Sê çîrokên H. Kovan Baqî ji pirtûka ”Bêexlaq”

Sê çîrokên H. Kovan Baqî ji pirtûka ”Bêexlaq”
Zanîna min, bi qandî ya ‘peyvan û miriyan’ e.
 Samuel Beckett

Ji berhemên weşanxenya NA
qesas
Min xwest ez qesês bikujim.
Qesês, kêra min ji destê min dernexist û ji sînga min nekişand.
Tiştek ji min re nego û çû.
Min jê nepirsî;
bê ka gelo em kî neqesas in?
tirs
Keçika ku ji bin nîrê qîzaniyê filitîbû, go:
– Kitêbên te ji min zêdetir çirriya ne.
Nego:
– Xwedê ji xof’a esker û polêsan reviya.
Go:
– Yan kitêbên min ê binax bibûna yan jî ez.
Keçikê xwe kir tirbeke vekirî û go:
– Were xwe di min de veşêre.
sêwî
Wê rojekê bi pozika kêra kalanî, li ser sînga zilamê merrixî binivîsîne:
“Heger te xaltîka min ji min re nekira xweh, sêwî nedimam”
Weşanên NA

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev