Metirsiya Tabûra Îslama Siyasî li Kurdistanê çi ye?

Metirsiya Tabûra Îslama Siyasî li Kurdistanê çi ye?
Bawerî û rewişt li Kurdistanê:
Min pir caran derbarê metirsiya Îslama Siyasî li ser civaka kurdî nivîsand, û rola xiniz û kavilkar ya şêxên tundrew yên sunnî û şî’î di vî warî da anî ziman. Min ev tişt ne hema ji ber nivîsandin, ne jî ji bo wê yekê ku kîneka min a kesayetî bi hinekan ra heye, ne jî ji bo wê yekê ku gelê Kurd divêt dest ji baweriyê berde, ne jî ku ew ji rewişt û tîtalên nirxdar bê pişaftin.
Sebart bi baweriyê: Ji sedî sed ev hovên paşdemayî – mebest şêxên tundrew yên sunnî û şî’î – ji her kesî bêhtir ji baweriya rasteqîn dûrin. Baweriya rasteqîn ewe ku mirov rêz û hurmetê ji mirovên din ra bigire; ew kes kî dibe bila bibe û nirxdariya wî bê parastin. Ne ku mirov bi du biřan bêne parvekirin: Misilman û kafir û di pey ra bi navê Xweda cîhad bêye rewakirin, xwîna kesên ku wek kafir hatine binavkirin bêye rijandin, jinên wan bêne pelîse- û pergenekirin, zarok, saman û welatê wan bêne talankirin, û ji Misilmanan ra bêne pêşkêşkirin. Ev çi ayîn û bawerî ye gelo?
Sebaret bi rewişt û tîtalan: Heger neteweyek ne xwedî nirxên bilind be, ne xwedî rewişt û tîtalên giranbiha be, ew bêyî rêz û rêzikên civakî rêkûpêk be, wê çawa bikaribe welatekî bi girsbûna Kurdistanê rizgar bike? Ewê çawa karibe li hember wan dagîrkeran raweste, ewên ku xwe heya radeyeka here hişk bi ramanên fêlbaz û dirinde bi çek kirine?!. Tevî ku em dizanin civaka kurdî hên ji pêş Cihûtî, Kirîstiyanî û Îslametiyê da ji nirx û bendan, ji rêzik û tîtalan ne bêpare. Nexêr, ew bi nirx û rewişt û tîtalan pir dewlemende. Heger kêmasiyek jî hebe, ew ji ber çanda talankerane ku hin rewiştên me çepel kirine, hin felişandin û şihetandin di rêzikên civaka kurdistanî da peydakirine.
Metirsiya Islama Siyasî:
Rawestana li ser metirsiya tabûra Îslama Siyasî li Kurdistanê û zinharkirin ji wê, ji baweriya mina sedî sede ku ew bobelateka pir mezine heger kesê Kurd ola xwe û ayîna xwe di ser nasnameya xwe ya kurdistanî ra bigire; ku ew bi wê yekê xerîk be, karîn û şiyana xwe ya derûnî, ramanî, laşî û aborî têxe xizmeta pirojeyên ji bingehê da li dijî nasnameya me ya welatî ne. Bi taybetî jî ku em niha di qonaxeka pir girîng ya rizgarkirina niştîmanê xwe da ne. Pêwîstiya me bi radeya here bilind ya yekbûna dîtin, wekheviya bîr û bawer, naskirina rah û damarên xwe û yekgirtina rêzên xwe, xebata xwe ku tiştê me hemiyan, bi hemû çîn û tofên me digihîne hev nasnameya me ya kurdistanî ye; ne nasnameya me ya ayînî, olî, ne jî ya partîtî, êlîtî, herêmtî û zaravayî ye.
Ew Kurdê ku li gor nasnameya xwe ya ayînî hest dike û dicole (ew ayîn kîjan dibe bila bibe, Îslametî be yan yeka din be), yan jî li gor nasnameya xwe ya olî here (heger ew ol sunnî be yan şî’î be) bizanibe yan nizanibe, ew ber bi wê yekê va diçe ku bibe xizmetkarekî dilsoz ji bo dagîrkerên Kurdistan (Faris, Turk û Ereb). Ev pirs ji sedî sed wisa ye. Ne ez vê yekê ji nezanî yan jî ji kîna li ser kesekî dibêjim. Ji pir salan da min xwe bi wê yekê bendkiriye û girêdaye ku nivîsîn berpirsiyariyeke li hember mirovayetî, û dîrokê û ew ne lîstikeke.
Di dîroka me da bi dehan nimûne û dawer hene yên ku metirsiya nasnameya ayînî û olî derbarê doza me ya bingehîn (welatekî dagîrkirî, gelekî kolonîzekirî) diçespînin. Min hin nimûne di pirtûka “Kesayetiya Kurd” da anîne ziman. Di pey ra jî di pirtûka “Kurdistan berî her tiştî” da û di hin lêkolînên din da. Emê pir nimûneyan jî di zincîra  “Kesayetî û Helwest ji Dîroka Kurdî” ya nû bînin ziman. Heger em ji dîrokê hîn nebin, emê ji kê hînbibin gelo? Heger em pend û şîretan ji xwandina dîrokê negirin, emê çima wê bixwînin?
Hin pirojeyên Îslamî koloniyalîstî:
Her dagîrkerekî Kurdistan (Faris, Turk û Ereb) niha xwediyê pirojeyeka dagîrkerî koloniyalîstî bi navê Îslametiyê ye. Armanca bingehîn ya gişt van pirojeyan ewe ku Kurdistan ta ebed dagîrkirî bimîne, û Kurd ta ebed bindest û koleyên wan bin. Eve rastî û divêt em di her kêliyekê û helwesteka xwe da hesabê vê yekê bikin. Her doz û daxwazeka ayînî û olî di rêya rizgarkirina Kurdistanê da dibe bend û kelem; ew bi yekser yan neyekser dikeve xizmeta wan pirojeyan.
Hêzên selefîst û Birayên Misilman bi piştgiriya hin aliyên dereke (dervayî), û bi sistbûnekê ji hêla desthilatdariya Herêma Başûrê Kurdistanê va, û bi rêxwaşkirinekê ji aliyê hin rewşenbîran va li wê derê, hin herêmên Başûrê Kurdistanê kirine hêlîn û pînika ramanên tarîtî tundrew; kirine nawendên peydakirina terorîstan û şandina wan ji bo şerkirin li dijî pêşmergeyên Kurdistan û ne li dijî dagîrkerên welatê me. Me ew xortê Kurd î terorîst dît ku bi şehnazî serê pêşmergeyekî jêdike, wek derbirîn ji bo dilsoziya xwe bi serwerên xwe yên bîrtarî ra. Tevî ku ew pêşmergeyê gorîbihuşt berevanî di ber rêzdariya gelê Kurd û axa Kurdistanê da dikir, di ber rêzdarî û namûsa wî terorîstî bi xwe da jî dikir. Ma ev diyarde ne yek ji tiştên me yên bi elawet û bi fêşe? Ma ev helwest ne bese ku em careka din li nasnameya partiyên xwe û van komên îslamî vegerin?
Ji roja lêdana leşkerî da li Turkiyayê sala 1980-î û geşbûna ramana Îslama Siyasî li wir, îslamiyên Turkan, di pêşiya wan da alîgirên Fethulla Gulen, û di pey ra partiya AKP ya desthilatdar, bala xwe pir dan çandina ramana îslamî turkî li bakurê Kurdistanê, li her gundekî, li her bajarekî û ajotina bi hezran ji zarokên me ber bi dibistanên ayînî da û ber bi nawendên jiberkirina Qur’anê da; û guhartina pir kesan ji Kurdên nezan û remtele ku bibin qorociyên dewleta Turk (parêzvanên gundan) û têkevin xizmeta pirojeyên dagîrkeriya turkî, daku berê wan bidin şerkirina li dijî Partiya Karkerên Kurdistan, bi behaneya ku endamên vê partiyê komûnîst û bê ayînin. Yek ji laf û fortên dawî yên serokê Turkiya Îslamî Erdogan ew bû ku endamên Partiya Karkerên Kurdistan zerdeştî ne, bi armanca ku bêje ew kafirin û xwîna wan helale.
Şerê Gelemper:
Pirojeya Îslama Siyasî li Kurdistanê bi keda hin şêxên Kurd pêktê. Mebest şêxên tabûra îslamî ne, yên ku ketine dam û dafa dagîrkeran, û dest ji gelê xwe yî kevirlêketî berdane. Va ye em berhema tal ya vê keda wan diçinin. Niha ji bo pir Kurdan li bakurê Kurdistanê – jin, mêr, zarok û ciwan – alaya îslamî li pêş alaya kurdistanî ye, û berevanî di ber desthilatdariya îslamî turkî dagîrker da li pêş têkoşîna ji bo rizgarkirina Kurdistanê ye.
Şiyarbûna kurdistanî ji xewa giran pir pêwîst, pir pêwîst û pir pêwîste. Em bi demê ra di berpişkiyê da ne. Li ser her rewşenbîr û siyasetmedarekî Kurd erke – li gor şiyan û warê xebata xwe- ku şerekî gelemper li her çar beşên Kurdistan li dijî tabûra Îslama Siyasî destpêbike, çi şopa sunnî be û çi şopa şî’î be. Divêt em dest bi karekî jidil bikin ji bo rizgarkirina gelê xwe ji pença vê tabûra tarî, hov û dirinde; têkoşîn li dijî her kesê ku ji bo belavkirina ramanên wan û çalakiyên vê tabûra kevneperest di civaka me ya kurdî da dike.
Çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan rizgar bibe!
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev