APORÎA: beşek ji romanê

APORÎA: beşek ji romanê
H.Kovan Baqî
Lo Ehrîmeno, çima dinyaya te vî qasî reş î tarî ye? Hela bis, hela bis! Wa ye şewqek li asoyê dibiriqe-w diçirise; gelo ne agirê dojehê be? Ma ez ê ji ku zanibim. Tu dibê qey zanîn şixulê min e. Wa ye “ez” li ber çavên “min” di-tesile; şiverêka e’mrê xwe li ber xwe raxistiye û diçe. Jê heye ku xwe dîtiye. Ji xwe bawer e û bi kubarî dimeşe. Şi-verê ji ber şerpa pêgên wî diperrçive, vedibe û fireh dibe. Berî daye wî cihê ku royê ji çavên bîra min vediziye û di-kudîne. Na welle, hêna li cihê xwe ye. Bes ev jî ne rast e. A rast wî, ew dîtiye, ne xwe, ew ê ku ne ew e, ne ez e; û li-gel wî, bi pêgên xwe li ax’ê dixe – te dî ax’a wê rêya xe-rîb. Halbûkî bi xwe di şikefta xwe’y tarî de, serpiştkî li ser cismekî hişk razaye. Nalive. Tiştên dilivin, ewkên xu-mam î di çavên wî de ne. Mixabin tu rê xwiyanî nabe, ku qorrimek karibe bi du nigên bêruh tê de bimeşe. Dêmeg ji bo ez qanih bibim ku ew nameşe delîlekî min î zexim he-ye. Li gor gotinan, “Malzaroka jinê, tekane welatê weled e ku jê tê qewirandin.” Erê, qewirandina weled î ji Adenê û ji navan; yanê xelasiya ji hukman. Halbûkî sersebebê vê yekê bavê min e, ne yê Îsa. Heke ez weledê rehîbeyeke Babîlî bûma, dibe ku nehatama qewirandin. Mumkûn e ku ez bibama hukimdarekî bêjî, welew keşeyek. Keşeyekî ji Îsa re nego, “Weledê min”, bêmonetan go, “Bavo, bavi-ko”, û çarmîxek xist stûyê xwe. Stûyê wî veguhêzî kêla tirbekê; rehîbe li dorê vehewiyan û zendên xwe li betanê kêlê rapêçan. Heta ku li wan xweşhat jî ruhên wan qûr-riyan û betanê wan ji hezê coşiyan. Di vê lîstikê de, ên berdevk veguhêzîn ên berdevkiya wan tên kirin; ên dilîstin veguhêzîn ên tên lîstin – weke wê çaxa destpêkê hertişt tevlihev bûn; te dî wê gava ku însan cara ewil xapiyan.
Pişta min li welatê min î têkçûyî ye; welatê min î ku min di nava xwe de nahewîne. Gelo min dihewîne? Tu tişt qinyeta min naxe cih. Ez li xwe, na, li wî dinihêrim û di ber xwe de dibêjim, “Lo Enkî!” Halbûkî mirêka ku ez lê dinêrim, dîwarekî bi wexm, welew xeyalek e – te dî ewka ku di dinyaka min î tarî de diçirise. Hela bis Do, he-la bis! dibêm qey Enkî tiştekî ji min re dibêje, “Kerem bi-ke Do, heke ez ji rehîmêkê ber bi rehîmekê ve rêwîtiya xwe bidomînim jî karim li te guhdarî bikim; tu yê bibîne, axir ez ê bigihêjim wî cihî!” Heke tu ji min bawer nake, a wa ye Enkî li ser dîwarê bi wexm e û bê navber meşa xwe didomîne. Xwedê zane dixwaze ez bawer bikim, ku pîre-kî tazî, serpiştkî razayî ye û nikare xwe ji cih bilivîne, bi wî halê xwe, xwe gihîştiye deverekê. Helbet jê bawer na-kim. Piştî ev qas meşa serpiştkî, ancax xwe gihîştibe cihê min, welew hinan ew li hemêza xwe kiribin û anîbin. A rast, cismê hişk î ez karim jê re bêjim kevirê hemamê, dî-warekî razayî ye – kevirekî xumam û tarî. Heke ez rakim, teqez wê veguhêze dîwarekî daçikandî. Na, ev ji derewe-kê pê ve ne tiştek e. Lewra qelema min î xeyalî ne qerrase ye; bawerî bi peyvên li dûv hev rêz dikin nayê; bi xinizî kirdeya nivîskêr jî dikuje, min jî. Xwedê zane cihê ku ni-ha ez lê me, Helepçeyeke bi mij e – xumam e û mere di-bêje qey heye. Hela bis, guhdar bik! Hilmdan û stendin nîn e, livandin nîn e, gotin nîn e, peyv nîn e, deng nîn e, hew mirin dipeyive. Bêdengî, bêdengî! Lo Enkî, hadê bi-hisîne, çîrokê hilweşîne û berbelav bike! Wekî din, tu şi-xulî neke! Serpiştkî xwe li ser cismê xwe’y hişk ramedîne û lîstika xwe bidomîne, bilîze, bilîze û bilîze!
Niha Do li hemamê ye, xwe serpiştkî li ser kevirê sincirî rame-dandiye, çavên wî girtînin û destê wî’y rastê kîrê wî mist dide. Li gor qinyeta wî ew lîstika kîpî dilîze; bi nigên xwe’y bawî xwe ji malikekê hupî malikekê dike:
Destê Derseta yê rastê bi mizawirî ber bi daristana ra’nên wê ve daket; du tillîkên wê mûyên tropîkal mist dan, peqikên kefê teqiyan, xwe ji klîtorîsê berdan, xeta e’rafê ya di newala du lêvên sor î germ de ji seriyekî heta seriyê din alastin û hiştin ku bêhna xweş û miz a sosinê pêl bi pêl li bêvila Enkî biqelibe.
 Halbûkî min texmîn nedikir ku pozê min vî qasî ka-ribe bêhnê vehesîne. Lîstik hêna jî berdewam e.
Zimanê wê yî sorik mîna ma’rê Adenî xwe li hev bada, velerziya û ji lahna xwe rakişiya, şûna diranên li ser lêva wê’y jêr giştik alast, ez bi çarmîxa çavên xwe ve darde-kirim û bi dengê keçika hevalcêwiya ji Hewa’yê welidî ye bi nalîn go, “Lo Enkî, Enkîdûad, tu nizane bê vê qîza Ad-em çiawa dixwaze te biwelidîne.” Ma ez ê çawa qanih bi-bim ku birra jî min dengê manyetîk ê Derseta bihîstiye, bi narînî û nalînî gazî min kiriye û gotiye, “were ez te biwe-lidînim?” Lê-w belê dîsa jî ez ê hemû talûkeyan bidim ber çavên xwe û xwe lê biqewimînim; qey wê weke her carê hew tiştekî din jî li tiştên ku min wenda kirine zêde bibe; çawa be ez fêrî wendakirinê bûme; loma jî ez ê vêca bihêlim ku Derseta min vexwîne vî mekanê bênavend.
Do, di ber xwe de bi pistînî go, “Vî Enkî’yê ku çavên xwe di betanê te de û betanê xwe di çavên te de dîl gir-tiye, amade ye ku ji dojeha te biwelide û daxilî nava xe-leka bihuşta te bibe.”
Derseta, bi mizawirî tillîkên xwe li ser klîtorîsa xwe bir û anî: “Hela bira ev kevirê hemamê bipeyive, billehî em ê nola vê klîtorîsa min î rût û tazî bimînin li meydana Xwe-dê. (Kulîmekên xwe’y xwêdandayî bi kevirê sincirî ve bir û anîn) Li ser vî kevirê hemamê, em ê têkevin dilqê hes-pên xwêdandayî, ku bi çargavî ji hezê beziyane zewqê û ji zewqê beziyane coşê – tazî, lawaz û ji rêzê. Tu razên me namînin ku em wan veşêrin û bihefidînin. Wê gavê be-tanên me yê jî veguhêzin rûyên me. Na, rûyên me yê ve-guhêzin betanên me. Li gor riwayetê, heke em şa bibin em ê temam û têkûz bibin.”
Madem wilo ye, gere em peyvê taloq bikin; yan na em ê têkevin xefika ku navê wê jiyan e. Em ê ji mecbûrî şerr bikin – te dî şerrên ku taca serfîraziyê dixin serên xwe û asoxî li têkçûnê dihesilin. Şerr bike û têk biçe. Têk bibe û têk biçe. Têk biçe û têk biçe.
Sed heyf ku me destên xwe’y dibînin û çavên xwe’y hîs dikin wenda kirine.
Hadê dîsa em bibin yekpare, ku em têkûz bibin, Enkî! Wek berê. Heke niha em bi hev şa nebin û nebin yekpare, paşê em ê çiawa derkevin hizûra Zerdeşt, Bûda, Nîetz-sche û Derrîda – te dî ewên ku me gellek caran ew rûrreş derxistin?
Axx, lê Derseta, Dersemîs, Dersemîramîs, heke li vê perestgeha ku heza zayendî lê qedexe ye destên min hil-kişin qotê cotkokelên te, ne kokelên Babîlê li ser nigan di-mînin, ne Nînovayeke hilneweşiyayî û ne bêsûciya me.
Ez li çavên Do yên ku li ser dîwêr diteyisin dinihêrim, hilmeke kûr dikişîne, çavên wî dîsa tên girtin û careke din ji cihê ku jê qerriyabûm dest bi lîstinê dikim:
Ma em jî wek me hemûyan bi ensestî newelidîn ji dê-yên xwe’y ensest, hii? Heke dêya min bi min re şa nebû-ya wê çawa karîbûya mîna hemû dêyên me veguhêze pe-restgeheke vî qasî pîroz? Ji bo çi? Billehî caba vê suwalê ji min re negotin. Perestgehên me çi xerabenin bêhempa ne; romantîkan diwelidînin û bi destên romantîkan tên ser-jêkirin.
Offf, bîra min î bêbinî dîsa ez li kîjan gerrînekên ab-surd û groteskê hesilandim yaw? Halbûkî gere me hişê xwe kedî bikira û em ji xwexapandinê, ji xezeba “ez”îtiyê û barbariya kolektîf xelas bibûna.
Çi heterotopîayek ecêb: em serpiştkî xwe bi xwê’r di-kişînin, pêşûpaşkî diçin; te dî li vî zemanê rehîmê û rehî-ma zemên, em dilîzin û zarên me dilîzin. Çi wendakiri-neke mezin, çi têkçûn… Her avêtinek wendakirinek e. Tifffî, dîsa dubare. Dekonstruktur e rawestgeha ku ez ê li wê rawestim – te dî ewa ku hemû destpêkan di xwe de dihebîne. Xuya ye ku seba ez di hemû şerran de têk bi-çim hatime vê rojhilata rojava û rojavaya rojhilat. Na, na, vê şkefta min î ku qet û qet rêya royê pê nakeve. Dêmeg ev jî culhetek e û ji têkçûnan diwelide; lewra ez culhet di-kim ku miqîm têkbiçim. Bi vê bûneweriya xwe’y qels, bi vî qilafetê xwe’y têkçûyî, culhet dikim ku xwe li dijbin-yatparêziya bêhûde rakişînim. Dêmeg niha ez ne li cihê ku li wê me. Ez li vir im; lewra jî ne li vir im. Axx, heval-cêwiyên giyanî; Derrîda, Beckett! Dîsa we bi ya xwe kir; we anîn bîra min ku, ez di neqeba hebûn û nebûnê de serpiştkî dimeşim û xwe li bêîmkaniyê radikişînim; li bê-îmkaniya vegotina xwe, li bêîmkaniya vegotinê û mec-bûrmayîna vegotina bêîmkan-
Gotin hefs in. Gotin girtîgeh in.
…aporiyaheterotopîadîfférance! Na, referans nîn e, re-ferans nîn e. Ma Enkî’yê bêçare, wê bi peyvên belengaz karibe binyata kîjan “ez”î vekole? Lê belê gere vekole, bi-kole û vede; yan na pîrekî dekonstruktur ê çawa karibe gencîneyên hîçbûnê eşkere bike? Na, veşêre? Yaw çi zew-qeke ecêb e, ku meriv di xeleka têkçûnê de nola kurmi-kekî dilive, miqîm diçe-w tê û qet cihê xwe naterikîne. De îja were û ji labîrenta rehîmê û rehîma labîrentê derkeve-bifilite. Gelo ez suwalên xwe ji kê bikim, ji kê? Ji oldarê ku Xwedayê xwe dikuje û wî mezin dike, welew ji bêba-werê ku biçûçikiya Xwedê dibîne û wî tune nahesibîne? Gelo yên pîroz qehpik in, yan qehpik pîroz in?
Lê Dersetayê, heke min qîzaniya ku dêya te wek xela-teke pîroz diyarî te kiriye ji te bistenda, ez ê bibama mise-bibê bergerîna te û te yê lava bikira, “Bisekin bavo, huk-mê ku dêya min li min kiriye ji min neke û neavêje!” Ev derewek e. Min hew zilamtiya xwe diyarî Dersetayê kir. Min nego ka qîzaniya xwe bide min; hew min go, “A ji te re vî tiştê ku Xwedê daye min, ez diyarî te dikim.” Na, na, ev jî dereweke çûçik e; nizanim ji kê vî qasî fêrî dere-wan bûme. Ji peyvan bawer neke, Do; tew ên ku ez dibê-jim, qet û qet jê bawer neke! Peyv, ne hew durrû ne; he-zar rûyên wan hene – te dî rûyên ku ji xilafî xwe dişibin hertiştî. Ne ez, ew dibêje ku, “Peyv ji qirrikê qiyame di-bin, ne ji bo jibîrnekirinê ye, ne ji bo eşkerekirina wî kur-mikî ye jî, ku destê wî li daristana ra’nên Dersetayê mi-qîm dilive, xwe di betên de vedişêre, xwe bi betên dinixi-mîne, tê xapandin û dixapîne; erê, erê, ne ji bo eşkere-kirina wî, vî û ev ê din e jî – tenê ji bo wan veşêre tên go-tin. Ne ez, vî kurmikê hanê, serê tillîka xwe bi endamekî Dersetayê dike, pê nayê ser, îja seba wê bixapîne xwe di-avêje dexlê peyvan:
 “Va qûz e; ji bo bedewtir bibe, divê berê bê xerakirin.”
 “Baş e, lê vî gunnê ku li ra’nên min dixe yê kê ye?”
Oxx, Derseta, Derseta-immm, Derseta-mê yî seba bavê xwe biwelidîne, dibe dêya xwe! Tu tê veguhêztin û tu ve-diguhêzîne. Dem dema çû-w nehatina qîzaniyê ye. Qey tu Meryemê ye? Meryema qîz a ku Îsa welidand – te dî ewa ku ji bo qîzaniya wê xera nebû, tim nexweşik ma. Se-ba ku nebû Merî-amin, loma nexweşik ma. Dêmeg ji bo em biaxivin û parvebikin, gere em bêdeng bimînin. Lew-ra peyv, rastiyê şanî me nade, vedişêre û berê me dide derî rastiyê. Ma rastî çi ye? Hela gunnê min jê bike û bi-avêje, binêr bê wê çaxê rastî dikeve çi halî.
Nola ku ez bi hişê teyisîna xwe’y li ser dîwêr re bipe-yivim, di ber xwe de dikim pistepist: Bizîvire ser qiraxê, berê qûna xwe bide rojhilatê dinyaka min, xwe bi’intîne û tibabek tirr bike; tu yê bibîne bê wê çaxê rû çawa tirş dibin û dişibin rûyê te. Na, naşibin rûyê te. Wê bişibin ewkê… Tiffî dîsa ji bîra min çû. Ma rû çi ye? Xapandine-ke ku em dibêjin qey rasteqînî ye û ne tiştekî din; tarî ye, nayê kifşkirin. Wekî din di derheqe rû de tiştekî nizanim. Gere ez hinekî bifikirim. Bes çi çaxa ku ez difikirim, bêh-tir didim nava çirrava xeyalên xumam, têm xapandin û çi tiştên ku dibînim dibêjim qey rast in. Carna dibihîzim ku li dûv min dibêjin, “Xwedê zane ev ê pîr bavê dêya xwe ye.” Ne amin im ji vê gotinê. Ma kî yê li dûv qorrimekî ku meş jibîrkiriye, bike pistepist û buxtanan li wî bike? Dibe ku yê dike pistepist ez bi xwe bim jî. Baş e, lê îja yên ne li dûv Do, li dûv min dikin pistepist kî ne? Billehî ez betilîm. Ez ê hinekî nefikirim ku hilma min bê ber min. Çi dereweke rijî. Offf, de dewam Enkî, dewam; bilîze û bixape, bixapîne û bilîze!
Ez ê niha navê vî kurmikê ku serpiştkî dimeşe (na, se-kinî ye) bikim Surmatur. Ez ê serpiştkî vekişim quncika xwe’y xumam û li axaftina wî yî ku bi peyvan hatiye sî-norkirin guhdarî bikim. Ez ê bihêlim bira me bixapîne û wek kurmikekî, xwe di bin siya fennên lîstika tê lîstin de veşêre. Û ez ê destûrê bidim wî, na vî kurmikê ku xwe di bin siyê de veşartiye, bira min ligel vê siya min û wê siya min jê bibe, tune bike. Ez ê bi bêxemî bêjim, “Niha navê min Surmatur e.” Ez ê vî navî nola derpîkekî kevin bikişî-nim xwe û qûna xwe’y qermiçî pê biniximînim. Tam li gorî qûna min hatiye birrîn. Baş lê diedile. Heta ji xwe’r navekî din dibînim, ez ê qûna xwe di bin vî derpîkî de veşêrim.
 Te bihîst Enkî?
 Min tiştek nebihîst, Do, ma çi bû?
 Qûna min bi min keniya-w go, “Pirrrt!”
Tillîkên Derseta bi mizawirî li ser morîkên memikên wê dilîzin:
Lo Enkî, Enkîdûad, Enkîdûadad, de hela hilkişe qotê kokelên min, ku ez kelehên te’y hilweşiyayî yeko-yeko şanî te bidim.
Lêvên Do yên qelişî li ser dîwêr diteyisin; qet nalebitin; hew ça-vên wî piçikekî ji hev vedibin û tên girtin:
Vî kevirê navikan, navika kevir û serê tillîkên min bê-riya betanê Derseta kirine; weke ku Derseta wê gaveke din were, xwe hazir dikin ku resîtala hez û zewqê diyarî wê bikin.

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev