Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Şevên Winda Wêneyên Meçhûl” a Dilawer Zeraq ji weşanên Lîsê derket

Şevên Winda Wêneyên Meçhûl, hem yekem romana Dilawer Zeraq, hem jî yekem romana Sêyîneya Windaye ku nivîskêr sêyîne bi du romanên dî (Mirina Bêsî-Nexşên Li Giyan) tevav kir. Romana Şevên Winda Wêneyên Meçhûl, di ser têkiliya jina Tirk Yasemîn bi jina Kurd Seyranê re, ku di kombûneke Dayikên Şemiyê de hev nas dikin, êş û azara dayikên şemiyê ku ew di payîna windayan de dikişînin, qal dike. Herwiha, di romanê de em pê dihisin ku, êş ne tenê êşeke takekesî ye û loma jî, çi çaxê hîskirin û pêjnkirina êşê a di asta civakî de pêk hat wê çaxê em ê karibin bêjin ku me hay ji êşa me heye.

Roman, bi zimanê xwe î petî û zelane, aştiya ku pêkhatina wê a di nava civaka Kurdan û Tirkan de de tê hêvîkirin, ji hêlekê dî ve datîne mexderê; ku em di reng û awayê têkiliya Seyranê û Yasemînê de vê yekê xweşikî dibînin.

“Şevên Winda Wêneyên Meçhûl” a Dilawer Zeraq, çîrok, 96 rûpel, Weşanên Lîs, 2016 , Amed
ISBN:  978-605-9014-75-5

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev