Serxwebûnê Şivan Perwer zewicî

Serxwebûnê Şivan Perwer zewicî
Salihê Kevirbirî
Roja 23-ê Tirmeha 2016-ê, li Frankfurta Almanyayê Serxwebûn Perwerê kurê hunermendên navdar Gulîstan Perwerê û Şivan Perwer zewicî. Ji Kanadayê bigire heta Almanyayê, ji Kurdistanê bigire heta welatên Sovyeta berê, ji Ewropayê bigire heta Qefqasyayê gelek mêvanên naskirî û nenaskirî amade bûn û bûn hevparê kêfxweşiya vê malbatê.
Di dawetê de Şivan Perwer hem axivî, hem jî stranên xweş pêşkêşî mêvanan kir. Hunermendê navdar di axaftina xwe de behsa kurê xwe Serxwebûn û serpêhatiya navê wî kir.
Di dawetê de ji mêvanan du kes axivîn ku yek ji wan ji Amerîkayê, yek ji wan jî ji Qazaxistanê hatibû. Dilovan Perwer ji Amerîkayê, Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîm jî ji Alma Ataya Qazaxistanê qesta vê dawet û şahiyê kiribû.
Divê bê gotin ku kom û şanda ji Qazaxistanê ji van kesan pêk dihat: Kinyazê Îbrahîmê Nevoyê Mîrze (Knyaz Ibrahim Mirzoyev) Ezîzê Zîyo Bedirxan (Aliev) û Ezîmê Şemo Abdûlayev. Li hêla din ji Rûsyayê herdu hêjayên bi navê Pîr Mirazê Koçerê Misto û Barzanî Nabîev jî qesta vê şahiyê kiribûn.
Serokê Kurdên Qazaxistanê, Profesor Kinyazê Îbrahîm di axaftina xwe de behsa hunera bilind a Şivan Perwer û rol û bandora wî ya li ser kurdên Sovyeta berê kir. Paşê jî gotin anî ser Serxwebûnê kurê Şivan Perwer û jê û xanima wî Erîkayê re bextewarî û şabûneke herheyî xwest.
Kinyazê Îbrahîm di axaftina xwe de wiha got: “Dema kurek ji Şivan û Gulîstanê re çêdibe navê Serxwebûn lê dikin. Hingê bi hêviya ku welatê me rojek bibe serbixwe, Şivan navê Serxwebûn li kurê xwe dike. Şikir îro Serxwebûn 36 salî ye. Em bi hêvî ne ku welatê me hema di nava demeke nêz de serbixwe bibe da ku bibe qismet em şahîyeke din a kurê Serxwebûn li Kurdistana Azad jî bikin û careke din van mêvanên qedirbilind li wir bibînin. Ez şabûn û bextewariyê ji zavê me Serxwebûn û bûka me Erîkayê re dixwazim. Pîroz û bimbarek be!”
Di axaftina xwe de Kinyazê Îbrahîm mesaja pîrozbahiya Akademîsyen û Profesorê navdar Nadir Nadirov (Nadirê Kerem) û karsazê kurdê emegdar Şîrînê Elî jî pêşkêş kir û silavên wan got…

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) – Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev