VEXWENDINA JI BO ÇÛNA GORISTANÊ

VEXWENDINA JI BO ÇÛNA GORISTANÊ
Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner

Pir kes hene hêj li jiyanê ne û dijîn, lê ji aliyê miriyên xwe ve têne vexwendin, da ew jî zûtirîn dem herin goristanê.

Diyar e ku mirin zagoneke xwezayî ye û hemû pêgirên rihber, rojek dê were û wê bibin riwiyê wargeha çûnûnehatinê. Li gor normalê ji mirovan kesê yan kesa ku temenê xwe serqûç kiribe, ew li ber şêmûka mirinê ye.

Li gundên Kurdistanê, dema kalemêrek an pîrejinek dimire, piştre heta demeke dirêj jî hezkiriyên wan xasma kesên nêzên wan, xewnên têkildarê bi wan ve dibînin.

Li gor hin lêkolînan, bi taybetî çewa ku min bi xwe jî gelek car dîtiye, çend ji wan xewnên ji bo çûna goristanê, ev in li jêrê:

MESELA:

1- Pîrejineke 80-90 salî miriye, keça wê ya nixurî jî hema bêje 15-18 sal jê piçûktir e. Keçê xewn dîtiye ku diya wê gotiye: “Keça min, min bêriya te kiriye. Çima tu nayê ba min?”
Keça Pîrê, wisa bawer kiriye ku ecelê wê jî hatiye û wê di nêz de bimre. Du-sê roj piştî dîtina wê xewnê, keça Pîrê jî miriye.

2- Pîrejinek miriye, çend heftî şûnde bûkeka wê di xewna xwe de dîtiye ku xesuyê gotiye wê: “Ez birçî me, xwarinekê ji min re bînin.”

Bûkê sibehê ew xewna ku dîtibû gotiye malxweyê xwe ku wê dîya wî di xewnê de dîtiye ku xwarin dixwest.

Kurê Pîrê dewareke stûr serjê kiriye û goştê wê xêra diya xwe li gundiyan belav kiriye.

3– Kalekî 90-99 salî miriye, kurê wî yê mezin jî kal bûye û nexweş e. Ev kur hertim di xewna xwe de dîtiye ku bavê wî gotiye: “Kurê min, min pir bêriya te kiriye. Ez dixwazim tu zû werî ba min.”

Di wê navê re demekurtek bihuriye, kurê Kalo jî miriye.

Li Kurdistanê xasma jî li nava Kurdên bisilman dema yek xewneke balkêş dibîne, sibehê zû radibe diçe ba melayê gund û jê daxwaz dike melê şiroveya xewna wî/wê bibêje.

Li ser van xewnên wisa û mirina demekurtek piştî xewnan, ez li psîkolojekî navdar ê Swêdî geriyam û min jê van xewnên ku li hin gundên Kurdistanê têne dîtin pirsî. Camêr weha gote min:

– Ew kesên piştî dîtina wan xewnan ku dimirin, wan xwe ji aliyê rûhî ve bo mirinê amade kiriye. Ne ew tenê, merivê sipîsax jî, eger xwe ji bo mirinê amade bike û hertim bêje “Ez dimirim…”, wê pir zû bimire. Lê kesê ne ciwan jî, eger kal be jî û bêje “Ez zû namirim…” û xwe ragire, ew dê zû nemire.

Diyar e ku mirin li gor welatan û li gor çanda meriv a civakî ya çînên cuda yên wî welatî, tê guhertin.

Dema ez xortik bûm, carekê min dît ku sofiyek, piştî nivêjê bi dengekî bilind dua dikir û digot:

– Ya Rebî tu emrê (temen) min dirêj bikî…

Min jê pirsî, got:

– Tu yê çi bikî ji emrê dirêj? Lê eger tu zû bimrî, tu yê rast herî bihiştê nava horiyan. Îcar tu yê çi bikî li vê dinyayê?

Sofî bi ken gote min:

– Ez dixwazim emrê min dirêj be, da ez pir ibabet (îbadet) ji Xwedê re bikim.

Bi hêviya temenkî dirêj ji bo hemî Kurdan, xasma ji bo ciwanan, da bi zimanê xwe binivîsin, pê bipeyvin û zêdetir xizmeta Çanda Kurdî bikin.

 

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev