Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Избранные посты Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1855a da

Избранные посты Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1855a da

Me di 49 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov emê beşa pêşin a bi sernavê “Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1855an da: Li meydana Êrîvanê” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.
Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 50

Li meydana Êrîvanê – 1

Derbahara sala 1855a desteya Êrîvanê ya bi serokatîya gênêral-çawîş Sûslov hate bihêzkirinê û jimara eskera gihîşte heta 7 hezara û bin destê wan da 8 topavêj hebûn, ango du cara diha bi hêz, ne ku ew di salên 1853-1854a da bûn.

Neyara wan ya tek-tenê desteya Welî paşa bû, ku xwedî 7 hezar eskera, 22 topavêja bû û li der-dorê Sûrb Hovhannês bi cî û war bûbû û tirka li vira sengereke ne mezin çê kiribûn. Di nav desteya Welî paşa da ew eskerên ji korpûsa Bayazîdê bûn, ku piştî têkçûna şerê Çingilê yê bi serokatîya Vrangêl serê xwe xilaz kiribûn, lê ji hal ketibûn. Di van şerta da hêvî hebû, ku desteya Êrîvanê wê bi ser keve.

Tirka her firsend bi kar dianîn, ku ordîya xwe bi kîsî siyarîyên kurda bidne bihêzkirinê. Ji bo serketina armanca xwe tirka hukumdarê Bayazîdê yê berê Balûl paşa kivş kirin wek hukumdarê Bayazîdê û Eleşgirê. Malbeta Balûl paşa malbeteke here kevin û bi nav û deng bû di temamîya Kurdistanê da(1). Serleşkerîya eskerên sîyarî û teşkîlkirina alaya kurda sipartine wî. Midûrê Eleşgirê yê berê Mehmed beg(2) jî kurdên senceqên Bayazîdê û Eleşgirê pîj dikirin, derdixistine himberî me. Mehmed beg biramakê çawîşê me Cefer axa bû, ku me ew ji midûrîyê derxist, ji ber ku dijminaya rûsa dajot. Nav û dengê wî di nav gelê kurd da zêde nîbû û ji ber wê jî Balûl paşa hema bêje merivê tek-tenê bû di nav kurda da, ku dikaribû alaya kurda damezirîne.

Rast e, kurda qedirê wî digirt, lê ji tirka ra li hev ne hat bi destî wî alaya mîlîsên kurda damezirîne. Kurd bêy dilê xwe diçûne heta nav başî-bozûkan jî û qet ne dixwestin bikevine nava ordîya tirka. Hukumeta tirka çiqasî jî hewl da, kurd ser ya xwe man û gurra tirka nekirin.

Desteya Êrîvanê bêy daxaza serekqumandarê me di meha hezîranê da ji çiyayê Agrîdaxê derbazî wî berî bû jî, lê hewl ne dida pêş va here û bi wê yekê va firsend kete destê Welî paşa, ku desteya xwe ji şer paşda vekişîne. 13ê hezîranê desteya Welî paşa îdî gihîşte Zeydekanê, ango 4 kîlomêtra dûrî Sûrb Hovhannêsê, ku me berî rojekê piştî şerekî giran ew zevt kiribû. Eskerên me yên siyarî bi serokatîya serhing Xrêşçatîskî (bi 50 kazaka, bi sed kurdên begekî û bi alaya kurda va) zora eskerên siyarî yên Balûl paşa (300 eskerên siyarî û 150 başî-bozûk û kurd va) birin, lê Balûl paşa bi xwe hate birîndarkirinê û kazakekî me û kurdekî me ew dîl girtin.

Pişt ra desteya Êrîvanê û eskerên siyarî yên bi serokatîya mîrlaw Dondûkov-Korsanov (ji desteya Qersê) gihîştine hev û derketine dijî Welî paşa, ku li Erzurumê bû. Di dema ewê opêrasyonê desteya Êrîvanê ya berbi roavayê, bona xeta wê ya pevgirêdanê (komûnîkasyonê) bê qusûr kar bike (ji buhura Çingilê bigre, hetanî Dîyadînê, wê şûnda jî were heta Kerpî-kyoyê, ku zêdeyî 200 kîlomêtra bû) û bona parastina herêma Êrîvanê bi serokatîya çawîş Korênîskî 100 kazak şandine Bayazîdê, 3 bêlûk, 2 top û 100 mîlîsên ermenî şandine Sûrb Hovhannêsê. Ev hêzên ne gelekî xurt têr kirin. Em wê jî bêjin, ku li ser temamîya ewê rêyê kurda gelek cara êrîş dibirine ser me, ji ber ku ew rê nêzîkî sînorên Kurdistanê bûn, lê heta dawîya meha tîrmehê kurda tu êrîş nebirine ser me û tu cara xelqê talan ne kirin, ji ber ku wan dema da tesîra me li ser wana zêdetir bû. Desteya me çiqas pêşda diçû û em çiqasî nêzîkî wan eşîrên koçer dibûn, ku hetanî wî çaxî pêwendîyên me bi wan ra tunebûn, qasid û giregirên eşîrên kurda yên koçer û riat pirtir berbi me va dihatin û aminaya xwe hindava me da dîyar dikirin, û hela bi ser da jî soz didan, ku wê rehet bisekinin û dema lazim bibe wê alîkarîya me jî bikin, ango wê bêne hewara me(3).

Bi bawerîya me tiştekî gelekî hewaskar e, ku em ji we ra şirove bikin çika me çawa pirsa derheqa serkarîkirina wan mentîqan hel kir, ku me di vê kampanîyayê da xistibûne bin destê xwe. Ji bo serkarîkirina bajarê Bayazîdê û temamîya senceqa Bayazîdê me dîwanek saz kiribû û serokatîya wê sipartibû Ahmed axayê kurd. Kurdekî bi navê Şêx Ebdila serokatî li senceqa Eleşgirê dikir, lê Ahmed axayê kurd(4), ku serekqumandarê alaya kurda bû (ew alayî di nav ordîya me da), serkarî li sencaqên Qaqizmanê û Gêçewanê dikir. Ev serekên kurda yên senceqa karê serokatîya herêmên, ku sipartibûne wan bi ciddî bi rê ve dibirin, û ser wana tu gazin û şikyat tunebûn, heta ji ermenîya jî. Di destpêkê da wana ji me tu maeş ne distendin, lê dû ra ji ber karê wan heqdest hate kivşkirinê û ew ne bi pera bû, lê bi nan bû (bi buhayê wan dera genim didane wan). Ji axa gundên, ku bin serokatîya wan da bûn û ji axa eşîra ji deh para yek didane wan. Ji bo me pir zehmet bû wan axa bêcer bikin û berê wê berev bikin, ji ber wê jî li ser wan axa gundî kar dikirin.

Karê birêvebirina serkarîkirina herêmên neyarên me danîbûne li ser milê çawîş Korênîskî, ku bi xwe serokatî li senceqa Dîyadînê jî dikir. Di dema serkarîkirina Ahmed axa da, ku hukumdarê sencaqên Qaqizmanê û Gêçewanê bû, zabitekî rûsa jî li wir bû bona bi nameyan bi serokatîyê ra bikeve nava pêwendîyan û bilî wî 10 kazak jî li wir hebûn, ew jî ji bo wê bûn, ku “hukumê rûsa nîşanî binecîyên wan dera bikin”.

Di dema opêrasyona desteya Êrîvanê ya dijî Welî paşa ya li Kerpî-kyoyê, wek me berê jî destnîşan kiribû, tu kesî nikaribû ji me ra bigota “pozika sola te xar e”. Lê 29ê tîrmehê, gava desteya Êrîvanê zora Welî paşa ne bir, ji ber ku ew xwe ji şer ta dabû (paşda vekişandibû) û em dagerîyane berbi Zeydekanê, malûmatî gihîştine me, ku piş çiyayê Alla-daxê kurda dicivînine ser hev bona şerê me bikin. Zûtirekê çend komên kurda ji şikeftên Alla-daxê xwe berdane nav me. Ji wan koma yek heta gihîşte herêma Êrîvanê jî, ji wira gelek dewar da ber xwe bir. Komeke dinê li ser riya Erzurumê êrîş bire li ser mîlîsên me û li wir di pevçûneke demkurt da çend gulle berî hev dabûn. Ji Bayazîdê behs digihîştine me, ku zabitên tirka di nav koçerên kurda da digerin û helan didane wan, ku êrîşî li ser me bikin. Rast e, xetereke mezin hela tunebû jî, lê lazim bû di destpêkê da wî agirê dijminatîyê bitemirînin, ku dikaribû ji hêla kurda gurrtir bibûya û zirareke mezin bigihîşta me û ew jî tenê wî çaxî dikaribû bibûya, eger eskerên me berê xwe bidana wî berê Alla-daxê. Em nikarin bîr û rayên serhing Lîxûtîn piş guhê xwe va bavêjin, ku ser wê bawerîyê bû, ku lazim e riya bibînin bona kurdên wî berê Alla-daxê ceza bikin, ji heq-hesabê wana bêne der, yên ku dixwestin derkevine dijî me: “Me her dema hewl dida, ku em bi dilxwazî kurda bînine alîyê xwe. Ev yek dikaribû bal wana ew fikir pêşda bianîya, ku em ji wana ditirsin û ji ber wê jî em dixwezin bi wan ra dostanîyê bikin. Dilovanî û qencîya demdirêj çiqasî heq û bêy berjewandîya be jî, ber çevê wî miletê beyanî û hov dikare wek sistîyekê xuya be û dikare bal wana daxaza, ku li situyê me siyar bibin pêşda bîne. Li welatên Rohilatê himberî her merivekî nîvhov tirsfirandin û gefxwarin tiştên lazim in, ji ber ku li van dera naxwezin tenê bi keda helal bijîn, lê her dema hewl didin bi kîsî talanên xelqê bi hêsanî û zû dewlemend bin. Me texmîn kir, ku di nav kurda da ne fanatîzma dînî heye, ne jî aminaya hindava hukumeta tirka da heye. Hela ser da jî, me texmîn kir, ku ew ji tirka hiz nakin û tenê çevê wan lê ye wana bişêlînin. Di nav eşîran da pevgirêdaneke millî ya ciddî tunebû û ji ber wê jî em ser wê bawerîyê bûn, ku eger em ji bo talanê û şêlandinê eşîreke ku zêde qaçaxîyê dike ceza bikin, eşîrên mayîn wê dijî me serî hildin û eva yeka wê ji bo me zirareke mezin bûya”.

1ê tebaxê serhing Xrêşçatîskî bi 1000 eskerên siyarî va ji Zeydekanê ber kenarên Ferat ra şandine Melazgirê. Emirî li ser wî kiribûn, ku ew ji Melazgirê hêzeke mezin bişîne berbi Bergeramê û behra Wanê bona kurdên ku li wir berevî ser hevdu bûne, ji hev bela bike, malûmatîya berev bike derheqa rewşa herêmê û bizanibe çika binecî derheqa me da çi difikirin. Dû ra ew gerekê ji Melazgirê dagere berbi Patnosê û ji wira ji alîyê başûr va berbi berpala çiyayê Alla-daxê here, ji bo ku wan hemû kurda ji wan dera derxe, ku li navbera çiyayê Alla-daxê û behra Wanê da bi cî û war bûbûn. Pişt ra ew gerekê bi riya Xamûrê an jî Dîyadînê derkeve ser riya Erzurumê. Temî dabûne wî, ku bi dilqencî berbirî binecîyên kurd yên am û tam bibe, wana aş bike û hewl bide, ku me bi wana bide hizkirinê.

Bona piştgirîya êrîşa serhing Xrêşçatîskî bikin, ji Qerekilîsê taxbûrek şandine Xamûrê, ji Sûrb Hovhannêsê 2 bêlûk şandine Alla-daxê, ji Bayazîdê 150 kazak şandine ser riya Wanê.

Usa qewimî, ku gava ev hemû esker dane ser rê, 300 kurd ji çiyayê Alla-daxê derbaz bûbûn û êrîşî li ser riya karwanê kiribûn û li wir rastî bêlûka me hatibûn, ku ji Sûrb Hovhannêsê hatibû wira û bêlûka me di şerekî giran da zora wan kurda biribû û ji wan dera raqetandibû. Wî çaxî kurd ser demekê xwe li şikeftên Alla-daxê da telandibûn, lê dû ra careke din êrîşî li ser riya karwanê kiribûn, ku berbi Qerekilîsê diçû û vê carê jî ew rastî 150 kazakên me hatibûn û di pevçûna wan da kurd careke din xwe li riya revê girtibûn û berê xwe dabûne warên xwe yên koçerîyê, ji ber ku deng gihîştibû guhê wan, ku rûs îdî digihîjine behra Wanê.

5ê tebaxê li ser riya karwanê ya nêzîkî Dîyadînê 150 kurdên siyarî dîyar bûn û li wir jî me zora wan bir, ew ji hev bela kir û ew xwe piş çiyayê Alla-daxê veşartin.

2ê tebaxê serhing Xrêşçatîskî bajarê Xamûrê zevt kir. Ewî taxbûrek li wira hîşt, lê bi eskerên siyarî va berê xwe da Melazgirê. 20 kîlomêtra berî Melazgirê alaya me ya siyarî çû bal warên eşîra Sîpikî (Sîpikanî). Serekeşîrê wan Derwêş axa birayê Rizgo axa bû, ku wan çaxa di nav alaya Welî paşa da bû û di şerê 21ê tîrmehê yê rex Kerpî-kyoyê serokatî li boşî-bozûka dikir(5). Kurd tevlihev bûn û tivdîra xwe dîtin, ku birevin, lê serhing Xrêşçatîskî ber dilê wan da hat û ew aş kirin.

Derwêş axa û giregirên êlê yên mayîn berbi wî va hatin û gotin, ku ji serokatîya tirka behs ber guhê wan ketîye, ku tirka xudêgiravî du cara zora rûsa birîye (rex Qersê û Kerpî-kyoyê), lê niha, gava ew li warên xwe çev li eskerên rûsa ketin, îdî hew bawerîya xwe bi wan derewên tirka tînin.

3ê tebaxê serhing Xrêşçatîskî Melazgir zevt kir. Kurdên vira jî haziraya xwe didîtin, ku birevin, lê piştî ku rûsa bi dilovanî her tişt ji wan ra şirovekirin, ew di cîyê xwe da man. Giregirên kurda gazinê xwe ji serokatîya tirka dikirin, ku ew dewê dikin, ku kurd eskeran bidin ji bo ordîya tirka, lê kurda dixwest bi rûsa ra tevayî bi aşîtî bijîn.

4ê tebaxê serhing Xrêşçatîskî hate Patnosê. Wan dema serekê eşîra Heyderîya Heyder xan li wir dima. Hema ew pê hesiyabû, ku siyarîyên me nêzîkî Patnosê dibin, revîbû berbi behra Wanê. Lê kurdên Patnosê û yên der-dorê ewê herêmê ne dane dû wî û pêşîya eskerên me yên siyarî da hatin û heta her tiştê ku lazimî me bûn, dane me (genim garis, mî) û hela di ser da jî şaş û metel diman, gava me ber wan tişta va zêr didane wan.

7ê tebaxê serhing Xrêşçatîskî bi riya Suleyman-Kumbekê vegerîya Zeydekanê.

Ev seredana serhing Xrêşçatîskî kareke mezin da, ji ber ku pişt ra ser demekê kurd îdî cerdên mezin çê ne dikirin û tenê bi çend kesên serserî va karên talan û şêlandinê dikirin.

Xênji wê, ev seredan li Erzurumê tevlihevî û sergêjîyeke mezin çê kir, ji ber ku gelek kes ser wê bawerîyê bûn, ku ew seredana me bona wê yekê bû, ku em bi birayê Yezdanşîr – Omer axa ra bikevine di nav pêwendîyan da. Piştî seredana me kurdên ku di nav alaya Welî paşa da bûn û Rizgo axa bi xwe jî, dema pê hesiyan, ku dibe rûs êrîşî li ser mal û milkên wan bikin, destxweda jê derketin.

Hesabdayîna gênêral-çawîş Sûslov derheqa wê yekê da, ku karekî mezin hatiye kirinê bona hukumê tirka di nav kurda da bê sistkirinê û derheqa wê yekê da, ku livîna eskerên me berbi wî berê çiyayê Alla-daxê berê xwe yên baş dane, gelekî bi dilê serekqumandarîya me bû û guhdarîke ciddî danîne ser wê serketinê. Nêzîkî 20ê tebaxê gênêral-adyûtant Mûravyêv bangawazîyek ji gênêral-çawîş Sûslov ra şand û di wê da guhdarîya wî danî ser wê pirsê ka çima van demên dawî di nav kurda da dilsarîyek heye hindava me da û wana destpê kirîye karên ne dostanîyê dikin, herweha de’w jê dikir, ku safî bike, çika sebebên wê yekê yên rasteqîn çi ne û eger di wê pirsê da sûckar bêlî bibin, kî dibe bila bibe, wana ceza bikin, her firsenda bi kar bînin bona binecîyên hêrsketî aş bikin û wana bînine alîyê me û evê bangawazîya min di nav milet da bela bikin(6) û herweha hewl bidin wan zabit û karmendên tirka bigrin, yên ku ketine bin kurda û wana şîret dikin, ku dijminaya me bikin.

Serhing Bartold û karmendê eskerîyê yê derecebilind Popko şandine nav desteya Êrîvanê, ku di cî da bi rewşê ra bibine nas, hewl bidin bi nermî û dilqencî bi kurda ra bikevine nava pêwendîyên baş. Ji bo pêkanîna vî karî serekqumandarê me înstrûksyoneke taybetî dabû wan(7).

Gênêral-çawîş Sûslov bi her awayî hewl dida serekqumandar dilrehet bike û gîhande wî, ku kurd îdî hew tevlihev dibin, ewana aş bûne û ew tevlihevîyên wana ne ji aminaya hindava tirka da dihat, ne jî ji fanatîzma wan ya dînî, lê sebebên wê yekê piranî ew bûn, ku di karê talanê û şêlandinê da li hev ne kiribûn û tirk jî ketibûn nav wana û hewl didan wan tevlihevîyan dijî me bi kar bînin. Û di ser da zêde dikir, ku ew 2000 malên kurdên di navbera Alla-daxê û behra Wanê da mane bi xeter nînin û ew bêlûka me, ku me li Sûrb Hovhannêsê hîştîye, têr dike, ku dema lazim bibe ji heq-hesabê wana bê der. Dû ra Sûslov gotina xwe berdewam dikir û digot, ku Kurdistana Mezin van dawîya serî hildabû û tu cara hewl ne dabû, ku şerê me bike û tenê bi dilpakîyê û berbihêrîyê em nikarin kurda bînine alîyê xwe û em ser wê bawerîyê ne, ku tenê sawa eskerên me wê wana mecbûr bike aş bin, tevlihevîyan çê nekin û gurra me bikin û wê tiştekî kêrhatî bûya, eger me carekê eşîreke usa bi awakî berk ceza bikira, ku dizî û talan xwe ra kirîye pêşek, û bi wê tirsfirandinê va meyê saw û xofeke mezin bikira dilê kurdên mayîn.

Ev bangawazî di praktîkê da ne hate bikaranînê, lê dema ku lazim bibûya, wê kurda bi ciddî ceza bikirana.

1. Em vî Balûl paşayî hela ji şerê Rûsîyayê-Farizistanê yên di salên 1826-1827a da nas dikin. Ew ji zureta hukumdarên Bayazîdê yên berê ye û bi xwe gelek cara çek girtîye destê xwe, şerê sereskerê Erzurumê kirîye. Di şêr da timê jî bextê wî ne anîye û gelek cara dîl ketîye. Farisa ew sala 1823a dîl girtibûn, dû ra sala 1828a me ew dîl girtibû û cara sisîya jî sala 1855a dîsa me ew dîl girt.

2. Nameya gênêral-adyûtant Mûravyêv ji bo mîrlaw Dolgorûkov, ya 4ê sibatê sala 1856a, hejmar 22. (Rûpel 257, ya cilda 11a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).

3. Wan çaxa qasidên kurda sipasîya xwe dane serekê desteya Êrîvanê, ku ew bi awakî qenc û dilovanî berbirî wan dibe. 20ê hezîranê qasidên kurda, ku hatibûne Toprax Kelê, di nav xeberdana xwe da awa gotibûn: “Dilxwezîya we ya qenc hindava Bayazîdê û aşîtîya, ku niha li wir heye, me dilbaristan dike, ji ber wê jî em tam aminaya xwe bi rûsa tînin û îzbatîya gotinên me jî ew in, ku em ne revîn û di cîyê xwe da man. Eskerên tirka nikaribûn me biparêzin, wana em bêxweyî hîştin, ji ber wê jî em dikevine bin bandûra we. Emê her tiştî bikin, ku di warê me da qeyde-qanûn hebe û ew jî karekî ne hêsa ye, ji ber ku wek li her dera, bal me jî diz û xapxapok hene û dijwar e em gema wana bikişînin. Lê em soz didine we, ku çi ji destê me tê, emê bikin, ji ber ku tu sebebên gelê kurd tunene, ku dijminatîya rûsa bajon”. Qasid ditirsîyan, ku “diz û xapxapok” wê ji wî berê Alla-daxê bên û tevlihevîya bikin, lê ew tirsa wana jî badilhewa bû. Rast e, carna cerdên kurda pez-dewarên ermenîya didane ber xwe dibirin, lê hema me ji wan ra digot vegerînin, wana vedigerandin. Carekê jî 20 kurda êrîş birine li ser erebên me yên barbir, ku tenê du mîlîsên me ew diparastin. Ew kurdên ji eşîra Cunika bûn, ku warên wan di navbera Balûl-Helîmê û Qaqizmanê da bû. Wan kurda girtin û hebis kirin. Di wan dema da kurda tu cara êrîş ne bire ser rûsa.

4. Serkarîkirina navça Qerekilîsê sipartibûne kurdekî bi navê Salih axa.

5. Şerê rex Kerpî-kyoyê yê di 21ê tîrmehê da, ku himberî Welî paşa bû, sipartibûne desteya Êrîvanê û eskerên siyarî yên mîrlaw Dondûkov-Korsakov, ku ji desteya Qersê şandibûne wira. Eskerên me gelek tewlebazî (manêvra) kirin û gelek wext unda kirin û Welî paşa ji wê yekê bi karê ket, di wextê da berbi gêdûka Deve-boyînê vekişîya, ango dîsa xwe ji şêr ta da.

6. Binhêre serdazêdekirinên hejmarên 17a û 18a. Bangawazîya gênêral Mûravyêv berbi hemwelatîyên Tirkîyê, ya 26ê gulanê, sala 1855a. Bangawazîya gênêral Mûravyêv berbi hemwelatîyên Tirkîyê, ya 16ê hezîranê, sala 1855a. (Ji cilda 11a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).

7. Binhêre serdazêdekirina hejmara 19a. “Firsendên ku gênêral-adyûtant Mûravyêv bi kar anîne bona kurdên paşalixîyên Wanê û Mûşê bîne alîyê me”. Ev name me ji cilda 11a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî bergirtîye. Di nav evê cildê da hema bêje ew hemû name bi cî bûne, ku serekqumandarîya me û desteya Êrîvanê derheqa pirsên bi kurda va girêdayî ji hevdu ra nivîsîne. Ev bi hevdu ra nivîsîna nameyan, ku pir balkêş e û di gelek waran da kêrhatî ye û ew hema bêje hemî name jî di vê serdazêdekirinê da hene, wê gelekî bi kêrî wan kesan bê, ku bi pirsa kurda va mijûl dibin û serdestîya wan nameyan ya sereke jî ew e, ku di berbirîbûna hindava kurda da kar û zirara herdu cûran tîne ber çeva. Cûrê ruşetkirinê, an jî kirîna kurda ya bi pera û hedya, bi pêwendîyên bi awakî nermî û dilovanî hindava wan da û cûrê gefxwerinê, tirsfirandinê û cezakirinê, eger wana ew yek bi rastî jî heq kiribin. Serhing Bartolomêy û milazim Popko ser cûrê berbirîbûna bi awayê yekê bûn, ji ber ku bi saya serê wî cûreyî Lorîs Mêlîkov di meydana Qersê da gihîştibû serketinên mezin. Ev cûrê berbirîbûna hindava kurda da bi dilê gênêral-adyûtant Mûravyêv jî bû. Lê serhing Lîxûtîn û gênêral-çawîş Sûslov ser wê bawerîyê bûn, ku cûrê duda rasttir e û ji ber wê jî wana xwe li wê rê girtibû.

Herdu alî jî hindava xwe da rast bûn. Ji ber ku ew cûrê, ku dikaribû li meydana Qersê bihata bikaranînê û bi ser keta, li cîkî mayîn nikaribû ewqas kêrhatî bûya, belkî jî zirar bida. Desteya Êrîvanê ya kêmjimar kontrolî li ser mezîleke gelekî mezin dikir – ji Bayazîdê bigre, were bighîje heta Kerpî-kyoyê, ku hema ber Kurdistanê bû û piranîya wan der û dora ew kurd bûn, ku bin hukumdarîya eskerên tirka da bûn, ango rewşa ku ew tê da bûn, ne wek rewşa kurdên li meydana Qersê bû. Em nikarin bi bawerîyên serhing Laxîtûn ra qayîl nebin, ku ser bawerîyeke dinê bû.

Em ser wê bawerîyê ne, ku eger xwendevanên evê berhemê van nameyên ku ji hev du ra hatine nivîsarê bixûnin, wê bi bîr û rayên xwe derheqa vê pirsê da bêjin.

Em wê jî bêjin, ku kivşkirina serhing Bartolomêy wek serekê desteya Êrîvanê, kareke mezin ne da, ji ber ku ew wek ku lazim bû teslîmî gênêral-çawîş Sûslov ne dibû û gotinên wî bendî tiştekî ne dihesibandin û destûra wî jî dabûn, ku bi pirsên cuda-cuda va dikare yekser bi gênêral Mûravyêv ra bikeve di nava pêwendîyan, û di hêleke mayîn da ewî dijminatîya serhing Lîxûtîn dikir. Ev hemû di nav barêgeha eskerî ya desteya Êrîvanê da xiringêle û tevlihevîyek çê kir, ku di karên eskerî da dikarin pir zirarê bînin. Ev dubendî û dijberî di pirseke usa giring û nazik da, wek ku pirsa kurda bû, bi bawerîya me tenê zirar da û ew rê berbend dikir, ku me berbi pêwendîyên qenc bi kurda ra dibir.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev