Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rêzimaneke kurdî ya 94 salî

Rêzimaneke kurdî ya 94 salî
Rêziman û ferhengoka kurdî ya R. F. Jardine “Kurmanciya Behdînan”

Kitêba Bahdinan Kurmanji (Kurmanciya Behdînanî) an jî bi navê xwe yê temam Bahdinan Kurmanji – a Grammar Of The Kurmanji Of The Kurds Of Mosul Division And Surrounding Districts Of Kurdistan (Kurmanciya Behdînan – Rêzimaneke kurmanciya kurdên wilayeta Mûsilê û deverên derdor yên Kurdistanê) kurterêziman û ferhengokek e ku ji aliyê kaptenekî artêşa Brîtanyayê yê bi navê R. F. Jardine ve hatiye nivîsîn. Kitêb sala 1922 li Bexdayê ji çapxaneya hikûmeta Brîtanyayê – ku hingê li Iraqa niha serwer bû – hatiye weşandin.

Wek ku ji navê kitêbê diyar e, mijara wê kurmancî, hê deqîqtir kurmanciya herêma Behdînan e. Nivîserê wê bi xwe li Dihokê bi cih bûbû û kurdiya kitêbê ya wê derê ye anku kurmanciya rojhilatî yan ”behdînî” ye.

Kitêb ji 114 rûpelan pêk tê. Teqrîben nîv jê rêziman e, nîva din jî ferhengokeke inglîzî-kurdî ye. Ferhengok li gor rêzbendiya peyvên inglîzî ye anku peyvên inglîzî tê de hatine rêzkirin û li kurdî (kurmancî) hatine wergerandin. Ji bilî van herdu beşên mezin, li destpêkê herwiha pêşgotinek li ser zimanê kurdî, bi taybetî kurmancî û ji kurmancî jî xaseten devoka behdînî heye. Piştî wê jî, lê berî destpêkirina beşa rêzimanê, dengnasiya kurdî tê behskirin.

Beşa rêzimanê bi xwe ji sê beşên serekî pêk tê. Beşa yekem li ser birrên peyvan in (navdêr, rengdêr, cînav, hoker, lêker û hwd). Beşa duyem derbarê hevoksaziyê ye. Beşa sêyem jî behsa şêwaznasiya anku stîlîstîka kurmancî dike, nimûneyan jê dide û herwiha hin gotinên berbelav yên ihtiram û rêzgirtinê pêşkêş dike.

Jardine hewl daye ku kitêboka xwe bi awayekî hêsan bo karmendên brîtanî yên li deverê kar dikin amade bike tevî ku vê bi aşkereyî nabêje jî.

Di pêşgotina xwe de bi kurtî behsa cudahiyên kurmancî û soranî û herwiha behsa hebûna cudahiyan di devokên kurmancî de jî dike. Li aliyekî din, dibêje ku naxwaze xwe biavêje nav gengeşeya wê ka gelo kurdî lehceyekî farisî ye yan na lê idia dike ku ”piraniya kurdan li ser wê qenaetê ne ku kurdî awayekî herimandî yê farisî ye li gel zêdekirina peyvên kurmancîkirî yên ji erebî û tirkî”.

Ew vê idiaya xwe ya derbarê zimanê kurdî û herwiha derbarê ”qenaeta piraniya kurdan” bi ti awayî bi delîlan isbat nake. Ew bi zelalî gotineke ne rast e hem derbarê zimanê kurdî (hingê jî bi zelalî di zimannasiyê de kurdî wek zimanekî ji farisî serbixwe hatibû qebûlkirin) û herwiha derbarê qenaeta piraniya kurdan jî ji ber ku piraniya kurdan (bi taybetî jî yên wê deverê ku wî lêkolîn li ser kiriye) farisî nedizanî û heta belkî piraniya wan di wê serdema bêyî medyaya guhdarî-bînahî de qet carekê jî farisî nebihîstibû. Hem kurd û hem jî faris ev bi kêmî hezar sal e ku xwe du miletên ji hev cuda dihesibînin. Ev ne tenê ji berhemên klasîkên kurdî, wek Mem û Zîna Ehmedê Xanî lê herwiha ji berhemên farisî, bo nimûne ji Şehnameya Firdewsî jî aşkere ye. Ya ji vê jî giringtir: kurdî û farisî ne bi dualî û ne jî bi yekalî ji qisekerên hev re ne fehmbar in. Bi gotineke din, kurdîaxiv ji farisî fehm nakin û farisîaxiv jî ji kurdî fehm nakin (ji bilî hin gotinan) eger wan xwe hînî zimanê hev nekiribe.
Di beşa li ser dengnasiyê de piraniya dengên kurdî baş şirove kirine tevî ku bo nimûne behsa cotdengên pifdar (req) û bêpif (nerm) yên Ç, K, P û T nake jî. Li aliyekî din, behsa du H-yan (heval/heft), du X-yan (ax/xezal) û du Z-yan (zer/zanîn) dike lê dîsa behsa du S-yan (ser/sed) nake.

Di meseleya cudahiyên kurmancî û soranî de, Jardine idia dike ku kurmancî gelek sadetir û safîtir ye lê diyar nake ka di çi warî de kurmancî ji soranî sadetir an safîtir e. Di rastiyê de di hin waran de kurmancî sadetir e (bo nimûne di pêvenekirina cînavan de) lê di hin mijaran de jî soranî sadetir e (tinebûna du cinsên cuda yên rêzimanî di soranî de).

Di mijara çemandin (tewandin) û ravekirinê (pêkvegirêdanê) de Jardine tê gihiştiye ku di kurmancî de du cinsên rêzimanî (mê û nêr) hene. Lê hê ji unîta yekem ve ew şaşiyan dike. Bo nimûne, dinivîse:
  • bāb e kichk (li gor nivîsîna niha dibe ”babê kiçk”) lê di devoka ku ew li ser dinivîse de mirov dibêje ”babê kiçkê” (li gor nivîsîna wî divê nivîsîba ”bāb e kichkē”) anku peyva ”kiçk” (keçik) divê biçeme anku bitewe.
  • daik a kurrk (li gor nivîsîna niha dibe ”deike kurrk”) ku ji çend aliyan ve şaş e. Mebesta wî ”dayika kurrikî” ye ku li Behdînan li hin deveran dikare wek ”deyka kurrkî” were gotin. Raveka mêyîtiyê di kurmancî de ”a” ye û Jardine jî dibêje ”a” ye lê li destpêka kitêba xwe wî herfa ”a” wek dengê ”e” yê niha diyar kiriye. Loma divê li gor nivîsîna wî bijartî raveka mê wek ā hatiba nivîsîn. Peyva ”kurrk” di vê komika nimûne de di kurmanciya Behdînan de divê wek ”kurrkî” hatiba çemandin lê Jardine ew neçemandî hiştiye. Dengê ”i” – ku Jardine di peyva ”daik” de bi kar aniye – li wê derê li gor rêbazên wî bi we bijartî yên nivîsînê jî ne rast e ji ber ku wî jî ”i” wek kurmanciya niha bo dengê ”i” bijartiye lê li vê derê li şûna ”y” yan ”î” bi kar aniye.
Wek din jî kêmasiyên herî mezin yên kitêbê neqilkirina dengên kurdî ne. Bo nimûne, mirov dikare sernivîseke ji rûpela 49 neqil bike vê derê. Jardine sernavê çîrokê yan serpêhatiyê wiha dinivîse: ”RIZ ET TIRI U MIVISH”. Mebesta wî ”Rezên tirî û mewîj” e ku bi kurmanciya Behdînan mirov dibêje ”Rezêt tirî û mêwîj”. Wek ku tê dîtin, heman herfa ”i” bo diyarkirina 4 dengên cuda hatiye bikaranîn:
  • li cihê E: peyva ”rez” wek ”riz” nivîsiye.
  • li cihê I: peyva ”tirî” wek ”tiri” nivîsiye.
  • li cihê Î: peyva ”tirî” wek ”tiri” nivîsiye.
  • li cihê Ê: peyva ”mêwîj” wek ”mivish” nivîsiye.
Li aliyekî din, di heman sernavê de li cihê Ê (”rezêt” ku forma behdînî ya ”rezên” ya kurmanciya navendî û standard e) wek E nivîsiye: ”riz et”. Ji xwe ne hewce ye em bibêjin ku di peyva ”mêwîj” de li cihê dengê W herfa V û li şûna dengê J jî cotherfên SH bi kar anîne. Li derên din ew W bo dengê W û V jî bo dengê V bi kar tîne û cotherfên SH jî bo diyarkirina dengê Ş dixebitîne.

Tevî van rexneyan jî, divê mirov bibêje ku ev kitêb yek ji xebatên pêşîn yên bi inglîzî yên li ser zimanê kurdî bûye. Ferhengoka wê ya inglîzî-kurdî demeke dirêj tek ferheng an ferhengoka inglîzî-kurmancî bû.

Em dilşa ne ku bikarin vê kitêbê bixin xizmeta vekolerên zimanê kurdî.
Ji: Kovara Kanîzar, hejmar 7, Husein Muhammed
Tevaya pirtûkê li vir e:
https://zimannas.files.wordpress.com/2016/07/behdinan-kurmanji.pdf

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev