Serxweşî

Serxweşî
Keremê Reş – kurdê Rûsîyayê yê herî bi nav û deng
Kurdên Sovyeta berê û herwiha ronkabîrîya kurdan giştî bêy lawê xwe yê di Rûsîyayê da herî binavûdeng man. Keremê Reş jî 24ê tîrmehê sala 2016an di 80 salîya xwe da serê xwe danî ax û berên sar û em di hêla edebîyetê da sêwî hîştin.
Ew rojnamevan û nivîskarê binavûdeng serê me kurdan li tevaya cihanê bilind kir, kurdê ku ji gundê Hekko, li Ermenîstanê sala 1936an ji diya xwe bûbû, ji bo xwe û gelê xwe nas bike, ji gund derket berê xwe da Rûsîyayê, xwend, efirand, bû profêsor û akadêmîk, sêkrêtarê
Yekîtîya Nivîskarên Rûsîyayê, gelek pirtûk nivîsand. Pirtûkên wî bi zimanê rûsî bûn, lê herdem jî di wan da behsa aqilmendî û mêrxasîya gelê xwe dikir. Pirtûka wî a here navdar jî ya “Serleşker Salaheddîn Eyûbî” ye. Lê mezinaya wî ji hemûyan pirtir di welatparêzîya wî da bû, ku li civînan, di bernameyên têlêvîzyonê navê gelê me bilind dikir, li cihanê dida naskirin û îro dema gelên Sovyeta berê gelê me nas dikin û hez dikin, bi saya serê wî ye jî. Kesên wisa bi nav û deng pê ra dane û sitendine, jê hez kirine, wek serokkomarê Fransayê yê berê George Pompidou, profêsor Qanatê Kurdo, ku Keremê Reş çend salan xwendkarê wî bûye li Kabînêta Kurdzanêyê a Lênîngardê da.
Keremê Reş ji bo gelê xwe li cihanê bide naskirin, li Moskvayê Înstîtûteke Kurdzanîyê da damezirandin, pirtûkeke ser dîroka kurdan û Kurdistanê amade kir û çap kir.
Gelê wî jî ew jibîr ne kir, di rojname û kovaran da ew bi kurdan û cihanê da naskirinê, cara pêşin jî di sala 1974an da gotareke Têmûrê Xelîl derheqa wî da li kovara Înstîtûya Kurdî ya bi ni navê Hêvî da çap bû, dû ra gotarên wî derheqa pirtûkên wî da di rojnameya Rya teze da hatine weşandin.
Desteya rêvebir ya malpera Riataza bi dilekî kovan serxweşîyê dide qewim û pismamên Keremê Reş, herdu keçên wî û ji wan ra dibêje: -Hûn û em bi Keremê Reş serbilind in û ewê di dilê me û di bîranînên me da heta-hetayê bimîne wek serbilindîya gelê me.
Desteya rêvebir ya malpera Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev