wî rabû, ji xwe ra got: -Çi ye, eva qerfan li min dike, li min dikene, dibêje “çû“ û “hat“?
Wî çaxî wezîr di ber dilê wî da tê, dibêje:
-Qet ber xwe nekeve, paşayê min, ezê niha mesele gotinên “çû“ û “hat“ ji te ra bêjim. Paşê çi qirarê dixwezî, derxe.
Ew ji wan ra xewna xwe ya pêşin dibêje, dibê, çimkî feleka min çû, lema jî min digot “çû“.
Paşa dibê: -Xwedê mala te xirab bike, te çima wî çaxî xewna xwe ne got, me tu derxistî, te ewqas dijwarî dît, tu niha xewna xwe dibêjî.
-Paşayî sax be, min çi bigota-negota, te bawer nedikir. Ewqas wext derbaz bûbû, te çima rojekê gazî min ne kir, ne pirsî. Min îşev di xewnê da dît, ku feleka min got “ez vegerîyam“, bona wê yekê jî te îro gazî min kir û pirsan li min dikî.
Paşî van gilîyan cimaeta dora padişê lava lê dikin, ku dîsa ewî bike wezîrê xwe.
Paşa razî dibe, wî dîsa dike wezîrê xwe.
Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev