Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Serxweşîya Kinyazê Îbrahîm ji bo Keremê Reş

Serxweşîya Kinyazê Îbrahîm ji bo Keremê Reş
Wefata akademîsyen, nivîskar, rojnamegerê kurdî navdar û welatperwerê mezin Keremê Reş em gelekî xemgîn kirin. Bi rastî jî hinek kes hene di sed salan de carekê têne nav civak û miletê xwe. Keremê Reş yek ji wan kesan e ku bi salan e xizmeteke mezin ji gelê Kurd, gelê Rûs û mirovahiyê re kiriye. Mezinbûneke wiha ku dereceya wî bilind bûye û gihîştiye rêveberiya Yekitiya Nivîskarên Rûsyayê û bûye sekreterê vê sazî û dezgeha qedirbilind û hêja.
Keremê Reş sembola çand û dostaniya gelê Kurd û Ûris bû. Di berhem û afirandinên wî de têkilî û dostaniya Kurdan û Ûrisan cihekî berbiçav digirt. Me Keremê Reş di nava huner, civak û çanda Rûsyayê de herdem wekî nûner û berpirsiyarekî gelê Kurd nas kiriye. Mirina Keremê Reş ji bo çar perçeyên Kurdistanê windabûneke gelekî mezin e. Ev mêrxasê gelê Kurd xwediyê bi sedan gotar û nivîsarên giranbiha ye. Sed heyf ku êdî ew îro ne di nav me de ye. Lê bi rihê xwe ve, bi berhemên ku ji me re hiştiye, ew di bîra me de ye.
Ez di wê baweriyê de me wê gelê kurd ewledê xwe yê qedirbilind tu caran jibîr neke. Keremê Reş bi qasî bilindbûna xwe, gelê kurd jî di nava civaka Rûsyayê de hewqasî bilind kir.
Keremê Reş her wiha kesayetiyekî navneteweyî jî bû. Li seranserê dinyayê baş dihate naskirin. Wî ji bo leşkeriya Rûsyayê pirtûkên qenc û hêja amade kirin û çap kirin. Keremê Reş di dîroka leşkeriya Rûsyayê de, piştî Gagarîn kesê duyemîn e ku dereceya wî bi yek carî “hatiye bilindkirin û bûye serhing, yanî leşkerê payebilind. Yûrî Gagarîn jî wekî kosmonavt beriya here erşê ezmanan mayor bû, piştî hat dereceya wî du caran bilind kirin û ew kirin serhing. Leşkeriya Sovyetê jî dereceya serhing da Keremê Reş û heqê lixwekirina cil û bergên leşkerî dane wî. Keremê Reş di nava leşkeriya Sovyeta berê de navekî berbiçav e. Emegê wî bilind hatiye qîmetkirin. Bi dehan xelat û mêdalyayên dewletê ve hatiye xelatkirin.
Keremê Reş li Ermenistanê, nehiya Telînê, li gundê Heko ji dayîk bû. Xwendina xwe bi Rûsî temam kir, xwendina xwe pêşkêşî leşkeriya Sovyetê kir. Lê ew ewledekî hêja û mêrxasê gelê kurd bû. Wî tu caran gelê xwe ji bîr nekir. Heta li jiyanê bû, dil û cegera wî ji bo ax û welatê bav û kalên wî lê da.
Ez li ser navê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê “Berbangê”, serxweşîyê ji bo malbet û gelê kurd dixwazim, cihê nivîskar, rewşenbîr û welatperwerê kurd ê mezin Keremê Reş bihûşta baqî be…
Kinyazê Îbrahîm
Akademîsyen-Profesor
Serokê Civaka Kurdên Qazaxistanê

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev