Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1855an da

Me di 48 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov berhema bi sernavê “Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1855an da: Li meydana Qersê” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 49

Li meydana Qersê

Zivistana sala 1854-1855a piranîya eskerên tirka ji meydana şêr bi dûr ketin, bona bikaribin di Kurdistana Mezin da derkevine dijî serhildana Yezdanşîr. Em wê jî bêjin, ku me ew serhildan ji bo xwe bi kar ne anî. Bahara sala 1855a ew serhildan têk çû. Piştî wê eskerên tirka paşda vegerîyan û temamîya hêza xwe bi kar anîn bona kela Qersê ji dest xwe bernedin.

Piştî ku dawîya sala 1854a gênêral-adyûdant P.N.Mûravyêv hate kivşkirinê wek serleşkerê korpûsa Kavkazê, şer bi gurrtir û hêztir nebû jî, lê bi plana ji pêşda amaderkirî va berdewam dibû. Ji ber ku temamîya hêza dijmin, ango ordîya tirka ya Anatolîyayê, berevî li Qersê bûbû, ji ber wê jî gênêral-adyûdant P.N.Mûravyêv biryar kir pêşî Qersê bixe bin destê xwe û ji bo serketinê gava pêşin ew bû, ku destpê kir dor li Qersê girt.

Usa xuya bû, ku pêwendîyên bi kurda ra gerekê xurttir bûna, ji ber ku di nav nameya Dolgorûkov da, ku ewî 6ê nîsanê sala 1855a ser navê gênêral–adyûtant Mûravyêv şandibû, awa dihate gotinê: ”Maqûlê mezin, em ser wê bawerîyê ne, ku pêşvebirina pêwendîyên bi kurda ra ji bo me îro pirsdanîna here sereke ye û em hêvîdar in, ku hûn jî li ser wê bawerîyê ne. Wana îdî alîkarîyeke mezin dane me. Ji bo nimûne, sînorên me ji neyara diparêzin. Lê emê wî çaxî tam bi ser kevin, gava em bikaribin kurda ji hukumeta Tirkîyê lap bi dûr xin û bînine alîyê xwe, bona ew di kampanîya pêş me da alî eskerên me bikin. Em hêvîdar in, ku hûnê hukumê xwe bi kar bînin, ber pera nekevin, da ku em bikaribin di karê xwe da bi ser kevin(1).

Li meydana Qersê me bi eşîrên paşalixîyên Qersê û Erzurumê ra hevraxeberdan derbaz kirin û bi wan va pêwendîyên me bi kurda ra xilaz bûn. Malûmatîyên bi hûrgilî dabûne gênêral-adyûtant Mûravyêv derheqa hal û demên serhildana Yezdanşîr, derheqa pêşnîyara wî ku em bi hev ra derkevine dijî tirka, û herweha derheqa eynî pêşnîyarê da, ku metranê aşûrîyan(2) kiribû, lê bin destê wî da ewqas esker tunebû, ku bikaribûya bişanda Kurdistanê û ser wê bawerîyê bû, ku desteya Êrîvanê bona wî karî têr nake. Hela di ser da jî, ew deste li besta çemê Ferat da bû, bona dema lazim bibe bikaribe ber eskerên Welî paşa ber xwe bide, ji ber wê jî ewî ber desteya Êrîvanê pêşnîyar kir, ku ew pêwendîyên wan yên bi kurdên paşalixîyên Qersê û Mûşê ra, ku di sala 1854a destpê bûbûn, berdewam bikin.

Xênji wê, usa xuya bû, ku gênêral–adyûtant Mûravyêv ser wê bawerîyê bû, ku kurd nikarin karên mezin bikin û qîmetekî mezin ne dida wan, ji ber wê jî ewî di nama xwe ya 10ê hezîranê sala 1855a da, ku ewî ser navê mîrlaw Dolgorûkov şandibû, awa nivîsîbû: ”…ez bi vê nivîsê wergera du nameyan ji we ra dişînim, ku me ji metranê aşûrîyan yê der-dorê Wanê sitendîye. Tiştekî balkêş e, ku eger em biçûna pişta kurda, ewê gelek serhildan bikirana. Lê em nikarin pişta xwe bi wan va girêdin, ji ber ku kurd wê ji mal û milkên xwe gelek bi dûr nekevin û tenê kêrî wî karî tên, ku cînarên xwe bişêlînin, lê ew kurdên me, ku çend bêlûk çê kirine, tenê ji bo demekê dikarin kêrî me bên”(3).

Li meydana Qersê wek berê serhing Lorîs-Mêlîkov bi kurda ra pêwendî datanîn. Cûrê herî baş, ku kurda bînine alîyê xwe ew bû, ku hedya û pera bidne serekeşîrên bi nav û deng û di nav wan da jî Qasim xan him niha, him jî sala 1854a ser gişka ra bû, ji ber wê jî bi fermana serekê barêgeha ordîya Rûsîyayê 23ê çileya pêşin sala 1854a rutbê “serhingê ordîya Rûsîyayê” dane wî(4). Qasim xan bi birayê xwe Xelîl axa ra tevayî wek berê li senceqa Qaqizmanê li paşalixîya Qersê dima û ne dihîşt, ku kurdên Qersê di nav axa bin destê me da talanê bikin û bikevine di nav ordîya tirka. Him mişîrê ordîya Anatolîyayê Kerîm paşa, him jî welîyê Qersê Sari paşa bi wî ra ketine nava pêwendîyan, hewl didan wî bînine Qersê û ji bo wî karî ber hedya û pera ne diketin. Qasim xan ditirsîya, ku wê bê girtinê, ji ber wê jî ji seredaneke usa xwe ta da û di eynî wextê da ne bi dilê xwe be jî, rastî me hat. Tenê carekê ew hate hêwirgeha me ya rex Qersê û li wir serleşkerê me ew bi dil û can qebûl kir û qedirê wî bilind girt. Lê piştî wê seredanê jî ew hewl ne dida bi awakî eşkere derbazî alîyê me be, lê destûr dida, ku kurdên bin hukumê wî da derbazî alîyê me bin. Wek me texmîn kir, di temamîya wextê şêr û heta dawîya wî jî Qasim xan xwe li rewşeke ne zelal girtibû û hertim hîvîyê bû, çika rewş wê çawa biguhêre, ku gorî wê jî biryar bike, ku karê xwe çawa berdewam bike. Sebebekî wê yekê ew bû, ku tirka deng bela dikirin, ku xudêgiravî welatên hevalbend li Qrîmê bi ser ketine. Mîrlaw Bêbûtov ser wê bawerîyê bû, ku bêkaretîya Qasim xan ji me ra dest dide û hela ser da jî, bi dilê me ye, û çêtir e ew li wir bimîne, ne ku derbazî alîyê me be. Eger ew derbazî alîyê me bibûya, meyê dilê gelek giregirên kurdên xwe û wan kurda bihîşta, ku ji paşalixîya Qersê derbazî alîyê me bûne. Û di nav wan da merivên Qasim xan jî hebûn, ku dijiminaya wî dajotin(5).

Heta dawîya şêr jî Qasim xan xwe li wê sîyasetê girtibû. Ewî texmîn kir, ku belkî em nikaribin hetanî dawîya şêr paşalixîya Qersê bin destê xwe da xwey bikin, dawîya şêr da bi awakî eşkere derbazî alîyê tirka bû û bar kir, bi malê va çû paşalixîya Mûşê, ji ber wê jî împêratorê rûsa 10ê adarê sala 1856a emir kir, ku navê serhingê ordîya Rûsîyayê ji ser Qasim xan rakin û navê wî ji navnîşa ordîya rûsa derînin(6).

Kurdên bin hukumê Qasim xan ne dane dû wî û wek berê li paşalixîya Qersê diman û xwe ji her cûre pêwendîyên bi tirka ra dûr dixistin. Ewana bi hewaseke mezin diketine nava cêrgên mîlîsên kurda, ku me saz kiribû û tu eskerekî siyarî ne didane tirka. Piştî ketina Qersê, di garnîzona wê da serhevdu 1200 başî-bozûk hebûn û di nav wan da jî kurd gelek hindik bûn.

Em wê jî bêjin, ku li meydana Qersê me bi çevekî qenc li kurda dinihêrî, em xatirê wana ne diketin. Mîrlaw Bêbûtov, gênêral-adyûtant Mûravyêv û serhing Lorîs-Mêlîkov hewl didan kurda pir ceza nekin, hindava wan da hişkîyê bi kar neynin û bi zora çekan ew çevtirsandî nekin. Ji bo nimûne, gava di nav kurda da deng bela bû, ku li Qrîmê zora me dibin û ji ber wê jî kurd ser demekê ji me dilsar bûn, me zor li wan ne kir, me ji dûr va bala xwe didayê, çika ewê xwe li kîjan rê bigrin, me “dewa xurttîyê li wan ne dikir, bona em hêrsa wana ranekin û bal wana şikberîyê pêşda neynin”(7). Rast e, sîyaseta bi wî awakî bi ser ket, lê gerekê bi wê yekê ra tevayî jî ji bîr nekin, ku kurdên paşalixîya Qersê ne li bin hukumê eskerên tirka da bûn. Temamîya ordîya tirka xwe li Qersê qincilandibû ser hev û korpûsa rûsa ya xurt temamîya paşalixîya Qersê xiste bin destê xwe. Di van şertan da kurda nikaribû talanên xwe berdewam bikirana, ji ber wê jî me hedya didane wan, em ber dilê wan da dihatin, ku tevlihevîyan çê nekin.

Eskerên me yên li meydana Êrîvanê di nav şertên lap awakî mayîn da bûn, ji ber wê jî serokatîya desteya Êrîvanê hindava kurda da xwe li rêyeke diha nerm û qenc girtibû û eva yeka qet li gênêral-adyûtant Mûravyêv xweş ne dihat.

Çavkanî:

1. Binhêre serdazêdekirina hejmara 16a. Nameya mîrlaw Dolgorûkov ya ser navê gênêral-adyûtant Mûravyêv, ya 6ê nîsanê, sala 1855a, hejmar 163. (Ji cilda 11a ya Aktî arxêografîçêşkoy komîssîî).

2. Hûrgilîyên derheqa pêşnîyarên metranê aşûrîyan di serê pênca da, di beşa “Serhildana Yezdanşîr” da hene.

3. Nameya gênêral-adyûtant Mûravyêv ji bo mîrlaw Dolgorûkov, ya 10ê hezîranê sala 1855a (Rûpel 349, ya cilda 11a, ya Aktî arxêografîçêşkoy komîssîî).

4. Nameya gênêral-adyûtant Mûravyêv ji bo mîrlaw Dolgorûkov, ya 4ê sibatê sala 1856a, hejmar 22 (Rûpel 260, ya cilda 11a, ya Aktî arxêografîçêşkoy komîssîî).

5. Nameya gênêral-adyûtant Mûravyêv ji bo mîrlaw Dolgorûkov, ya 21ê adarê sala 1855a, hejmar 79 (Rûpel 79-81, ya cilda 11a, ya Aktî arxêografîçêşkoy komîssîî).

6. Nameya gênêral-adyûtant Mûravyêv ji bo mîrlaw Dolgorûkov, ya 4ê sibatê sala 1856a, hejmar 22 (Rûpel 260, ya cilda 11a, ya Aktî arxêografîçêşkoy komîssîî).

7. Nameya gênêral-adyûtant Mûravyêv ji bo mîrlaw Dolgorûkov, ya 21ê adarê sala 1855a, hejmar 79 (Rûpel 79-81, ya cilda 11a, ya Aktî arxêografîçêşkoy komîssîî).

Riataza

records Source:Têmûrê Xelîl

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev