Birêz Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî

Birêz Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî
Serokê Birêz;
26-ê Tirmeha 2016-ê nûnerên 30 hezar kurdên Qirgizîstanê, civîneke taybet li ser serxwebûna Kurdistanê li dar xistin. Di civînê de mijara serxwebûnê bi awayeke berfireh hate nîqaşkirin.
Di civînê de tecrûbeyên serxwebûnên gelek welatên cîhanê û bi taybetî jî tecrûbeya serxwebûna dewleta Îsraîlê hate nîqaşkirin.
Li gorî rewşa hesas a Başûrê Kurdistanê, parçebûna Îraqê ya de facto, hesasiyet û veguherandina rewşa siyasî Kurdistanê û hebûna piştgiriya navneteweyî, em gihîştin wê baweriyê ku bêyî referandûm û biryara parlamentoyê, hûn dikarin li ser navê îradeya gelê kurd temsîl bikin û serxwebûna Kurdistanê îlan bikin.
Em bawer in ku biryara we ya li ser serxwebûna Kurdistanê, wê bandora xwe li perçeyên din ên Kurdistanê û diyasporaya kurdî bike. Ev biryar wê li seranserê cîhanê bi feraseteke baş were pejirandin.
Di biryareke wiha de em wekî kurdên Qirgizîstanê heta dawiyê piştgiriya we dikin. Em bawer in ku di vî warî de tevahiya kurdên Sovyeta Berê wê piştgiriya we bike.
Em ji bo wê roja mezin bêsebir in û li bendê ne.
Tevî silavên Kurdistanî
Serokê Yekitiya Kurdên Qirgizîstanê
Şêx Remezanê Seyîd (Seyîdov)

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev