NIFIREKE KURDÎ: ”PÛRT LI LAŞÊ TE NEMÎNE”

NIFIREKE KURDÎ: ”PÛRT LI LAŞÊ TE NEMÎNE”
Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner

Yek ji Nifirên Kurdî ev e ku dema yek ji yekî zêvir dibe û nifir lê dike, pêşî nifirên sivik weha dibêje: ”PÛRT LI LAŞÊ TE NEMÎNE, TEV BIWEŞE.”

Vê nifirê ez pir herpilandime û min xwe li serê westand ka çima û ji bo çi ev nifir tê gotin?
Diyar e ku mû li laşê hemû mirovan şîn dibin. Yên hinekan reş, yên hinekan sor û hinek jî zer in. Ev jî heye ku laşê hin kesan çendî ku bê mû tê dîtin jî, lê di rastiyê de mû lê hene û nayên dîtin.

Laşê hin zilamên Rojhilata Navîn, weke yê bizinan bi mû ye, xasma jî sing û sermila wan.
Herweha mû li laşê hin jinan jî heye, lê ne bi atara zilaman.

Di kurdî de ji bo muyên li laşê mirovan ku şîn dibe, PÛRT tê gotin. Heta hin zilamên zêde ku bi pirç in, navê PÛRTO an PIRÇO jî bi navê wan ve tê gotin.

Li gundekî min kalekî bi navê HAMÊ dît, ji ber pirça wî ya zêde jê re digorin HAMÊ PIRÇO û li cihekî dî kalek hebû jê re digotin XALÊ PÛRTO.

Lê ev nifira hanê, di vê dema niha de xuyaye ku êdî wateya xwe wenda kiriye, ji ber ku dema meriv vê nifirê li yekî bike yan li jinekê bike, pê kêfxweş dibe.

Niha pir kesên bi pirç û bi pûrt hene ku diçin ba bizişkan, ji bo kû xwe rewal (bêpûrt) bikin, pere jî didin û bi hawane cuda xwe ji pirçê dadiweşînin.

Lê zemanê berê bêpûrtî û bêpirçî, kêmasiyek bû. Eger hin kesên wisa hebûna jî, nedixwestin kes bi wan bihise û devera bêpirç ku di laşê wan de hebû vedişartin. Lê belê îro bi vajiyê wê çêbûye, dema pirç li laşê zilamekî yan jinekê hebe, ji xwe re kêmasî dibînin. Xasma jî jin û jixwe keç pir fedî dikin. Hin zilam jî hene eger jina wan bi pirç be, gotinên ku jin pê diêşin jê re dibêje.

Di têgeha kurdî de wateya MÛ, PIRÇ û PÛRTê weha ye:

– MÛ: Navê giştî yê ji bo merivan POR e, wateya POR jî tevek e û forma wê yekane ye, forma piranetî jê rê çênabe. Ji bo yê bizinan MÛ tê gotin.

Lê ji her tayekî re AVDE û DAV tê gotin. Li devera ku MÛ pir hebin, weke PORê serê meriv, ji her tayekê re AVDE, lê li devera ku MÛ zêde nînin re ango devera firk, ji bo tayekî DAV gotin.

Dema hin ta di nava porê reş de çêdibin, xwedî dibêje: DAVÊN SIPÎ KETINA NAVA PORÊ MIN.

– PIRÇ: Ji bo muyên di laşê sewal û ajalên weke berx, pisîk, kîvroşk, seg, gur, rovî û hwd re PIRÇ tê gotin. Gotineke folklorî weha heye: JIJÛ LEPÊN XWE LI SER PIŞTA TÊJIKÊN XWE DIBE-TÎNE û DIBÊJE: QURBANOKNO, HEYRANOKNO ÇIQAS PIRÇA WE NERMIK E.

– PÛRT: Pûrt ji PIRÇa nermik û ji PIRTIKên nermik ên teyrikan re tê gotin. Balindeyên ku pirtikên wan hûr û nermik in, ji wan re PÛRT tê gotin. Herweha di nêv mûyên bizinan de KÛNIK çêdibe, ji wê re jî PÛRT tê gotin. Navekî din jî TIFTÎK e, jê lepik, kum û stûpêç têne çêkirin.

Bi kurtê pirça ku pir hûr û nermik be, jê re PÛRT tê gotin.

Niha pir kes hene dixwazin ku ev nifir li wan bête kirin, da ew ji dana pere ji bo rûtkirinê bifilitin.

Min got jineke salxur:

“Eger yek nifir li te bike û bêje: ´Min hewara Xwedê ku pirça te biweşe!` Tu dê çi bersiv bidiyê? Got: ´Wextê min bihurîye, lê eger jineke din be, wê bêje. ´Aaaaamîn!”

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser meselyên wisa, her şad û bextewer bin…

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev