Yaşar Kemal derheqa êzdîyan da

Yaşar Kemal derheqa êzdîyan da

Werger: Ali Gurdilî

Ji sedsalan zêdetir e ku ev mirov hatin kûştin, hatin sirgûn kirin, îşkence dîtin, jêr hatin dîtin; lê dîsa jî serî ne tewandin, li ber xwe dan û tune nebûn.

Li cem mirovan hêzeke wiha heye ku ti caran xilas nabe, narize, namire; mîna axê, şewqê û avê ye. Ez ne Êzdî me. Lêbelê ez ji berxwedana wan, mirovahî û dostaniya wan, hez dikim. Ji berxwedana wan re, rêza min heye.

Ew mirovan nakûjin.

Kesên kûjer, ji Êzdayetiyê têne derxistin. Ew mîna komkujiyeke, li şer mêze dikin. Ji bo ku şer nekin, li ber xwe didin. Ji sedsalan zêdetir e ku di nav xwînê de ne, bênavber mîna lehiyê xwîn ji wan çûye.

Ji bilî giyahê, tişteke xwarinê ne dîtine; lê dilê xwe reş nekirine, dilxweşiya xwe wenda nekirine. Di bin şert û mercên herî dijwar de jî, di qeftên çiyayan de mîna eyloyan jiyane.

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev