Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”

Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”
Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 50 ye. Ev nimûneyên zargotinê yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Cewahirên kurdî” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji zargotina me – 50
Îdî dereng e
Rojekê du heval derheqa jinêd xwe da bi hev ra xeber didin, yek ji yê dinê ra dibêje:
-Kuro, tu çi dikî, ku jina te ewqas heyf e, di gurra te da ne, tu gotineke te duta nake. Lê jina min guhdarîya min nake. Ez dibêm ”him”, ew dibê ”gim”. Xulese, ez dikim-nakim tu ser û beran lê naxwim, îdî dimîne, ku ez wê berdim.
Mêrik caba hevalê xwe dide, dibêje:
-Qurba, welle hema roja ewlin, wextê ew anîn, ez ser cî-nivînê xwe rûniştibûm, nişkêva pişîkek ser cîyê min  ra banz da. Min da şûrê xwe û pişîk di ortê da kire du qetan. Ewê ji wê hingê da hunurê min ber çavên xwe dît û heta niha gilîkî min jî duta nake.
Hevalê wî van gilîyan ji hevalê xwe dibihê û diçe mala xwe. Êvarê ew jî ku dixweze bikeve nava cîyê xwe, pişîk ser cîyê wî ra derbaz dibe, ew jî şûrê xwe derdixe, davêje nava pişîkê, dike du qetan.
Wî çaxî jina wî li mêr dikene û dibêje:
-Te badilhewa pişîka belengaz kuşt, çimkî tu derengî ketî…
Weynê jinê
Wextekê padişahek li wezîrê xwe tê xezebê, menîyan lê digere û dixweze ecêbekê bîne serê wî. Rojekê gazî wî dike û dibêjê:
-Wezîr, tu gerekê herî ji min ra weynê jinê bînî, ji te ra ewqas roj wede, herge te anî, hemî te anî, lê te neanî, ezê serê te lêxim.
Wezîr tê mala xwe, dem û xatirê xwe ji jin û zarên xwe dixweze û terkeseratî dinê dibe.
Wezîr ji vî şeherî diçe wî şeherî, ji vî gundî diçe wî gundî, pirs-pirsyaran dike, lê yekî salixê weynê jinê bie, tune.
Ew îdî gumana xwe dibire, serî di ber da di soqaqê ra derbaz dibe, wê demê xatûnek wî merivî texmîn dike û gunê xwe lê tîne, dibê gelo derdê vî merivî çi ye, ku eva haqas difikire û dest ber xwe hildaye.
Ew derbê ra carîya xwe pey wî merivî dixe, carî dibê:
-Were, xatûn gazî te dike.
Wextê carî wezîr tîne malê, xatûn wezîr teglîf dike, ku rûnî û ji wî ra dibêje:
-Xorto, ez li te dinihêrim, ku tu merîkî xam nînî, ne ji şeherê me yî. Çi li te qewimîye, ku tu ewqas ketî nava xeman?
Wezîr çi hatîye serê wî, paşa çawa lê hatîye xezebê û jê dixweze, ku ew jê ra weynê jinê bîne, gişkî ji xatûnê ra dibêje.
Xatûn dibê:
-Xwedê mala te ava bike, ew çi ye, ku tu ewqas kirî nava xeman?
Ew emirî ser carîyan dike, ku ji wezîr ra nan-xwerinê bînin.
Xatûn dibê:
-Wezîrê min, tu nanê xwe bixwe, ezê gilîyê weynê jinê ji te ra bêjim, tu here ji padişê xwe ra bêje, pêsîra xwe ji wî xilaz ke.
Heta wezîr nan dixwe, ew carîya xwe dişîne faytonekê tîne, ew û wezîr dikevinê û berê xwe didine cîyekî. Di rê da xatûn ji wezîr ra dibêje:
-Wezîrê min, emê niha herine dikanekê, ew dikan ya mêrê min e, tu qet xwe li min nekî xweyî, tenê binihêre, ka em çi dikin.
Wezîr bi wê ra qayîl dibe, û ewana diçin.
Wextê xatûn diçe dikanê, mêrê wê pêşîyê da tê, dibê:
-Ha, Xwedê xêr bike, jinik, îro çi qewimîye, ku tu hatî dikana min?
Xatûn dibê:
-Welle, serê min diêşîya, min go ez herim hinekî bigerim, belkî êşa serê min berdide.
Xoce xatûnê dibe serê jorê dide rûniştandinê, xulamê xwe dişîne xwerinxanê, qazekê dide sorkirinê, xwerina dinê datîne, ew û xatûn dixwin. Hergê xatûn çend parîyan dixwe-naxwe, cinaz derdixe û ji mêrê xwe ra dibêje:
-Mêro, were ez û tu şert bigirin.
Mêr dibêje:
-Emê ser çi şert bigirin, xatûn?
Xatûn dibê:
-Şertê me bira yê şandirxwaz be, yanê kê çi dibêje, yê dinê gerekê pêk bîne.
Ewana şert digirin, hinekî mijûl dibin, paşê xatûn dema xatirê xwe ji mêr dixweze û ji dikanê derdikeve. Wezîr pey wê ra derdikeve, hinekî ji dikanê dûr dikevin, digihîjine hev û diçin.
Êvarê xatûn nan datîne ber wezîr, nan dixwin, radibin tevayî dikevine nava cîyan, ku razên.
Berî razanê wezîr ji xatûnê ra dibêje:
-Xatûn, lê ku mêrê te hat, tê min çawa bikî?
-Mêrê min îro nayê,- xatûn caba wî dide.
Wedekî şevê diçe, dibihên, ku dengê derî hat.
Xatûn dibê:
-Wezîr, welle eva mêrê min e. Rabe, ez te bikime qutîyê, derî ser te dadim, veşêrim.
Heta xatûn wezîr dike qutîyê, derî di ser da dadide, wextek derbaz dibe, xoce dîsa li dêrî dixe, ser jina xwe hêrs dibe, ku çima ew dereng derî vedike.
Xatûn ji odê caba mêrê xwe dide, dibêje:
-Tu çima îro hatî malê, ne wezîrê filan paşayî îro mêvanê mn e, heta hatina te ez û ew tevayî razayîbûn.
Xoce ji kumreşbûnê xwe dixwe, dibê:
-Zû derî veke, ez bême hundur, ezê bela te û wezîr-mezîran bidim.
Wextê xoce tê hundur, jinik gilîyê xwe dîsa dubare dike û dibêje:
Herge tu bawer nakî, here binihêre, min wezîr kirîye qutîyê.
Wextê xoce ber bi qutîyê diçe, xatûn wî dide sekinandinê, dibêje:
-Kuro, dibe kêr bal wezîr hebe, hanê ji te ra balte, hema di qutîyê da bikuje.
Wextê xatûn balte dide xoce, dibê: -Ya bi dest.
Ango, di şertgirtinê da zora wî dibe. Xoce sar dibe, di cî da disekine. Wî çaxî dibe pîrqe-pîrqa xatûnê, dibêje:
-Xwedê mala hişê te xirab neke, te ne got, ku vê şevê şuxulê wezîrê padişê li vir çi ye, an jî ku min banîya, minê ji te ra bigota?
Hêrsa xoce datîne, ji jina xwe ra dibêje:
-Xwedê mala te ava bike, meriv seba şertekî ewqas hêrsa meriv tîne? Te çi bixwesta, minê bida, tenê te ewqas hêrsa min ranakira.
Xatûn hinekî bi ken, hinekî bi xatir ji mêr ra dibêje:
-Te daye der, de niha vê sehetê here dikanê, ji me ra şerav, araqê, fêkî bîne, ez û tu îro kêf bikin.
Mêrik pê ra razî dibe û diçe dikanê hûn-mûr bîne. Wextê mêrê wê diçe, ew derê qutîyê vedike, dibêje wezîr, de niha derê. Xatûn dinihêre, ku wezîr bûye notila sipîçalekê, ancax ji qutîyê derdikeve. Wezîr ji xatûnê ra dibêje:
-Xwedê mala te xirab neke, te çi anî serê min, ne ji tirsa hindik ma dilikê min biteqe.
-Tiştekî nake, îdî her tişt xilaz bû, zû bike ji mal derê, hela mêrê min nehatîye. Here, te ber çavên xwe çi dît, ji padişê ra bêje, ku weynê jin ev e.
Wezîr dema xatirê xwe ji xatûnê dixweze, diçe, çi ber çevên xwe dîtîye, gişkî ji padişê ra dibêje û di ser da zêde dike, ku hema ev jî weynê jinê bû.
Padişa bona vê yekê dîsa li wezîrê xwe tê rehmê û dibêje:
Rast gotine: “Eynî jin, weynî jin“.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev